Îtbariya Xwe Rêberê Xwe Bînin, Dêmek Mesîh
“Rêberê we yek e, ew Mesîh e” (MET. 23:10).
1, 2. Paşî mirina Mûsa, Yêşû kîjan cabdariya mezin stand?
YEHOWA gote Yêşû: “Qûlê [xizmetkarê] min Mûsa mir û niha rabe, tevî hemûya gel [cimetê] Çemê Ûrdunê derbaz bibe. Bikevin welatê ku ezê bidim we” (Yêşû 1:1, 2). Yêşû weke 40 sala berdestiyê Mûsa bû, lê nişkêva ew guhastin bû, ku ew hîviyê nîbû.
2 Mûsa gelek sala rêberê Îsraêliya bû, û lema femdarî ye ku Yêşû dibeke berxwe diket, ku gelo cimeta Xwedê wê ça wî qebûl ke (Qan. Dcr. 34:8, 10-12). Kitêbekêda derheqa rêza ji Yêşû 1:1, 2, tê gotinê: “Çawa berê, usa jî îro gava serwêr yan hukumetî tê guhastinê, bona cimetê ew wedekî lapî çetin e”.
3, 4. Em ji ku zanin wekî badîhewa nîbû ku Yêşû baweriya xwe Xwedê dianî, û kîjan pirs bal me dikare pêşda bê?
3 Femdarî ye, wekî Yêşû berxwe diket, lê yeke ewî îtbariya xwe Yehowa anî, û derbêra pey rêberiya wî çû (Yêşû 1:9-11). Badîhewa nîbû ku ewî baweriya xwe Xwedê dianî. Kitêba Pîroz nîşan dike, wekî Yehowa pê melekê xwe, rêberî Yêşû û cimeta xwe dikir. Em dikarin bêjin wekî ew melek, Xeber bû, dêmek Kurê Xwedêyî tayê tenê (Derk. 23:20-23; Yûhn. 1:1).
4 Pê alîkariya Yehowa, Îsraêlî hînî vê guhastinê bûn, ku dewsa Mûsa îda Yêşû rêberiya wan dikir. Îro em jî dijîn wî wedeyîda, çaxê gelek guhastin têne kirinê. Û dibeke bal me pirs pêşda tê: “Teşkîleta Xwedê zû-zû pêşda diçe, lê gelo meniyên me hene îtbariya xwe Rêberê xwe, dêmek Îsa bînin?” (Bixûne Metta 23:10.) Seva caba vê pirsê pêbihesin, were em şêwir kin ku Yehowa ça wedê berê rêberî cimeta xwe dikir.
KÊ CIMETA XWEDÊ BIRE ERDÊ SOZDAYÎ?
5. Gava Yêşû nêzîkî Erîhayê bû, ew rastî kê hat? (Binihêre şiklê ewlin.)
5 Zûtirekê paşî vê yekê, çaxê Îsraêlî çemê Ûrdunêra derbaz bûn, Yêşû nêzîkî Erîhayê, rastî mêrekî hat, destê kîjanîda şûr hebû. Yêşû nizanibû ew merivê nenas kê ye, lema ji wî pirsî: “Tu ji me yî yan jî ji aliyê dijminê me yî?”. Yêşû ser caba wî mêrikî ecêbmayî ma, çimkî ewî got wekî ew serokê ordiya Yehowa ye, kîjanî ku gerekê cimeta Xwedê xwey kira. (Bixûne Yêşû 5:13-15.) Rast e Kitêba Pîrozda rêzên dinda tê gotinê, wekî Yehowa raste-rast tevî Yêşû xeber dida, lê bêşik ewî bi saya melekê xwe tevî wî xeber dida, çawa berê tevî xizmetkarên din xeber dida (Derk. 3:2-4; Yêşû 4:1, 15; 5:2, 9; Kar. Şand. 7:38; Galt. 3:19).
6-8. a) Hine rêberiyên Yehowa çira bona meriva dibeke ecêb bihatana xanê? b) Lê çira ew rêberî hin bîlanî bûn hin jî wededa bûn? (Binihêrin usa jî spartin.)
6 Yêşû ji wî melekî rêberiyên zelal stand, ku çawa Erîhayê hilde bin destê xwe. Ji wan rêberiya hinek dibeke dihatine kifşê ku nelazim û neaqilayî ne. Mesele, Yehowa temî da wan, wekî hemû mêr bêne sinetkirinê. Ew dihate hesabê, wekî çend roj ew mêr wê bêqewat bûna. Lê bi rastî qe wedê wê yekê bû, ku ewana bêne sinetkirinê? (Destp. 34:24, 25; Yêşû 5:2, 8).
7 Diqewime ew mêr difikirîn, ku ewana wê çawa malbetên xwe xwey kin, hergê dijmin bikevine zoma wan. Lê nişkêva, ewana pêhesiyan, wekî ji tirsa Îsraêliya derên Erîhayê “zexmî [qayîm] hatibûn girtin” (Yêşû 6:1). Çaxê Îsraêlî ew yek pêhesiyan, hilbet îtbariya wan hindava rêberiya Xwedê hê mezin bû.
8 Xêncî vê yekê, Îsraêliyara temî hatibû dayînê, wekî tevî Erîhayê şer nekin, dewsê şeş roja, rojê carekê dora wî şeherî bizvirin, lê roja hefta heft cara. Diqewime esker xwera difikirîn: “Ew yek wê badîhewa wede û qewatê ji me bistîne!”. Lê Rêberê Îsraêliya, dêmek Yehowa, rind zanibû ew çi dike. Îsraêliya Erîha zeft kirin, çimkî pey rêberiyên wî çûn. Û gava wana dît ku çiqas aqilayî bû pey wan rêberiya herin, baweriya wana gelek qewî bû (Yêşû 6:2-5; Îbrn. 11:30). *
9. Çira em gerekê pey rêberiyên teşkîleta Xwedê herin? Meselê bînin.
9 Ji vê serhatiyê em çi hîn dibin? Cara em bi temamî fem nakin ku çira teşkîleta Yehowa filan guhastin kiriye. Mesele, pêşiyê dibeke em difikirîn, wekî çira hacetên elektronîkî bidine xebatê wedê hînbûna şexsî, xizmetiyê, yan jî ser civata. Lê wede derbaz bû û niha em fem dikin ku çiqas kar e, gava em wan haceta
didine xebatê. Çaxê em divînin ku guhastinên wî cûreyî çiqas berên baş tînin, bawerî û yektiya me dişide.QIRNA YEKÊDA MESÎH ÇA RÊBERIYA CIVATÊ DIKIR?
10. Kê rêberî kir wekî Orşelîmêda civîna ferz derbaz be?
10 Weke 13 sal paşî vê yekê çaxê Kornêlyoyê nesinetkirî, bû Mesîhî, hine Cihûyên Mesîhî dîsa jî digotin, wekî sinetkirin lazim e bikin (Kar. Şand. 15:1, 2). Derheqa vê pirsê Entakyayêda dew pêşda hat, lema bira Pawlos şandin Orşelîmê, seva derheqa vê pirsê tevî koma rêberiyê şêwir ke. Lê bi rastî kê rêberî kir, wekî ew here? Pawlos got ku jêra hatiye eyankirinê, wekî ew here. Eşkere ye, wekî Îsa usa rêberî kir, seva koma rêberiyê evê pirsê safî ke (Galt. 2:1-3).
11. a) Hine Mesîhiyên Cihû derheqa pirsa sinetkirinê çi difikirîn? b) Çawa Pawlos bi milûktî nîşan kir, wekî piştgiriya rûspiyên Orşelîmê dike? (Bînihêrin usa jî spartin.)
11 Pê rêberiya Mesîh, koma rêberiyê eyan kir, wekî nelazim e Mesîhiyên ne ji miletê Cihû, bêne sinetkirinê (Kar. Şand. 15:19, 20). Lê yeke paşî vê safîkirinê jî, gelek Mesîhiyên Cihû berdewam dikirin zarên xwe sinet kin. Rûspiyên Orşelîmêda bihîstin, wekî derheqa Pawlos gilî bela dibe, ku ew Qanûna Mûsa nayne sêrî. Lema wana rêberiyên usa dane wî, kîjan ku hinekî ecêb dihatine xanê * (Kar. Şand. 21:20-26). Wana jêra got, wekî tevî çar mêra here paristgehê, seva cimet bivîne ku ew “pey Qanûna Mûsa” diçe. Pawlos dikaribû ew safîkirina wan bikira bin şikê, û bifikiriya ku ew yek nelazim e. Ewî dikaribû bigota ku problêm nava wan Mesîhiyên Cihûda ye, çimkî ewana rind fem nakin pirsa derheqa sinetkirinê. Lê yeke Pawlos piştgiriya wan safîkirinên rûspiya kir, seva nava xûşk-birada yektî unda nebe, û ça wana jêra got, ewî bi milûktî hema usa jî kir. Niha dibeke bal me pirs pêşda tê: “Çira Îsa haqas wext ew pirs nesafîkirî hîşt? Ne paşî mirina wî Qanûna Mûsa hate hildanê?” (Kols. 2:13, 14).
12. Çira dibeke Mesîh hîşt, wekî hine wede derbaz be, seva pirsa sinetkirinê bi temamî safî be?
12 Hinekara wede lazim e seva hînî femkirina teze bin. Hine Cihûyên Mesîhîra lazim bû wede, wekî fem kin ku ewana îda bin Qanûnêda nînin (Yûhn. 16:12). Wanra çetin bû qebûl kin vê yekê, ku heleqetiya wane mexsûs tevî Xwedê, îda sinetkirinêva girêdayî nîne (Destp. 17:9-12). Hinek jî ditirsiyan, wekî wê bêne zêrandinê aliyê Cihûyên dinda, çimkî bi vê yekê wê ji wana cude bin (Galt. 6:12). Lê hine wede derbaz bû, û Mesîh bi saya nemên Pawlos hê zêde rêberî da (Rom. 2:28, 29; Galt. 3:23-25).
MESÎH HETA ÎRO RÊBERIYA CIVATÊ DIKE
13. Îro çi wê alî me bike piştgiriya rêberiya Mesîh bikin?
13 Cara em bi temamî fem nakin wan guhastina, ku teşkîleta Xwedêda têne kirinê. Hergê usa ne, wê baş be em bifikirin, ku çawa berê Mesîh rêberî dikir. Çawa wedê Yêşû û qirna yekêda jî, Mesîh timê rêberiyên bîlan dide, seva cimeta Xwedê xwey ke, baweriya wan qewî ke, û yektî nav wanda unda nebe (Îbrn. 13:8).
14-16. Çawa rêberiyên ku em ji “xulamê amin û serwaxt” distînin, didine kifşê wekî Îsa bona ruhaniya me xem dike?
14 Rêberiyên ku “xulamê amin û serwaxt” mera didin, eyan dikin, ku Îsa ça bona ruhaniya me xem dike (Met. 24:45). Mark, bavê çar zara, dibêje: “Şeytan dixwaze civata sist ke bi vê yekê, ku pey malbeta dikeve. Lema jî ew şîret ku em gerekê qulixkirina tevî malbetê derbaz kin, eşkere malxên malêra eyan dike, wekî malbeta xwe ruhanîda xwey kin!”.
15 Belê, çaxê em divînin, Îsa ça rêberiyê me dike, em fem dikin wekî ew alî me dike, seva em baweriyêda qewî bin. Rûspîkî bi navê Patrîk dibêje: “Pêşiyê hine xûşk-birara çetin bû bihatana ser civînên biçûk bona xizmetiyê, ku Şemî û Ledê derbaz dibin. Lê em zanin wekî hunurekî Îsa ew e, ku ew xem dike bona hemû milûka, û vê civînêda ew yek rind tê kifşê. Xûşk-birên şermoke yan jî yên ku hindik xizmet dikin, niha texmîn dikin ku qîmet in û dikarin karê bînin. Wî cûreyî ewana ruhanîda geş dibin û xizmetiyêda jî xîret dibin”.
16 Mesîh usa jî alî me dike, wekî hiş-aqilê me ser belakirina mizgîniyê be, dêmek ser wî şixulê herî mezin û ferz, ku nav dinyayêda tê kirinê. (Bixûne Marqos 13:10.) Andrê ku teze ça rûspî hate kifşkirinê, timê kûr difikire ser guhastinên ku teşkîleta Xwedêda têne kirinê. Ew dibêje: “Wan paşwextiyada, gelek xûşk-birên ku fîlîalada xizmet dikirin, deştêda hatine kifşkirinê. Ew guhastin dîsa jî tîne bîra me, wekî em wedekî çada dijîn û çiqas ferz e qewata xwe ser belakirina mizgîniyê xerc kin”.
BI AMINÎ PIŞTGIRIYA MESÎH BIKIN
17, 18. Çira wê kêrhatî be, hergê em bifikirin ku em çi karê distînin, gava hînî guhastinên teşkîletê dibin?
17 Rêberiyên ku Îsa Mesîh, dêmek Padşê me, mera dide, niha alî me dikin û axiriyêda jî wê alî me bikin. Lema jî were em timê dîna xwe bidine ser vê şabûnê ku em distînin, gava guhastina qebûl dikin û karê divînin. Wê kêrhatî be ku hûn wedê qulixkirina tevî malbetê, şêwir kin, ku hûn çi karê distînin ji guhastinên civatada û xizmetiyêda.
18 Hergê em bîr nekin, wekî guhastinên teşkîleta Yehowada timê mera karê
tînin, wê mera diha hêsa be, ku bi şabûnê pey wan rêberiya herin. Mesele, em qîmet dikin vê yekê ku teşkîletêda pere kêm xerc dibe, çimkî îda edebyetên me kêm têne neşirkirinê, û hê zêde yên elektronîk têne xebitandinê. Ew yek alî teşkîletê dike, seva nav temamiya dinyayêda mizgîniyê bigihînine hê zêde meriva. Lema jî em hêlan dibin çiqas dikarin diha zef bidine xebatê edebyetên elektronîk û vîdêo. Bi wî cûreyî, emê piştgiriya nihêrandina Mesîh bikin, ku perê teşkîletê bi bîlanî xerc be.19. Çira em gerekê piştgiriya rêberiya Mesîh bikin?
19 Çaxê em bi dil û can pey rêberiya Îsa diçin, em bi vê yekê baweriya xûşk-bira qewî dikin û yektiyê dikine civatê. Andrê besa kîjanî me jorê kir, difikirî ser vê guhastinê, ku nav temamiya dinyayêda gelek xûşk-birên Beytelê, deştêda hatine kifşkirinê, û ew dibêje: “Ew xûşk-birên ku îda Beytelêda xizmet nakin, bi dil û can ev guhastin qebûl kirine. Mesela wan, îtbariya min hindava rêberiyên Mesîh, hê zêde dike û ez gelek qedirê wan xûşk-bira digirim. Ewana pey ereba Yehowa diçin, gava her cûre kifşkirinada şabûnê unda nakin”.
BAWERÎ Û ÎTBARIYA XWE RÊBERÊ XWE BÎNIN
20, 21. a) Çira em dikarin îtbariya xwe Rêberê xwe Mesîh bînin? b) Gotara dinda emê kîjan pirsê şêwir kin?
20 Rêberê me Îsa Mesîh, wê zûtirekê “serkeve”, û “kirêd hujmekar bike” (Eyan. 6:2; Zeb. 45:4). Heta ew wede bê, ew cimeta Xwedê hazir dike bona jîyîna dinya tezeda û bona şixulên ku em gerekê wêderê bikin, dêmek merivên ku ji mirinê rabin, hîn kin û erdê bikine cinet.
21 Hergê em îtbariya xwe Padşê xwe bînin, çi guhastin jî hebin, ew wê me bive berbi dinya teze. (Bixûne Zebûr 46:1-3.) Belê, cara çetin e guhastina qebûl kin, îlahî gava nişkêva diqewimin û emirê meva girêdayî ne. Lê hingê ça em dikarin dilrihetiyê xwey kin û bi temamî baweriya xwe Yehowa bînin? Caba vê pirsê emê gotara dinda şêwir kin.
^ abz. 8 Arxêologa nava kevir-koçikên Erîhayêda, gelek genim dîtin, kîjan ku cimetê top kiribû, lê xerc nekirin. Ew yek anegorî serhatiya Kitêba Pîroz e, kîjan ku mera dibêje wekî dorgirtina şeher wedekî kin bû. Îsraêliyara temî hatibû dayînê, wekî ji şeher tiştekî hilnedin, lema wana wedekî başda şeher zeft kirin, çimkî sêzona nandirûnê bû, û çolada êpêce xwarin hebû (Yêşû 5:10-12).
^ abz. 11 “Birca Qerewiliyêda” ya 15 Adarê, sala 2003, rûp. 24, binihêrin çargoşe bi navê “Pawlos Cêribandinêda Milûktî da Kifşê”.