Yehowa Wana Hiz Dike, yên ku “Bi Sebir Berê Xwe Didin”
“Toximêd ketine nav erdê qenc ew in, yêd ku . . . bi sebir berê xwe didin” (LÛQA 8:15).
1, 2. a) Çira mesela wan xûşk-bira, yên ku wî cîyîda xizmet dikin kîderê meriv kêm guh didine mizgîniyê, me dişidînin? (Binihêre şiklê ewlin.) b) Îsa derheqa xizmetiya “cî-miskenê” xweda çi got? (Binihêrin spartin.)
SÊRJÎO Û OLÎNDA ji Amerîkayê, jin-mêr in, yên ku weke 80 salî ne û pêşeng in. Wan paşwextiya, ji bo êşa nigên xwe çûyîn-hatin bona wan çetin bûye. Yeke çawa wana bi deha sala dikir, heta îro ewana şebeqê siheta hefta diçine meydanê, kîderê ku gelek meriv hene. Ewana nêzîkî ciyê sekinandina otobûsê disekinin û merivara edebyetên me bela dikin. Heçî zef meriv dîna xwe nadine wan, lê yeke ev jin-mêr dîsa jî wêderê disekinin, û wan merivara dikenin yên ku wan dinihêrin. Nîvro, ewana hêdî-hêdî diçin mala xwe. Sivetirê dîsa siheta hefta, ewana diçine meydanê. Bi rastî ew jin-mêr nava salêda her heftî şeş roja, şebeqa mizgîniya Padşatiyê bela dikin.
2 Gelek xûşk-birên me mîna Sêrjîo û Olîndayê nav temamiya dinyayê nava gelek salada xizmet dikin wan ciyada, kîderê meriv kêm guh didine mizgîniyê. Hergê hûn jî mihaleke usada * Gelek xûşk-bira, hela hê jî yên cêribandî, dişidin ji bo aminiya we xizmetiyêda. Dîna xwe bidinê berpirsiyarekî mihalê çi got: “Çaxê ez tevî wan xûşk-birên amin xizmet dikim, ez pê mesela wan qewî dibim. Aminiya wan min hêlan dike, wekî mêrxas bim û xizmetiya xwe berdewam kim. Mesela wan min dilgerm dike”.
xizmet dikin, em dixwazin bi dil û can bona sebira we, payê we bidin.3. Vê gotarêda emê kîjan sê pirsa şêwir kin, û çira?
3 Seva ku em şixulê belakirina mizgîniyê ku Îsa daye me, bi temamî bînin sêrî, were em vê gotarêda caba wan sê pirsa şêwir kin: Çira cara em dilteng dibin? Çawa em dikarin ber bidin? Çi wê alî me bike berdewam kin bi sebir ber bidin?
ÇIRA EM DIKARIN DILTENG BIN?
4. a) Pawlos ça xwe texmîn dikir çaxê didît, ku gelek Cihû mizgînî qebûl nedikirin? b) Çira Pawlos xwe usa texmîn dikir?
4 Hergê hûn berxwe dikevin, çimkî ciyê ku hûn xizmet dikin meriv kêm guh didin mizgîniyê, bi rastî hûn tenê nînin, Pawlos jî cara berxwe diket bona vê yekê. Ewî weke 30 salên xizmetiya xweda gelek meriv kire şagirtên Mesîh (Kar. Şand. 14:21; 2 Korn. 3:2, 3). Ewî usa jî dixwest gelek Cihûya jî bîne ser riya rastiyê, lê ew yek destê wî ne dihat. Gelek ji wana Pawlos qebûl nedikirin, û hineka hela hê jî wî dizêrandin û pey wî diketin (Kar. Şand. 14:19; 17:1, 4, 5, 13). Lê ev kirên wan hindava Pawlos gelo ça ser wî hukum dibû? Ewî got: “Ez bi Mesîh bê xêlif rast dibêjim . . . ez gelekî ber xwe dikevim û kula dilê min jî kûr e” (Rom. 9:1-3). Çira Pawlos usa xwe texmîn dikir? Çimkî dilê wî ser şixulê belakirina mizgîniyê bû. Ewî Cihûyara mizgînî gilî dikir, çimkî bona wan xem dikir û dilê wî dişewitî bona wan. Lema jî çaxê Pawlos didît ku ewana rema Xwedê qebûl nakin, dilê wî diêşiya.
5. a) Çi me hêlan dike ku mizgîniyê merivara gilî kin? b) Çira ecêbmayî nîne ku cara em berxwe dikevin?
5 Em jî mîna Pawlos merivara mizgîniyê gilî dikin, çimkî dilê me ser wan dişewite û em dixwazin alî wan bikin (Met. 22:39; 1 Korn. 11:1). Em zanin ku meriv dikarin gelek kerema bistînin, hergê bibine xizmetkarên Yehowa. Gava em difikirin derheqa merivên mihala xweda, dilê xweda dibêjin: “Xwazil wana guh bidana me û pêbihesiyana ku emirekî çiqas baş ewana dikarin qazanc kin!” Lema jî em berdewam dikin wana hêlan dikin, wekî rastiya derheqa Yehowa û qirara wî hindava însanetê pêbihesin. Bidine ber çevê xwe ku em merivara dibêjin: “Me wera pêşkêşeke qîmet aniye. Hîvî dikin qebûl kin!”. Lê çaxê meriv evê pêşkêşê qebûl nakin, bêşik ew yek dibe “kula dilê” me. Û gava em bona vê yekê dilteng dibin, ew nayê hesabê wekî em baweriyêda sist in, lê ew tê hesabê ku dilê me ser xizmetiyê ye. Rast e em berxwe dikevin, lê dîsa jî sebir dikin û şixulê xwe berdewam dikin. Êlêna, ku 25 sala zêdetir pêşeng e, derheqa vê yekê dibêje: “Belê, xizmetî hêsa nîne, lê yeke tu şixulekî usa tune ku dewsa wî şixulî bigire”.
ÇA EM DIKARIN BER BIDIN?
6. Emê kîjan pirsê şêwir kin?
6 Çira em dikarin dudilî nebin, wekî emê xizmetiyêda pêşdaçûyî bin, firqî tune em kîderê jî xizmet kin? Seva caba Met. 13:23). Mesela pêşin derheqa kola tiriyê ye.
vê pirsa ferz bidin, were em du meselên Îsa şêwir kin, kîderê tê gotinê ku çira lazim e “ber” bidin (7. a) Mesela Îsada kê tê hesabê “rezvan”, “kola tiriyê” û “çiqil”? b) Emê caba kîjan pirsê pêbihesin?
7 Bixûne Yûhenna 15:1-5, 8. Dîna xwe bidinê ku Îsa çi gote şandiyên xwe: “Bavê minê bê rûmetkirinê, gava hûn pê gelek berdayînê bidine kifşê, ku hûn bûne şagirtêd min”. Îsa got ku vê meselêda Yehowa “rezvan e”, xwexa ew “kola tiriyêye” rast e, şagirtên wî jî “çiqil” in. * Lê gelo çi tê hesabê ber, kîjan ku şagirtên Îsa gerekê bidana? Vê meselêda Îsa raste-rast nabêje ku ew çi ber e, lê ewî tiştekî usa got, ku alî me dike em fem kin caba vê pirsê.
8. a) Çira mesela Îsada, ber nikare bê hesabê şagirtên teze? b) Yehowa çiqasî ji me dewa dike?
8 Îsa derheqa Bavê xwe got: “Her çiqilê minva ku ber nade ew dibire”. Dêmek, cûrekî din bêjin, Yehowa me ça xizmetkarên xwe hesab dike tenê hingê, hergê em ber didin (Met. 13:23; 21:43). Ji vê meselê em divînin, wekî ber, kîjan ku her Mesîhî gerekê bide, nayê hesabê ew şagirtên teze, yên ku me alî wan kiriye bibine şagirt (Met. 28:19). Hergê ew usa bûya, li gora mesela Îsa, çiqilên bêber wê bihatana hesabê ew Şedên Yehowayî amin, yên ku tu kes nekirine şagirt, çimkî xizmet dikin ciyê usa, kîderê ku hindik meriv mizgîniyê qebûl dikin. Lê ew yek nerast e. Çira? Çimkî em zorê tu kesî nikarin bikin wekî bibine şagirt. Hin jî, Yehowa Xwedêyê hizkirinê ye, û ew tu car ji xizmetkarên xwe tiştên usa dewa nake, ku ji qewata wan der be. Ew timê haqasî ji me dixwaze, çiqas em dikarin bikin (Qan. Dcr. 30:11-14).
9. a) Em kîjan şixulîda ber didin? b) Emê kîjan meselê şêwir kin û çira?
9 Wekî usa ne, kîjan e ew ber ku em gerekê bidin? Eşkere ye, wekî ber ew şixul e, kîjan ku her kes ji me weke qewata xwe dikare bike. Lê gelo ew çi şixul e bi saya kîjanî em dikarin “ber” bidin? Ew heye belakirina mizgîniya Padşatiya Xwedê * (Met. 24:14). Mesela Îsa derheqa toximreş vê yekê dide kifşê. Were em vê meselê şêwir kin.
10. a) Mesela derheqa toximreşda, çi tê hesabê toxim û erd? b) Çîlê genim çi tîne?
10 Bixûne Lûqa 8:5-8, 11-15. Mesela derheqa toximreşda, bi sîmbolîk toxim tê hesabê “xebera Xwedê”, dêmek mizgîniya Padşatiyê. Erd tê hesabê dilê mêriv. Toximê ku ketiye ser erdê qenc, şîn bû û bû çîl, besa xeberê çîlê genim. Paşê ew çîl “sed car ber dan”. Lê çi cûre ber dide ew çîlê genim? Gelo ew dîsa çîlên biçûk dide? Na, ew toximên teze dide, kîjan axiriyêda wê bibine çîlên genim. Vê meselêda, toximek sed cara toxim tîne. Gelo ew mesele ça girêdayî ye tevî xizmetiya me?
11. a) Çawa mesela derheqa toximreş xizmetiya meva girêdayî ye? b) Çawa em toximê Padşatiyê didin?
11 Seva evê yekê rind fem bikin, were em bînin bîra xwe, ku ça gelek sal pêşda em mizgîniya Padşatiyê ji Şedên Yehowa yan jî dibeke ji dê-bavên xweyî Mesîhî pêhesiyan. Ewana gelek şa bûn çaxê têderxistin, ku dilê me nerm e seva wî toximê mizgîniya Padşatiyê qebûl ke. Çawa * Lê çawa em toximê teze yê Padşatiyê didin? Her car gava em mizgîniya derheqa Padşatiyê bela dikin, bi vê yekê em ew toximê ku dilê meda hatibû çandinê, direşînin (Lûqa 6:45; 8:1). Ew mesele me hîn dike, wekî gava em mizgîniya Padşatiyê bela dikin, em “bi sebir berê” xwe didin.
mesela Îsada erdê baş toxim xwey kir, usa jî me ew elametî qebûl kir û xwey kir. Axiriyêda, ew toximê mizgîniya Padşatiyê kokên xwe da, mezin bû, bû çîl û paşê îda hazir bû seva ber bide. Çawa ku çîlê genim ber dide, dêmek toximên teze dide, ne ku çîlên teze, em jî ber didin bi toximê teze yê Padşatiyê, ne ku şagirtên teze.12. a) Em çi dersê hîn dibin ji meselên Îsa derheqa kola tiriyê û toximreş? b) Ça ew ders ser we hukum dike?
12 Em çi dersê dikarin ji meselên Îsa derheqa kola tiriyê û toximreş hîn bin? Ew mesele me didine femkirinê, wekî berdayîn girêdayî nîne vê yekêva ku mihala meda meriv guh didine me yan na. Dewsê, ew aminiya meva girêdayî ye. Pawlos jî rastiya vê yekê da kifşê gava got: “Her kesê heqê xwe bistîne, weke xebata xwe” (1 Korn. 3:8). Dêmek, em heqê xwe distînin li gora xebata xwe, ne ku li gora axiriya xebata xwe. Xûşkeke me bi navê Matîlda, ya ku îda 20 sal e pêşeng e, dibêje: “Dilê min bi şabûnê tije ye, çimkî ez zanim ku Yehowa şixul û qewata me kerem dike”.
ÇAWA BI SEBIR BERÊ XWE BIDIN?
13, 14. Li gora Romayî 10:1, 2, Pawlos çira terika wan neda, yên ku mizgîniya Padşatiyê qebûl nedikirin?
13 Çi wê alî me bike, wekî berdewam kin bi sebir ber bidin? Çawa me jorê got, Pawlos berxwe diket bona Cihûyên ku mizgîniya Padşatiyê qebûl nedikirin. Lê yeke wî çaxî jî ewî terika wan nedida. Dîna xwe bidinê, ewî derheqa wan Cihûya çi got: “Dua û xwestina dilê min ji Xwedê bona xilazbûna Îsraêlê ye. Ez şedê wana me, ku ew hindava Xwedêda Rom. 10:1, 2). Çi meniyên Pawlos hebûn ku ewî xizmetiya xwe berdewam dikir?
xweyîxîret in, lê ev yek bê zanebûn e” (14 Ya pêşin, Pawlos şirovekir wekî ew berdewam dike Cihûyara mizgîniyê bela ke, çimkî ew “xwestina dilê” wî bû. Pawlos bi dil û can dixwest, wekî ew Cihû xilaz bin (Rom. 11:13, 14). Ya duda, Pawlos got ku ewî bona xilazbûna wan “dua . . . ji Xwedê” dikir. Ewî duada lavaya Xwedê dikir seva ew alî wî bike, wekî Cihû mizgîniya Padşatiyê qebûl kin. Ya sisiya, Pawlos derheqa van Cihûya got: “Ew hindava Xwedêda xweyîxîret in”. Belê, Pawlos nav merivada tiştên baş didît û texmîn dikir ku ewana dikarin bibine xizmetkarên Xwedêyî xîret, çawa ew xwexa bû.
15. Em ça dikarin çev bidine Pawlos? Mesela bînin.
15 Ça em dikarin çev bidine Pawlos? Ya pêşin, em gerekê bi dil bixwazin merivên usa bivînin, yên ku “bona jiyîna heta-hetayê kifşkirî” ne. Ya duda, em bi dua ji Yehowa hîvî dikin, wekî dilê merivên helal veke (Kar. Şand. 13:48; 16:14). Xûşkeke me bi navê Sîlvîana, ya ku weke 30 sala pêşeng e, dibêje: “Ez pêşiya ku herim mal bi mal xizmet kim, ez Yehowara dua dikim seva nihêrandina pozîtîv bide min”. Usa jî em Xwedêra dua dikin, wekî milyaketên wî rêberiyê me bikin ku em merivên dilsax bivînin (Met. 10:11-13; Eyan. 14:6). Dîna xwe bidinê, birakî me bi navê Robêrt ku 30 sala zêdetir ça pêşeng e, çi dibêje: “Hevkarî tevî milyaketên ku haş jîyîna xweyên mala hene, rastî jî tiştekî mexsûs û hewas e”. Ya sisiya, em gerekê nav merivada tiştên baş bivînin. Birakî me bi navê Karl ku rûspî ye û 50 sala zêdetir nixumandî ye, dibêje: “Ez dîna xwe didime her nîşaneke biçûk jî ku dikare eyan ke merivê helal, besa xeberê diqewime beşera wîyî xweş, yan jî pirseke helal”. Belê, mîna Pawlos em jî dikarin bi sebir ber bidin.
“RIHETIYÊ NEDE DESTÊ XWE”
16, 17. a) Em çi dersê hîn dibin ji Waîz 11:6? b) Gilî kin çawa xizmetiya me dikare ser meriva hukum be.
16 Hergê jî em divînin wekî mizgîniya ku em bela dikin nagihîje dilê meriva, em gerekê nefikirin ku şixulê me badîhewa ye. (Bixûne Waîz 11:6.) Rast e gelek meriv guh nadine me, lê yeke ewana dîna xwe didine me. Ewana dîna xwe didin kincxwekirina meye layîq, rabûn-rûniştina me û beşera meye xweş. Wede derbaz dibe, û rabûn-rûniştina me dikare çevên wan veke û fikirên nerast hindava me biguhêze. Sêrjîo û Olînda besa kîjana me destpêkêda kir, fem kirin wekî ew yek usa ne.
17 Sêrjîo gilî dike: “Em ji bo nexweşiyê, wedekê nediçûne meydanê. Lê çaxê em vegeriyan, merivên ku ber mera derbaz dibûn, ji me dipirsîn: ‘Hemû tişt baş e? Me bîra we kiriye’”. Olînda jî dikene û dibêje: “Ajovanên otobûsa, destên xwe mera dihejandin û hineka jî bi dengê bilind mera digotin: ‘Eferem!’ Wana hela hê jî ji me jûrnal dixwestin”. Ewana usa jî ecêbmayî mabûn çaxê mêrikek hatibû ber stênda wan, kulîrk dabû wan û wanra gotibû wekî razî ye bona şixulê ku ewana dikin.
18. Çira hûn dixwazin “bi sebir” ber bidin?
18 Rastî jî, heta ku em rihetiyê nadine destê xwe ku toximê Padşatiyê biçînin, em şixulekî qîmet dikin, çimkî “hemû miletara” şedetiyê didin (Met. 24:14). Xêncî vê yekê, em dilşa ne, çimkî zanin wekî Yehowa qebûl dike û hiz dike wana, yên ku “bi sebir berê xwe didin”!
^ abz. 2 Hela hê Îsa jî digot wekî xizmetkirin “cî-miskenê” wîda çetin bû, û ewê yekê nivîskarên çar kitêbên pêşine Mizgîniyê îzbat dikin (Met. 13:57; Marq. 6:4; Lûqa 4:24; Yûhn. 4:44).
^ abz. 7 Rast e vê meselêda hemû çiqil ew hene kesên ku bona jîyîna ser ezmana bijartî ne, yeke hemû xizmetkarên Xwedê dikarin ji vê meselê karê bistînin.
^ abz. 9 “Ber” bidin ew usa jî tê hesabê ku berê ruhê pîroz pêşda bînin. Vê gotarêda û usa jî gotara dinda, emê dîna xwe bidin ser “berê zar-zimanê” me, dêmek belakirina mizgîniya Padşatiyê (Galt. 5:22, 23; Îbrn. 13:15).
^ abz. 11 Derecên dinda Îsa meselên çandin û dirûnê anî, derheqa hazirkirina şagirta (Met. 9:37; Yûhn. 4:35-38).