Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 51

Tu Yehowa Rind Nas Dikî?

Tu Yehowa Rind Nas Dikî?

“Ewêd nas dikin navê Te gumana xwe didin ser Te, ewêd ku li Te digerin, Tu jî pişt nadî wan Xudan” (ZEB. 9:10).

KILAMA 56 Rastiyê Qebûl ke

VÊ GOTARÊDA *

1-2. Serhatiya Anxêlîto çi me hîn dike?

DIQEWIME dê-bavê te îda Şedên Yehowa bûn çaxê tu mezin dikirin. Hergê erê, bîr neke wekî heleqetiya te tevî Yehowa, ji wana nagihîje te. Firqî tune dê-bavê me Xwedêra xizmet dikin yan na, her kes ji me gerekê xwexa aliyê xweda her tiştî bike, seva nêzîkî Yehowa be.

2 Dîna xwe bidine mesela birakî bi navê Anxêlîto. Ew malbeta Şedên Yehowada mezin bûye. Lê cahiltiyêda, ew tevî Xwedê nêzîk nîbû. Ew dibêje: “Min Yehowara xizmet dikir, çimkî min dixwest vê yekê bikim, çi ku malbeta min dikir”. Lê paşê Anxêlîto safî kir, wekî hê zêde wede xerc ke ser xwendina Xebera Xwedê û fikirandina ser, û îda her gav Yehowara dua dikir. Axiriya vê yekê çi bû? Anxêlîto dibêje: “Min fem kir, wekî ez hingê dikarim tevî Yehowa Bavê xweyî delal, nêzîk bim, hergê xwexa wî rind nas bikim”. Serhatiya Anxêlîto çend pirsên ferz pêşda tîne: Çi firqî heye orta vê yekê ku derheqa Yehowa bizanibin û vê yekê ku wî rind nas bikin? Û ça em dikarin diha rind Yehowa nas bikin?

3. Çi firqî heye orta vê yekê ku derheqa Yehowa bizanibin û vê yekê ku wî rind nas bikin?

3 Em dibeke difikirin, wekî Yehowa nas dikin, çimkî navê wî zanin, yan jî derheqa hine kirên wî. Lê ev nayê hesabê, wekî em Yehowa rind nas dikin. Em gerekê wede xerc kin, seva derheqa Yehowa û xeyset-hunurên wî pêbihesin. Tenê hingê emê bikaribin fem kin, ku çira ew usa difikire û çira usa dike. Ew yek wê alî me bike têderxin, hela fikir, safîkirin û kirên me Yehowa xweş tên yan na. Gava me fem kir, ku Yehowa çi dixwaze em bikin, em gerekê van tişta bikin.

4. Emê kîjan meselên ji Kitêba Pîroz şêwir kin?

4 Hine meriv diqewime me dikenin, ku em dixwazin Yehowara xizmet kin, û dibeke miqabilî me dertên çaxê em destpêdikin herine ser civata. Lê hergê em îtbariya xwe Yehowa bînin, ew wê tu car me nehêle. Emê hîm daynin bona dostiya xwe tevî Xwedê, ku wê heta-hetayê bimîne. Lê gelo em rastî dikarin Yehowa rind nas bikin? Belê! Serhatiya hine meriva, mesele Mûsa û Dawid Padşa îzbat dikin, ku ew yek dibe. Çaxê em derheqa kirên wan şêwir kin, emê caba wan du pirsa pêbihesin: Ça wana Yehowa nas kir? Û kîjan dersa em dikarin ji mesela wan hîn bin?

MÛSA “EWÊ KU NEDIHATE KIFŞÊ” DIDÎT

5. Mûsa bijart ku çi bike?

5 Mûsa safî kir, wekî Xwedêra xizmet ke. Çaxê Mûsa weke 40 salî bû, safî kir wekî tevî cimeta Xwedê be, dêmek tevî Îsraêliya, dewsa ku “kurê qîza Firewin” bê hesabê (Îbrn. 11:24). Mûsa navdarî û ciyê bilind ji destê xwe berda. Ew yek ku ewî pişta Îbraniya girt, yên ku Misirêda xulam bûn, dikaribû hêrsa Firewin bianiya, kîjan ku serwêrê qewî bû û Misiriya wî ça xudan hesab dikirin. Rastî jî baweriya Mûsa qewî bû! Mûsa îtbariya xwe Yehowa dianî. Îtbarî hindava Yehowa ew heye hîmê qewî, ku dibe berbi dostiya heta-hetayê (Metlk. 3:5).

6. Em ji mesela Mûsa çi hîn dibin?

6 Em çi dersê xwera hîn dibin? Mîna Mûsa, em gişk jî gerekê bijbêrin, Xwedêra xizmet kin û tevî cimeta wî bin yan na? Dibeke em jî gerekê qurbana bikin, seva Xwedêra xizmet kin, û diqewime ewên ku Yehowa nas nakin pey me kevin. Lê hergê em îtbariya xwe Bavê xweyî ezmana tînin, em dikarin dudilî nebin, wekî ew wê pişta me bigire.

7-8. Mûsa berdewam dikir derheqa çi pêbihese?

7 Mûsa berdewam dikir derheqa xeyset-hunurên Yehowa pêbihese û qirara Wî bîne sêrî. Mesele, çaxê Mûsara hate gotinê, wekî cimeta Îsraêl ji dîltiya Misirê derxe, ew xweda dudilî dibû û çend cara gote Yehowa, wekî wê nikaribe ewî şixulî bîne sêrî. Lê Xwedê hindava wîda dilşewatî da kifşê û alî wî kir (Derk. 4:10-16). Ewê yekê mêrxasî da Mûsa, wekî dîwana mezin Firewinra elam ke. Paşê Mûsa dît ku Yehowa ça pê qewata xwe Îsraêliya xilaz kir, lê Firewin û ordiyên wî Bera Sorda qir kir (Derk. 14:26-31; Zeb. 136:15).

8 Çaxê Mûsa Îsraêliya ji Misirê derxist, wana gelek car dikirine kote-kot. Hingê Mûsa sebira Yehowaye mezin dît hindava cimetê, kîjan ku Ewî ji dîltiyê derxist (Zeb. 78:40-43). Mûsa usa jî milûktiya Yehowa dît, çaxê Ewî paşî giliyên Mûsa fikirên xwe guhast (Derk. 32:9-14).

9. Li gora Îbranî 11:27, heleqetiya Mûsa tevî Xwedê çi cûreyî bû?

9 Paşî derketina ji Misirê, heleqetiya Mûsa tevî Yehowa usa nêzîk bû, ku ça bêjî ewî Bavê xweyî ezmana didît. (Bixûne Îbranî 11:27.) Kitêba Pîrozda derheqa heleqetiya wîye nêzîk tevî Xwedê, usa tê gotinê: “Xudan rû bi rû tevî Mûsa xeber dida, çawa ku merivek tevî hevalê xwe xeber dide” (Derk. 33:11).

10. Seva Yehowa rind nas kin, em gerekê çi bikin?

10 Em çi dersê ji vê yekê hîn dibin? Hergê em dixwazin Yehowa rind nas bikin, bes nîne tenê derheqa xeyset-hunurên wî bizanibin, lê lazim e usa jî qirara wî bînin sêrî. Îro Yehowa dixwaze, wekî “hemû meriv xilaz bin û rastiyê nas kin” (1 Tîmt. 2:3, 4). Mecalek ku ça em dikarin qirara Xwedê bînin sêrî ew e, ku derheqa Yehowa meriva hîn kin.

11. Çaxê em derheqa Yehowa meriva hîn dikin, çi cûreyî em wî hê rind nas dikin?

11 Çaxê em derheqa Yehowa meriva hîn dikin, em xwexa jî wî diha rind nas dikin. Mesele, em eşkere divînin rema Yehowa, çaxê ew rêberiyê me dike, ku merivên dilsax bivînin (Yûhn. 6:44; Kar. Şand. 13:48). Em usa jî divînin, ku qewata Xebera Xwedê çiqas mezin e, gava merivên ku em tevî wan hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dibin, xeysetên xirab diterikînin û merivê nû xwedikin (Kols. 3:9, 10). Û em usa jî zelal divînin sebira Xwedê vê yekêda, ku dîsa û dîsa mecalê dide meriva derheqa wî pêbihesin û xilaz bin (Rom. 10:13-15).

12. Çawa Derketin 33:13-da em dixûnin, Mûsa ji Yehowa çi hîvî kir û çira?

12 Mûsa gelek qîmet dikir heleqetiya xwe tevî Yehowa. Mûsa hela hê paşî kirên mezin jî, ku pê qewata Xwedê kir, bi qedir ji Yehowa hîvî kir, wekî alî wî bike ku Yehowa hê rind nas ke. (Bixûne Derketin 33:13.) Çaxê Mûsa ew yek hîvî kir, hingê îda 80 salî zêdetir bû, lê ewî zanibû, wekî gerekê hê zêde derheqa Bavê xweyî hizkirî pêbihese.

13. Ça em dikarin îzbat kin, wekî em dostiya xwe tevî Xwedê qîmet dikin?

13 Lê em çi dersê ji vê yekê hîn dibin? Firqî tune çiqas sal e ku em Yehowara xizmet dikin, em gerekê heleqetiya xwe tevî wî qîmet kin. Cûrê sereke ku em ça dikarin nîşan kin, wekî dostiya xwe tevî Xwedê qîmet dikin, ew e, ku her gav tevî wî duada xeber din.

14. Hergê em dixwazin hê zêde derheqa Yehowa pêbihesin, çira em gerekê dua bikin?

14 Seva ku hevaltiya xwe tevî kesekî qewî kin, em gerekê her gav tevayî xeber din. Lema jî timê pê dua nêzîkî Xwedê bin, û tu car netirsin ku dilê xwe jêra vekin (Efes. 6:18). Krîsta, ya ku Tirkiyayêda dijî, dibêje: “Hizkirina min û îtbariya min hindava Yehowa her gav mezin dibe, gava ez jêra duada fikirên xwe gilî dikim û paşê divînim ew ça alî min dike. Ez divînim ku Yehowa ça caba duayên min dide, û bi saya vê yekê Yehowa bona min bûye ça Bav û Dost”.

MERIVEK KU YEHOWA WÎ DILÊ XWERA DÎT

15. Yehowa hindava Dawid Padşada ça bû?

15 Dawid Padşa nava wê malbetêda û wî miletîda hate bûyînê, kîjana ku Yehowa dihebandin. Lê Dawid ne bona xatirê malbeta xwe Yehowa diheband, ew xwexa nêzîkî Xwedê bû, û Yehowa wî gelek hiz dikir. Yehowa xwexa ser Dawid got, wekî ew “merîk dilê” Wî bû (Kar. Şand. 13:22). Lê ça Dawid bû dostê Yehowayî usa nêzîk?

16. Dawid çi pêhesiya derheqa Yehowa, çaxê dîna xwe dida efirîna?

16 Dawid dîna xwe dida efirîna û derheqa Yehowa pêdihesiya. Çaxê Dawid cahil bû, ewî gelek wede derva derbaz dikir, çimkî miqatî pezên bavê xwe dibû. Diqewime ewî hingê destpêkir bifikire ser çêkirinên destê Yehowa. Mesele, çaxê Dawid şev ezman dinihêrî, ewî ne tenê gelek steyrk didîtin, lê usa jî têderdixist hunurên wî, yê ku ew steyrk efirandine. Dawid nivîsî: “Ezman bona rûmeta Xwedê dibêjin, erşê ezmên şixulêd destê Wî kifş dikin” (Zeb. 19:1, 2). Çaxê Dawid difikirî, ku ew û hemû meriv çi cûreyî hatine efirandinê, ewî fem dikir ku bîlaniya Yehowa çiqas mezin e (Zeb. 139:14). Gava Dawid dîna xwe dida şixulên destê Yehowa, ewî fem dikir ku ew ber Yehowa çiqas biçûk e (Zeb. 139:6).

17. Hergê em ser efirîna bifikirin, emê çi pêbihesin?

17 Lê em ji Dawid çi dersê hîn dibin? Em gerekê dîna xwe bidine efirîna. Bona vê yekê em gerekê xwera wede bivînin, seva fem bikin ku Yehowa dinya çiqas bedew çêkiriye, û pêra şa bin! Jîyîna xweye herrojîda bifikirin, ku hûn ji efirînên dor berê xwe, mesele ji şînkayê, heywana û meriva, çi dikarin hîn bin derheqa Yehowa. Usa hûnê her roj derheqa Bavê xweyî ezmana hê zêde pêbihesin (Rom. 1:20). Û her roj hûnê bivînin, ku hizkirina we hindava wî hê qewî dibe.

18. Çawa Zebûr 18-da tê kifşê, Dawid çi fem dikir?

18 Dawid didît, ku Yehowa ça alî wî dikir. Mesele, çaxê Dawid pezên bavê xwe ji şêr û hirç xwey kir, ewî têderxist, wekî Yehowa alî wî kir, ku ewî karibû wan terewilên beyanî bikuje. Çaxê Dawid Golyatê terikî kuşt, Dawid eşkere dît, wekî Yehowa rêberî wî kir (1 Sam. 17:37). Û çaxê ew ji Şawûlê hevsûd reviya, ewî fem kir, wekî Yehowa wî xilaz kir (Zeb. 18, binserî). Hergê Dawid merivekî qure bûya, wê hesab kira, wekî ewî xwexa pê qewata xwe her tişt dikir. Lê ew yekî milûk bû, lema jî emirê xweda destê Yehowa didît (Zeb. 138:6).

19. Em ji mesela Dawid çi dikarin hîn bin?

19 Em ji vê yekê çi dersê hîn dibin? Em gerekê ji Yehowa ne tenê alîkariyê bixwazin, lê usa jî gerekê têderxin kengê û ça ew alîkariyê dide me. Hergê em milûk in, emê fem kin, wekî em xwexa nikarin her tiştî bikin, lê Yehowa alî me dike. Û her car, çaxê em alîkariya Yehowa divînin, heleqetiya me tevî wî hê qewî dibe. Îsak, birakî me ji Fîjî, yê ku gelek sala Yehowara xizmet dike, fem kir ku ew yek rastî jî usa ne. Ew dibêje: “Çaxê ez emirê xwe dinihêrim, ez divînim, wekî Yehowa ça ji destpêka hînbûna mine Kitêba Pîroz heta îro, alî min dike. Axiriya vê yekê ew e, ku Yehowa bona min bû diha rêalî”.

20. Ji heleqetiya Dawid tevî Yehowa, em çi hîn dibin?

20 Dawid çev dida hunurên Yehowa. Yehowa meriv usa efirandiye, ku em dikarin çev bidine xeyset-hunurên wî (Destp. 1:26). Çiqas hê zêde em derheqa xeyset-hunurên Yehowa pêbihesin, haqas hê zêde emê bikaribin çev bidine wî. Dawid Bavê xweyî ezmana rind nas dikir, lema jî ewî dikaribû çev bida wî, heleqetiya hindava merivada. Dîna xwe bidin hema meselekê. Dawid ber Yehowa gune kir çaxê tevî Bat-Şebayê bênamûsî kir û paşê mêrê wê da kuştinê (2 Sam. 11:1-4, 15). Lê Yehowa safî kir, wekî hindava wî remtiyê bide kifşê, çimkî ewî jî hindava merivada remtî dabû kifşê. Heleqetiya Dawid tevî Yehowa usa qewî bû, ku ew Îsraêlêda bû padşakî lapî hizkirî, û Yehowa wî hesab dikir ça mesela baş bona padşên Îsraêlê (1 Padş. 15:11; 2 Padş. 14:1-3).

21. Li gora Efesî 4:24 û 5:1, em çaxê çev didine Xwedê çi karê distînin?

21 Em çi dersê xwera hîn dibin? Em gerekê “çev bidine Xwedê”. Çaxê em usa dikin, em ne tenê karê distînin, lê usa jî derheqa wî hê zêde pêdihesin. Çaxê em çev didine xeyset-hunurên Xwedê, em îzbat dikin, wekî em zarên wî ne. (Bixûne Efesî 4:24; 5:1.)

HÊ RIND YEHOWA NAS KIN

22-23. Hergê em wan tişta bidine xebatê çi ku em derheqa Yehowa pêdihesin, emê çi karê bistînin?

22 Ça me dît, Yehowa bi efirînên xwe û Xebera xwe, mera derheqa xeysetê xwe eyan dike. Vê kitêbêda gelek meselên xizmetkarên amin hene, mesele Mûsa û Dawid, ku em dikarin çev bidine wan. Yehowa mera gelek tişt derheqa xwe eyan dike, lê îda meva girêdayî ye, derheqa wî çiqasî bizanibin.

23 Emê heta-hetayê derheqa Yehowa hê zêde pêbihesin (Waîz 3:11). Ya ferz ne ku ew e, em çiqas tişt zanin derheqa wî, lê ew e ku em çi dikin çaxê derheqa wî zanebûnê distînin. Hergê em çi pêdihesin, emirê xweda didine xebatê û çev didine Bavê xweyî hizkirî, usa em berdewam dikin hê nêzîkî wî dibin (Aqûb 4:8). Yehowa bi Xebera xwe mera soz dide, wekî wê tu car nehêle wan meriva, yên ku wî digerin.

KILAMA 80 Were cem Yehowa û Rema Wî Bivîne

^ abz. 5 Gelek meriv bawer dikin, wekî Xwedê heye, lê ewana wî nas nakin. Lê çi tê hesabê Yehowa nas kin? Û em çi dikarin ji Mûsa û Dawid Padşa hîn bin vê yekêda, ku çawa bibine dostên Xwedêyî nêzîk? Ew gotar wê caba van pirsa bide.