Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Cahilno, Efirandarê We Dixwaze Hûn Bextewar bin

Cahilno, Efirandarê We Dixwaze Hûn Bextewar bin

“Ew . . . hemû jîyîna te, bi qenciyê têr dike” (ZEB. 103:5, ÎM).

KILAMÊN: 135, 39

1, 2. Çira bîlanî ye guh bidine Efirandarê xwe, çaxê em emirê xweda dixwazin safîkirinên ferz bikin? (Binihêre şiklên ewlin.)

CAHILNO, dibeke derheqa axiriya we gelek şîreta didine we. Mesele, dersdar yan merivên din wera dibêjin, wekî xwera nêtê daynin ku xwendina bilind bistînin, yan jî xebateke usa xwera bivînin, ku gelek pere qazanc kin. Lê Yehowa şîretên mayîn dide we. Belê, ew dixwaze wekî mektebêda hûn rind hîn bin, seva paşê bikaribin ebûra xwe bikin (Kols. 3:23). Lê ew şîret û prînsîp dide we, seva rêberî bide we û alî we bike wedê wan rojên axiriyêda usa bijîn, çawa ku dilê wî xweş tê (Met. 24:14).

2 Usa jî bîr nekin, wekî Yehowa haş ji her tiştî heye. Ew zane axiriyêda wê çi biqewime, û zane wekî axiriya vê dinyayê wê çi be û ev dinya wê zûtirekê kuta be (Îşa. 46:10; Met. 24:3, 36). Ew usa jî zane wekî çi dikare bi rastî we bextewar ke û lezetê bide we, û çi dikare we dilşikestî û bêbext ke. Lema jî çiqas aqilayî jî mera şîretên meriva bêne kifşê, yeke hergê ewana li gora Xebera Xwedê nînin, ew şîret nikarin bîlanî bin (Metlk. 19:21).

“TU SERWAXTÎ . . . TUNE KU HIMBERÎ XUDAN BISEKINE”

3, 4. Çawa şîreta xirab ser Adem, Hêwayê û zureta wan hukum bû?

3 Şîreta xirab ji wedê berê tê, ji Şeytan, yê ku kesê pêşin bû ku şîreteke xirab da. Ewî xwexa bi serî xwe, xwe kire şîretkar û gote Hêwayê wekî yançi wê ew û mêrê wê hê bextewar bin, hergê xwe serî xwe bin û ça bixwazin usa bijîn (Destp. 3:1-6). Lê bi rastî Şeytan ji qelptiya xwe ew şîret da wan. Ewî dixwest Adem, Hêwa û zureta wane axiriyê, gura wîda bin û bihebînin, ne ku Yehowa. Lê Şeytan qe bona meriva tiştek kiribû? Her tiştên baş ku bal wana hebû Yehowa dabû wan, mesele baxçê bedew û sihet-qewata bêkêmasî ku wê heta-hetayê hebûya.

4 Lê yazix Adem û Hêwayê gura Xwedê nekirin, û xwe ji wî qetandin. Û ça em gişk zanin, axiriya vê yekê gelek xirab bû. Mîna kulîrkên qetiyayî, ewana jî hêdî-hêdî çilmisîn û mirin. Zarên wan jî ji bo gune axiriya usa standin (Rom. 5:12). Lê bidine hesabê xwe, heta îro jî gelek meriv naxwazin gura Xwedêda bin. Ewana dixwazin usa bijîn ça dilê wan dixwaze (Efes. 2:1-3). Axiriya vê yekê eşkere dide kifşê, ku “tu serwaxtî . . . tune ku himberî Xudan bisekine” (Metlk. 21:30).

5. Yehowa hindava meriva çida bawer bû? Ew yek hate sêrî yan na?

5 Lê Yehowa zanibû, wekî wê hebin meriv, dêmek usa jî gelek cahil, yên ku wê bixwazin wî nas kin û jêra xizmet kin (Zeb. 103:17, 18; 110:3). Yehowa wan cahila gelek qîmet dike! Tu jî dikevî nav wanda? Hergê erê, bêşik, tu gelek tiştên qenc ji Xwedê distînî, çi ku te gelek bextewar dikin. (Bixûne Zebûr 103:5; Metlk. 10:22). Emê niha şêwir kin hine tişta, çi ku dikevine nava wan tiştên qenc ku Xwedê dide me, ew hene xwarina ruhanî, hevalên lapî baş, nêtên kêrhatî, û azaya rast.

YEHOWA BONA RUHANIYA TE XEM DIKE

6. Çira hûn gerekê ruhanîda xwe têr kin, û çawa Yehowa vê yekêda alî we dike?

6 Aliyê ruhanîda hewcetiya heywana tune, lê ya meriva heye, û tenê Efirandarê we dikare ruhanîda we têr ke (Met. 4:4). Çaxê hûn guh didine wî, hûn serwaxtiyê û femkariyê distînin û hin jî bextewar dibin. Îsa got: “Bextewar in ew, yên ku fem dikin hewcetiya xweye ruhanî” (Met. 5:3, DT). Xwedê bona hewcetiya weye ruhanî Xebera xwe daye we û usa jî xwarina ruhanî ku bi saya “xulamê amin û serwaxt” em distînin (Met. 24:45). Rastî jî çiqas têr-tije û cûre-cûre xwarina meye ruhanî heye (Îşa. 65:13, 14).

7. Hûnê çi karê bistînin, hergê ruhanîda xwe têr kin?

7 Cahilno, ew xwarina ruhanî ku Xwedê dide, wê we serwaxt û aqil ke. Ew yek wê gelek tiştada we xwey ke. (Bixûne Metelok 2:10-14.) Mesele, ew hunur wê çevê we veke ku hûn hînkirinên qelp qebûl nekin, besa xeberê hînkirineke usa ku Efirandar tune ye. Ewana wê we xwey kin ji vê derewiyê, ku yançi pere û hebûk tenê bextewariyê tînin. Usa jî hûnê derbêra têderxin û biterikînin xwestinên xirab û rabûn-rûniştina usa, ku dikarin ziyanê wera bînin. Lema jî cahilno, bigerin serwaxtiya Xwedê, aqil bin û evê yekê bişêkirînin. Çaxê hûn xeyset-hunurên usa qazanc kin, hûnê xwexa texmîn kin ku Yehowa ça we hiz dike û kara we dixwaze (Zeb. 34:8; Îşa. 48:17, 18).

8. Çira niha gelek ferz e hûn nêzîkî Xwedê bin, û axiriyêda ew yek wê çida alî we bike?

8 Zûtirekê, her pareke dinya Şeytan wê kuta be. Hingê tenê Yehowa wê bikaribe alî me bike û me xwey ke. Bi rastî wedekî usa jî dikare bê, çaxê çevê me wê destê wî be, ku xwarina rojê bide me (Hebq. 3:2, 12-19). Belê, niha ye wede, wekî nêzîkî Bavê xweyî ezmana bin û baweriya xwe hindava wî qewî kin (2 Pet. 2:9). Hergê hûn nihada usa bikin, çi jî emirê weda biqewime, hûnê xwe mîna Dawid texmîn kin, yê ku got: “Xudan hertim ber çevê min e, ew li milê minî rastê ye, nefsa minê nelikume” (Zeb. 16:8).

YEHOWA HEVALÊN LAPÎ BAŞ DIDE TE

9. a) Li gora Yûhenna 6:44, Yehowa çi dike? b) Nav Şedên Yehowada çi tiştekî mexsûs heye?

9 Yehowa mala xweye ruhanîda wan meriva nêzîkî xwe dike, nav kîjanada ewî tiştên baş dîtiye û yên ku dilsax in. (Bixûne Yûhenna 6:44.) Çaxê hûn cara pêşin nasiya xwe didin merivê ku rastiyêda nîne, hûn gelek tişt derheqa wî nizanin usa nîne? Hûn xêncî navê wî û reng-rûyê wî, dibeke qe tiştekî jî nizanin. Lê çaxê hûn cara pêşin rastî kesekî tên, ku Yehowa nas dike û wî hiz dike, hûn derheqa wî îda gelek tişt zanin. Hergê jî ew kes ji welatekî xerîb e, yan berek û edetên wî ji yên we cude ne, hûn yeke îda êpêce derheqa wî zanin û ew jî derheqa we zane.

Yehowa dixwaze wekî hevalên meyî lapî baş hebin û em nêtên ruhanî daynin pêşiya xwe (Binihêre abzasa 9-12)

10, 11. Cimeta Yehowa çida yek e, û ew yek çi karê tîne?

10 Mesele, çaxê hûn rastî Şedêkî Yehowa tên, îda zanin wekî ew ser zimanê “paqij” xeber dide, dêmek ser zimanê rastiyê (Sêfn. 3:9). Hergê jî ew ser zimanekî xerîb xeber dide, yeke hûn zanin ew çi bawer dike û ça dijî, mesele hûn herdu jî Xwedê bawer dikin, nav-namûs dijîn, û baweriya we hindava axiriyêda heye. Ew tenê hine tişt in. Xêncî vê yekê, zanebûna vê yekê alî we dike, wekî îtbariya xwe hevdu bînin û hevaltiya baş û dirêj qazanc kin.

11 Belê, hergê hûn xizmetkarê Yehowa ne, hevalên weyî lapî baş hene. Bidine hesabê xwe, hergê jî we tu car ewana nedîtine, yeke hevalên weye usa nav temamiya dinyayêda hene! Xêncî cimeta Yehowa, qe bal kesekî pêşkêşekî usa qîmet heye?

YEHOWA WE BERBI NÊTÊN HÊJA HÊLAN DIKE

12. Kîjan nêtên baş hûn dikarin bidine pêşiya xwe?

12 Bixûne Waîz 11:9–12:1. Cahilno, çi nêtên weye ruhanî hene? Mesele, dibeke we xwera nêt daniye her roj Kitêba Pîroz bixûnin, yan jî dibeke hûn dixwazin hê rind civatêda caba xwe bidin û pê dersa derkevin. Hûn ça xwe texmîn dikin gava divînin yan jî kesekî din wera dibêje, wekî we çi nêt daye pêşiya xwe, hûn vê yekêda pêşda çûne? Bêşik, hûn gelek şa dibin! Belê, hûn gerekê şa bin, çimkî hela hê wan tiştên biçûkda jî hûn xwestina Yehowa datînin ciyê pêşin, û bi vê yekê çev didine Îsa (Zeb. 40:8; Metlk. 27:11).

13. Çida xizmetiya me ji nêtên vê dinyayê mexsûstir e?

13 Çaxê hiş-aqilê we ser xizmetiya Yehowa ye, hûn şixulê usa dikin, kîjan ku we bextewar dike û şabûnê wera tîne. Ew şixulê we tu car badîhewa nîne. Pawlos nivîsî: “Qewîn bimînin, ji ciyê xwe nehejin, her gav şixulê Xudanda pêşda herin, bizanibin xebata we boş-betal nîne li ber Xudan” (1 Korn. 15:58). Ewên ku nêtên vê dinyayê datînin pêşiya xwe, mesele seva dewletî bin û navdar bin, bextewar nînin. Hergê jî ewana gihîştine nêtên xwe, yeke axiriyêda dilê wan vala ye (Lûqa 9:25). Ewê yekê em ji Silêman jî pêdihesin (Rom. 15:4).

14. Hûn ji serhatiya Silêman çi hîn dibin?

14 Silêman ku merivekî gelek dewletî û qewat bû, dixwest emirê xweda tiştekî bicêribîne. Ewî xwest wekî kêfxweşiyêva mijûl be û bivîne, hela ew yek wê çi karê bîne (Waîz 2:1-10). Ewî xwera mal ava kirin, baxçe û park çêkirin, û tiştek ji xwe kêm nedikir, çi dilê wî dixwest dikir. Lê paşî vê yekê ewî ça xwe texmîn dikir? Ew bextewar û dilrihet bû? Ewî xwexa derheqa xwe got: “Zivirîm û bona ku li hemû karên ku destên min kirine . . . nihêrtim û a vay, gişk vala ye . . . tu qazanc tunebû” (Waîz 2:11). Rastî jî derseke çiqas qewî ye! Lê hûn ji serhatiya wî çi dersê xwera hîn dibin?

15. Li gora Zebûr 32:8 çira bawerî gelek ferz e, û ew çi karê dide me?

15 Hine meriv tenê ser şaşiyên xwe hîn dibin û axiriya xirab distînin. Yehowa naxwaze tevî we jî usa biqewime. Lema wera lazim e bawerî seva ku gura Xwedê bikin û qirara wî daynin ciyê pêşin. Ew bawerî bêhesab qîmet e û wê tu car we dilşikestî neke. Belê, Yehowa wê tu car “hizkirina ku we bona navê wî da kifşê”, bîr neke (Îbrn. 6:10). Lema jî cahilno, her tiştî bikin seva baweriyêda bişidin, û hûnê bivînin ku Bavê weyî ezmana timê qenciya we dixwaze. (Bixûne Zebûr 32:8.)

XWEDÊ AZAYA RAST DIDE TE

16. Çira em gerekê azayê qîmet kin û bi bîlanî bidine xebatê?

16 Pawlos nivîsî: “Xudan li ku derê be, li wê derê jî azayî heye” (2 Korn. 3:17). Belê, Yehowa azayê hiz dike û kiriye dilê meda jî, wekî azayê hiz bikin. Lê yeke ew usa jî dixwaze wekî hûn azaya xwe rast bidine xebatê, wekî nekevine qeziyê. Dibeke hûn wan cahila nas dikin, yên ku pornografiyayê dinihêrin, bênamûsiyê dikin, sportên xofva mijûl dibin, yan narkotîka û cixarê dikişînin. Bi rastî ewana ji wan tişta wedelû lezetê distînin, lê paşê ew yek ser wan biha rûdinê. Mesele, dibeke nexweş dikevin, tiştên xirabva têne girêdanê, yan jî dimirin (Galt. 6:7, 8). Eşkere ye, “azaya” wan derew e û ewana xwexa xwe dixapînin (Tîto 3:3).

17, 18. a) Çaxê em gura Xwedê dikin, ça em azayê distînin? b) Çi cûreyî Adem û Hêwa ji merivên îroyîn hê aza bûn?

17 Besa xeberê, hûn çiqas merî nas dikin, yên ku ji bo vê yekê nexweş ketine, çimkî pê prînsîpên Kitêba Pîroz nejîtine? Eyan e, ku çaxê em gura Yehowa dikin, em karê distînin, sihet-qewata me jî baş e û azaya me jî heye (Zeb. 19:7-11). Hin jî çaxê hûn azaya xwe bi bîlanî didine xebatê, dêmek qanûn û prînsîpên Xwedê hildidine hesab, hûn mecalê didin Xwedê û dê-bavên xwe, wekî îtbariya xwe we bînin û hê zêde azayê bidine we. Bi rastî Xwedê soz da, wekî ew wê hemû xizmetkarên xweyî aminra azaya tam bide, kîjan ku Kitêba Pîroz nav dike “azayî û rûmeta zarêd Xwedê” (Rom. 8:21).

18 Azaya Adem û Hêwayê wî cûreyî bû. Bînin bîra xwe, baxçê Êdênêda Xwedê çiqas temî da wan? Tenê yek. Wana gerekê tenê berê darekê nexwarana (Destp. 2:9, 17). Bona we ew temî wê sert bihata kifşê yan xirab bûya? Femdarî ye na. Lê niha evê temîke Xwedê beramberî wan gelek qanûna bikin, kîjan meriva derxistine, û dixwazî naxwazî gerekê wan qanûna hîn bî û bînî sêrî.

19. Çawa em dikarin bi rastî aza bin?

19 Yehowa bîlaniyê dide kifşê hindava xizmetkarên xwe. Ewî ne ku gelek qanûn daye me, lê bi sebir me hîn dike seva em qanûna hizkirinê bînin sêrî. Ew dixwaze em bijîn pê prînsîpên wî û xirabiyê nefiret kin (Rom. 12:9). Îsa wedê xizmetiya xweye ser çiyê, hîn kir ku xirabî ji kîderê destpêdibe (Met. 5:27, 28). Mesîh çawa Padşa Padşatiya Xwedêda, wê berdewam ke me dinya tezeda jî hîn ke, seva ku nihêrandina me hindava rastiyê û xirabiyê bi temamî mîna ya wî be (Îbrn. 1:9). Ew usa jî wê sihet-qewata bêkêmasî bide me. Bidine ber çevê xwe, wekî emê tu car kul-derdên ku ji gune em dikişînin, îdî nevînin. Paşê emê vê azayêra şa bin, ku Yehowa soz dide me.

20. a) Yehowa ça azaya xwe dide xebatê? b) Hûn çi dikarin hîn bin ji mesela Xwedê?

20 Hilbet, azaya me wê bi sînor be. Emê evê azaya xwe bidine xebatê bi hizkirina hindava Xwedê û meriva. Wî cûreyî emê çev bidine Yehowa. Rast e sînorê azaya wî tune, lê yeke ew timê her tiştî bi hizkirinê dike û hindava xizmetkarên xwe jî ew usa ye (1 Yûhn. 4:7, 8). Dêmek îda femdarî ye, ku emê bi rastî hingê aza bin, çaxê çev bidine hizkirina Xwedê.

21. a) Dawid çi difikirî derheqa Yehowa? b) Gotara dinda emê derheqa çi şêwir kin?

21 Hûn qîmet dikin wan hemû tiştên qenc ku Yehowa dide we, mesele xwarina ruhanî, hevalên baş, nêtên hêja, û azaya rast? (Zeb. 103:5). Hergê erê, hûn jî usa dibeke difikirin çawa Dawid ku Zebûr 16:11-da nivîsar e: “Tê rîyêd emir minva eyan kî. Şabûneke mezin e li ber dîndara Te, heta-hetayê xêr û xweşî destê Teyî rastêda ye”. Gotara dinda wê bê şêwirkirinê derheqa xiznên dine qîmet ji Zebûra 16. Wêderê wê hê hûr bi hûr bê şirovekirinê, ku çawa hûn dikarin ji emirê xwe lezetê bivînin.