“Rastê pê Xudan Şa bin”
DÎANA emirda 80 sal zêdetir e. Mêrê wê pê nexweşiya Altsgêymêrê nexweş bû û pêşiya mirina xwe çend sala mala kal-pîrada bû. Ewê usa jî du kurên xwe unda kir û hin jî bistanê wêda req hebû. Lê çaxê xûşk-bira civatêda û xizmetiyêda lê divînin, ew timê bi beşera xweş e.
Con 43 sala zêdetir berpirsiyarê rêwî bû. Ewî ew cûre xizmetî gelek hiz dikir, ew pareke emirê wî bû! Lê çaxê merivê wîyî nêzîk nexweş ket, ewî xizmetiya xwe da sekinandinê, û niha ew civata mihala xweda xizmet dike. Xûşk-birên ku Con berêda nas dikin, çaxê ser civatên mezin wî divînin, dibêjin ku ew qe nehatiye guhastinê, ew dîsa usa devken e.
Lê çawa Dîana û Con şabûna xwe unda nakin? Ça merivê ku êmosiyalîda yan jî fîzîkîda qudûm ketiye, dikare dîsa jî şa be? Û çawa kesê ku îda kifşkirina xweda nîne, kîjan gelek hiz dikir, dîsa jî dikare bextewar be? Kitêba Pîroz caba wan pirsa usa dide: “Rastê pê Xudan şa bin” (Zeb. 64:10). Em evê yekê dikarin hê rind fem kin, hergê bizanibin çi bi rastiyê şabûnê dike dilê meriva.
ŞABÛNA WEDELÛ
Hine tişt hene, ku her gav merî wanra şa dibin. Mesele, çaxê qîz û xort hev hiz dikin û hev distînin, yan çaxê kesekîra zar dibe, yan jî çaxê civatêda kifşkirina teze distînin. Ew tişt bi rastî şabûnê tînin, û ew gerekê usa be çimkî ew hersêk jî ji Yehowa ne. Ewî zewac saz kiriye, zar jî pêşkêşa wî ye, û bi saya civata Mesîhî ew cûre-cûre şixul dide me (Destp. 2:18, 22; Zeb. 127:3; 1 Tîmt. 3:1).
Lê ew şabûn dikare wedelû be. Sed heyf, cara diqewime ku mêr yan jin amin namîne, yan jî dimire (Hezql. 24:18; Hos. 3:1). Yan zar gura dê-bava û Xwedê nakin, diqewime hela hê jî ji civatê têne derxistinê. Bînin bîra xwe, kurên Samûyêl nelayîq Yehowara xizmet dikirin, usa jî malbeta Dawid kete telî-tengiya, ji bo kirên wî (1 Sam. 8:1-3; 2 Sam. 12:11). Ew tişt kul-derda tînin, ne ku şabûnê.
Usa jî kifşkirina me jî dikare bê guhastinê, besa xeberê ji bo sihet-qewata xirab, cabdariyên malbetêda, yan jî guhastinên teşkîleta meda. Gelekên ku rastî wan guhastina hatine, gilî kirine wekî wana wedekî şabûna xwe kîjan ku ji şixulê xwe distandin, unda kiribûn.
Belê, em divînin wekî heye şabûn ku wedelû ye. Lê gelo heye şabûneke usa ku hela hê wedê çetinayada jî dimîne? Belê, heye, û serhatiya Samûyêl, Dawid û yên xizmetkarên din, didine kifşê ku ewana wedê tengasiya şabûna xwe unda nekirin.
ŞABÛN KU TIMÊ DIMÎNE
Îsa zanibû ku bi rastî şabûn çi ye. Ew heta bihata ser erdê, ser ezmana bû, kîderê gelek xweş bû û ew “hertim li ber [Yehowa] şa dibû” (Metlk. 8:30). Ser erdê, ew cara rastî tengasiyên gelek giran dihat. Yeke Îsa şabûna xwe unda nedikir, çimkî qirara Bavê xwe dianî sêrî (Yûhn. 4:34). Kitêba Pîroz dibêje wekî Îsa hela hê çend sihetên pêşiya mirina xwe jî, ev şabûn unda nekir. Kitêba Pîrozda em dixûnin: “Bona wê şabûna pêşiya xwe stûna cefayê hilanî” (Îbrn. 12:2, DT). Were em niha du qewimandinên derheqa şabûnê şêwir kin, ku tevî Îsa qewimîn.
Carekê, Îsa 70 şagirt şand seva mizgîniyê bela kin. Çaxê ewana ji xizmetiyê vegeriyan, pir şa dibûn, çimkî şixulê mezin kiribûn, hela hê jî cin ji meriva derxistibûn. Lê Îsa wanra got: “Bi wê yekê şa nebin ku cin êlimî we dibin, lê şa bin, ku navêd we li ezmana nivîsar e” (Lûqa 10:1-9, 17, 20). Belê, ji vê yekê em divînin ku qebûlkirina Yehowa diha ferz e, ne ku tenê ew şixulê qîmet, ku em dikin. Îsa anî bîra wan şagirtên amin, ku çi bi rastî şabûna lape mezin tîne.
Careke din jî Îsa çaxê tevî elaletê xeber dida, jineke Cihû derheqa diya Îsa got, ku ew bextewar e, çimkî diya dersdarekî usa mezin e. Lê Îsa nihêrandina wê rast kir û got: “Hê xwezî li wan, yêd ku xebera Xwedê dibihên û pêk tînin” (Lûqa 11:27, 28). Belê, ew baş e çaxê dê yan bav zara xwera firnaq dibin, lê şabûna hê mezin ew e, çaxê heleqetiya mêriv tevî Yehowa baş e, dêmek çaxê merî gura wî dike.
Belê, kaniya şabûnê û dilrihetiyê bi rastî ew e, gava qebûlkirina Yehowa distînî. Tu tengasî nikare evê yekê biguhêze. Çaxê wedê tengasiya em amin dimînin, ew yek şabûnê dike dilê me û dilrihetiyê tîne (Rom. 5:3-5). Hin jî, Yehowa ruhê xweyî pîroz dide wan, yên ku îtbariya xwe wî tînin, û usa jî şabûnê dide, çi ku berê ruhê wîyî pîroz e (Galt. 5:22). Bi vê yekê em hê rind fem dikin giliyên ji Zebûr 64:10: “Rastê pê Xudan şa bin”.
Ew yek ji serhatiya Dîanayê û Con tê kifşê, derheqa kîjana me jorê got, wekî wedê tengasiya karibûne şabûna hertim unda nekin. Dîana dibêje: “Min xwe kire bin perê Yehowa, mîna zara ku xwe li dê-bavê xwe digire”. Lê ça ew texmîn dike ku Xwedê wê qebûl dike? Ew dibêje: “Ez divînim wekî ewî min bi vê yekê kerem kir, ku xizmetiya xwe bi beşera xweş berdewam dikim”. Con, kîjan ku paşî şixulê berpirsiyartiyê xizmetiyêda xîret ma, şirovedike ku çi alî wî kir: “Ji sala 1998 çaxê ez hatime kifşkirinê ça dersdar Mekteba Başkirina Xizmetiyêda, min haqas lêkolînkirinên şexsî derbaz kirin, ku tu car emirê xweda haqas nekiribû”. Paşê ewî derheqa xwe û jina xwe got: “Mera hêsa bû evê guhastinê qebûl kin, çimkî nava gelek salada çi destê me dihat me xizmetiyêda dikir. Em qe poşman nabin me çi jî kir”.
Gelek xûşk-birên din jî ser xwe texmîn dikin giliyên ji Zebûr 64:10. Besa xeberê, jin-mêr ku 30 sala zêdetir Beytela Amerîkayêda xizmet kirine, ça pêşengên mexsûs hatine kifşkirinê. Wana got: “Çaxê tu tiştekî unda dikî çi ku hiz dikî, tebiyetî ye ku tuyê berxwe kevî. Lê tuyê temamiya emirê xwe evî derdî nekişînî”. Ew jin-mêr derbêra destpêkirin tevî civata xwe derkevin xizmetiyê. Ewana dibêjin: “Me derheqa tiştên konkrêt jî dua dikir. Û gava me didît ku çawa Xwedê caba me dide, em qewî û dilşa dibûn. Hine wede şûnda, civata meda hine xûşk-bira bûne pêşeng, û usa jî me keremeke usa stand ku tevî du meriva hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin, yên ku ruhanîda pêşda diçin”.
ŞABÛNA HETA-HETAYÊ
Femdarî ye, wekî hêsa nîne timê dilşa bin, çimkî cara hal baş e cara jî xirab e. Lê yeke Yehowa rêberî kir, wekî ew giliyên ji Zebûr 64:10 bêne nivîsarê. Hela hê çaxê em dilteng in jî, em gerekê dudilî nebin wekî merivên rast, yên ku wedê tengasiyada jî amin dimînin, wê “pê Xudan şa bin”. Hin jî em hîviya sozên Yehowa ne derheqa “ezmanên nû û erdê nû”. Wî wedeyî gişk wê bêqisûr bin. Temamiya cimeta Xwedê wê bextewar be û heta-hetayê şa be, ji bo kirên Xwedê û pêşkêşên wî (Îşa. 65:17, 18, DT).
Bidine ber çevê xwe, hingê emir wê ça be: sihet-qewata me wê bêqisûr be û her şebeq emê bi qewat hişyar bin. Firqî tune berê me çi derd-kul kişandiye, ew êş wê nemînin. Yehowa soz dide, wekî “tiştên berê” îda wê nekevine bîra me, û ne jî dilê meda bimînin. Çaxê mirî rabin, ewana dîsa jî wê tevî merivên xweyî hizkirî bin. Bêhesab merî wê xwe mîna dê-bavê wê qîzika 12 salî texmîn kin, kîjan Îsa ji mirinê rakir. Kitêba Pîroz derheqa wan dibêje: “Hişê serê wan çû” (Marq. 5:42). Axiriyêda, ser erdê wê tenê merivên rast bin, û wê bi temamî heta-hetayê “pê Xudan şa bin”.