“Cinetêda Emê Hev Bivînin!”
“Tê tevî min Cinetêda bî” (LÛQA 23:43, DT).
1, 2. Derheqa cinetê îro meriv çi difikirin?
KORÊYAYÊDA, şeherê Sêûlêda, ser civata mezine sêrojî gelek xûşk-birên ji welatên din hatibûn. Çaxê ewana ji stadîonê derketin, xûşk-birên ji Korêyayê dora wan top bûn. Ev demeke gelek mexsûs bû, gelek ji wana destên xwe hevra dihejandin û digotin: “Cinetêda emê hev bivînin!”. Bi texmîna we, wana besa kîjan cinetê dikir?
2 Bona cûre-cûre meriva, cinet cûre-cûre tişt tê hesabê. Bona hineka ew heye fantazîa. Bona hineka jî ew heye cî, kîderê ewana şabûnê û lezetê distînin. Merivekî gelek birçî, ku ser sifireke baş rûdinê, dikare xwe ça cinetêda texmîn ke. Gelek sal pêşda, jinikekê deşteke bedew bi kulîrka tije dîtibû, û gotibû: “Eva cinet e!”. Ew cî heta îro tê navkirinê “Cinet”, lê usa jî wî cîyî her sal 15 mêtra zêdetir berf rûdinê. Lê bona we Cinet çi ye? Hûn bawer dikin, wekî ew zûtirekê wê hebe?
3. Kitêba Pîroz kîderê cara pêşin besa cinetê dike?
3 Kitêba Pîrozda tê gotinê derheqa cineta pêşin ku berê hebû, û usa jî cineta ku axiriyêda wê hebe. Hema kitêba pêşinda tê gotinê derheqa cinetê. Destpêbûn 2:8-da nivîsar e: “Xudan Xwedê li alîyê rohilatê Êdênêda baxçek daçikand [yanê cineta lezetêda, welgerandina Katolîkî “Douay Version”] û [Adem] ku çêkiribû danî li wir”. Vê têksta Îbranîda tê gotinê derheqa “baxçê Êdênê”. Êdên tê hesabê “Lezet”, û rastî jî ewî baxçeyî lezet dianî. Ew cîkî gelek bedew û xweş bû, bi xwarinê tije bû û usa jî orta meriva û heywanada edilayî hebû (Destp. 1:29-31).
4. Çira em ser baxçê Êdênê dikarin bêjin cinet?
4 Xebera Îbranî “baxçe”, ser zimanê Yûnanî hate welgerandinê ça “paradêîsos”. Ensîklopêdyakê (“The Cyclopaedia by M’Clintock and Strong”), derheqa xebera “paradêîsos” dibêje: “Parka mezin, ji ziyanê xweykirî, bi tebyetê û bi baxên bedew, ser kîjana gelek êmîş hene, û tê avdanê pê ava temiz ji erdê, kîderê keriyên bizinên qeya û pez diçêrin”. Rêwiyê Yûnan çaxê ev xeber “paradêîsos” dibihîst, ew tişt dihatine hişê wî. Ew şirovekirin alî me dike ku fem kin, wekî baxçê Êdênê bi rastî cinet bû (Beramber kin Destpêbûn 2:15, 16).
5, 6. Cinet ça unda bû û vê yekêva girêdayî çi pirs pêşda tê?
5 Xwedê Adem û Hêwa cineta wî cûreyîda cîwar kir, lê ewana wêderê neman. Gelo çira? Çimkî wana gura Xwedê nekir, lema jî hin ewana hin jî rikinyata wan nikaribûn cinetêda bijîtana (Destp. 3:23, 24). Rast e paşî vê yekê wêderê îda tu kes nedijît, lê ça tê kifşê ew baxçe heta Sêlava wedê Nuh hê hebû.
6 Hinek dibeke difikirin: “Gelo wê dîsa ser erdê cinet hebe?” Îzbatkirin çi didine kifşê? Hergê hûn bawer dikin ku hûnê tevî merivên xweyî delal Cinetêda bijîn, çi meniyên we hene ku hûn vê yekêda bawer in? Hûn dikarin şirovekin ku çira axiriyêda wê cinet hebe?
ÎZBATKIRIN KU AXIRIYÊDA WÊ CINET HEBE
7, 8. a) Xwedê çi soz da Birahîm? b) Birahîm dibeke derheqa çi difikirî, çaxê sozê Xwedê bihîst?
7 Caba wan pirsên derheqa Cinetê, em dikarin ji Kitêba Pîroz pêbihesin, çimkî ew kitêb ji Yehowa ye, yê ku cineta pêşin efirand. Dîna xwe bidinê ku Xwedê çi gote dostê xwe Birahîm. Xwedê got wekî wê rikinyata wî zêde ke, “mîna qûma devê berê”. Paşî vê yekê Yehowa sozekî ferz da wî: “Bi zureta te wê dua li hemû miletêd dinyayê bibe, çimkî te guhdarîya min kir” (Destp. 22:17, 18). Xwedê ew soz kur û nebiyê Birahîmra jî wekiland. (Bixûne Destpêbûn 26:4; 28:14.)
8 Kitêba Pîrozda tu cîkî nayê gotinê, wekî Birahîm difikirî, ku rikinyata wî wê cineta ezmanada kerema bistîne. Çaxê Xwedê got ku “hemû miletêd dinyayê” wê bêne keremkirinê, Birahîm fem dikir ku ew kerem wê ser erdê bin. Ew soz ji Xwedê bû, çi ku dida kifşê wekî “hemû miletêd dinyayê” wê halekî başda bin. Lê gelo tenê ev e îzbatkirin, wekî cinet wê ser erdê be?
9, 10. Kîjan pêxembertî menî didine me, wekî hîviya cineta ser erdê bin?
9 Dawid ku ji rikinyata Birahîm bû, derheqa axiriyê got, wekî wê bê wede, ku merivên “xirab” û “nepak” îda tune bin. Axiriya vê yekê wê çi be? “Nepakê betavebe” (Zeb. 37:1, 2, 10). Dewsa wan “milûkê erdê war bin, xêr-xweşîyêva wê xinê bin û şa bin”. Dawid usa jî pê rêberiya Xwedê pêxembertî kir: “Rastê li erdê war bin û her-heyê wê ser bijîn” (Zeb. 37:11, 29; 2 Sam. 23:2). Bi texmîna we, ew soz wê ça hukum bûya ser wan meriva, yên ku dixwestin qirara Xwedê bînin sêrî? Meniya wan hebû, wekî hîviya wî wedeyî bin, çaxê tenê merivên rast ser erdê bijîn, û hingê Cineta mîna baxçê Êdênê dîsa hebe.
10 Wede derbaz bû, û heçî zef Îsraêliya yên ku yançi Yehowara xizmet dikirin, pişta xwe dane wî. Bona vê yekê, Xwedê hîşt wekî Babîloniya cimeta wî hildine bin destê xwe, welatê wan kuta kin û ji wan geleka dîltî bivin (2 Dîr. 36:15-21; Yêrem. 4:22-27). Pêxemberê Xwedê usa jî pêxembertî kir, wekî paşî 70 sala, cimeta wî wê paşda vegerine welatê xwe. Û hema usa jî bû. Lê ew pêxembertî bona me jî ferz in, çimkî ew menî didine me, wekî hîviya cineta ser erdê bin. Were em hine ji wan pêxembertiya şêwir kin.
11. Pêxembertiya ji Îşaya 11:6-9 pêşiyê ça hate sêrî, lê kîjan pirs derheqa wê yekê pêşda tê?
11 Bixûne Îşaya 11:6-9. Xwedê bi Îşaya pêxembertî kir, wekî paşî vê yekê ku cimeta Wî vegere welatê xwe, wê edilayêda bijî. Tu kes wê netirse ku wê bê zêrandinê aliyê heywanada yan jî merivên xirabda. Her kesê cahil û emirda mezin wê xweykirî be. Diqewime ew derece anî bîra we, ku Cineta Êdênêda hema edilayîke usa bû (Îşa. 51:3). Vê pêxembertiya Îşayada usa jî hate gotinê, wekî ne ku tenê cimeta Îsraêlê, lê temamiya erd wê “çawa av berê digirin, . . . bi zanîna Xudanva tijî bibe”. Lê gelo paşê wê çi biqewime?
12. a) Îsraêliyên ku ji Babîlonê vegeriyan, çi kerem standin? b) Çi dide kifşê ku Îşaya 35:5-10 wê axiriyêda bi temamî bê sêrî?
12 Bixûne Îşaya 35:5-10. Dîna xwe bidinê, Îşaya pêxembertî kir wekî çaxê Îsraêlî ji dîltiya Babîlonê vegeriyana, tu ziyanê wê nestandana, ne ji meriva ne jî ji heywana. Erdê wan wê xwarinê têr-tije bida, çimkî av wê zef hebûya, çawa baxçê Êdênêda (Destp. 2:10-14; Yêrem. 31:12). Lê gelo ev pêxembertî tenê ser Îsraêliya gerekê bihata sêrî? Wan rêzada tê gotinê, wekî meriv wê bi keremet qenc bin, mesele kor dîsa bivîne. Lê ew keremet ser Îsraêliya nehatine sêrî. Ew yek dide kifşê, ku ew pêxembertî wê axiriyêda bê sêrî û Xwedê wê meriva ji hemû nexweşiya qenc ke.
13, 14. Çawa Cihûyên ku ji dîltiyê vegeriyan, dîtin çawa pêxembertiya ji Îşaya 65:21-23 hate sêrî, lê kîjan par ji vê pêxembertiyê gerekê axiriyêda bê sêrî? (Binihêre şiklê ewlin.)
13 Bixûne Îşaya 65:21-23. Em zanin ku çaxê Cihû vegeriyane welatê xwe, malên wan çêkirî nîbûn, erdê wan û rezên tiriyên wan jî bêcerkirî nîbûn. Lê Xwedê wana kerem kir û wede şûnda ew yek qewimî. Rastî jî bona wan şabûn bû ku xwera mal ava dikirin, têda dijîtin û lezetê distandin ji xwarina xweş ku erdê wan dida.
14 Dîna xwe bidinê, vê pêxembertiyêda tê gotinê, wekî bê wede çaxê rojên me bibine “mîna rojên darê”. Hine dar bi hezara sala dijîn, lê seva meriv haqas sal bijîn, sihet-qewata gelek baş lazim e. Hergê hingê meriv usa bijîtana, çawa Îşaya pêxembertî kir, bi rastî ew wê cinet bûya! Lê ev pêxembertî wê axiriyêda bê sêrî!
15. Derheqa kîjan kerema kitêba Îşayada tê pêxembertîkirinê?
15 Bifikirin, ça ew sozên ku me hêja şêwir kir, eyan dikin wekî axiriyêda cinet wê hebe: Xwedê wê ser temamiya erdê meriva kerem ke. Tu kes wê netirse ji meriva û ji heywana. Kor, ker-lal û seqet wê qenc bin. Meriv wê xwera mala ava kin û ji berên erdê lezetê bivînin. Ewana wê ji baxa dirêjtir bijîn. Belê, em ji Kitêba Pîroz eşkere divînin, wekî axiriya wî cûreyî pêşiya me ye. Lê dibeke hine meriv bêjin ku ew pêxembertî nade kifşê, wekî cinet wê hebe. Lê hûnê ça caba wan bidin? Çi meniya we heye, wekî hûn
bi dil û can hîviya cineta ser erdê ne? Merivekî herî girîng ku ser erdê dijît, dêmek Îsa, meniya ferz dide me.TÊ CINETÊDA BÎ!
16, 17. Çi derecêda Îsa besa Cinetê kir?
16 Rast e neheqiya Îsa tune bû, lê wî bi neheqî ceza kirin û orta du qaçaxên Cihû wî dardakirin. Yek ji wan qaçaxa pêşiya mirinê bawer kir, wekî Îsa padşa ye û gote wî: “Îsa, min bîr bînî, gava bi Padşatiya xweva bêyî” (Lûqa 23:39-42). Ew soz ku Îsa kitêba Lûqa 23:43-da got, ser axiriya we jî hukum dike. Îro hine zandar ew cumle raste-rast usa weldigerînin: “Ez rast tera dibêjim, îro tê tevî min Cinetêda bî”. Lê ne hemû meriv qayîl in vê yekêra. Lema jî pirs pêşda tê, bi vê xebera “îro”, Îsa çi dixwest bigota?
17 Gelek zimanên îroyînda cumlada vêrgûla datînin, yan jî ciyê xebera diguhêzin, seva fikira cumlê rast bê femkirinê. Lê manûskrîptên berêye Yûnanîda, nîşan cumlada hindik dihatine xebitandinê. Niha pirs pêşda tê: Gelo Îsa got “Ez tera rast dibêjim, îro tê tevî min Cinetêda bî”? Yan ewî got: “Ez tera rast îro dibêjim, tê tevî min Cinetêda bî, DT”? Hine welger anegorî femkirina xwe vê cumlêda vêrgûlê datînin, yan pêşiya xebera “îro” yan jî paşî vê, kîjan ku fikira cumlê diguhêze. Û cûre-cûre welgerandinên Kitêba Pîrozda, hûn dikarin herdu cûra jî bivînin.
18, 19. Çi alî me dike rast fem kin giliyên Îsa?
18 Lê bînin bîra xwe, Îsa derheqa mirina xwe şagirtên xwera çi got: “Kurê Însan jî usa wê sê roj û sê şeva nava kûrayîya erdêda bimîne”. Ewî usa jî got: “Kurê Însan wê bikeve destê meriva, ewê wî bikujin, lê roja sisiya wê rabe” (Met. 12:40; 16:21; 17:22, 23; Marq. 10:34). Petrûsê şandî gilî kir wekî ew yek qewimî (Kar. Şand. 10:39, 40). Dêmek, Îsa û ew qaçax vê roja mirina xwe neçûne tu Cinetekê. Îsa “diyarê miriyada” bû, heta roja ku Xwedê wî ji mirinê rakir (Kar. Şand. 2:31, 32). *
19 Belê, Îsa wî qaçaxîra derheqa sozê xwe bi wan giliya destpêkir bêje: “Ez tera rast îro dibêjim, DT”. Ew cûrê xeberdanê, wedê Mûsada jî belabûyî bû. Mesele carekê Mûsa got: “Van xeberêd ku ez îro li we emir dikim bira dilêd weda bin” (Qan. Dcr. 6:6; 7:11; 8:1, 19; 30:15).
20. Çi dîsa eşkere dike, ku em giliyên Îsa rast fem dikin?
20 Welgerekî Kitêba Pîroz ji Rohilata Navîn, derheqa wan giliyên Îsa got: “Van giliyada xebera ‘îro’ tê başqekirinê û ew cumle gerekê usa bê xwendinê: ‘Ez îro tera rast dibêjim, tê tevî min Cinetêda bî’. Ev soz vê rojê hate dayînê, û ew gerekê axiriyêda bihata sêrî. Berê ew cûrê xeberdanê bona merivên rohlatê edet bû û dida kifşê wekî ew soz vê rojê hate dayînê û gerekê ese bihata sêrî”. Welgerandineke Sûryayêda ya qirna pênca, ew caba Îsa usa nivîsiye: “Amîn, ez îro tera dibêjim, ku tê tevî min Baxçê Êdênêda bî”. Ew soz me jî dişidîne û dilşa dike.
21. Çi neqewimî tevî wî qaçaxî, û çira?
21 Îsa tevî wî qaçaxî derheqa cineta ser erdê got, ne ku ya ser ezmana. Ji ku em ewê yekê zanin? Ewî qaçaxî nizanibû, wekî Îsa tevî şandiyên xweyî amin peyman girêdaye, seva tevî wî Padşatiya ezmanada bin (Lûqa 22:29). Xêncî vê yekê, ew qaçax ne nixumandî bû û ne jî bijartî bû (Yûhn. 3:3-6, 12). Ji vê yekê em fem dikin, wekî ev sozê Îsa derheqa cineta ser erdê bû. Çend sal şûnda, Pawlosê şandî xewn-xeyalêda dît ku merivek “heta buhiştê hate hildanê”, dêmek heta cinetê (2 Korn. 12:1-4). Pawlos û şandiyên dine amin hatine bijartinê bona jîyîna ser ezmana seva tevî Îsa Padşatiya Wîda bin. Lê yeke Pawlos besa cinetê * kir, ku axiriyêda wê hebe. Lê gelo ew cinet wê xût ser erdê be? Hûn jî dikarin bikevine wê cinetê?
HÛN DIKARIN HÎVIYA ÇI BIN
22, 23. Hûn dikarin hîviya çi wedeyî bin?
22 Bînin bîra xwe wekî Dawid derheqa wî wedeyî pêşda got, çaxê “rastê li erdê war bin” (Zeb. 37:29; 2 Pet. 3:13). Ewî ew gilî derheqa wî wedeyî got, kengê meriv ser erdê pê qanûn û prînsîpên Xwedê bijîn. Pêxembertiya Îşaya 65:22-da tê gotinê: “Wê rojên netewa [cimeta] min bibe mîna rojên darê”. Ew gilî têne hesabê wekî meriv wê bi hezara sala bijîn. Lê meniya we heye hîviya wî wedeyî bin? Belê, li gora Eyantî 21:1-4, Xwedê wê kerema ser însanetêda bibarîne û keremek wê ew be, ku “îdî mirinê tunebe”, û meriv wê Xwedêra xizmet kin dinya wîye teze û heqda.
23 Belê, em eşkere divînin ku Cinet wê ese hebe. Adem û Hêwayê Cinet unda kirin, lê ew heta-hetayê nehatiye undakirinê, cinet wê dîsa hebe ser erdê. Çawa Xwedê soz dabû, meriv ser erdê wê bêne keremkirinê. Dawid pê rêberiya Xwedê nivîsî, wekî yên milûk û rast wê erdê war bin û heta-hetayê ser bijîn. Pêxembertiyên ji kitêba Îşaya jî mera eyan dikin, ku wedekî çiqas xweş hîviya me ye. Ew wede wê bê, çaxê sozê Îsa ku ewî qaçaxîra da, bê sêrî. Hûn jî dikarin bikevine vê Cinetê. Hingê wê giliyên xûşk-birên ji Korêyayê ser civata mezin, bêne sêrî, ku gotin: “Cinetêda emê hev bivînin!”
^ abz. 18 Profêsor K. Marvîn Pêyt nivîsî, ku gelek zandar bawer dikin wekî çaxê Îsa got “îro”, ew dixwest bigota ku ew wê paşî mirina xwe hema vê rojê here Cinetê, dêmek nava 24 sihetada. Lê ew yek pêşberî hînkirina Kitêba Pîroz e, çimkî wêderê tê gotinê ku Îsa paşî mirina Xwe çû diyarê miriya, (Met. 12:40; Kar. Şand. 2:31; Rom. 10:7) û paşê çû li ezman.
^ abz. 21 Binihêrin “Pirsên Xwendevana” vê derxistinêda.