Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Qirara Yehowa wê Ese Bê Sêrî!

Qirara Yehowa wê Ese Bê Sêrî!

“Min got û ezê bînim cîh, min pêşniyar [qirar] kir û ezê wê bikin” (ÎŞA. 46:11).

KILAMÊN: 25, 18

1, 2. a) Yehowa çi mera eyan kir? b) Derheqa kîjan sozî nivîsar e Îşaya 46:10, 11 û 55:11-da?

GILIYÊN pêşin ji Kitêba Pîroz bi cumleke hêsa nivîsar e, lê têda fikirekî gelek kûr e: “Destpêbûnêda Xwedê erd û ezman efirandin” (Destp. 1:1). Çi ku Xwedê gerdûnêda çêkiriye em tenê hine tişt divînin. Û hê gelek tişt jî em nizanin, mesele derheqa kosmosê, ronayê û gravîtasyayê (Waîz 3:11). Lê Yehowa derheqa qirara xwe hindava erdê û însanetê, mera zelal eyan kiriye. Qirara wî ew bû, wekî merivên ku bi dilqê Xwedê hatine efirandinê, bextewar bijîn ser erdê (Destp. 1:26). Ewana gerekê bibûna zarên wî, û Yehowa gerekê bibûya Bavê wan.

2 Çawa kitêba Destpêbûn serê 3-da tê gilîkirinê, tiştek bû menî ku Yehowa qirara xwe da sekinandinê (Destp. 3:1-7). Lê ewê meniyê nikaribû rê Yehowa bigirta wekî qirara xwe bîne sêrî (Îşa. 46:10, 11; 55:11). Lema jî em gerekê dudilî nebin, ku qirara Yehowaye pêşiyê wê ese wededa bê sêrî!

3. a) Kîjan rastiyên sereke ji Kitêba Pîroz em pêhesiyane? b) Çira em niha şêwir dikin ewan rastiya? c) Vê gotarêda emê kîjan pirsa şêwir kin?

3 Em ji Kitêba Pîroz pêhesiyan ku qirara Xwedê seva erdê û însanetê çi ye, û usa jî çawa qurbana Îsa tevî qirara Xwedê girêdayî ye. Ew yek rastiyên sereke ne, û dibeke çaxê me destpêkir Xebera Xwedê hîn bin, berê ewlin em derheqa wan rastiya pêhesiyan. Lê niha nêta me ew e, wekî merivên dilsax pêbihesin derheqa wan hînkirinên ferz. Îlahî em evê yekê niha wedê Êvara Bîranîna mirina Îsa dikin, û em çiqas dikarin gelek meriva teglîf dikin ser vê Bîranînê (Lûqa 22:19, 20). Ewên ku bêne ser Bîranînê, wê hê zêde pêbihesin derheqa qirara Xwedê. Lema jî seva ku meriva hêlan kin bêne ser vê êvara mexsûs, wê gelek kêrhatî be, wekî em bifikirin ser hine pirsên ferz. Vê têmayêda emê sê pirsa şêwir kin: Çi bû qirara Xwedê ya pêşin seva erdê û însanetê? Çi qewimî ku qirara Xwedê hê nehatiye sêrî? Û ça bi saya qurbana Îsa, rê vebû wekî qirara Xwedê bê sêrî?

ÇI BÛ QIRARA XWEDÊ YA PÊŞIN?

4. Şixulên destê Yehowa ça rûmeta wî eyan dikin?

4 Yehowa Efirandarekî himzor e. Her tişt çi ewî çêkiriye, gelek baş û hewas in (Destp. 1:31; Yêrem. 10:12). Gelo çaxê em dîna xwe didine şixulên destê Yehowa, em çi dikarin pêbihesin? Em ecêbmayî dimînin ku hemû tişt ça bona kara me hatine çêkirinê. Kê ji me şa nabe çaxê dinihêre ezmanê bi gelek steyrkên bedew, yan jî pêlên berêye mezin, yan jî gure-gura avê ku ji çiyê tê xarê? Ew tişt me xweş tên û em wanra şa dibin, çimkî Xwedê em usa efirandine, wekî em bikaribin ew tiştên bedew bivînin. (Bixûne Zebûr 19:1; 104:24.)

5. Yehowa çi kir seva ku efrîn terbetî bin?

5 Yehowa ji hizkirinê hemû efrînara sînor danî. Ewî qanûn danîn bona tebiyetê û usa jî qanûnên namûsiyê. Ewî usa kir ku hemû tişt dinyayêda bi terbetî bin (Zeb. 19:7-9). Çi ku gerdûnêda heye li gora qirara Xwedê cîwar in. Standartên hevkariyê nav hemû tiştên efirandî, ji aliyê Yehowava hatine danîn. Mesele, qanûna gravîtasyayê atmosfêra nêzîkî erdê digire, usa jî ew xwey dike wekî okêan ji ciyê xwe derneyên. Bêy gravîtasyayê jîyîn ser erdê wê tune bûya. Hemû efrîn, dêmek meriv jî, bin wan sînora û qanûnada dijîn. Eyan e, wekî ew terbetî nava efrînada dide kifşê qirara Xwedê seva erdê û meriva. Xizmetiyêda em dikarin dîna meriva bidin ser wan şixulên destê Efrandar û derheqa wî gilî kin (Eyan. 4:11).

6, 7. Kîjan pêşkêş Yehowa da Adem û Hêwayê?

6 Qirara Yehowa ya pêşin ew bû, wekî meriv heta-hetayê ser erdê bijîn (Destp. 1:28; Zeb. 37:29). Ewî bi merdanî cûre-cûre pêşkêş da Adem û Hêwayê seva ewana emirê xwera şa bin. (Bixûne Aqûb 1:17.) Yehowa azaya bijartinê daye wan, hiş-aqil û feresetê usa, ku ewana bikaribin hiz bikin û hevaltiyêra şa bin. Efrandar tevî Adem xeber da û jêra şirovekir ku çida ew gerekê gura wî bike. Adem usa jî hîn bû ça xwe xwey ke û ça miqatî heywana û erdê be (Destp. 2:15-17, 19, 20). Xêncî vê yekê, Yehowa Adem û Hêwayê usa efrandin, ku ewana bikaribin tema xwarina hildin, destê xwe bidine tişta, bivînin, deng derxin, bibihên û bînê hildin. Bi wî cûreyî wana dikaribû şabûnê bistînin ji hemû tiştên cinetêda ku pir bedew bûn. Bona jin û mêrê pêşin, bêhesab şixulên hewas hebûn. Wana dikaribû heta-hetayê ew şixul bikirana, şabûn bistandana û usa jî tiştên teze hînbûna û pêbihesiyana.

7 Dîsa çi dikete nav qirara Xwedê? Yehowa Adem û Hêwa usa efirand, wekî wanra zarên bêqisûr bibin. Xwedê dixwest zarên wanra jî zar bibûna, heta ku erd bi temamî bi meriva tije bûya. Ewî dixwest wekî Adem û Hêwa, usa jî hemû dê-bavên paşî wan, zarên xwe hiz bikin ça Yehowa zarên xweyî pêşin hiz kir. Erd gerekê bona wan bibûya mala heta-hetayê û hemû tiştên ser erdê jî bona kara wan bû (Zeb. 115:16).

ÇI QEWIMÎ KU QIRARA XWEDÊ HÊ NEHATE SÊRÎ?

8. Çira Xwedê Adem û Hêwara qanûn da ku Destpêbûn 2:16, 17-da nivîsar e?

8 Lê çawa ku Xwedê qirar kiribû, derbêra hev nehat. Gelo çira? Yehowa qanûneke hêsa da Adem û Hêwayê, seva ku ewana bizanibin sînorê azaya xwe. Ewî gote wan: “Ji her darêd baxçeda, dilê te dikişîne kîjanê bixwe, lê ji dara qencî û xirabî naskirinê nexwe, çimkî wê roja gava tu ji wê bixwî, tê ese bimirî” (Destp. 2:16, 17). Ew qanûn zelal bû bona Adem û Hêwayê, û ne jî giran bû seva gura Xwedê bikin, çimkî xwarin têr-tije hebû.

9, 10. a) Şeytan çi şer avîte Yehowa? b) Adem û Hêwayê çi bijartin? (Binihêre şiklê ewlin.)

9 Şeytan Mîrê-cina mer da xebatê û Hêwa xalifand, wekî ew gura Bavê xwe Yehowa neke. (Bixûne Destpêbûn 3:1-5; Eyan. 12:9). Hin jî, Şeytan şer avîte Xwedê, wekî yançi ne ku tenê ji darekê gerekê nexwin, lê “ji hemû darêd baxçe”. Gotina Şeytan kîjan ewî gote Hêwayê, usa derdiket: “Tu nikarî ewê yekê bikî çi ku dilê te dixwaze?” Paşê, ewî dereweke hê mezin kir: “Hûn tu car namirin”. Paşê jî, ewî Hêwa da bawerkirinê ku nelazim e guh bidine Xwedê, û jêra got: “Xwedê zane, wê roja gava hûn ji wê bixwin, çevêd weyê vebin”. Bi vê yekê Şeytan dixwest bigota, wekî Yehowa nedixwest ku ewana berê vê darê bixwin, çimkî yançi wana wê zanebûna mexsûs bistandana. Xêncî vê yekê, Şeytan sozê qelp da wan: “Hûn . . . bibine mîna Xwedê, qencî û xirabîyê ji hev derxin”.

10 Hingê Adem û Hêwa ber bijartinê bûn, wana gerekê yan gura Yehowa bikirana yan jî mer bawer kirana. Lê yazix, wana gura Xwedê nekir, tevî Şeytan bûne yek û himberî Xwedê derketin. Wana nexwest ku Yehowa bibe bavê wan, lema wana destê Xwedê ser xwe unda kirin (Destp. 3:6-13).

11. Çira Yehowa çevê xwe negirt ser gunê Adem û Hêwayê?

11 Çaxê Adem û Hêwa himberî Yehowa rabûn, ewana bûne gunekar. Xêncî vê yekê, wana heleqetiya xwe tevî Yehowa unda kir, çimkî ew Xwedêyê pîroz e û xirabî ber çevê wî reş e (Hebq. 1:13). Hergê Yehowa ser gunê Adem û Hêwayê çevê xwe bigirta, axiriya hemû efrîna wê xirab bûya. Xêncî vê yekê, hergê Yehowa usa bikira, wî çaxî ew wê bihata hesabê wekî ew xweyê giliyên xwe nîne. Lê Yehowa qanûnên xwe xwey dike û timê giliyên xwe tîne sêrî (Zeb. 119:142). Rast e azaya Adem û Hêwayê hebû bona bijartinê, lê ew nedihate hesabê wekî îzina wan hebû qanûna Xwedê biteribînin. Û çimkî ewana himberî Yehowa rabûn, lema axiriya wan mirin bû, ewana vegeriyane axê ji çi jî hatibûn çêkirinê (Destp. 3:19).

12. Axiriya zarên Adem çi bû?

12 Çaxê Adem û Hêwayê berê baxçe xwarin, Yehowa îda nikaribû wana qebûl ke ça neferê malbeta xwe. Xwedê ji Edenê berî wan da, û îda îzina wan tune bû wekî paşda vegerin (Destp. 3:23, 24). Yehowa bi heqiyê ewana ceza kirin, çimkî wana çi çand ev yek jî standin. (Bixûne Qanûna Ducarî 32:4, 5.) Wana îda nikaribû bi temamî çev bidana hunurên Xwedê, çimkî bûne gunekar. Adem ne ku tenê axiriya xwe xirab kir, lê usa jî axiriya zarên xwe, ewana bi gune û mirinê hatine dinê (Rom. 5:12). Bona gunê Adem, rikinyata wî jî jîyîna heta-hetayê unda kir. Şeytan Adem û Hêwa ji Xwedê qetand, û hingêda heta roja îroyîn ew meriva dixalifîne seva wana ji Xwedê dûr xe (Yûhn. 8:44).

KIRÎN MERIVA NÊZÎKÎ XWEDÊ DIKE

13. Nêta Yehowa çi ye bona însanetê?

13 Hizkirina Xwedê hindava meriva yeke kuta nebû. Rast e Adem û Hêwayê xwe ji Xwedê dûr xistin, yeke Yehowa dixwaze wekî meriv nêzîkî wî bin û bibine dostên wî. Ew naxwaze wekî kesek bimire (2 Pet. 3:9). Lema paşî gunê Adem û Hêwayê, Xwedê derbêra safî kir tiştekî bike, wekî dîsa meriv bikaribin bibine dostên wî. Lê gelo Xwedê bi vê yekê qanûnên xweyî rast teriband?

14. a) Li gora Yûhenna 3:16, Xwedê çi kir seva ku însanet xilaz be? b) Kîjan pirsê em dikarin şêwir kin tevî meriva?

14 Bixûne Yûhenna 3:16. Gelek meriv kîjana em teglîf dikin ser Êvara Bîranînê, ev rêz wanra rind nas e. Lê pirs vê yekêda ne, Gelo qurbana Îsa ça merivara rê vedike bona jîyîna heta-hetayê? Em dikarin caba vê pirsê merivên dilsaxra şirovekin, çaxê wana teglîf dikin ser Êvara Bîranînê. Usa jî çaxê em ser Bîranînê ne, yan çaxê paşî Bîranînê teseliya wan dikin. Çaxê ew meriv fem kin wekî Yehowa çiqas bîlan e û çiqas meriva hiz dike ku kirîn da, ew yek wê dilê wan bigire. Gelo dîsa kîjan fikirên derheqa kirînê em dikarin merivara zelal kin?

15. Çida Îsa mîna Adem nîbû?

15 Yehowa merivekî bêqisûr kire qurban, yê ku dikaribû me ji gune xilaz ke. Ew meriv Îsa bû. Îsa amin bû Yehowara û hazir bû emirê xwe bide bona însanetê (Rom. 5:17-19). Ew efrînê Xwedêyî pêşin bû û Yehowa ew ji ezmana derbazî erdê kir (Yûhn. 1:14). Îsa jî mîna Adem merivekî bêkêmasî bû, lê ewî mîna Adem nekir. Îsa pê qanûna Xwedê dijît, çawa ku Xwedê ji merivê bêqisûr dewa dikir. Ewî hela hê wedê cêribandinên qayîm jî tu car gune nekir û ne jî qanûna Xwedê teriband.

16. Çira kirîn pêşkêşeke gelek qîmet e?

16 Îsa merivekî bêqisûr bû, lema dikaribû însanet ji gune û mirinê xilaz kira bi vê yekê ku emirê xwe bida bona wan. Îsa merivekî bêkêmasî, amin û gura Xwedêda bû, çawa ku Adem gerekê bibûya (1 Tîmt. 2:6). Îsa xwe qurban kir, û ewê yekê rê vekir hemû merivara, seva jîyîna heta-hetayê bistînin (Met. 20:28). Belê, kirîn ku Îsa da, rê vekir seva ku qirara Xwedê ya pêşin bê sêrî (2 Korn. 1:19, 20). Ew kirîn mecalê dide hemû merivên amin, wekî jîyîna heta-hetayê bistînin.

YEHOWA RÊ VEKIR WEKÎ EM NÊZÎKÎ WÎ BIN

17. Kirîn çi mecalê dide?

17 Kirîn ku Yehowa bona meriva da, gelek giran ser wî rûnişt (1 Pet. 1:19). Ewî Kurê xweyî tayê tenê ber însanetêva da, çimkî ew qayîm meriva qîmet dike (1 Yûhn. 4:9, 10). Dikarin bêjin, wekî dewsa Adem Îsa bû bavê me (1 Korn. 15:45). Îsa ne ku tenê jîyînê dide me, lê ew usa jî mecalê dide wekî em dîsa bibine neferên malbeta Xwedê. Belê, bi saya qurbana wî, Yehowa bi qanûnî dikare meriva dîsa qebûl ke ku vegerine malbeta wî. Em çiqas dilgerm dibin çaxê difikirin, wekî wê bê wede çaxê hemû merivên amin bibine bêkêmasî! Wî çaxî îda her kes ser ezmana usa jî ser erdê, wê bi temamî bibine yek ça malbetek. Emê gişk jî bi temamî bibine zarên Xwedê (Rom. 8:21).

18. Kengê Yehowa wê bibe “her tişt” bona her kesî?

18 Şeytan, Adem û Hêwa himberî Yehowa rabûn, lê Yehowa dîsa jî meriva hiz dike. Rast e em gişk gunekar in, lê Şeytan nikare aminiya me hindava Yehowa kuta ke. Yehowa wê bi saya kirînê alî me bike, wekî em bi temamî bibine merivên rast. Bidine hesabê xwe ku jîyîn wê çiqas xweş be, çaxê her kesên ku Kur qebûl dikin û bawer dikin, wê heta-hetayê bijîn (Yûhn. 6:40). Yehowa wê ji hizkirin û bîlaniya xwe alî meriva bike, wekî ewana bibine bêkêmasî, çawa ku ewî destpêkêda qirar kiriye. Paşê, Bavê me Yehowa wê bibe “her tişt” bona her kesî (1 Korn. 15:28).

19. a) Hergê em gelek razî ne seva kirînê, emê hêlan bin ku çi bikin? (Binihêre çargoşe “ Were Berdewam kin Merivên Hêja Bigerin”.) b) Gotara dinda emê derheqa çi şêwir kin?

19 Hergê em gelek razî ne seva kirînê, emê ese merivên dinra jî gilî kin, wekî ewana jî dikarin karê bistînin ji vê pêşkêşa gelek qîmet. Meriv gerekê pêbihesin wekî bi saya kirînê, kîjan ku Yehowa ji hizkirinê da, hemû meriv dikarin jîyîna heta-hetayê bistînin. Lê kirîn ne ku tenê jîyîna heta-hetayê dide, lê hê zêde. Gotara dinda emê şêwir kin ku çawa qurbana Îsa, dide hildanê buxdanê ku Şeytan Edenêda avît.