GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 33
“Kîjanêd guhdariya te dikin”, Wê Xilaz bin
“Haş ji xwe û hînkirina xwe hebe. Her gav nava wanda bimîne, çimkî bi vî tiherî tê xwe jî xilaz kî û wan jî, kîjanêd guhdariya te dikin” (1 TÎMT. 4:16).
KILAMA 67 “Xizmet ke”
VÊ GOTARÊDA *
1. Em gişk çi bona merivên meyî nêzîk dixwazin?
XÛŞKEKE me Paûlîna, * gilî dike: “Ez çaxê rastiyê pêhesiyam, min dixwest hemû neferên min tevî min Cinetêda bin. Îlahî min dixwest mêrê min, Wêyn û kurê minî biçûk, tevî min Yehowara xizmet kin”. Dibeke merivên weye nêzîk jî hê Yehowa nas nakin û hiz nakin, û hûn jî mîna Paûlînayê dixwazin, wekî ewana Yehowa nas kin.
2. Kîjan pirsa emê vê gotarêda şêwir kin?
2 Em nikarin zorê neferên xwe bikin, ku mizgîniyê qebûl kin, lê em dikarin wana hêlan kin, wekî hiş û dilê xwe bona mizgîniya ji Kitêba Pîroz vekin (2 Tîmt. 3:14, 15). Çira lazim e em merivên xweyî nêzîkra şedetiyê bidin? Çira em gerekê hindava wanda dilşewat bin? Em ça dikarin alî wan bikin, ku Yehowa hiz bikin? Û ça vê yekêda xûşk-birên civatê dikarin alîkariyê bidine me?
ÇIRA LAZIM E EM NEFERÊN XWERA ŞEDETIYÊ BIDIN?
3. Li gora 2 Petrûs 3:9, çira em gerekê merivên xweyî nêzîkra şedetiyê bidin?
3 Zûtirekê, Yehowa wê qira vê dinyayê bîne. Û tenê ew meriv wê xilaz bin, dilê kîjana hazir e mizgîniyê qebûl kin (Kar. Şand. 13:48). Em gelek wede û qewatê xerc dikin, wekî merivên nenasra şedetiyê bidin, lê em îlahî dixwazin wekî merivên meyî nêzîk tevî me Yehowara xizmet kin. Yehowa, Bavê meyî hizkirî, “naxwaze tu kes unda be, lê dixwaze wekî hemû ji gunekirinê vegerin”. (Bixûne 2 Petrûs 3:9.)
4. Çaxê em merivên xweyî nêzîkra şedetiyê didin, çi şaşiyê dikarin berdin?
4 Em gerekê bîr nekin, wekî em dikarin mizgîniya xilazbûnê bi cûrê rast û cûrê nerast jî bela kin. Em çaxê merivên nenasra şedetiyê didin, em bi merîfetî û nerm tevî wan xeber didin, lê çaxê merivê xweyî nêzîkra şedetiyê didin, dibeke em sert giliya didine destê wan.
5. Em gerekê çi bîr nekin, gava dixwazin derheqa rastiyê tevî merivên xwe xeber din?
5 Gelek ji me dibeke poşman dibin, ku pêşiyê me merivên xweyî nêzîkra çi cûreyî şedetî dida, û difikirin ku xwazil me cûrekî mayîn bikira. Pawlosê şandî şîret da Mesîhiya: “Bira xeberdana we merîfetî û xwêkirî be û bizanibin ku çawa cayîz e caba her kesî bidin” (Kols. 4:5, 6). Evê şîretê em gerekê bîr nekin çaxê tevî merivên xwe xeber didin. Yan na, ewana wê ne ku guh bidine me, lê xwe ji me dûr bigirin û bixeydin.
ÇA EM DIKARIN ALÎ WAN BIKIN?
6-7. Meselê bînin kîjan ku dide kifşê, wekî em gerekê hindava jin yan malxê xwe dilşewat bin.
6 Dilşewat bin. Paûlîna, besa kîjanê me jorê kir, dibêje: “Pêşiyê, min dixwest tevî mêrê xwe tenê derheqa tiştên ruhanî xeber da. Me ‘pakî’ derheqa tiştên mayîn xeber nedida”. Lê Wêyn, mêrê Paûlînayê, derheqa Kitêba Pîroz kêm zanibû û fem nedikir, ku Paûlîna derheqa çi xeber dide. Bona wî usa dihate kifşê, wekî ew tenê derheqa rêlîgiya xwe xeber dide. Ew berxwe diket, çimkî ewî tirê jina wî hatiye xapandinê û ketiye sêkteke xof.
7 Paûlîna tîne ser xwe, wekî wedekê ewê êvara û şemî-leda gelek wedê xwe tevî xûşk-birên ruhanî xerc dikir, çimkî diçû ser
civatê, xizmetiyê û tevî wan wede derbaz dikir. Paûlîna dibêje: “Wêyn çaxê dihate malê, cara malda kes tune bû, û ewî xwe tenê texmîn dikir”. Femdarî ye, Wêyn bîra jina xwe û kurê xwe dikir, û dixwest ewana tevî wî bin. Ewî nizanibû ku ewana tevî kê ne, û jêra usa dihate kifşê, ku jina wîra hevalên teze hê qîmet in, ne ku ew. Wêyn ser wan tişta usa eciz bû, ku Paûlîna dida tirsandinê, wekî wê ji wê biqete. Hergê hûn dereca Paûlînayêda bûna, weyê ça hê zêde dilşewatî nîşan kira?8. Li gora 1 Petrûs 3:1, 2, çi hê zêde ser merivên meyî nêzîk hukum dike?
8 Bi rabûn-rûniştina xwe, bibine mesela baş. Gelek car kirên me hê hukum dibin ser meriva, ne ku gotina me. (Bixûne 1 Petrûs 3:1, 2.) Ev yek Paûlînayê jî texmîn kiriye. Ew dibêje: “Min zanibû, wekî Wêyn me hiz dike, û bi rastî naxwaze ji min biqete. Lê çaxê ewî minra digot, wekî wê ji min biqete, min fem kir ku ez gere usa bikim, çawa Yehowa derheqa zewacê hîn dike. Dewsa ku min gelek xeber da, lazim bû pê rabûn-rûniştina xwe bibûma mesela baş”. Paûlînayê îda zorê Wêyn nedikir, wekî derheqa Kitêba Pîroz xeber din, û ewê destpêkir derheqa tiştên herrojî tevî wî xeber de. Wêyn didît ku Paûlîna diha edil bûye, û kurê wî jî bûye yekî hê merîfet û guhdar (Metlk. 31:18, 27, 28). Çaxê Wêyn dît, ku şîretên ji Kitêba Pîroz ça ser neferên wî rind hukum dibin, ewî hiş û dilê xwe vekir bona Xebera Xwedê (1 Korn. 7:12-14, 16).
9. Çira em gerekê berdewam kin alî neferên xwe bikin?
9 Berdewam kin alî neferên xwe bikin. Vê Yêrem. 44:4). Pawlosê şandî Tîmotêyora got, wekî berdewam ke alî meriva bike. Lê çira? Çimkî wî cûreyî ewî wê xwe jî xilaz kira, û wan jî, yên ku guh didane wî (1 Tîmt. 4:16). Em merivên xweyî nêzîk hiz dikin, lema jî em dixwazin ewana rastiyên ji Xebera Xwedê bizanibin. Xeberdan û kirên Paûlînayê axiriyêda gelek baş hukum bûn ser malbeta wê. Ew niha şa ye ku tevî mêrê xwe Yehowara xizmet dike. Ewana herdu jî pêşeng in, û Wêyn hin jî rûspî ye.
yekêda Yehowa mera meseleke mezin e. Ew dîsa û dîsa mecalê dide meriva, wekî mizgîniyê qebûl kin û jîyînê bistînin (10. Çira em gerekê bi sebir bin?
10 Bi sebir bin. Çaxê me safî kir ku gura prînsîpên Xwedê bikin, me emirê xwe guhast, lê neferên mera çetin bû wan guhastina qebûl kin. Mesele, ewana divînin, wekî em îda tevî wan cejina derbaz nakin, û nakevine nava şixulên polîtîkayê. Sêrîda, hine neferên me dibeke ser me hêrs diketin (Met. 10:35, 36). Lê em gerekê nefikirin, ku ewana îda tu car nayêne guhastinê. Hergê em îda alî wan nekin, ku baweriya me fem bikin, usa dertê ku em wana sûcdar dikin, wekî ewana nehêja ne jîyîna heta-hetayê bistînin. Yehowa îzinê nade me, wekî em dîwana kesekî bikin, ewî ew şixul daye destê Îsa (Yûhn. 5:22). Hergê em bi sebir bin, axiriyêda neferên me dibeke bixwazin guh bidine mizgîniya me (Binihêre çargoşe “ Çaxê Hîn Dikin Malpera Me Bidine Xebatê”.)
11-13. Êlîs ça bû hindava dê-bavê xwe, û em ji wê çi dikarin hîn bin?
11 Wanra heyf bin, lê nehêlin ewana safîkirinên we biguhêzin (Metlk. 15:2). Dîna xwe bidine mesela Êlîsê. Ew derheqa Yehowa hingê pêhesiya, çaxê ji dê-bavê xwe dûr dijît. Ewana atêîst bûn û hin jî şixulên polîtîkîda bûn. Êlîsê fem kir, wekî ew gerekê dê-bavê xwera zû gilî ke derheqa tiştên baş, yên ku ew pêhesiyaye. Ew dibêje: “Hergê em derheqa baweriya xwe û kirên xwe merivên xwera dereng bêjin, ewana wê diha zef ecêbmayî bimînin û tevhev bin”. Êlîsê dê-bavê xwera neme dinivîsî, û dipirsî hela ewana derheqa hînkirinên Kitêba Pîroz çi difikirin, mesele derheqa hizkirinê, kîjan ku Êlîs difikirî ku wê wanra hewas be (1 Korn. 13:1-13). Ewê dê-bavê xwera digot, wekî ew ji wana gelek razî ye, ku jêra emek dane û ew mezin kirine, û hin jî ewê wanra pêşkêş şand. Çaxê ew çû teseliya wan kir, ewê hemû şixulê malda alî diya xwe dikir. Çaxê Êlîsê derheqa baweriya xweye teze dê-bavê xwera gilî kir, pêşiyê ew yek dilê wan nehat.
12 Çaxê Êlîs malda tevî dê-bavê xwe bû, ewê çawa her gav, her roj Kitêba Pîroz dixwend. Ew dibêje: “Bi saya vê yekê diya min fem kir, wekî Kitêba Pîroz bona min çiqas ferz e”. Lê Bavê Êlîsê wî wedeyî xwest derheqa Kitêba Pîroz hê zêde pêbihese, seva fem ke çira qîza wî nihêrandina xwe guhastiye. Ewî xwest Kitêba Pîrozda tiştekî usa bivîne, çi ku hev nagire. Êlîs gilî dike: “Min Kitêba Pîroz da bavê xwe, û min têda hine fikirên ku min xweş dihatin, kifş kiribû”. Axiriya vê yekê çi bû? Bavê wê dewsa ku şaşiya bivîne, çi ku ewî Xebera Xwedêda xwend gelek dilê wî girt.
13 Em gerekê nehêlin ku neferên me safîkirinên me biguhêzin, lê em gerekê wanra heyf û nerm bin, hergê jî ewana miqabilî me dertên (1 Korn. 4:12b). Mesele, diya Êlîsê miqabilî wê rabû. Ew dibêje: “Çaxê ez hatime nixumandinê, diya min minra got, ku ez qîzeke xirab im û lê hiz nakim”. Lê Êlîsê ça xwe da kifşê? Ew gilî dike: “Ez ji xeberdana derheqa baweriya xwe nereviyam. Min bi qedir şirovekir, ku min îda safî kiriye bibime Şedê Yehowa, û ku ezê nêta xwe neguhêzim. Min diya xwe da bawerkirinê, wekî ez bi rastî lê hiz dikim û em herdu jî giriyan. Min jêra xwarineke xweş çêkir. Paşî vê yekê, diya min îda fem kir, wekî bi saya Kitêba Pîroz ez dibime meriveke hê baş”.
14. Çira em gerekê nehêlin, wekî neferên me safîkirinên me biguhêzin?
14 Wede lazim e seva merivên meyî nêzîk bi temamî fem kin, wekî bona me çiqas ferz e Yehowara xizmet kin. Mesele, çaxê Êlîsê înkar kir ew xebat, kîjan ku dê-bavê wê bona wê bijartibûn, û safî kir wekî bibe pêşeng, hingê diya wê dîsa giriya. Lê Êlîsê safîkirina xwe neguhast. Ew dibêje: “Hergê em bihêlin ku neferên me tiştekîda safîkirina me biguhêzin, ewana wê careke din jî usa bikin. Lê hergê em wanra heyf bimînin û yeke safîkirina xwe neguhêzin, ewana dibeke guh bidine me”. Ew yek usa jî qewimî dereca Êlîsêda. Dê-bavê wê niha pêşeng in, û bavê wê hin jî rûspî ye.
ÇAWA XÛŞK-BIRÊN CIVATÊ DIKARIN ALÎKARIYÊ BIDIN?
15. Li gora Metta 5:14-16 û 1 Petrûs 2:12, çawa “kirinêd . . . qenc” yên xûşk-birên me, dikarin alî neferên me bikin?
15 Yehowa meriva nêzîkî xwe dike pê “kirinêd . . . qenc” yên xizmetkarên xwe. (Bixûne Metta 5:14-16; 1 Petrûs 2:12.) Hergê hevalzewacê we Şedê Yehowa nîne, bifikirin hela ew ji civata we kesekî nas dike? Paûlînayê, besa kîjanê me jorê kir, xûşk-bira teglîfî mala xwe kir, seva mêrê wê Wêyn hê rind wana nas ke. Wêyn tîne bîra xwe, ku çawa birakî alî wî kir, wekî fem ke ku Şedên Yehowa bi rastî merivne çi cûreyî ne. Ew dibêje: “Ewî ji xebatê rojeke hêsabûnê hilda, û hate mala me, seva em tevayî pê têlêvîzorê sportê binihêrin. Û ez xwera fikirîm, wekî ‘Ew fanatîk nîne!’”.
16. Çira lazim e em merivên xwe teglîfî civatê kin?
16 Usa jî wê alîkarîke mezin be, hergê em neferên xwe teglîf kin, ku tevî me bêne civatê (1 Korn. 14:24, 25). Wêyn cara pêşin hate ser Êvara Bîranînê, çimkî Bîranîn paşî xebata wî bû, û bername jî kin bû. Ew dibêje: “Min vê rojê bi temamî fem nekir ku gotar derheqa çi bû, lê merivên wêderê gelek ser min hukum bûn. Ewana nêzîkî min dibûn, silav didane min û bi dil destê xwe dikirine destê min. Min texmîn kir ku ewana gişk jî dilsax in”. Civatêda usa jî jin-mêrek Paûlînayêra gelek heyf bûn, wana alî wê dikirin, wekî bikaribe tevî kurê xwe bê ser civatê û xizmetiyê. Lema çaxê Wêyn axiriyêda safî kir, ku ew gerekê hê zêde pêbihese derheqa baweriya Paûlînayê, ewî wî birayîra got, wekî dixwaze ew hînbûna Kitêba Pîroz tevî wî derbaz ke.
17. Bona çi em gerekê xwe sûcdar nekin, lê çira em gerekê berdewam kin alî neferên xwe bikin?
17 Em dixwazin wekî hemû nefer û merivên meyî nêzîk tevî me bibine yek ku Yehowara xizmet kin. Rast e em hemû tiştî dikin, seva ewana bibine xizmetkarên Xwedê, lê dibeke yeke ewana rastiyê qebûl nekin. Hergê usa be, em gerekê xwe sûcdar nekin bona safîkirina wan, çimkî em nikarin zorê kesekî bikin ku baweriya me qebûl kin. Hergê hûn bextewar in, ku Yehowara xizmet dikin û şabûna we heye, ewana wê evê yekê bivînin, û diqewime ew yek wê ser wana hukum be. Bona wana dua bikin, bi nermî û merîfetî tevî wan xeber din. Berdewam kin alî wan bikin, ku mizgîniyê qebûl kin (Kar. Şand. 20:20). Dudilî nebin, wekî Yehowa wê cefê we kerem ke. Û hergê neferên we guh bidine we, ewana wê xilaz bin!
KILAMA 57 Mizgîniyê Bidine Her Cûre Meriya
^ abz. 5 Em dixwazin, wekî merivên meyî nêzîk bêne bal Yehowa û wî nas kin, lê ewana gerekê xwexa safî kin, ku jêra xizmet kin yan na. Vê gotarêda emê şêwir kin, ku çawa alî wan bikin, wekî ewana guh bidine me.
^ abz. 1 Hine nav hatine guhastinê. Vê gotarêda, “merivên nêzîk” têne hesabê neferên malê, yên ku hê Yehowara xizmet nakin.
^ abz. 53 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Birakî cahil tevî bavê xweyî nebawer avta wî çêdike. Wedê layîqda ew jêra ji jw.org® vîdêo nîşan dike.
^ abz. 55 ŞIROVEKIRINA ŞIKLA: Xûşkek guh dide mêrê xweyî nebawer, yê ku gilî dike wekî roja wî ça derbaz bû. Paşê ew tevî neferên xwe hêsa dibe û wede derbaz dike.
^ abz. 57 ŞIROVEKIRINA ŞIKLA: Ew xûşk, xûşk-birên civatê teglîfî mala xwe dike. Ewana tevî mêrê wê dibine nas û xeber didin. Paşê mêrê wê tevî jina xwe tê ser Êvara Bîranînê.