Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 29

Pêşdaçûyîna Xwera Şa be!

Pêşdaçûyîna Xwera Şa be!

“Bira her kes . . . ji xwe razî be, ne ku xwe himberî hevalê xwe ke” (GALATÎ 6:4).

KILAMA 34 Bêqisûrtiya Xweda Here

VÊ GOTARÊDA *

1. Yehowa çima me beramberî tu kesî nake?

TEBIYET reng-rengî û cûre-cûre ye û meriv jî usa nin. Her kes ji me ji hev cuda dibe. Lema jî Yehowa me tu cara beramberî tu kesî nake. Ew ne ku reng-rûyê me, lê dilê me dinihêre (1 Samûyêl 16:7). Gava ew tiştekî ji me dewa dike, ew aliyên meye sist û qewî, û usa jî esil û kûltûra me hildide hesab. Gerekê em çev bidine Yehowa û bi nihêrandina wî ser xwe binihêrin. Usa emê rast derheqa xwe bifikirin, û emê ne bilind ne jî nimiz xwe hesab kin (Romayî 12:3).

2. Çima gerekê em xwe beramberî tu kesî nekin?

2 Wê baş be, wekî em xûşk-birên amin, yên ku xizmetêda pêşdaçûyî ne, xwera bikine mesele (Îbranî 13:7). Bi wê yekê, emê hîn bin ku çawa xizmetêda diha xîret û pêşdaçûyî bin (Fîlîpî 3:17). Lê ev yek ku em çev didine kesekî nayê hesabê, wekî em gerekê xwe beramberî wî kesî bikin. Çimkî ji bo wê yekê çevnebarî dikare bikeve dilê me, û em dikarin xîreta xwe unda kin û xwe bêqîmet hesab kin. Çawa me gotara pêşiya vêda dît, hevrikî orta xûşk-bira dikare zirarê bide dostiya me tevî Yehowa. Lema jî Yehowa bi hizkirinê temîke usa dide me: “Bira her kes kirinên xwe bide ser mêzînê û paşî hingê ji xwe razî be, ne ku xwe himberî hevalê xwe ke” (Galatî 6:4).

3. Kîjan pêşdaçûyînên me dilê me şa dikin?

3 Yehowa dixwaze wekî tu pêşdaçûyîna xwera şa bî. Mesele, heger tu îda hatî nixumandinê, gerekê tu şa bî wekî tu gihîştî vê nêtê! Te xwexa safî kir, wekî vê gavê bavêjî. Tu Xwedê hiz dikî, lema jî te ev gav avît. Hela bîne bîra xwe, wekî hingêva tu çiqas pêşda çûyî. Dibeke tu niha xwendin û lêkolîna Kitêba Pîroz hê zêde hiz dikî û duayên te hê zêde ji dil tên (Zebûr 141:2). Dibeke tera îda diha hêsa ye xizmetêda xeberdanê destpêkî û hacetên bona hînkirinê bidî xebatê. Usa jî, heger malbeta te heye, dibeke Yehowa alî te kiriye wekî tu cabdariya xwe çawa jin, mêr yan dê û bav diha baş bînî sêrî. Belê, tu dikarî şa bî wekî tu van aliyava pêşda çûyî.

4. Vê gotarêda, emê çi şêwir kin?

4 Em dikarin alî kesên din bikin, wekî ewana ji pêşdaçûyîna xweye ruhanî şabûnê bistînin. Usa jî, em dikarin alî wan bikin, wekî ewana xwe beramberî kesên din nekin. Vê gotarêda, emê bivînin ku dê-bav çawa dikarin alî zarên xwe bikin, jin-mêr çawa dikarin alî hev bikin, û usa jî rûspî û kesên din çawa dikarin alî xûşk-bira bikin. Xilaziyêda, emê dîna xwe bidin hine prînsîpên Kitêba Pîroz, yên ku dikarin alî me bikin, wekî em li gora hunur û feresetên xwe nêtên rêalî daynin pêşiya xwe.

DÊ-BAV Û JIN-MÊR DIKARIN ÇI BIKIN?

Dê-bavno, xîreta zarên xwe qîmet bikin (Abzasa 5 û 6 binihêre) *

5. Li gora Efesî 6:4, gerekê dê-bav çi nekin?

5 Dê-bav gerekê zarên xwe beramberî hev nekin û ji wan dewa nekin vê yekê, çi ku ji qewata wan der e (Efesî 6:4 bixûne). Xûşkeke bi navê Saçîko * usa dibêje: “Dersdarên min timê dixwestin, wekî ez ji hevaldersên xwe çêtir bim. Diya min jî dixwest ku ez mektebêda rind hîn bim, wekî dersdar û bavê minî nebawermend, derheqa Şedên Yehowa baş bifikirin. Diya min dixwest, wekî ez her tim nîşanên herî bilind bistînim, lê qewata min nedigihîşte vê yekê. Rast e îda gelek sal derbaz bûye, lê ev yek usa ser min hukum kir, ku heta roja îro jî ez carna difikirim gelo Yehowa ji min razî ye gava ez çi destê min tê dikim”.

6. Dê-bav dikarin ji Zebûr 131:1, 2 çi ders hîn bin?

6 Bona dê-bava derseke ferz heye Zebûr 131:1, 2-da (bixûne). Dawid Padşa nediket pey tiştên mezin, dêmek pey tiştên ku ji qewata wî der bûn. Milûktî alî wî dikir, wekî razî be bona wan tiştên ku cem wî hebûn. Gelo dê-bav dikarin ji gotinên Dawid çi hîn bin? Dê-bav gerekê milûk bin û sînorên zarên xwe jî bizanibin. Ewana gerekê sistbûn û qewata zarên xwe têderxin, wekî bikaribin nêtên qasî qewata wan daynin pêşiya wan. Xûşkeke bi navê Marîna usa dibêje: “Diya min ez tu car beramberî birên min û zarên din nedikirim. Diya min ez hîn dikirim, wekî feresetên her kesî ji hev cuda ne, û Yehowa her kesî ji me qîmet dike. Bi alîkariya wê, ez xwe beramberî kesên din nakim”.

7-8. Mêr çawa dikare bide kifşê ku jina xwe qîmet dike?

7 Mêr gerekê qedrê jina xwe bigire û wê qîmet bike (1 Petrûs 3:7). Ew ça dikare vê yekê bide kifşê? Mêr gerekê payê jina xwe bide û ji qewata wê zêdetir tişta ji wê dewa neke. Usa jî, gerekê ew wê beramberî jinên din neke. Gelo çira? Mêrê xûşkeke me bi navê Roza, yê ku Şedê Yehowa nîne, gelek car lê beramberî jinên din dike. Seva gotinên wîye sert, Roza xwe bêqîmet hesab dike. Roza usa dibêje: “Ez timê hewcê vê yekê me, ku kesek minra bêje, wekî Yehowa min qîmet dike”. Mêrê ku prînsîpên Kitêba Pîroz tîne sêrî, payê jina xwe dide, çimkî ew zane ku ev yek wê him ser zewaca wî him jî ser dostiya wî tevî Yehowa baş hukum ke. *

8 Mêrê ku jina xwe qîmet dike, payê wê dide û timê jêra dibêje, wekî ew lê hiz dike (Metelok 31:28). Mêrê Katêrînayê, ya ku me gotara pêşiya vêda besa wî kiribû, alî wê kir, wekî ew ji hestên bêqîmetbûnê aza be. Gava Katêrîna zar bû, diya wê lê nimiz dikir û beramberî keçikên din dikir. Lema çaxê Katêrîna bû Şeda Yehowa, hingê jî ewê xwe beramberî kesên din dikir. Lê mêrê wê alî wê kir wekî ew ji vê fikrê aza be û qedir-qîmeta xwe bizanibe. Katêrîna dibêje: “Ew min hiz dike, bona tiştên baş ku ez dikim payê min dide û bona min dua dike. Usa jî, ew hunurên Yehowa tîne bîra min û alî min dike ku ez fikrên xweye nerast rast bikim”.

RÛSPIYÊN DILGERM Û KESÊN DIN DIKARIN ÇI BIKIN

9-10. Rûspiya çawa alî xûşkekê kirin, wekî ew xwe beramberî kesên din neke?

9 Gelo rûspî çawa dikarin alî xûşk û bira bikin, yên ku xwe her tim beramberî kesên din dikin? Dîna xwe bide serhatiya xûşkeke bi navê Hanûnî. Gava ew zar bû, dê û bavê wê hindik payê wê didan. Ew tîne bîra xwe: “Ez yeke şermoke bûm, û ez difikirîm ku zarên din ji min baştir in. Min xwe her tim beramberî kesên din dikir”. Paşî ku Hanûnî bû Şeda Yehowa jî, ewê xwe beramberî kesên din dikir. Lema jî ewê xwe civatêda bêqîmet hesab dikir. Lê niha, ew îda pêşengeke bextewar e. Gelo çi alî wê kir ku nihêrandina xwe biguhêze?

10 Hanûnî dibêje ku rûspiya gelek alî wê kirin. Wana baweriya xwe wê dianîn û seva aminiya wê payê wê didan. Hanûnî usa dibêje: “Rûspiya çend cara gotine min, wekî ez dil bidim hine xûşka, yên ku hewcê alîkariyê bûn. Şixulên usa minra nîşan dikirin, wekî ez bêkêr nînim. Tê bîra min ça hine rûspiya gotine min, wekî ewana gelek razî ne ku min dil dabû hine xûşkên cahil. Paşê wana 1 Têsalonîkî 1:2, 3 minra xwend. Vê yekê gelek dilê min girt! Bi saya van şivanên baş, ez niha fem dikim ku teşkîleta Yehowada ciyê min heye”.

11. Gelo em çawa dikarin alî “dilşkestîya” bikin?

11 Zebûr 34:18 bixûne. Yehowa “nêzîkî dilşkestîya ye”. Wê baş be ku ne tenê rûspî, lê em gişk dil bidin van xûşk û birên hêja. Mesele, gava em ji dil bona wana xem dikin, ev yek wana geş û qewî dike. Yehowa dixwaze ku em nîşanî wan bikin, wekî ew pezên xwe çiqas hiz dike (Metelok 19:17). Usa jî, milûktiya me dikare alî xûşk-bira bike. Em naxwazin bibin sebeb ku ew çevnebariyê me bikin, lê em dixwazin bi saya hunur û zanebûna xwe dil bidin hevdu (1 Petrûs 4:10, 11).

Şagirtên Îsa Mesîh li cem wî xwe rihet texmîn dikin, çimkî ew merivekî milûk bû. Îsa ji hevaltiya tevî wan şabûnê distand (Abzasa 12 binihêre)

12. Meriv çira Îsa hiz dikirin? (Binihêre şiklê rûyê jûrnalê.)

12 Em dikarin gelek tişt hîn bin ji vê yekê ku Îsa hindava şagirtên xweda ça bû. Dinyayêda kes mîna wî tune bû. Dîsa jî, Îsa “şkestî” û “dilmilahîm” bû (Metta 11:28-30). Ewî tu cara seva bîlanî û zanebûna xwe payê xwe nedida. Xeberdana wî dilê meriva digirt, çimkî ewî bi zimanekî hêsa û bi mesela xeber dida (Lûqa 10:21). Serwêrên rêlîgî yên qure, merivara digotin ku Xwedê wana qîmet nake, lê Îsa tu cara usa nedigot (Yûhenna 6:37). Îsa her tim qedrê meriva digirt û nîşan dikir ku Xwedê wana qîmet dike. Wê baş be ku em jî çev bidine wî.

13. Îsa çawa qencî û hizkirina xwe şagirtên xwera nîşan kir?

13 Qencî û hizkirina Îsa dihate kifşê ji heleqetiya wî tevî şagirtên wî. Ewî zanibû ku fereset û derecên wan ji hev cuda ne. Lema jî, cabdariyên wan ji hev cude dibûn û ewana nikaribûn xizmetêda mîna hev pêşdaçûyî bûna. Dîsa jî, Îsa xîreta her yekî ji wan qîmet dikir. Nihêrandina Îsa ji mesela telanta eşkere ye. Vê meselêda, axa her xulamên xwera “weke qewata” wan şixul da wan. Yek ji van xulama ji yê din zêdetir telant qazanc kir. Lê axa payê herduya mîna hev da: “Eferim, xulamê qenc û amin!” (Metta 25:14-23).

14. Gelo em çawa dikarin çev bidine Îsa?

14 Îsa hindava meda jî qencî û hizkirin nîşan dike. Ew zane ku fereset û derecên me ji hev cuda ne, û gava çi ji destê me tê em bi dil û can dikin, ew şa dibe. Gerekê em mîna Îsa qedrê kesên din bigirin. Em naxwazin ku xûşk yan birak şerm bike yan xwe bêkêr hesab ke, çimkî ew nikare mîna kesên din şixul bike. Were em mecala bigerin ku payê xûşk-bira bidin, çimkî çi ji destê wan tê ewana dikin wekî Yehowara xizmet bikin.

XWERA NÊTA DAYNE

Xwera nêtên rêalî dayne û bigihîje wan. Ev yek wê dilê te şa bike (Abzasa 15 û 16 binihêre) *

15-16. Xûşkeke ku hine nêtên ruhanî danî pêşiya xwe, çi kar dît?

15 Gava em nêtên ruhanî datînin pêşiya xwe, em bextewar dibin. Lê gerekê em ne li gora qewata û derecên kesên din, lê qasî qewat û derecên xwe xwera nêta daynin. Ev yek ferz e seva ku em dilteng nebin û şabûna xwe unda nekin (Lûqa 14:28). Dîna xwe bidine serhatiya pêşengeke bi navê Mîdorî.

16 Gava Mîdorî zar bû, bavê wê, yê ku Şedê Yehowa nîne, ew beramberî xûşk û birê wê û hevaldersên wê dikir û lê nimiz dikir. Lema jî Mîdorî xwe bêkêr hesab dikir. Lê gava Mîdorî mezin bû, xwebaweriya wê zêde bû. Ew dibêje: “Min Kitêba Pîroz her roj dixwend, seva ku edilayî bikeve dilê min û ez hizkirina Yehowa bivînim”. Xêncî vê yekê, ewê nêtên rêalî danî pêşiya xwe, û dua kir ku Yehowa alî wê bike wekî bigihîje van nêta. Axiriyêda, Mîdorî ruhanîda pêşda çû, û pêşdaçûyîna xwera şa dibû.

ÇI JI DESTÊ TE TÊ BONA YEHOWA BIKE

17. Em çawa dikarin “bi ruh û fikirên xweda nûyejiyîn bin”, û kara wê yekê çi ye?

17 Fikir û hestên meye nêgatîv nikarin rojekêda unda bin. Lema jî Yehowa mera usa dibêje: “Bi ruh û fikirên xweda nûyejiyîn bin” (Efesî 4:23, 24). Bona vê yekê, gerekê em dua bikin, Kitêba Pîroz lêkolîn bikin û kûr ser bifikirin. Her gav van tişta bike û ji Yehowa qewatê bixwaze. Yehowa wê bi saya ruhê pîroz alî te bike, wekî tu xwe beramberî kesên din nekî. Heger dilê teda quretî yan çevnebarî koka xwe bide, Yehowa wê alî te bike ku tu van hunurên xirab bivînî û ji dilê xwe derxî.

18. Em çawa dikarin ji gotinên 2 Dîrok 6:29, 30 dilbîniyê bistînin?

18 2 Dîrok 6:29, 30 bixûne. Yehowa dilê me divîne. Ew zane ku em him miqabilî ruhê vê dinyayê him jî miqabilî kêmasiyên xwe şer dikin. Gava ew divîne ku em çiqas ser xwe dixebitin, wekî ji van hunurên nebaş aza bin, ew me diha zêde hiz dike.

19. Meselê bînin ku nîşan dike wekî Yehowa çiqas me hiz dike.

19 Çawa ku dayikek zara xwe hiz dike, Yehowa jî usa me hiz dike (Îşaya 49:15). Serhatiya dayikeke bi navê Rêyçêl vê hizkirinê nîşan dike. Ew usa dibêje: “Qîza min pêşiya wexta xwe hate bûyînê. Gava min ew cara pêşin dît, ew gelek biçûk û sist bû. Lê meha pêşin, gava qîza min nexweşxanêda bû, hekîm ew her roj dida destê min. Bi vê yekê, em gelek nêzîkî hev bûn. Qîza min niha şeş salî ye, û bejna wê ji bejna hevalên qasî wê, kintir e. Dîsa jî, ez wê gelek hiz dikim, çimkî ewê gelek cefa kişand ku sax bimîne, û ewê dilê min gelek şa kiriye!” Gava Yehowa divîne ku em çiqas ser xwe dixebitin û cefa dikişînin wekî bi dil û can wîra xizmet kin, ew me diha qayîm hiz dike!

20. Tu ça xizmetkarê Yehowa, bona kîjan pêşdaçûyînên xwe şa dibî?

20 Tu xizmetkarekî Yehowa yî, lema tu malbeta wîda endemekî hêja yî. Yehowa tu kişandiye bal xwe, ne ji bo vê yekê ku tu ji merivên din çêtir î, lê çimkî ewî dilê te nihêrî, dît ku tu yekî milûk î, hazir î ji wî hîn bî û bêyî guhastinê (Zebûr 25:9). Bawer be ku gava tu çi ji destê te tê dikî wekî wîra xizmet bikî, ew vê yekê gelek qîmet dike. Aminiya te nîşan dike wekî dilê te “sax û qenc” e (Lûqa 8:15). Lema, berdewam ke çiqas ji destê te tê bi dil û can Yehowara xizmet ke. Heger tu usa bikî, tuyê bikaribî kirên xwera û pêşdaçûyîna xwera şa bî!

KILAMA 38 Ew wê Te Qewî ke

^ abz. 5 Yehowa me beramberî tu kesî nake. Lê dibeke carna em vê yekê dikin û difikirin ku em haqas baş nînin ça kesên din. Vê gotarêda, emê bivînin ku çira em gerekê xwe beramberî tu kesî nekin. Usa jî, emê hîn bin ku em çawa dikarin alî neferên xwe û xûşk-bira bikin, wekî ewana pê çevê Yehowa ser xwe binihêrin.

^ abz. 5 Hine navên vê gotarêda hatine guhastinê.

^ abz. 7 Prînsîpên ji vê gotarê ne tenê bona mêra, lê usa jî bona jina ferz in.

^ abz. 58 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Wedê qulixkirina tevî malbetê, zar gemiya Nuh çêdikin, û dê-bav payê her yekî ji wan didin.

^ abz. 62 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Dayikeke ku zara xwe tenê mezin dike, grafîk çêdike wekî ça pêşenga wedelû xizmet bike, û ew şa dibe ku ew gihîştiye vê nêta xwe.