Xwedê Çi Bona Me Kiriye?
Hergê tu dixwazî hê rind kesekî nas kî, wê baş be pêbihesî ku ewî bendeyî jîyîna xweda çi kiriye. Anegorî wê yekê, hergê tu dixwazî rind Xwedê nas kî tu gerekê pêbihesî hela ewî çi kiriye. Bi rastî Xwedê îda niha alî me dike û axiriya baş bona me hazir dike.
XWEDÊ HEMÛ TIŞT BONA KARA ME EFIRANDIYE
Yehowa Xwedê Efirandarê Himzor e û “hunurêd wiye nexuya, awa gotî qudreta wiye heta-hetayê û Xwedêtiya wî bi efirîna xuya dibin, zelal têne dîtinê” (Romayî 1:20). “Erdê bi hêza [qewata] xweva efirand, dinê bi zaniyariya xwe zeximand û ezmana bi femkariya xweva raxist” (Yêremya 10:12). Belê, efrîn eşkere didine kifşê ku Xwedê çiqas bona halxweşiya me xem dike.
Ka em şêwir kin ku jîyîna me çiqas hewas e, ku Xwedê meriv “dilqê” xweda efirandiye (Destpêbûn 1:27). Ev tê hesabê, wekî Xwedê mecal daye me wekî xeyset-hunurên wî tiştên biçûkda jî bivînin. Ewî em usa efirandine, ku em bikaribin nihêrandina wî fem bikin, usa jî bizanibin çi wî xweş tê û çi na. Bi saya wê yekê em gelek bextewar dibin û nêta jîyînê qazanç dikin. Lê hê ferz ew e, wekî Xwedê mecal daye me, ku heleqetiya xwe tevî wî çêkin.
Bi rastî jî hemû tiştên ku Xwedê efiradiye, eyan dike ku ew çiqas zef me hiz dike. Pawlosê şandî derheqa Xwedê usa dibêje: “Xwe bê şedetî nehişt, qencî wera kir, ji ezmên baran barand, rez jî demsalada dane we, bi xurekva hûn têr kirin û şabûn jî kire dilê we” (Karên Şandiya 14:17). Xwedê ji wan tişta hê zêdetir jî kiriye. Ewî cûre-cûre tişt bi zêdeyî efirandiye, ku em ji jîyînê lezetê bivînin. Ew hemû tişt şewqa wê yekê ne, ku Xwedê bona me çi qirar kiriye.
Zebûr 115:16; Îşaya 45:18). Lê gelo kî wê erdê war be û ser çiqas wext? “Rastê li erdê war bin û her-heyê wê ser bijîn” (Zebûr 37:29).
Yehowa erd efirandiye, ku meriv heta-hetayê li ser bijîn. Nivîsarên Pîroz dibêjin, ku Xwedê erd badîheva neefirandiye, lê wekî meriv erdê war bin (Yehowa Xwedê merivên pêşin Adem û Hêwa efirandin û cinetêda cîwar kirin, ku erdê bêcer kin xweyîtîyê lê bikin (Destpêbûn 2:8, 15). Xwedê temî dabû wan: “Şîn bin û li hev zêde bin, erdê tijî kin û xweyîtîyê lê bikin” (Destpêbûn 1:28). Usa mecal Adem û Hêwayêra hate dayînê, ku lezetê bivînin ji jîyîna heta-hetayê ser erdê. Lê yazix ewana gura Xwedê nekirin, lema jî unda kirin ev mecala baş ku biketana nava rêza merivên rast, yên ku gerekê erdê warbûna. Lê çi jî hebû ev kirên wan Xwedê neda sekinandinê, wekî qirara xweye bona însanetê û erdê pêk bîne. Werên em pêşiyê şêwir kin hela Xwedê çi dîsa tişteke qîmet bona me kiriye.
XWEDÊ XEBERA XWE DA NIVÎSARÊ
Kitêba Pîroz usa jî eyan e ça Xebera Xwedê. Gelo çima Xwedê Kitêba Pîroz bona me da nivîsarê? Berî pêşin seva ku derheqa wî pêbihesin (Metelok 2:1-5). Hemikî ev kitêb caba her pirseke me derheqa Xwedê nade, û ne jî tu kitêbên din (Waîz 3:11). Hemû tiştên ku Xebera Xwedêda nivîsarin, alî me dikin Xwedê nas kin. Ev yek ku Xwedê çi cûreyî hindava meriva xwe kifş dike, nîşan dike wekî ew yekî çawa ne. Em pêdihesin, ku kîjan meriv wî xweş tên û kîjan na (Zebûr 15:1-5). Em divînin nihêrandina wî ser hebandinê, nav-namûsiyê, tiştên matêrîalî. Kitêba Pîroz bi saya xeber û kirên Îsa Mesîh, rind mera eyan dike, wekî Yehowa yekî çawa ne (Yûhenna 14:9).
Meniya din ku çima Yehowa xebera xwe dêmek Kitêba Pîroz daye me ew e, ku bizanbin çawa bi jîyîneke bextewar bijîn û nêta jîyînê jî qazanç kin. Bi vê kitêbê Yehowa usa jî dibêje me, ku çawa bibine xweyê malbeta bextewar, çawa razî bin bi tiştên ku cem me hene û ça çetinaya teyax kin. Çawa di vê jûrnalêda hatibû gotinê, ev kitêb caba me dide ser pirsên usa ferz; mesele “Çima haqas kul-derd hene? Li axiriyê çi hîvîya meye?” Ew usa jî şirovedike wekî Xwedê îda çi kiriye, seva mera îzbat ke, wekî ewê qirara xwe bîne sêrî.
Kitêba Pîroz bi rastî jî kitêbeke muhîm e. Rast e ev kitêb weke 40 meriva nava 1 600 sala zêdetir nivîsîne, lê vê kitêbêda têmeke sereke tê gotinê, çimkî ev kitêb ji bîna ber Xwedê ye (2 Tîmotêyo 3:16). Ew ne mîna kitêbên din e, çimkî ew nava gelek sala pir cara ser manûskrîpta hatiye nivîsarê, lê yeke hatiye xweykirinê. Rast e meriva hemû tişt dikirin ku welgerandin, belakirin û xwendina Kitêba Pîroz bidine sekinandinê, lê ev kitêb dîsa jî unda nebû. Heta niha ew kitêbeke zef belabûyî ye, ya ku pir tê welgerandinê. Ew ku Kitêba Pîroz heta niha hatiye xweykirinê, îzbat dike wekî “gotina Xwedayê me abadîn dimîne” (Îşaya 40:8).
XWEDÊ QIRARA XWE ÎZBAT DIKE
Xwedê dîsa tiştek daye me, seva mera îzbat ke, ku wê qirara xwe bîne sêrî. Çawa ku jorê hatibû gotinê, Xwedê qirar kiribû wekî meriv heta-hetayê ser erdê bijîn. Gava Adem gura Xwedê nekir û gune kir, ewî unda kir mecala ku heta-hetayê bijîn, ne tenê seva xwe, lê usa jî bona zuretên xwe. “Awa çawa bi merivekî gune kete dinê û ji gune jî mirin hat, usa jî mirin ser hemû meriva bela bû, çimkî hemûya jî gune kir” (Romayî 5:12). Bi vî kirê Adem usa hate kifşê, ku tê bêjî qirara Xwedê wê îda neyê sêrî. Lê gelo Yehowa çi kir?
Yehowa li gora xeyset-hunurên xwe destpêkir kar bike. Ewî bi heqiyê usa kir, ku Adem û Hêwayê çi ku çandin ev jî çinîn. Lê hemikî Yehowa bi hizkirin bona halxweşiya zuretên xwe tiştek pêşkêş kir. Yehowa li gora bîlaniya xwe safî kir ça evê derêcê rast ke û derbêra bona vê çarê elam kir (Destpêbûn 3:15). Jîyîna bê gune û bê mirin wê dîsa bihata standin bi saya Kurê Xwedê, Îsa Mesîh. Gelo ew çi dihate hesabê?
a (Metta 20:28; Yûhenna 14:6). Îsa karibû jîyîna xwe bida, çimkî ew wek Adem kamil bû. Lê Adem ne mîna Îsa bû, çimkî îsa karibû heta mirinê jî gura Xwedêda bimîne. Îsa hêjayî mirinê nîbû, lema jî Yehowa ew bona jîyîna ezmanî paşda wegerande jîyînê. Dêmek Îsa karibû vê yekê bike, çi ku Adem nikaribû bikira. Îsa karibû mecala jîyîna herheyî bide merivên guhdar. “Çawa bi neguhdariya yekî gelek bûne gunekar, usa jî bi guhdariya yekî gelek wê rast bêne hesabê” (Romayî 5:19). Bi alîkariya qurbanbûna Îsa, Xwedê wê sozê xwe bîne sêrî, wekî meriv herheyî ser erdê bijîn.
Yehowa qirar kir însanetê ji gunê Adem aza ke, lema ewî Îsa şande ser erdê wekî meriya hîn ke û “emirê xwe bide, ku geleka bikire”Ji vê derecê ku çawa Yehowa hindava Ademê neguhdar xwe kifş kiribû, em gelek tişt derheqa wî pêdihesin. Em divînin ku tu tişt nikare rê Yehowa bigire, wekî ew qirara xwe neyîne sêrî; belê tiştên ku Xwedê soz daye, wê eseyî bîne sêrî (Îşaya 55:11). Em usa jî pêhesiyan, wekî Yehowa çiqas me hiz dike. “Bi vê yekê hizkirina Xwedê hindava meda xuya bû, gava ku ewî Kurê xweyî Tayê Tenê şande dinyayê, wekî em bi wî bijîn. Hizkirin ev e, ne ku me Xwedê hiz kir, lê ewî em hiz kirin û Kurê xwe şand çawa mecala baxşandina gunêd me” (1 Yûhenna 4:9, 10).
Xwedê heyfa xwe Kurê xwe neanî û bona me hemûya kire qurban, lema jî em bawer in, ku ewê hemû tiştên din jî çi ku soz daye, pêşkêşî me bike (Romayî 8:32). Ji gotara din hûn dikarin pêbihesin, ku Xwedê çi soz dide me?
XWEDÊ ÇI BONA ME KIRIYE? Yehowa bende çêkir, ku ewana her-heyî li ser erdê bijîn. Ewî Kitêba Pîroz daye me, wekî em derheqa wî pêbihesin. Bi saya Îsa Mesîh, Yehowa kirîn pêşkêşî me kiriye, çi ku îzbat dike, wekî qirara wî wê bê sêrî
a Seva ku hê zêde înformasiya derheqa kirînê bivînin, binihêrin dersa 27 ji kitêba Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê! kîjan ku Şedên Yehowa neşir kirine û usa jî bi onlaynê heye ser www.dan124.com.