Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Îsa çû cem xasiya Petrûs û ew qenc kir (Metta 8:14, 15; Marqos 1:29-31).

Gelo, Sêlîbatî ji Mesîhiya tê Dewakirinê?

Gelo, Sêlîbatî ji Mesîhiya tê Dewakirinê?

RÊLÎGIYÊN temamiya dinyayê, mesele Dêra Katolîkî ya Romayî, cûre-cûre dêrên Ortodoksê, dînê Bûdîzm û yên din, dewa dikin wekî serwêrên rêlîgiya wan, sozê sêlîbatî xwey kin. Ev tê hesabê wekî ewana gerekê nekevne zewacê. Gelek meriv difikirin wekî ev dewakirin lema pêşda hat, çimkî ji bo pirsa heleqetiya sêksûalî şer-dew dikete nava serwêrên rêlîgiya.

Lê pirs pêşda tê: “Gelo dewakirina sêlîbatî li gora Nivîsarên Pîroz e?” Seva ku caba vê pirsê bidin, werên em pêşiyê şêwir kin ku dewakirina sêlîbatî çawa pêşda hatibû û çawa Xwedê li ser vê yekê dinihêre.

SÊLÎBATÎ LI TERÎXIYA RÊLÎGIYADA

Di ferhenga Brîtanîda “Encyclopædia Britannica” derheqa sêlîbatî usa şirowedike: “Dewakirina ku azep bimînin û aliyê sêksûalîda xwegirtî bin, bi rastî li gora nihêrandina serwêrên rêlîgiya hatiye kifşkirinê”. Di sala 2006-da Papa Benedîkt XVI gotibû Kûriya Romayîra wekî dewakirina xweykirina sêlîbatî “qeydeva girêdayî ye, û ku ew dewakirin hê zemanên berêda nava Şandiyada jî bela dibû”.

Bi rastî xweykirina sêlîbatî ne li gora qeydê dînên berê bû, û Mesîhiyên qirna yekê jî ev dewakirin xwey nedikirin. Pawlosê şandî yê ku qirna yekêda dijît bawermend şîret dikirin ku fesal bin, çimkî hinek wê bi cûrê xwe şirowekin giliyên nivîsarên pîroz û geleka bixalifînin ku hela hê “hal-zewacê” jî bidine hildanê (1 Tîmotêyo 4:1-3).

Qirna dudada hineka destpêkirin xwe li dewakirina sêlîbatî bigirin û ew hela hê jî li aliyê Roavayê ser dêrên “Mesîhtiya” bela bû. Di kitêbekêda bi navê “Celibacy and Religious Traditions” (Sêlîbatî û Qeydên Rêligiyayê), hatibû gotinê wekî pirsa sêlîbatiyê “pêşda hat li gora pirsa ku di Împeriya Romayîda pêşda hat, dêmek pirsa derheqa xwegirtinê li aliyê sêksûalîda”.

Qirnên dinda şîretkarên dêrê awa gotî Bavên Dêrê safî kirin, ku serwêrên rêlîgiya gerekê xwe li dewakirina sêlîbatî bigirin. Wana tirê ku heleqetiya sêksûal ev tişteke heram e û nedikete cabdariya serwêrên rêlîgiya. Xêncî wê yekê di ferhenga “Encyclopædia Britannica” tê gotinê ku “destpêka qirna 10-da, jinên gelek keşîş û piskoposa hebûn”.

Sêlîbatiya serwêrên rêlîgiya hatibû kifşkirinê qanûnên 1123 û 1139-da, ya Sobora Latîranîda, kîjan ku di Romêda bû. Û heta roja îroyîn ev kifşkirin di Dêra Katolîkaya Romayîda fermî dimîne. Bi vê dewakirinê, hebûk û hukumdarî îda nedigihîşte zarên keşîşa, lê dêrêra dima.

NIHÊRANDINA XWEDÊ LI SER SÊLÎBATIYÊ

Nihêrandina Xwedê li ser sêlîbatiyê rind tê kifşê ji Xebera wî dêmek Kitêba Pîroz. Li wir em dixûnin giliyê Îsa derheqa wan yên ku mîna wî “bona Padşatiya Ezmana” azep mane (Metta 19:12). Pawlosê şandî jî xeber dida derheqa wan Mesîhiya, yên ku safî kirin mîna wî “ji bo Mizgîniyê” azep bimînin (1 Korintî 7:37, 38; 9:23).

Dêmek ne Îsa û ne jî Pawlos temî nedidan ku bawermend sêlîbatiyê xwey kin. Îsa gotibû ku azepbûn pêşkêş e kîjan ku ne bal hemû peyçûyên wî hebû. Çaxê Pawlos nivîsî derheqa wan yên ku qe nezewicî bûn, ewî bi eşkeretî usa got: “Min derheqa wanda emir ji Xudan nestandiye, lê tenê ez fikira xwe dibêjim” (Metta 19:11; 1 Korintî 7:25).

Xêncî wê yekê Kitêba Pîroz nîşan dike, ku gelek Mesîhiyên qirna yekê, usa jî Petrûsê şandî zewicî bûn (Metta 8:14; Marqos 1:29-31; 1 Korintî 9:5). Him jî, ji bo wê yekê ku wan çaxa di Romêda kirên bênamûsî belabûyî bû, Pawlos nivîsî ku hergê berpirsiyarê Mesîhî zewicî ye, ew gerekê “mêrê jinekê be” û “zarêd xwe gura xweda . . . mezin ke” (1 Tîmotêyo 3:2, 4).

Eyan e ku wedê berê dewakirina sêlîbatî tune bû, çimkî Kitêba Pîroz raste-rast dibêje ku “mêr bira deynê [borc] jinê bidê” û cotên zewicî jî gerekê heleqetiya sêksûalîda “ji hevdu na-na nekin” (1 Korintî 7:3-5). Eşkere ye, ku Xwedê sêlîbatiyê ji me dewa neke, û ne jî qanûna datîne seva ku xizmetkarên Wî sêlîbatiyê xwey kin.

JI BO MIZGÎNIYÊ

Hergê sêlîbatî nayê dewakirinê, gelo çima Îsa û Pawlos azepbûn ça tişteke baş hesab dikin? Çimkî azepbûn mecaleke mezin û baş dide meriv, seva ku yên dinênara mizgîniya xêrê bela ke. Yên azep dikarin gelek tişt seva yên dinêna bikin, û him jî ewana dûr in ji wan xema, yê ku zewicêda hene (1 Korintî 7:32-35).

Werên em binihêrin mesela Dawid, yê ku di Şeherê Meksîkayêda dixebitî û zef pere qazanc dikir. Ewî safî kir xebata xwe bihêle û derbazî ciyên dur be di Kosta Rîkayêda, seva ku yên dinêna Kitêba Pîroz hîn ke. Dawid dibêje ku azepbûn dest da wî seva ku bikaribe derbazî ciyê din be? Ew zêde dike: “Hêsa nîbû hînî kûltûr û jîyîna teze bim. Lê ji bo wê yekê ku ez tenê bûm û gerekê tenê derheqa xwe xem kira, mira hêsa bû zû hînî vî ciyî bim”.

Klaûdiya yê ku Mesîhî ye û azep e, derbazî wan ciya bû kîderê ku alîkariya mizgînvana lazim bû. Ew dibêje: “Xizmeta min Xwedêra, gelek min xweş tê. Çaxê ez divînim ku çawa Xwedê seva min xem dike, hingê bawerî û heleqetiya min tevî Wî daha qewî dibin”.

“Firqî tune tu zewacêda nî yan azep î, tuyê eseyî bextewar bî, hergê seva Yehowa Xwedê hemû tiştî dikî û şixulên ruhanîva mijûl dibî” (Klaûdiya).

Belê, azepbûn barekî giran nîne. Klaûdiya zêde dike: “Firqî tune tu zewacêda nî yan azep î, tuyê eseyî bextewar bî, hergê seva Yehowa Xwedê hemû tiştî dikî û şixulên ruhanîva mijûl dibî” (Zebûr 119:1, 2).