Pêşgotina Axiriyê
Tu qe fikirîyî hela axiriya te û malbeta te, wê çi cûreyî be? Diqewime tu dewletî bî, yan belengaz bî, yan wê te gelek hiz bikin, yan jî tuyê tenê bimînî? Gelo jîyîna te wê dirêj bikişîne, yan ji bo qeziyê tuyê jîyîna xwe zû unda kî? Nava hezara salada meriv derheqa pirsên vî cûreyî difikirîn.
Îro temamiya dinyayêda zandar gelek lêkolîna dikin û tişta saz dikin, seva ku pêbihesin hela li axiriyê wê çi biqewime. Gelek pêşdagotinên wan hatine sêrî, lê gelek jî na. Mesele, Gûlyêlmo Markonê sazkarê radîoyê, di sala 1912-da usa got: “Çaxê zemanekî usa bê, gava ênêrjiya bê têl pêşda bê, hingê wê şer îda tune bin”. Û di sala 1962-da, mezinê Kompaniya dengnivîsandinê bi navê “Decca Record”, nexwest tevî koma stiranbêja ya “Bîtals” şixulkariyê bike, çimkî bawer dikir wekî wê bê wede, ku komên sazbenda yê gîtarê, navdariya xwe unda kin.
Gelek meriv cûre-cûre mêtoda didine xebatê, ku derheqa axiriyê pêbihesin. Hinek rêberiyê digerin cem stêrnasa; horoskop jî bûne têmeke sereke di jûrnalada û rojnemada. Hinek jî alîkariyê ji koçeka digerin, kîjan ku dibêjin wekî dikarin axiriya meriya “bixûnin” bi saya hine karta, reqama, yan ser desta dinihêrin.
Mesele wedê berê gelek meriva alîkarî ji orakûla dixwestin. Dêmek ewana mîna keşîşa bûn, kîjana ku yan çi axiriya meriva eyan dikirin. Besa xeberê, Kroûzês Padşê Lîdyayê, pêşkêşên gelek qîmet Dêlfî orakûlra şandibû, seva ku pêbihese hela ewê bikaribe serkeve di şerê tevî Koreş, Padşê Farisê. Hingê orakûl gotê, wekî Kroûzês wê kuta ke “împeratoriya mezin”, hergê pêşberî Koreş padşa derkeve. Kroûzês padşa usa vê yekêda bawer bû, wekî çû şer ser Koreş. Lê bi rastî usa qewimî, wekî dewsa ku împêratoriya Farisa kuta be, împêratoriya Kroûzês padşa hate kutakirinê!
Pêşdagotina orakûl, kîjan ku nekonkrêt bû, dikare rast bê hesabê, çimkî çi jî hebû ji wan du împêratoriyên mezin, yek wê eseyî kuta bûya. Krozês hemû tişt unda kir, çimkî guh da orakûl. Lê gelo roja îroyîn çaxê meriv dîna xwe didine cûre-cûre mêtoda ku axiriyê pêbihesin, hingê xwestina wan tê sêrî?