Em Gelek Hewcê Dinya Teze ne!
Antonyo Gutêrrês, sêkrêtarê sereke yê Miletên Yekbûyî, usa dibêje: “Em dinyake hevketîda dijîn, ku bi problêm û kul-derda tije ye”. Gelo tu tevî wî qayîl nînî?
Nûçeyada timê deng-besên xirab in
Nexweşî û êpîdêmiya
Teşqelên tebiyetê
Kesîbbûn û birçîbûn
Xirabkirina tebiyetê
Qaçaxtî, zordarî û korûpsiya
Şer
Eyan e ku mera dinya teze lazim e, kîderê ku wê hebe
Sihet-qewata tam
Bêxofî bona her kesî
Têr-tije xwarin
Êkolojiya temiz
Heqî hindava hemûya
Edilayî ser temamiya dinyayê
Gava em besa dinya teze dikin, em çi dixwazin bêjin?
Çi wê bê serê vê dinyayê?
Em çi dikarin bikin, wekî dinya tezeda bijîn?
Vê derxistina “Birca Qerewiliyêda” cabên van pirsa, wê ser hîmê Kitêba Pîroz bêne şirovekirinê.