TÊMA RÛYÊ JÛRNALÊ | MIRINA MERIVÊ NÊZÎK, ÇAWA TEYAX KIN?
Gelo Rast e Şîna Kesekî Bikin?
Cem te qe usa qewimiye, wekî tu nexweş bûyî û nexweşiya te zû derbaz bû? Te dibeke jî bîr kiriye derheqa vê nexwaşiyê. Lê şîna kesekî bikî, ne usa ye. Doxdir Alan Wolfêlt di kitêba xwe bi navê “Healing a Spouse’s Grieving Heart” nivîsî, wekî şîn ev tiştekî usa ne, çi ku dirêj dikişîne. Ew usa jî zêde dike: “Pey wedera û bi piştgiriya merivên din, diltengiya te dikare hevek sivik be”.
Werê em binihêrin, ku Birahîm pêxember çawa xwe kifş kiribû, çaxê jina wî miribû. Di Kitêba Pîroze orîjînalêda tê gotinê, wekî “Birahîm destpêkir ser Serayê girîya û şîna wê kir”. Ça tê kifşê Birahîm gelek wext Serayî bîra xweda xwey dikir û şîna wê dikir. * Meselekî din derheqa Aqûb e, kîjanî ku xapandin wekî yan çi heywanên beyanî, kurê wî Ûsiv xwarin. Aqûb “gelek roja” şîna kurê xwe dikir, û neferên mala wî nikaribûn êşa dilê wî sivik kirana. Pey çend salara jî, mirina Ûsiv dîsa ew dilteng dikir (Destpêbûn 23:2; 37:34, 35; 42:36; 45:28).
Îro jî anegorî vê yekê, gelek meriv şîna merivên xweye nêzîk dikin. Werên em du mesela binihêrin.
-
“Mêrê min Robêrt, 9 Tîrmehê sala 2008-da miriye. Wê rojê, ça hergav me teştê xwar. Pêşiya ku ew biçûya xebatê, me hev paç kir, hemêz kir û hevdura got: ‘Ez te hiz dikim’. Paşê ez pêhesiyam ku ew kete qeziyê. Şeş sal derbaz bûye û hela hê ev kul dilê minda ne. Ez difikirim ku ezê tu car nikaribim êşa dilê xwe berdim”.-Gêîl, kulfeta 60 salî.
-
“Rast e 18 sala zêdetir derbaz bûye, hingêda çaxê min jina xwe unda kir, lê heta niha ez bîra wê dikim û şînê dikim. Çaxê ez bedewiya tebyetê divînim, fikirên min derbêra diçin ser jina min. Ez difikirim wekî ewê jî çiqas şa bûya, hergê bedewiya wê yekê bidîta”.-Êtiyên, mêrê 84 salî.
Eşkere ye, wekî êş û hestên usa, ev tiştekî normal e. Her merivek bi cûrê xwe şîna kesekî dike, lema jî wê nerast be wana sûcdar kin. Em xwexa jî gerekê xwe sûcdar nekin, hergê rêaksiya me ser mirina kesekî gelek qayîm e. Çawa em dikarin teyax kin?
^ abz. 4 Îshaq jî kurê Birahîm, gelek wede şînêda bû. Di vê jûrnalêda heye gotar bi navê “Çev Bide Baweriya Wan” kîderê ku tê gilîkirinê, wekî Îshaq paşî mirina diya xwe Serayê, sê sala şînêda bû (Destpêbûn 24:67).