Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Gelo tu dikarî alî cûre-cûre meriva bikî û firqiyê daneynî, ku ewana çend salî ne, çi miletî ne û çi rêlîgiyayêda nin?

Kerem bona Wan Kî ku Alî Belengaza Dike

Kerem bona Wan Kî ku Alî Belengaza Dike

Nav temamiya dinyayê gelek meriv hewcê xwarin û cî-sitarê ne. Hêviya hine meriva jî tune ku axirî wê baş be. Lê çaxê em alî merivên usa dikin, Xwedê çi kerema dide me?

NIVÎSARÊN PÎROZ ÇI DIBÊJE

“Yê ku alîkarîya kesîb dike, ew deyn dide Xudan û Xudanê ji ber dayîna wîva, wî xelat ke” (METELOK 19:17).

ÇI TÊ HESABÊ ALÎ BELENGAZA BIKIN

Îsa derheqa merivekî meselek gilî kir, ku qaçaxa hicûmî ser wî kirin û nîvkuştî hîştin çûn (Lûqa 10:29-37). Merivekî xerîb rêva ew merivê birîndar dît û alî wî kir. Rast e ew meriv ji miletekî din bû, lê hazir bû alîkariyê bide wî.

Ew merivê qenc ne ku tenê birînên wî girêda û matêrîalîda alîkarî dayê, lê usa jî ber dilê wîda hat û her tişt kir, ku ew zû rabe ser niga.

Ji wê meselê em çi hîn dibin? Îsa da kifşê, wekî em çiqas dikarin, gerekê alî merivên belengaz bikin (Metelok 14:31). Nivîsarên Pîrozda tê gotinê, wekî zûtirekê Xwedê wê kesîbiyê û kul-derda bide hildanê. Bal me dikare pirs pêşda bê, gelo çi cûreyî û kengê Xwedê wê ewê yekê bike? Gotara dinda emê şêwir kin, ku Efirandarê meyî bi hizkirinê tije, wê axiriyêda çi kerema ser meda bibarîne.