Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

ÇEV BIDINE BAWERIYA WAN | SERA

Dayka Gelek Padşa

Dayka Gelek Padşa

SERA xebata xwe xilaz dike û zûr dibe li rê dinihêre. Xulamên wê, bin rêberya wêda, bi şabûn û rind dixebitin, çimkî Sera jî xebathiz e. Bide ber çevê xwe ku ça Sera perçê qelişî didirû, di çadirêda yê ku mala wan bû. Ew parçe ku ji postê pêz bû, îda gelek maşiya bû, çimkî gelek sala ber baranê û tevê bû. Seraya vestiyayî, destê xwe miz dide ku êş lê derê. Û evê yekê dikire bîra wê, ku ewana îda çiqas wext bi jîyîna xerîbî dijîn. Nîvro zû derbaz bû û terî destpêdike bikeve erdê. Berbangê Serayê Birahîm * werê dike û niha berê evarê jî çevê wê li riya wî ye. Û çaxê ew dûrva divîne ku Birahîm tê, beşera wê xwaş dibe.

Îda gelek wext derbaz bû ça Birahîm, malbeta xweye mezin çemê Feratra bir heta Kenanê. Serayê bi hazirbûn piştgiriya mêrê xwe dikir di vê rêvîtiya dirêjda ku wanara nenas bû. Ewê zanibû ku Birahîm gerekê qirara Yehowa bîne sêrî ji kîjanî wê zuret û cimetek pêşda bê. Lê qirara Xwedê hindava Serayê çibû? Ew bêzuret bû û niha jî ew îda 75 salî ye. Dibe ku ew berxwediket: “Heta ku ez jina Birahîm im û bêzuret im, gelo ça sozê Xwedê dikare bê serî?” Xemgîniya Serayê û hestên wê, femdarî ne.

Diqewime em jî car-cara xemgîn dibin, ku çi çax sozên Xwedê wê bêne sêrî. Hêsa nîne sebir kin xût çaxê em hîviyê ne, ku sozên Xwedê bên sêrî. Çi em dikarin hîn bin ji baweriya wê kulfeta amin?

“XUDAN . . . PARA MIN NEDAYE”

Malbeta Birahîm, tezeda ji Misirê vegeriya bûn (Destpêbûn 13:1-4). Ewana çadirên xwe serê çiyê danîn, aliyê roavayê ji Beytêlê yan Lûzê, çawa ku cimeta Kenanî ew nav dikirin. Ji vî bilindciyî, Serayê dikaribû Erdê Sozdayî rind bidîta. Li wir gundên Kenaniya hebûn û riyên usa, bi kîjanî ku bazirgan derbazî welatê dûr dibûn. Lê yeke ew ne wek welatê Serayê bû. Sera li Ûrda mezin bibû, li bajarekî Mêzopotamyayê, yê ku ji 1,900 kîlomêtra ji wana dûr bû. Bajarê xweda Serayê gelek merivên xwe hîştibû û ev bajarekî pêşdaçûyî bû bi bazara û arşvêrşiyê tije. Ewê usa jî maleke baş hîşt bi dîwar û baniya qewî, kîderê ku hela hê lûlên avê hebûn. Em nizanin, lê dibeke ewê bi keser li roavayê dinihêrî û mala wêye zarotiyê dikete bîra wê.

Dîna xwe bidin ku paşî wê yekê 2,000 sal şûnda Pawlosê şandî ji bîna ber Xwedê çi nivîsî. Derheqa baweriya Serayê û Birahîm ewî got: “Û heger bona wî welatî bîr banîna ji kîderê ku ew derketibûn, mecala wan wê hebûya vegeriyana wir” (Îbranî 11:8, 11, 15). Ne Sera, ne jî Birahîm bi diltengiyê nedifikirîn derheqa jîyîna xweye berê. Hergê wana bihîşta ku fikirên usa cem wana pêşda bên, wê bixwestana vegerne mal. Lê hergê ewana paşda vegeriyana Ûrê, wê ji destê xwe berdana ew qedrekî mûhîm, ku Yehowa wanara soz dabû. Û hemikî meyê wana nas nekira. Lê dewsê em divînin ku mesela wane baweriyê, di Kitêba Pîrozda hatiye nivîsarê û dilê mîlyona meriva digire.

Dewsa ku bi keser rojên berê bikira bîra xwe, Serayê li pêş dinihêrî. Ewê berdewam dikir piştgiriya mêrê xwe dikir û alî wî dikir çadira top kin, bi hemû heywanên xwe, ciyê din cîvar bin û û paşê tezeda çadirê vekin. Ewê teyax dikir ber hemû çetinaya û guhastina ku rastî wê dihatin. Yehowa tezeda sozê xwe Birahîmra wekiland, lê derheqa Serayê dîsa jî tu tişt negot! (Destpêbûn 13:14-17; 15:5-7).

Axiriyê Serayê safî kir Birahîmra xeber de derheqa wê yekê, çi ku ji hişê wê dernediket. Bide ber çevê xwe, ku bi çi dilî ew mêrê xwera dibêje: “Va ye Xudan zaranîn para min nedaye”. Paşê ewê ji mêrê xwe xwest wekî ew bi alîkariya cariya wê Hacerê, bibe bavê zara. Hela bifikire çiqas wêra zor bû evê yekê ji mêrê xwe bixwaze. Seva me dibeke ev recake ecêb e, lê wan çaxa ev tişteke normal dihate hesabê, ku mêr jina duda bistîne yan jî cariyê, seva ku zureta wî hebe. * Gelo dibe ku Sera difikirî, wekî hema usa qirara Xwedê derheqa zuretê Birahîm wê bê sêrî? Çi jî hebû ew hazir bû qurbaneke nehêsa bike. Gelo Birahîm çi got? Em dixûnin ku ewî “gura Serayîyê kir” (Destpêbûn 16:1-3).

Gelo, Yehowa Sera hêlan kir, ku qurbaneke usa bike? Na. Safîkirina wê eyan kir, ku ewê bi nihêrandina merivayî ser vê pirsê dinihêrî. Ewê tirê ku Xwedê qirar kiribû, wekî ew telî-tengiyada be û ew ne jî dikaribî bida hesabê xwe ku Xwedê wê cûrekî mayîn evê pirsê safî ke. Safîkirina Serayê tenê êş û diltengî jêra anî. Lê dîsa jî evê safîkirinê da kifşê, ku Sera yeke xwehiz nîbû. Îro gelek meriv nêt-xwestinên xwe datînin pêşiya hemû tiştî, lê Sera bi rastî jî meselekî çiqas baş e. Hergê em jîyîna xweda nêt-xwestinên Xwedê pêşiya xwestinên xwe datînin, usa em çev didine baweriya Serayê.

“TU KENÎYAYΔ

Çend wext şûnda paşî wê yeke, Hecar giran derket ji Birahîm. Ji bo hemlebûna xwe, Hecarê xwe ser Serayêra digirt, û Sera “li ber çeva reş bû”. Çiqas çetin bû Seraya bêzuretra! Bi îzna Birahîm û piştgirya Xwedê, Serayê ji bo tiştekî Hecar rezîl kir. Hecarra kur hate bûyînê bi navê Îsmayîl, peyra çend sal derbaz bûn (Destpêbûn 16:4-9, 16). Careke din çaxê Yehowa qirara xwe eyan kir, Sera 89 salî bû û Birahîm jî 99. Gelo wana çi elametî ji Yehowa stand?

Dîsa carekê Yehowa soz da dostê Xwe Birahîm, ku Ew wê zureta wî zêde ke. Xwedê usa jî navê wî guhast. Heta wê gavê, ew eyan bû ça Abram. Lê Yehowa ew nav kir Birahîm, çi ku tê hesabê “Bavê Gelek Mileta”. Û niha cara pêşin Yehowa nîşan kir, ku çawa ev yek Serayêva jî girêdayî ye. Navê wê Sarayî bû, çi ku tê hesabê yeke kut-kutoyî û Yehowa navê wê danî Sera, çi ku gelekara nas e. Lê çima Xwedê got ku Sera wê bibe “Dayka Gelek Padşa”? Yehowa şirowekir: “Ezê dua li wê bikim û ji wê jî kurekî bidime te, duayê minê li wê be û miletê ji wê pêşda bên û padşêd mileta jî wê jê derên” (Destpêbûn 17:5, 15, 16).

Peymana Yehowa derheqa zureta axiriyê, ku gerekê bihata û hemû milet kerem kira, gerekê ji kurê Serayê pêşda bihata! Ew nav ku Xwedê seva kurê Serayê bijart, Îshaq bû, çi ku tê hesabê “Ken”. Çaxê Birahîm cara pêşiyê pêhesiya ku li gora qirara Yehowa Serayê zar bîne, ew “keniya” (Destpêbûn 17:17). Ew him ecêbmayî bû, him jî gelek şa bû (Romayî 4:19, 20). Lê Sera?

Hine wext şûnda paşî wê yekê sê mêrên xerîb hatine ber çadira Birahîm. Wedê qije-qija tevê bû, lê Birahîm û Seraya emirda mezin bi leze-lez berbi wan çûn. Birahîm gote Serayê: “Zû bike sê warbêj arê xas bistirê, nan lêxe”. Wedê berê gelek şixul dikete nava mêvanhiziyê. Birahîm hemû şixul nekire stûyê jina xwe, lê xwexa jî bi lez berbi heywên çû, golikeke hilîye rind girt, serjê kir û gelek xwarin-wexwarin hazir kir (Destpêbûn 18:1-8). Bi rastî ew “mêr” melekên Yehowa bûn! Diqewime ew yek bîra Pawlosê şandîda bû çaxê ewî nivîsî: “Mêvanhiziyê bîr nekin, çimkî hineka bi wê yekê milyaket qebûl kirin, lê pê nehesiyan” (Îbranî 13:2). Em jî dikarin çev bidine mêvanhiziya Birahîm û Serayê.

Sera hiz dikir mêvanhizya xwe bide kifşê

Çaxê yek ji meleka, Birahîmra wekiland sozê Xwedê ku wê Serayêra kur bibe, wî çaxî Sera çadirda bû û guh dida wan. Fikira wê yekê ku emirê wêyî mezinda wêra zar bibe, usa lê ecêbmayî kir, ku kenê wê hat û ewê got: “Vê mezinaya xweda ezê çî xwe şa bim, ku xweyê min jî îdî yekî kal e?” Melek nihêrandina Serayê rast kir û jêra got: “Gelo tiştekî çetin bona Xudan heye?” Sera hinekî tirsiya û destpêkir xwe rast derxe, û ev tişteke normal bû. Serayê got: “Na, ez ne kenîyame”. Melek caba wê da: “Na, tu kenîyayî” (Destpêbûn 18:9-15).

Gelo kenê Serayê dida kifşê, ku baweriya wê kêm bû? Na! Kitêba Pîroz dibêje: “Bi baweriyê Birahîm, ku zanibû Serayê zar nedanî, ewê qewata berê zika stand û wê mezinayîya wîda zarek wîra bû. Çimkî bawer kir, ku yê wîra soz daye amin e” (Îbranî 11:11). Serayê Yehowa nas dikir; ewê zanibû ku Ew dikare hemû sozên xwe bîne sêrî. Bi rastî jî me hemûyara baweriya vî cûreyî lazim e. Wê aqilayî be hergê em hê rind Yehowa Xwedê nas kin. Usa emê bivînin ku baweriya Serayê rast bû. Yehowa bi rastî jî amin e û wedê xweda sozên xwe tîne sêrî. Ew dikare sozên xwe usa bîne sêrî, ku me ecêbmayî ke, yan bide kenandine!

“GUHDARÎYA GOTINA WÊ BIKE”

Yehowa Sera xelat kir bona bawerya wê

Sera 90 saliya xweda gihîşte nêta xwe, çi ku ew haqas sal hizret bû. Ewê, kur mêrê xweyî hizkirîra anî! Birahîm navê zarokê danî Îshaq, dêmek “Ken”, çawa ku Xwedê gotibû. De bidin ber çevê xwe, ku çawa Sera şabûna dikene û dibêje: “Xwedê ez dame kenandinê, kîjanêd ku bona min bibihên, ewê jî tevî min bikenin” (Destpêbûn 21:6). Ew pêşkêş ku Yehowa bi keremetî dabû wê, şabûneke mezin wêra dianî heta mirina wê. Him jî evê yekê cabdariya mezin kire stûyê Serayê.

Çaxê Îsaq pênc salî bû, malbetê mesrefeke mezin vekir bona wî, çimkî zarok ji şîr hate birînê. Lê hemû tişt baş nîbû. Em dixûnin wekî Serayê “dîna xwe dayê”, ku kurê Hecarê bi navê Îsmayîl, tiştên nebaş dike. Îsmayîlê 19 salî timê qerfê xwe Îsaqê biçûk dikir. Ew laqirdî nîbû. Hine wede şûnda Pawlosê şandî kirên Îsmayîl nav kir ça peyketin. Serayê kirên Îsmayîl dît û fem kir, ku jîyîna kurê wê bin qeziyêda ne. Serayê rind zanibû ku Îsaq ne ku tenê kur e seva wê; lê ew kesê mûhîm bû kîjanî ku Yehowa kifş kir seva ku qirara xwe bîne sêrî. Lema jî ew bi mêrxasiyê tije bû û dile xwe Birahîmra vekir. Ewê ji mêrê xwe xwest, ku Hecar tevî kurê xwe Îsmayîl, wana bihêlin herin (Destpêbûn 21:8-10; Galatî 4:22, 23, 29).

Gelo Birahîm çi kir? Em dixûnin: “Ev gotina hindava kurê wî Îsmayîlda, gelekî giran li ser Birahîm rûnişt”. Ewî Îsmayîl hiz dikir û wîra hêsa nîbû safî ke. Lê Yehowa zelal hemû tişt didît, lema jî Ewî safîkirina vê pirsê hilda destê Xwe. Em dixûnin: “Lê Xwedê gote Birahîm: «Bira ew gotina bona kurikê te û carîya te li ser te giran rûnenî, çi ku Serayê tera gotîye guhdarîya gotina wê bike, çimkî zureta teyê Îshaqda bê navkirinê ”. Yehowa usa jî Birahîm da bawerkirinê, ku Hecar û zarok wê bêxofiyêda bin, û Ewê seva wan xem bike. Birahîmê amin guh da (Destpêbûn 21:11-14).

Sera bona Birahîm, rastî jî jineke baş û komekdareke layîq bû. Ew neçû ku Birahîmra tenê xeber de. Lê ewê dît wekî problêm heye, çi ku malbet û axiriya wanva girêdayî ye. Lema jî ewê dilê xwe bi temamî mêrê xwera vekir. Ev nayê hesabê, ku ewê pê xeberdana xweye vekirî qedirê mêrê xwe negirt. Petrûsê şandî çawa mêrekî zewicî, xwexe hine wext şûnda derheqa Serayê got, ku ew jineke baş e ya ku qedir-siyaneta mêrê xwe zane (1 Korintî 9:5; 1 Petrûs 3:5, 6). Bi rastî hergê Serayê derheqa vê pirsê xwe ker kira, bi wê yekê ewê qedirê mêrê xwe wê negirta, çimkî ev yek gelek xirab dikaribû ser temamiya malbetê hukum kira. Serayê bi hizkirin got ew, çi ku gerekê bihata gotinê.

Gelek kulfet çev didine mesela Serayê. Bi mesela wê, ewana hîn dibin qedirê malxên xwe bigirin û bi nermî dilê xwe wanara vekin. Diqewime hine kulfet carna dixwazin, ku Yehowa wek dereca Serayê dewsa wan pirsekê safî ke. Çi jî hebe ewana ji Serayê baweriyê, hizkirinê û sebirkirinê hîn dibin.

Yehowa xwexa ser Serayê got “Dayka Gelek Padşa”, lê Sera hîviyê nîbû ku meriv li ser wê, wek ser Xanima Padşa binihêrin.

Rast e Yehowa xwexa ser Serayê got “Dayka Gelek Padşa”, lê Sera hîviyê nîbû ku meriv li ser wê, wek ser Xanima Padşa binihêrin. Femdarî ye ku çaxê 127 saliya xweda ew mir, çima Birahîm haqas “ser Serayê girîya û şîna wê kir” * (Destpêbûn 23:1, 2). Ewî gelek bîra hizkirya xweye delal dikir. Bê şik Yehowa Xwedê jî bîra wê kulfeta amin dike. Û ew dixwaze dîsa lê wegerîne jîyînê, ser erdê cinetê. Axiriya pir baş û bi şabûnê tije hîvya Serayê û usa jî wan hemû meriya ne, yên ku çev didine baweriya wê (Yûhenna 5:28, 29)

^ abz. 3 Bi rastî ew cotê zewicî eyan bû ça Abram û Saray heta wî çaxî gava Xwedê navê wan guhast. Seva ku hêsa be, emê bidine xebatê ew navên wan, yên ku gelekara nas in.

^ abz. 10 Ser hine wede, Yehowa hîşt ku cem mêr çend jin hebin yan jî yarên wan, lê paşê Ewî bi Îsa Mesîh zewaca eslî dîsa kifş kir, dêmek ku cem mêr gerekê tenê jinek hebe (Destpêbûn 2:24; Metta 19:3-9).

^ abz. 25 Ji hemû kulfeta, tenê derheqa Serayê di Kitêba Pîrozda nivîsar e ku ev çend salî bû çaxê mir.