GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 32
Cahilno, Paşî Nixumandinê Berdewam kin Pêşda Herin!
“Rastiyê pê hizkirinê bêjin, her aliyada bigihîjine sêrî” (EFESÎ 4:15).
KILAMA 56 Rastiyê Qebûl ke
VÊ GOTARÊDA *
1. Gelek cahila îda çi kirine?
HER SAL, bi hezara cahil têne nixumandinê. Hergê te jî ev gav avîtiye, bawer be ku him Yehowa him jî xûşk-bira gelek şa ne bona te (Metelok 27:11). Hela bifikire ku te heta niha îda çi kiriye: Diqewime te gelek sal Kitêba Pîroz bi xîret lêkolîn kiriye. Bi saya vê lêkolînê, tu îzbat bûyî ku Kitêba Pîroz Xebera Xwedê ye. Usa jî, te Nivîskarê Kitêba Pîroz, dêmek Xwedê, nas kiriye û wî hiz kiriye. Te haqas Yehowa hiz kiriye ku te jîyîna xwe tesmîlî wî kiriye û hatî nixumandinê. Te safîkirineke gelek baş kiriye!
2. Vê gotarêda, emê derheqa çi xeber din?
2 Çaxê tu berbi nixumandinê diçûyî, aminiya te bêşik dihate cêribandinê. Çiqas ku tu mezin bî, haqas tuyê rastî cêribandinên din jî bêyî. Mîrê-cina wê her tiştî bike ku xîreta te bitemirîne û te ji Yehowa dûr xe (Efesî 4:14). Lema jî haş ji xwe hebe! Gelo çi dikare alî te bike wekî tu Yehowara amin bimînî û li gora sonda xweye tesmîlbûnê, bijîyî? Lazim e ku tu ruhanîda berdewam kî pêşda herî (Îbranî 6:1). Gelo tu çawa dikarî vê yekê bikî?
TU ÇA DIKARÎ RIYA RASTIYÊDA PÊŞDA HERÎ?
3. Paşî nixumandinê, lazim e ku hemû Mesîhî çi bikin?
3 Paşî nixumandinê, gerekê em li gora şîreta Pawlosê şandî bijîn, ya ku ewî dabû xûşk-birên li bajarê Efesê. Ewî wanra gotibû wekî ewana bibin şagirtên “gihîştî” (Efesî 4:13). Dêmek, ewî wana hêlan dikir, ku berdewam kin pêşda herin. Pawlos gihîştîbûna ruhanî beramberî mezinbûna zara dikir. Gava zar tê bûyînê dê û bavê wî gelek şa dibin. Lê ew nikare timê ça zara virnî bimîne. Wede şûnda, gerekê ew “tiştên zarotiyê” ji xwe dûr xe (1 Korintî 13:11). Jîyîna Mesîhiya jî usa ye. Paşî nixumandinê, em gerekê berdewam kin pêşda herin. Were em dîna xwe bidine çend tişta, ku dikarin alî me bikin wekî em ruhanîda pêşda herin.
4. Kîjan hunur dikare alî te bike, wekî tu paşî nixumandinê jî ruhanîda pêşda herî? (Fîlîpî 1:9)
4 Diha zêde û zêde Yehowa hiz bike. Tu îda gelekî Yehowa hiz dikî. Lê dîsa jî tu dikarî hê zêde wî hiz bikî. Gelo çawa? Li gora Fîlîpî 1:9 (bixûne), Pawlosê şandî dua dikir, ku hizkirina Fîlîpya hê û hê zêde be. Gelo hizkirina me çawa dikare diha zêde be? Bona vê yekê, lazim e ku em “zanebûn û serwaxtiya gihîştîva zêde” bin. Çiqas em Yehowa diha baş nas kin, haqas emê wî hê zêde hiz kin, û hunur û kirên wî qîmet kin. Emê bixwazin dilê wî şa kin û tiştên ku wî xweş nayên nekin. Bona vê yekê, em xîret dikin ku xwestina wî rind fem bikin û li gora wê yekê bijîn.
5-6. Em çawa dikarin hê zêde Yehowa hiz bikin?
5 Usa jî, seva ku hê zêde Yehowa hiz bikin, gerekê em Kurê wî, yê ku hemû tiştîda çev dide Bavê xwe, diha rind nas bikin (Îbranî 1:3). Bona vê yekê, ya herî baş ev e, ku em çar kitêbên Mizgîniyêye pêşin kûr lêkolîn bikin. Hergê te hê xwera nekiriye xeyset ku her roj Kitêba Pîroz bixûnî, îroda destpêke. Wedê xwendina van kitêba, rind dîna xwe bide hunurên Îsa Mesîh. Ew yekî dilgerm bû, û ewî zara gelekî hiz dikirin û wana hemêz dikirin (Marqos 10:13-16). Şandiyên wî dikaribûn hêsa wîra besa hest û fikirên xwe bikin (Metta 16:22). Meniya vê yekê ev bû, ku Îsa çev dida Bavê xweyî ezmana. Yehowa jî gelek dilgerm e. Em dikarin wîra aza dua bikin û dilê xwe wîra vekin, çimkî em zanin ku ew me înkar nake, lê me hiz dike û bona me xem dike (1 Petrûs 5:7).
6 Îsa yekî dilşewat bû. Mettayê şandî derheqa wî usa nivîsî: “Gava ewî elalet dît, gunê wî li wan hat, çimkî ewana mîna pezê bê şivan, beredayî û belabûyî bûn” (Metta 9:36). Lê gelo Yehowa ça ser meriva dinihêre? Îsa usa got: “Bavê weyî ezmana naxwaze ku ji van biçûka yek unda be” (Metta 18:14). Xeberên ça xweş in! Belê, çiqas baş em Îsa nas bikin, haqas zêde emê Yehowa hiz bikin.
7. Wê çima baş be ku tu tevî xûşk-birên cêribandî wede derbaz kî?
7 Seva ku tu bibî şagirtekî dilovan û gihîştî, tevî xûşk-birên cêribandî wede derbaz ke. Dîna xwe bidê ku ewana çiqas şa ne. Ewana seva safîkirina xwe ku Yehowara xizmet bikin, tu car poşman nabin. Bêje wan ku derheqa hine serhatiyên xweye xizmetiyêda gilî kin. Çaxê tu gerekê safîkirineke ferz bikî, ji wana şîretê bixwaze, çimkî ça Kitêba Pîroz nîşan dike, “koma şêwirkira” karê tîne (Metelok 11:14).
8. Hergê şikên te hebin ku hînkirinên Kitêba Pîroz rast in yan na, tu dikarî çi bikî?
8 Şikên xwe alt ke. Ça abzasa 2 dibêje, Mîrê-cina dixwaze riya te bigire, wekî tu ruhanîda pêşda neçî. Mesele, ew her tiştî dike, ku derheqa hine hînkirinên Kitêba Pîroz, şikê bike dilê te. Hine kes diqewime tera bêjin, wekî Xwedê tune û her tişt xwexa pêşda hatiye. Gava tu biçûk bûy, dibeke tu derheqa vê yekê gelek nedifikirîyî, lê diqewime ev têma rojekê ser dersên mektebê derbaz be. Gotinên dersdara derheqa têoriya êvolûsiyayê, dibeke bi logîkî bê kifşê. Lê dersdar hilbet van îzbatiya ku Xwedê heye, tu car kûr lêkolîn nekirine. Bîne bîra xwe ku Metelok 18:17 çi dibêje: “Yê pêşîyê gotina xwe dibêje, ku ew rast derê, lê gava dewkirê wî bê, wê bê enenekirinê”. Dewsa ku tu van tişta yên ku mektebêda têne gotinê, çevgirtî qebûl kî, rind dîna xwe bide rastiyên Kitêba Pîroz. Edebyetên me lêkolîn bike. Tevî xûşk-birên ku berê têoriya êvolûsiyayê bawer dikirin, xeber de. Ji wan bipirse ku çi wana daye bawerkirinê, wekî Xwedayê dilovan bi rastî heye. Xeberdanên usa dikarin alî te bikin, wekî tu dîna xwe bidî îzbatiya.
9. Tu ji serhatiya Mêlîsayê çi hîn bûyî?
9 Xûşkeke bi navê Mêlîsa ji lêkolîna gotarên derheqa êvolûsiyayê, gelek kar dîtiye. * Ew dibêje: “Mektebêda, êvolûsiya usa tê hînkirinê qey tê bêjî rastîke îzbatkirî ye. Sêrîda, min nedixwest lêkolînê bikim, çimkî ez ditirsiyam ku ezê têderxim wekî têoriya êvolûsiyayê rast e. Dîsa jî, min xwera got ku Yehowa naxwaze, wekî em kore-kor wîra xizmet bikin. Lema jî, min destpêkir lêkolînê bikim, û min çend edebyet derheqa vê yekê xwend. Mesele, kitêba “Gelo Efirandarekî Dilovan Heye?”, û broşûra “Gelo Jîyîn Hatiye Efirandin?” û “Kanya Emir; Pênc Pirsên Ferz”. Evê yekê minra kareke mezin anî. Xwezî ku min diha zû ev lêkolîn destpêkira”.
10-11. Çi dikare alî te bike ku tu aliyê nav-namûsiyêda temiz bimînî? (1 Têsalonîkî 4:3, 4)
10 Terka xeyset-hunurên xirab bide. Cahiltiyêda, xwestinên sêksûalî dikarin qewî bin, û dibeke kesên din zorê li te bikin wekî tu bênamûsiyê bikî. Mîrê-cina dixwaze ku tu li gora xwestinên xwe bijîyî. Gelo çi dikare alî te bike, wekî tu aliyê nav-namûsiyêda temiz bimînî? (1 Têsalonîkî 4:3, 4 bixûne) Duayên xweda dilê xwe Yehowara veke. Wîra besa hestên xwe bike, û reca bike wekî ew qewatê bide te (Metta 6:13). Yehowa bîr nake “ku em xalî ne”, û ew dixwaze alî te bike, ne ku te sûcdar ke (Zebûr 103:13, 14). Usa jî, tu dikarî ji Kitêba Pîroz alîkariyê bistînî. Mêlîsayêra çetin bû ku terka fikirên bênamûs bide. Ew dibêje: “Min Kitêba Pîroz her roj dixwend, û vê yekê alî min dikir ku ez berdewam kin ser xwe bixebitim. Gava min Kitêba Pîroz dixwend, dihate bîra min ku min xwe tesmîlî Yehowa kiriye û ez dixwazim wîra xizmet bikim” (Zebûr 119:9).
11 Nefikire ku tu dikarî problêmên xwe bê alîkariya kesekî safî kî. Dê-bavê xwera besa problêma xwe bike. Hemikî ne hêsa ye ku tu derheqa tiştên şexsî xeber dî, lê wê baş be ku tu vê yekê bikî. Mêlîsa dibêje: “Min dua kir ku Yehowa mêrxasiyê bide min, û min bavê xwera besa problêma xwe kir. Paşê, dilê min rihet bû. Min zanibû ku Yehowa minra firnaq dibe”.
12. Tu çawa dikarî safîkirinên baş bikî?
12 Dîna xwe bide prînsîpên Kitêba Pîroz. Hêdî-hêdî, dê û bavê te wê îzinê bidine te ku tu xwexa safîkirina bikî. Lê tu hela hê haqas cêribandî nînî. Gelo tu çawa dikarî haş ji xwe hebî, wekî şaşîke mezin nekî û dostiya xwe tevî Yehowa xirab nekî? (Metelok 22:3). Xûşkeke bi navê Karî fem kiriye, wekî Mesîhiyê gihîştî bona her safîkirinekê hewcê qeyd-qanûna nîne. Gelo çi alî wê dike ku ew safîkirinên baş bike? Ew dibêje: “Lazim bû ku ez ne tenê qeyda, lê prînsîpên Kitêba Pîroz jî fem bikim”. Çaxê tu Kitêba Pîroz dixûnî, ji xwe bipirse: “Gelo ev yek derheqa fikirên Yehowa çi nîşan dike? Gelo têda prînsîp hene, yên ku dikarin rêberiya min bikin? Hergê ez li gora van prînsîpa bijîm, ezê çi karê bistînim?” (Zebûr 19:7; Îşaya 48:17, 18). Xwendina Kitêba Pîroz û fikirandina ser prînsîpên Kitêba Pîroz wê alî te bikin, ku tu safîkirinên usa bikî, yên ku Yehowa xweş tên. Çiqas tu ruhanîda pêşda herî, haqas tuyê bivînî ku ne lazim e wekî bona her tiştî qeyde hebe, çimkî tuyê fem bikî, wekî Yehowa derheqa hine tişta çi difikire.
13. Hevalên baş dikarin ser te çawa hukum kin? (Metelok 13:20)
13 Tevî wan hevaltiyê bike, yên ku Yehowa hiz dikin. Ça me pêşda got, hevalên ku tu xwera dijbêrî wê li ser pêşdaçûyîna te hukum bikin (Metelok 13:20 bixûne). Xûşkeke bi navê Sara şabûna xwe unda kir. Gelo çi alî wê kir, wekî ew nihêrandina xwe biguhêze? Sara dibêje: “Min wextda xwera hevalên baş dîtin. Ez û xûşkeke cahil, me her heftê ‘Birca Qerewiliyê’ tevayî lêkolîn dikir. Hevaleke din jî alî min kir ku ez ser civîna caba bidim. Bi saya hevalên xwe, min diha zêde dîna xwe da lêkolîna şexsî û dua. Dostiya min tevî Yehowa diha qewî bû û min destpêkir dîsa şabûnê bistînim”.
14. Cûlyên çawa xwera hevalên baş dîtin?
14 Gelo tu ça dikarî xwera hevalên baş bijbêrî? Birakî bi navê Cûlyên, yê ku niha rûspiyê civatê ye, usa dibêje: “Gava ez cahil bûm, wedê xizmetiyê min xwera hevalên baş dîtin. Ew mizgînvanên xîret bûn, û wana alî min kir bivînim, wekî xizmetî tiştekî çiqas xweş e. Lema jî, min xwera nêt danî wekî ça pêşeng xizmet kim. Usa jî min fem kir ku gava min tenê tevî kesên qasî xwe hevaltî dikir, min nikaribû hevalên baş xwera qazanc kira. Paşê, min Beytelêda jî xwera hevalên baş dîtin. Mesela wan alî min kir, ku ez wedê xwe bi wedederbazkirinên baş derbaz kim, û bi vî cûreyî, ez diha nêzîkî Yehowa bûm”.
15. Derheqa hevaltiyê, Pawlosê şandî çi şîret dabû Tîmotêyo? (2 Tîmotêyo 2:20-22)
15 Hergê tu fem bikî ku kesek civatêda bona te hevalekî baş nîne, gerekê tu çi bikî? Qirna yekêda jî kesên usa hebûn. Lema jî, Pawlosê şandî Tîmotêyora gotibû, wekî ew xwe ji kesên ku li gora xwestina Xwedê najîn, dûr bigire (2 Tîmotêyo 2:20-22 bixûne). Dostiya me tevî Yehowa gelek qîmet e, lema jî gerekê em îzinê nedin ku kesek vê dostiya me sist bike (Zebûr 26:4).
WÊ ÇIMA BAŞ BE KU TU XWERA NÊTA DAYNÎ?
16. Tu dikarî xwera çi cûre nêta daynî?
16 Xwera nêtên hêja dayne. Xwera nêtên usa bijbêre, yên ku wê baweriya te diha qewî bikin û alî te bikin ku tu bibî Mesîhiyê gihîştî (Efesî 3:16). Mesele, xwera nêtê dayne ku Kitêba Pîroz diha zêde bixûnî û lêkolîn bikî (Zebûr 1:2, 3). Yan jî, tu dikarî xwera bikî xeyset ku diha zêde dua bikî û duayên te ji dil bin. Dibeke lazim e wekî tu ser xwe bixebitî, ku wedederbazkirinên baş bijbêrî û wedê xwe rast xerc kî (Efesî 5:15, 16). Çaxê Yehowa bivîne ku tu çiqas xîret dikî, wekî pêşda herî, ewê gelek şa be.
17. Wê çima baş be ku tu alî kesên din bikî?
17 Çiqas ku tu alî kesên din bikî, haqas tuyê ruhanîda pêşda herî. Îsa usa gotibû: “Xwezî li dayiya, ne ku li standiya” (Karên Şandiya 20:35). Heta ku tu cahil î û wext û qewata te heye, wê baş be wekî tu alî kesên din bikî. Mesele, tu dikarî xwera nêtê daynî ku alî xûşk-birên emirda mezin yan jî yên nexweş, bikî. Diqewime tu dikarî hine şixulên herrojîda alî wan bikî, yan jî nîşanî wan bikî ku çawa hacetên elektronîk bidine xebatê. Hergê tu bira yî, xwera nêt dayne ku bibî berdestiyê civatê, wekî tu bikaribî diha zêde alî xûşk-bira bikî (Fîlîpî 2:4). Usa jî, gava tu merivara besa mizgîniya Padşatiyê dikî, tu nîşan dikî wekî tu wana hiz dikî (Metta 9:36, 37). Hergê mecala te hebe, xwera nêtê dayne wekî bibî xizmetkarê hertim.
18. Xizmetiya hertim çawa dikare alî te bike, wekî tu ruhanîda pêşda herî?
18 Xizmetiya hertim gelek aliyava rê vedike, wekî tu diha nêzîkî Yehowa bî. Hergê tu bibî pêşeng, diqewime tuyê rojekê bikaribî herî Mekteba bona Mizgînvanên Padşatiyê. Yan jî, tu dikarî Beytelêda yan jî ser proêktên avakirinêda alîkariyê bidî. Pêşengeke cahil bi navê Kêytlîn usa dibêje: “Paşî nixumandinê, xizmetiya tevî xûşk-birên cêribandî gelek alî min dikir, wekî ez ruhanîda pêşda herim. Mesela wan xwestina min qewîtir dikir, ku ez Kitêba Pîroz diha zêde lêkolîn bikim û bibim dersdareke diha baş”.
19. Çiqas ku tu ruhanîda pêşda herî, haqas tuyê çi kerema bistînî?
19 Çiqas tu nêzîkî Yehowa bî, haqas tuyê gelek kerema bistînî û tuyê nekevî pey nêtên pûç (1 Yûhenna 2:17). Tuyê seva safîkirinên xirab serê xwe nekî belayê, lê tuyê pêşda herî û şabûna rast qazanc kî (Metelok 16:3). Tuyê bona hemû xûşk-birên din jî bibî meseleke baş (1 Tîmotêyo 4:12). Ya herî ferz jî, edilayî wê bikeve dilê te, çimkî tuyê bawer bî ku Yehowa ji te razî ye û dostê te ye (Metelok 23:15, 16).
KILAMA 88 Riya Xwe Nîşanî Min ke