Pirsên Xwendevana
Çi tê hesabê tevkirina du dara, kîjan ku Hezeqêl serê 37-da tê gilîkirinê?
Yehowa bi Hezeqêl pêxember got ku cimeta Îsraêl, wê vegerine Erdê Sozdayî û çawa cimetek dîsa tevî hev bin. Ew pêxembertî usa jî hate gotinê derheqa yektiya cimeta Xwedê, wedê rojên axiriyêda.
Yehowa gote Hezeqêl wekî ew du dara hilde û ser wan binivîse. Ser darekî ewî gerekê binivîsiya, “Bona Cihûdayê û bona lawên Îsraêl yên ku hevalên wî ne”, û ser yê din binivîse, “Bona Ûsiv çoyê [darê] Efrayîm û bona hemûya mala Îsraêlê yên hevalên wî”. Ew du dar ewî gerekê tevkira, seva ew dar destê wîda “yek bibin” (Hezql. 37:15-17).
1 Padş. 11:26). Ew berek ji Efrayîmê kurê Ûsiv derket (Jimar 1:32, 33). Ûsiv ji bavê xwe Aqûb kerema mexsûs sitand. Lema femdarî ye ku darê “Efrayîm” bi sîmbolîk dihate hesabê padşatiya bakûrêye deh berekî. Pêşiya ku Hezeqêl ew pêxembertiya derheqa du dara binivîsiya, Aşûriya padşatiya Îsraêlêye deh berekî zeft kirin, û cimet dîltî birin. Ew yek sala 740 B.D.M. qewimî (2 Padş. 17:6). Paşê hine wede şûnda, Babîloniya Împêriya Aşûrê zeft kirin. Û lema çaxê Hezeqêl ew pêxembertî nivîsî bû, heçî zef Îsraêlî nava Împêriya Babîlonêda belabûyî bûn.
Lê kê dihate hesabê “Efrayîm”? Bereka Efrayîm ji hemû berekên Îsraêlî ya sereke bû. Padşayê pêşiyê ser padşatiya bakûrêye deh berekî, Yerovam bû, kîjan ku ji bereka Efrayîm bû (Qan. Dcr. 33:13, 17;Sala 607 B.D.M., Babîloniya padşatiya başûrêye Cihûda ya du berekî, zeft kirin, û cimet dîltî birin. Diqewime ku Babîloniya usa jî hinekên ji padşatiya bakûrê dîltî birin. Padşên padşatiya başûrê, ji bereka Cihûda bûn. Û hemû kahîntî, yên ku paristgehêda xizmet dikirin, piştgiriya wan dikirin (2 Dîr. 11:13, 14; 34:30). Dêmek eyan e ku ew padşatiya deh berekî, tê hesabê darê “bona Cihûdayê”.
Lê gelo kengê ew du dar tevî hev bûn? Ew yek sala 537 B.D.M., qewimî, çaxê Îsraêliya ji dîltiya Babîlonê aza bûn û vegeriyane seva ku tezeda paristgehê ava kin. Wî çaxî ew her du padşatî, dêmek ya bakûrê û ya başûrê, tevî hev bûn. Dêmek, cimeta Îsraêl îda belabûyî nîbû (Hezql. 37:21, 22). Ewana dîsa jî yektiyêda Yehowa dihebandin. Ew yektî usa jî hate pêxembertîkirinê bi Îşaya û Yêremya pêxember (Îşa. 11:12, 13; Yêrem. 31:1, 6, 31).
Ew pêxembertiya Hezeqêl çi eyan kir derheqa hebandina rast? Ev pêxembertî eyan kir ku Yehowa wê usa bike, wekî hemû xizmetkarên wî “bibine yek” (Hezql. 37:18, 19). Lê gelo ew yektî ku Xwedê soz da, wedê meda jî hate sêrî? Belê. Ew pêxembertî sala 1919 destpêbû bê sêrî. Pêşiya wê yekê Şeytan dixwest cimeta Xwedê bi temamî ji hev bela ke, lê jêra hev nehat. Sala 1919 Xwedê cimeta xwe paqij kir, tezeda organîze kir, û dîsa ewana kirine yek.
Wî çaxî heçî zef ji cimeta Xwedê, yên ku bûne yek, hîviyê bûn ku wê tevî Îsa ser ezmana bibine padşa û keşîş (Eyan. 20:6). Bi sîmbolîk, ewana mîna darê bona Cihûda bûn. Lê wede derbaz dibû, û ewên ku hîviya jîyîna ser erdê bûn, hê zêde û zêde dibûn, û tevî Cihûyên ruhanî dibûn (Zeker. 8:23). Ewana bi sîmbolîk mîna darê bona Ûsiv bûn, û ewana hîviyê nîbûn ku tevî Îsa wê serwêrtiyê bikin.
Îro ew herdu kom tevayî yektiyêda Yehowara xizmet dikin. Padşayê wan yek e, Îsa Mesîh. Pêxembertiya Hezeqêlda Yehowa ser Îsa dibêje “qûlê [xizmetkarê] min Dawid” (Hezql. 37:24, 25). Îsa seva peyçûyên xwe, Bavê xwera dua dikir, ku ewana “hemû jî bibine yek” * (Yûhn. 17:20, 21). Îsa usa jî pêxembertî kir ku keriyê wîyî biçûk, dêmek rûnkirî, wê tevî “pezêd din . . . bibine kerîk”. Û ew “kerîk” wê bin rêberiya “şivanekî” bin (Yûhn. 10:16). Çawa ku Îsa got, îro cimeta Xwedê yektiyêda nin, û firqî tune ewana hîviya jîyîna ser ezmana ne yan ser erdê!
^ abz. 6 Çaxê Îsa derheqa nîşanên rojên axiriyê digot, ewî çend mesele anîn. Hewas e ku dîna xwe bidin, wekî Îsa pêşiyê mesela derheqa “xulamê amin û serwaxt” anî. Dêmek ew koma biçûk ya birên rûnkirî, yên ku nava cimeta Xwedêda rêberiyê hildidine ser xwe (Met. 24:45-47). Paşê, ewî mesele anî derheqa hemû rûnkiriya (Met. 25:1-30). Lê paşê, ewî xeberda derheqa wan, yên ku hîviya jîyîna heta-hetayê ne, ser erdê. Îsa got ku ewana wê piştgiriya birên Mesîh bikin (Met. 25:31-46). Mîna vê yekê, îro pêxembertiya Hezeqêl pêşiyê gerekê bihata sêrî ser wan, yên ku hîviya jîyîna ser ezmana ne. Rast e padşatiya deh berekî bi sîmbolîk nayê hesabê, ew meriv yên ku hîviya jîyîna ser erdê ne, lê ew pêxembertî rind eyan dike yektiya nava pezên din û rûnkiriya.