“Tevî yêd Digirîn Bigirîn”
“Dil bidine hev û alîkariya hevdu bikin” (1 TÊSLN. 5:11).
1, 2. Çira lazim e ber dilê wanda bên, yên ku merivê xweyî nêzîk unda kirine? (Binihêre şiklê ewlin.)
XÛŞKEKE me bi navê Sûzî got: “Paşî mirina kurê me, weke salekê me êşeke gelek giran dikişand”. Birakî me jî gilî kir, ku çaxê jina wî nişkêva mir, ewî “êşa fîzîkîye ecêb giran dikişand”. Sed heyf, îro gelek meriv rastî derdê usa giran tên. Û îro gelek Mesîhî jî hîviyê nîbûn ku merivê wanî nêzîk wê bimire. Diqewime merivê weyî nêzîk miriye, yan jî merivê wî kê hûn nas dikin. Dibeke hûn xwera difikirin: “Kesê ku merivê xwe unda kiriye, ça dikare ber derdekî usa giran teyax ke û berdiliyê bistîne?”
2 Diqewime we bihîstiye ku wede birîna dil qenc dike. Lê gelo rastî usa ne, ku wede derbaz be û êşa dil wê xwexa qenc be? Jinebîkê got: “Hê rast e bêjin wekî çaxê kesek wedê xwe xerc dike seva alî yên din bike, ew wede birînê dil qenc dike”. Belê, çawa birîneke bedenêra wede û dermankirin lazim e seva qenc be, usa jî birînên dilra wede û berdilî lazim e. Gelo ewên ku merivê xwe unda kirine, ça dikarin êşa dilê xwe qenc kin?
YEHOWA “XWEDÊYÊ HEMÛ BERDILIYÊ” YE
3, 4. Em ji ku zanin wekî Yehowa halê wan, kê şînê dike, fem dike?
3 Bavê me Yehowa gelek dilşewat e û berê ewlin ew ber dilê meda tê wedê lazimda. (Bixûne 2 Korintî 1:3, 4.) Yehowa herî dilovan e û cimeta xwera ewî soz daye: “Ez im, yê ku ber dilê weda tê” (Îşa. 51:12, DT; Zeb. 119:50, 52, 76).
4 Bavê meyî dilşewat jî merivên xweyî nêzîk unda kiriye û derd kişandiye, mesele, çaxê Birahîm, Îshaq, Aqûb, Mûsa û padşa Dawid mirin (Jimar 12:6-8; Met. 22:31, 32; Kar. Şand. 13:22). Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa bi dil û can hîviyê ye, gava ew wana ji mirinê rake (Îb. 14:14, 15). Ewana wê bextewar bin û sihet-qewata wan bêkêmasî be. Lê bînin bîra xwe, ku Yehowa usa jî mirina Kurê xweyî delal dîtiye, kîjan ku “şabûna wî bû” (Metlk. 8:22, 30). Bi giliya em nikarin bêjin ku çiqas dilê Yehowa dêşiya gava bêremtî Kurê wî kuştin (Yûhn. 5:20; 10:17).
5, 6. Ça Yehowa berdiliyê dide me?
5 Em gerekê sed selefî bawer bin ku Yehowa wê ese alî me bike. Lema jî lazim e em duada dilê xwe jêra vekin û derd-kulên xwe gilî kin. Em çiqas dilgerm dibin ku Yehowa halê me fem dike û dilê me derman dike û rihet dike! Lê çi cûreyî ew evê yekê dike?
6 Berê ewlin Yehowa “bi dildayîna ruhê Pîroz” alî me dike (Kar. Şand. 9:31). Belê, qewata Xwedê kaniya berdiliya mezin e. Îsa soz da ku Bavê meyî ezmana wê ese “ruhê pîroz bide ewêd ku ji wî dixwazin” (Lûqa 11:13). Sûzî, besa kîjanî me jorê kir, dibêje: “Gelek car em halekî usada bûn, ku me ser çoka ji Yehowa lavayî dikir seva berdiliyê bide me. Û her gav edilaya Xwedê dilê me û hişê me rihet dikir”. (Bixûne Fîlîpî 4:6, 7.)
ÎSA SEREKKAHÎNÊ DILŞEWAT E
7, 8. Çira em dikarin dudilî nebin ku Îsa wê ber dilê meda bê?
7 Gava Îsa ser erdê bû, ewî dilşewatiyêda bi temamî çev dida Bavê xwe Yehowa. Îsa hin bi giliyên xwe, hin jî bi kirên xwe çev dida vî hunurê Bavê xwe (Yûhn. 5:19). Yehowa xwexa Îsa şande ser erdê, seva berdiliyê bide yên “dilşikestî” û “hemû kesên bi şîn” (Îşa. 61:1, 2; Lûqa 4:17-21). Meriva, Îsa ça kesê dilşewat nas dikirin, çimkî ewî derdê wan fem dikir û bi dil û can dixwest alî wan bike (Îbrn. 2:17).
8 Çaxê Îsa zar bû, diqewime ewî merivê xweyî nêzîk unda kiribû. Mesele, ça tê kifşê Îsa hê zar bû çaxê bavê wî Ûsiv mir. * Bidine ber çevê xwe, ku ça Îsara çetin bû ber wî derdê xwe teyax ke û bivîne ça dilê dê, xûşk û birên wî dişewite.
9. Çaxê Lazar mir, Îsa ça dilşewatî da kifşê?
9 Îsa wedê xizmetiya xwe eyan dikir, wekî ew hal û derdê meriva fem dike. Mesele, bînin bîra xwe vê derecê, çaxê hevalê wîyî delal Lazar mir. Rast e Îsa zanibû, wekî ew wê Yûhn. 11:33-36).
Lazar ji mirinê rake, lê yeke kesera kûr hate wî gava ew çev giriyê Meryemê û Mertayê ket. Dilê Îsa usa şewitî, ku hêsir çevê wî hat (10. Çira em dikarin dilrihet bin ku Îsa halê me fem dike?
10 Gelo îro Îsa ça dikare berdilî û alîkariyê bide me? Kitêba Pîroz zelal dibêje, ku “Îsa Mesîh duhu, îro û heta-hetayê yek e” (Îbrn. 13:8). Usa jî Kitêba Pîroz dibêje ku ew “Çevkaniyê jiyînê” ye, dêmek dikare rê veke seva em heta-hetayê bijîn. Îsa zane derd çi ye û lema “dikare alîkariya wan bike, yêd ku dikevine nava cêribandinê” (Kar. Şand. 3:15; Îbrn. 2:10, 18). Lema jî em dikarin qe dudilî nebin, wekî Mesîh dikeve halê meriva, derdê wan fem dike û wedê lazimda wê berdiliyê bide wan. (Bixûne Îbranî 4:15, 16.)
NIVÎSARÊN PÎROZ “BÎNÊ DIDINE BER ME”
11. Kîjan rêzên ji Kitêba Pîroz gelek dil didine we?
11 Xêncî vê serhatiya derheqa Îsa ku ewî Lazar sax kir, Xebera Xwedêda dîsa gelek rêz hene ku berdiliyê didine me. Bêşik, “çi ku pêşda kitêbada hate nivîsarê, bona hînbûna me hate nivîsarê, wekî em bi sebirê û wan gotinêd nivîsarada ku bînê didine ber me”, xweyîhêvî bin (Rom. 15:4). Hergê we merivê xweyî nêzîk unda kiriye, ew rêz ku jêrê têne dayînê, dikarin dilê we germ kin:
-
“Xudan nêzîkî dilşkestiya ye û merim-belengaza didebirînê” (Zeb. 34:18, 19).
-
“Dema derd-kul dilê minda zêde dibin, baristanîyêd te . . . [Yehowa] nefsa min şa dikin” (Zeb. 94:19).
-
“Bira Xudanê me Îsa Mesîh bi xwe û Bavê me Xwedê yê ku ji me hiz kiriye û bi keremê hana herheyî û hêviya qenc daye me, ber dilê weda bê û we . . . qayîm bike” (2 Têsln. 2:16, 17, ÎM). *
CIVAT KANIYA BERDILIYA MEZIN E
12. Em ça dikarin ber dilê merivada bên?
12 Civat dikare berdiliya mezin bide wan, yên ku merivên xweyî nêzîk unda kirine. (Bixûne 1 Têsalonîkî 5:11.) Lê hûn ça dikarin yên bi “dilê xem” dilgerm kin û qewî kin? (Metlk. 17:22) Ferz e em bîr nekin ku “wexta hişbûnê heye û wexta gotinê heye” (Waîz 3:7). Jinebîke bi navê Dalên dibêje: “Ewê ku merivê xwe unda kiriye, gerekê kela dilê xwe birêje. Lema jî ya lape ferz ew e, ku guh bidine wî merivî û xeberdana wî nebirin”. Cûnya, birê kîjanî xwe kuşt, zêde dike: “Hergê jî hûn bi temamî nikarin derdê wî kesî fem bikin, lê serî ew e ku hûn dixwazin halê wî fem kin”.
13. Em çi gerekê bizanibin derheqa derd?
13 Em gerekê bîr nekin, ku hemû meriv ne mîna hev ber derdê xwe teyax dike û derdê xwe eyan dike. Carna merivra çetin e dilê xwe birêje û tenê ew xwexa kula dilê xwe zane. Xebera Xwedê dibêje: “Her dil derd û kulêd xwe zane û kesek tevî şabûna wî nabe” (Metlk. 14:10). Lê hergê jî kesek kela dilê xwe dirêje, yeke yên din her gav nikarin bi temamî fem kin ew çi ser xwe texmîn dike.
14. Em çi dikarin bêjin wanra yên ku şînê dikin?
14 Cara nizanî çi bêjî wan yên ku şînê dikin. Lê Kitêba Pîroz dibêje: “Zimanê serwaxta dermanê dila ye” (Metlk. 12:18). Gelek xûşk-bira ji broşûra “Çaxê Merivê Teyî Nêzîk Dimire”, fikirên baş dîtine seva xwe. * Lê gelek car em dikarin berdiliya mezin bidine wan, hergê “tevî yêd digirîn bigirîn” (Rom. 12:15). Gabî, kîjan ku bî maye, dibêje: “Ez îda bi hêsira kula dilê xwe dirêjim û çaxê hevalên min tevî min digirîn, ew hinekî derdê min sivik dike. Û wî çaxî dilê min rihet dibe ku ez tenê ne mame”.
15. Hergê bi xeberdan mera çetin e ber dilê merivada bên, em çi dikarin bikin? (Binihêrin çargoşe “Giliyên Şîrin ku Dikarin Berdiliyê Bidin”)
15 Hergê wera çetin e bi xeberdan ber dilê wanda bên, wê baş be ku bi nemekê, yan êmaîlê, yan jî pê têlê wanra binivîsin. Besa xeberê, nemekêda dikarin wan rêzên ji Kitêba Pîroz binivîsin, yên ku berdiliyê didin, yan jî binivîsin derheqa xeyset-hunurên baş yên mirî, yan jî derheqa wî qewimandineke hewas gilî kin kîjan ku bîra weda maye. Cûnya dibêje: “Çaxê ez nemekê distînim ku giliyên şîrin nivîsar in, yan jî kengê xûşk-bira min teglîf dikin seva tevayî wede derbaz kin, bona min ew alîkariya gelek mezin e. Û ez gelek dilgerm
dibim çaxê divînim ku min hiz dikin û bona min xem dikin”.16. Ça em dikarin dilê wan germ kin, yên ku merivê xwe unda kirine?
16 Duayên me jî dikarin alîkariya mezin bidine xûşk yan birê ku şînê dike. Wê gelek baş be hergê em bona wî dua bikin û usa jî tevî wî. Hergê jî wera çetin e ber wî dua bikin, çimkî dilê we dişewite û giriyê we tê, xwe negirin dua bikin. Ev dua bi rastiyê dikare qewateke mezin bide wî û derdê wî derman ke. Dalên tîne bîra xwe: “Çaxê xûşk têne cem min seva min dilgerm kin, cara ez wanra dibêjim ku dua bikin. Çaxê ewana dua dikin, pêşiyê xwe digirin, lê paşî çend giliya dengê wan qayîm dibe û ewana ji kela dilê xwe dua dikin. Baweriya wane qewî, hizkirina wan, û berdiliya wan gelek baweriya min qewî dikin”.
TIMÊ BER DILÊ HEVDA WERÊN
17-19. Çira gerekê em timê ber dilê wanda bên, yên ku merivên xwe unda kirine?
17 Hinek meriv gelek wede dinelin kerbê miriyên xwe. Çaxê kesek teze miriye, wî çaxî gelek heval û merivên nêzîk têne ser şînê. Lê paşî çelkirinê, îda gişk diçine mal-halên xwe û xweyê mirî tenê dimîne. Lema hingê jî wanra berdilî lazim e. “Heval her gav hiz dike, bira bûye bona roja oxirmê giran” (Metlk. 17:17). Belê, em gerekê timê wan xûşk-bira dilgerm kin, heta ku êşa dilê wan dayne. (Bixûne 1 Têsalonîkî 3:7.)
18 Bîr nekin ku derd-kulê xweyê mirî dikare nişkêva dîsa teze be. Mesele, ew yek dikare biqewime wedê roja zewaca wan, yan ji bo bihîstina kilamekê, dîtina şikla, yan jî wedê sêzoneke salê. Ewê ku malxê xwe yan kulfeta xwe unda kiriye, gelek tişt cara pêşin tenê dike, besa xeberê, tê ser civata mezin yan ser Êvara Bîranînê, û ew yek dikare êşeke giran bîne. Birakî me gilî dike: “Min zanibû ku roja sersala zewaca me, wê minra gelek çetin be bêy jina min. Lê vê rojê çend xûşk-bira û hevalên mine nêzîk tevî min top bûn, seva ku ez tenê nîbim”.
19 Em gerekê ne ku tenê rojên mexsûs ber dilê wanda bên, lê rojên din jî. Cûnya dibêje: “Çaxê meriv hîviyê nîne û alîkarî û berdiliyê distîne, ew kareke gelek mezin tîne. Ew yek gelek qîmet e û berdiliya mezin dide”. Rast e em nikarin usa bikin, wekî ewana bi temamî tenêbûnê texmîn nekin, lê em dikarin alîkariyê û dilbîniyê bidine wan (1 Yûhn. 3:18). Gabî gilî dike: “Ez ji Yehowa gelek razî me bona rûspiyên delal, yên ku wedê derd-kulê min kêleka min bûn. Bi saya wan min texmîn dikir ku Yehowa ça min hiz dike û ber dilê minda tê”.
20. Çira sozên Yehowa berdiliya mezin didine me?
20 Çiqas dilê me germ dibe ku em zanin, wekî Yehowa Xwedêyê hemû berdiliyê wê hemû kul-derda kuta ke û “hemûyêd tirbada wê dengê . . . [Mesîh] bibihên . . . rabin” (Yûhn. 5:28, 29). Xwedê soz dide ku wê mirinê kuta ke û ji hemû meriva “hêsirên çeva paqij bike” (Îşa. 25:8). Û paşê emê ne ku “tevî yêd digirîn bigirîn”, lê “tevî yêd şa dibin şa bin” (Rom. 12:15).
^ abz. 8 Kitêba Pîrozda cara paşin derheqa Ûsiv tê gotinê çaxê Îsa 12 salî bû. Çaxê Îsa keremeta xweye pêşin kir, dêmek av kire şerav, tu cîkîda nayê gotinê ku Ûsiv jî wêderê bû, û ne jî paşî vê yekê. Hin jî, çaxê Îsa ser stûnê dardakirî bû, ewî Yûhennayê şandîra got wekî miqatî diya wî Meryemê be, û femdarî ye hergê Ûsiv sax bûya ewî wê usa negota (Yûhn. 19:26, 27).
^ abz. 11 Dîsa rêzên din ku dikarin berdiliyê bidine we, ew in: Zebûr 20:1, 2; 31:7; 38:8, 9, 15; 55:22; 121:1, 2; Îşaya 57:15; 66:13; Fîlîpî 4:13; û 1 Petrûs 5:7.
^ abz. 14 Binihêrin usa jî gotar bi navê “Mîna Îsa Berdiliyê Bidine Wan yên ku Şînê Dikin”, “Birca Qerewiliyêda” ya 1 Mijdarê sala 2010.