GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 31
Dua Pêşkêşeke Gelek Qîmet e
“Bira duayê min mîna bixûrê li ber Te bê qebûlkirinê” (ZEBÛR 141:2).
KILAMA 47 Her Roj Xwedêra Dua ke
VÊ GOTARÊDA *
1. Em çi ser xwe texmîn dikin ku Yehowa îzin daye me, wekî wîra dua bikin?
DUA pêşkêşeke gelek qîmet e, çimkî bi saya vê, em dikarin Efirandarê erd û ezmanara aza dua bikin. Hela bifikire: Sihet çi be jî û em kîderê bin jî, em dikarin dilê xwe Yehowara vekin. Yehowa her zimanî fem dike, û pêşiya ku em dua bikin, ne lazim e wekî em ji wî îzinê bistînin. Hergê em nexweşxanêda yan kelêda bin jî, Bavê meyî dilovan hertim guh dide duayên me. Em bona vê pêşkêşa qîmet gelek razî ne!
2. Dawid Padşa ça nîşan dikir, wekî ew mecala dua qîmet dike?
2 Dawid Padşa mecala dua gelek qîmet dikir. Ewî Yehowara usa got: “Bira duayê min mîna bixûrê li ber Te bê qebûlkirinê” (Zebûr 141:1, 2). Rojên Dawidda, bixûra pîroz, ya ku ji aliyê kahînava bona hebandinê dihate xebitandinê, fesal dihate hazirkirinê (Derketin 30:34, 35). Mîna vê yekê, Dawid dixwest xeberên duayên xwe jî rind bijbêre. Xwestina me jî ev e, çimkî em jî dixwazin wekî duayên me Yehowa xweş bên.
3. Gava em Yehowara dua dikin, gerekê em çi bîr nekin?
3 Çaxê em Yehowara dua dikin, gerekê em bi qedir xeber din. Were em dîna xwe bidine xewn-xeyala Îşaya, Hezeqêl, Daniyêl û Yûhenna. Ev xewn-xeyal çiqas ji hev cude bin jî, ew alîkîva mîna hev in. Van xewn-xeyalada Yehowa ça Padşakî mezin eyan dibe. Mesele, xewn-xeyala Îşaya pêxemberda, Yehowa “li ser textekî bilind û mezin rûniştî” bû (Îşaya 6:1-3). Xewn-xeyala Hezeqêl pêxemberda, Yehowa li ser erebeya xwe ya ezmanî rûniştî bû, û der-dora wî mîna keskesor dibiriqî (Hezeqêl 1:26-28). Xewn-xeyala Daniyêlda, “Yê Herheyî” bi kincê sipî xuya dikir û textê wî mîna alava agir dişixulî (Daniyêl 7:9, 10, ÎM). Xewn-xeyala Yûhennayê şandîda, Yehowa li ser textekî rûniştî bû, û “keskesorê jî dora text girtibû, mîna îşiqa zimrûdê” (Eyantî 4:2-4). Gava em rûmeta Yehowaye mezin didin ber çevê xwe, em fem dikin wekî dua qedirekî çiqas mezin e. Lema jî gerekê em bi qedir Wîra dua bikin. Gelo çi cûreyî?
“HÛN AHA DUA BIKIN”
4. Gotinên pêşin ji duayê ku Îsa şagirtên xwe hîn kir, çi me hîn dikin?
4 Metta 6:9, 10 bixûne. Wedê xizmetiya ser Çiyê, Îsa şagirtên xwera got, ku ewana gerekê ça dua bikin, wekî Xwedê ji wan razî be. Ya pêşin, Îsa besa çend tiştên ferz kir, yên ku raste-rast nêta Yehowava girêdayî ne: Ew heye pîrozkirina navê Xwedê, hatina Padşatiya Wî, ya ku wê hemû dijminên Xwedê qir ke û keremên ku ewê ser erdê û ser însanetêda bibarîne. Wê baş be wekî em jî duayên xweda besa tiştên usa bikin. Bi vî cûreyî, em dikarin nîşan kin, ku qirara Xwedê bona me çiqas ferz e.
5. Gelo Yehowa duayê me dibihê, gava em bona tiştê şexsî dua dikin?
5 Paşê, Îsa nîşan kir ku em dikarin derheqa tiştên şexsî jî dua bikin. Mesele, em dikarin ji Yehowa reca bikin, wekî ew nanê rojê bide me, gunên me bibaxşîne, me ji cêribandina biparêze û ji destê Mîrê-cina xilaz ke (Metta 6:11-13). Gava em bona van tişta Yehowara dua dikin, em nîşan dikin, wekî em bêy wî nikarin û ku em dixwazin dilê wî şa kin.
6. Gelo gerekê em tenê bona van tişta dua bikin, çi ku Îsa duada em hîn kirin? Şiroveke.
6 Îsa şagirtên xwera negot, wekî ewana gerekê xeberên vî duayî ku ewî wana hîn kir, biwekilînin. Duayên dinda, Îsa besa tiştên din dikir, yên ku wê demê bona wî ferz bûn (Metta 26:39, 42; Yûhenna 17:1-26). Em jî dikarin duayên xweda besa hemû derdên xwe bikin. Gava lazim e ku em safîkirinekê bikin, em dikarin dua bikin ku Yehowa bîlaniyê bide me (Zebûr 119:33, 34). Pêşiya ku em şixulekî çetin bikin, em dikarin dua bikin, wekî Ew rêberiya me bike (Metelok 2:6). Dê-bav dikarin bona zarên xwe dua bikin, zar dikarin bona dê-bavê xwe dua bikin, û em gişk dikarin bona xwendekarên xwe û bona yên ku em xizmetiyêda rastî wan tên, dua bikin. Lê hemikî gerekê em ne tenê tişta ji Yehowa dewa kin.
7. Çima lazim e wekî em duayên xweda pesinê Yehowa bidin?
7 Gava em dua dikin, gerekê em bîr nekin ku pesinê Yehowa bidin. Xwedê bi rastî jî hêjayî hemû pesina ye. Kitêba Pîroz derheqa wî usa dibêje: “Tu Xudano, qenc û afû kir î . . . Xwedêyê remê û dilşewatîyê” (Zebûr 86:5, 15). Belê, gelek menî hene ku em pesinê Yehowa bidin, him bona hunurên wî, him jî bona kirên wî.
8. Em dikarin bona çi ji Yehowa razîbûna xwe bidine kifşê? (Zebûr 104:12-15, 24)
8 Xêncî vê yekê ku em duayên xweda pesinê Yehowa didin, em dixwazin wîra bona hemû tiştî, çi ku ewî dane me, razî bin. Mesele, em dikarin bona bax û kulîrkên bedew, bona xwarinên tem û bona hevalên qîmet, razîbûna xwe bidine kifşê. Bavê meyî dilovan van tişta û gelek tiştên din dide me, wekî em şa bin (Zebûr 104:12-15, 24 bixûne). Lê ya herî ferz ew e, ku em dikarin Yehowara razî bin, çimkî ew têr-tije xwarina ruhanî dide me û hêviya lape baş daye me.
9. Çi dikare alî me bike, wekî em bîr nekin ku razîbûna xwe Yehowara bidine kifşê? (1 Têsalonîkî 5:17, 18)
9 Gelo çi dikare alî te bike, wekî tu keremên Yehowa bîr nekî? Mesele, tu dikarî xwera binivîsî ku te bona çi dua kiribû û paşê binihêrî wekî Yehowa ça caba duayên te daye. Paşê, razîbûna xwe wîra bide kifşê (1 Têsalonîkî 5:17, 18 bixûne). Gava kesek razîbûna xwe mera dide kifşê, gelo em şa nabin? Mîna vê yekê, gava em şêkirdar bin û razîbûna xwe Yehowara nîşan kin, ku ew caba duayên me dide, dilê wî wê gelek şa be (Kolosî 3:15). Dîsa bona kîjan tiştekî ferz em gerekê ji Xwedê razî bin?
JI YEHOWA RAZÎ BE BONA KURÊ WÎ
10. Li gora 1 Petrûs 2:21, gerekê em çira razî bin, ku Yehowa Kurê xwe şande ser erdê?
10 1 Petrûs 2:21 bixûne. Gerekê em ji Yehowa razî bin, çimkî ewî Kurê xweyî delal şand ku me hîn ke. Çaxê em jîyîna Îsa lêkolîn dikin, em derheqa Yehowa gelek tişt pêdihesin, û em fem dikin ku gerekê çi bikin, wekî ew ji me razî be. Hergê em baweriya xwe qurbana Îsa bînin, em dikarin bibine dostên Yehowa Xwedê û tevî Wî edilayêda bin (Romayî 5:1).
11. Çima ferz e ku em bi navê Îsa Mesîh Yehowara dua bikin?
11 Em ji Yehowa razî ne ku em dikarin bi navê Kurê wî, wîra dua bikin. Bi saya Îsa, Yehowa caba duayên me dide. Gava em bi navê Îsa dua dikin, Yehowa me dibihê. Îsa usa gotibû: “Pê navê min hûn çi bixwazin, ezê bikim, wekî Bav pê Kur bê rûmetkirinê” (Yûhenna 14:13, 14).
12. Dîsa çira em gerekê bona qurbana Îsa razî bin?
12 Yehowa ser hîmê qurbana Îsa gunên me dibaxşîne. Li gora Nivîsarên Pîroz, Îsa Mesîh Serekkahînê me ye, “ku li ezmana ser textê mezinayiya Xwedêye rastê rûniştiye” (Îbranî 8:1). Îsa kêleka Bavê me Yehowa ye, û piştgiriya me dike (1 Yûhenna 2:1). Em gelek ji Yehowa razî ne, ku Ewî Serekkahînekî usa dilovan kifş kiriye, yê ku kêmasiyên me fem dike û bona me reca dike (Romayî 8:34; Îbranî 4:15). Em merivne gunekar in, lema jî meyê nikaribûya bê qurbana Îsa Mesîh Yehowara dua bikira. Belê, xeber têra me nakin, wekî em razîbûna xwe bona qurbana Îsa bidine kifşê!
BONA XÛŞK-BIRA DUA BIKE
13. Şeva pêşiya mirina xwe, Îsa çawa nîşan kir ku şagirtên xwe hiz dike?
13 Şeva pêşiya mirina xwe, Îsa bona şagirtên xwe dirêj dua kir. Ewî ji Bavê xwe reca kir, wekî ew wana ji Mîrê-cina xwey ke (Yûhenna 17:15). Ev yek nîşan dike ku Îsa çiqas wana hiz dikir. Rast e ew halekî gelek giranda bû, lê yeke ewî bona şandiyên xwe xem dikir.
14. Em ça dikarin nîşan kin, wekî em xûşk-bira hiz dikin?
14 Mîna Îsa gerekê em jî ne tenê derheqa hewcên xwe bifikirin. Wê baş be ku em her gav bona xûşk-bira jî dua bikin. Bi vê yekê, em dikarin nîşanî Yehowa bikin, ku em guh didin temiya Îsa, wekî hevdu hiz bikin (Yûhenna 13:34). Duayên bona xûşk-bira badîhewa nînin. Xebera Xwedê dibêje ku “duayê yê rast gelekî qewat e û hukum dike” (Aqûb 5:16).
15. Xûşk-birên me çima hewcê duayên me ne?
15 Ser temamiya dinyayê xûşk-birên me rastî gelek tengasiya tên. Lema jî, ewana hewcê duayên me ne. Em dikarin ji Yehowa reca bikin, ku ew alî wan bike, wekî ewana ber nexweşî, teşqelên tebiyetê, şer, peyketin û tengasiyên din, sebir bikin. Usa jî, em dikarin bona wan xûşk-bira dua bikin, yên ku alî kesên destteng dikin. Hergê tu hine ji van xûşk-bira şexsî nas dikî, tu dikarî îlahî bona wan dua bikî. Ev yek ku tu ji Yehowa reca dikî wekî ew alî wan bike, nîşan dike, wekî tu bi rastî wana hiz dikî.
16. Çira em gerekê bona birên cabdar dua bikin?
16 Birên ku rêberiya civatê dikin, gelek dişêkirînin gava em bona wan dua dikin. Bi rastî jî, hukumê dua gelek mezin e. Pawlosê şandî jî zanibû ku ew hewcê duayên xûşk-bira ye. Ewî usa nivîsî: “Bona min jî dua bikin, ku gava ez xeber dim, gotinek minra bê dayînê, wekî mêrkîmî sura Mizgîniyê eyan kim” (Efesî 6:19). Îro jî gelek birên jîr hene, yên ku gelek şixul dikin û rêberiya me dikin. Gava em ji Yehowa reca dikin, wekî ew şixulê wan kerem bike, em nîşan dikin ku em wana hiz dikin.
GAVA EM BER KESÊN DIN DUA DIKIN
17-18. Gava em ber kesên din dua dikin, gerekê em çi bîr nekin?
17 Carna lazim e, wekî em ber kesên din dua bikin. Mesele, bide ber çevê xwe, ku du xûşk diçin ser hînbûneke Kitêba Pîroz. Xûşka ku hînbûnê derbaz dike, xûşka dinra dibêje wekî ew dua bike. Hergê xûşka alîkar, vê xwendekarê hela hê rind nas nake, dibeke diha baş be ku ew paşî dersê dua bike. Ev yek wê alî wê bike, wekî li gora hewcên xwendekarê dua bike.
18 Gava birara cabdarî tê dayînê, wekî civatêda yan wedê civînên bona xizmetiyê dua bikin, gerekê ewana bîr nekin ku nêta civînê çi ye. Necayîz e wekî bira duada şîreta bide yan jî derheqa tiştekî elam bike. Bona heçî zef civata, bi temamî 5 deqe tê dayînê bona kilam û dua, lema jî ne lazim e wekî birê ku dua dike, gotinên xwe dirêj ke, îlahî çaxê civîn destpêdibe (Metta 6:7).
DUA GELEK FERZ E
19. Çi wê alî me bike, wekî em bona roja Yehowa hazir bin?
19 Çiqas em nêzîkî roja Yehowa dibin, haqas hê zêde em gerekê dua bikin. Îsa usa gotibû: “Hişyar bimînin û her gav dua bikin, wekî hûn bikaribin ji wan hemû tiştên ku wê biqewimin birevin-xilaz bin” (Lûqa 21:36). Belê, wê baş be ku em berdewam kin dua bikin, wekî em ruhanîda hişyar bimînin û bona roja Xwedê hazir bin.
20. Duayên me çawa dikarin mîna bixûra bînxweş bin?
20 Vê gotarêda em çi hîn bûn? Em pêşkêşa dua gelek qîmet dikin. Duayên xweda, wê baş be wekî em herî zêde dîna xwe bidin tiştên ku raste-rast qirara Yehowava girêdayî ne. Usa jî wê baş be ku em razîbûna xwe nîşan kin seva Kurê Xwedê û Padşatiya wî. Gelek ferz e ku em bona xûşk-bira dua bikin. Em hilbet dikarin bona hewcên xweye fîzîkî û ruhanî jî dua bikin. Dua bi rastî jî pêşkêşeke mezin e, lema jî wê baş be wekî em rind bifikirin, hela emê duayên xweda çi bêjin. Hergê em usa bikin, Yehowa wê duayên me mîna bixûra bînxweş hesab ke. Belê, “duayê rasta li ber dilê Wîda şîrin e” (Metelok 15:8).
KILAMA 45 Fikirên Dilê Min
^ Em şêkirdar in ku Yehowa îzinê dide me, wekî em wîra dua bikin. Em dixwazin ku duayên me bona wî mîna bixûra bînxweş bin. Vê gotarêda, emê bivînin ku em dikarin derheqa çi dua bikin. Usa jî, emê bivînin ku gava em ber kesên din dua dikin, gerekê em dîna xwe bidine çi.
^ ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Jin-mêrek dua dikin bona qîza xwe, ya ku mektebêda hîn dibe, bona merivê xwe ku nexweşxanêda ne û bona pêşdaçûyîna xwendekara xwe.
^ ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Birakî cahil Yehowara razîbûna xwe dide kifşê bona qurbana Îsa, bona bedewbûna tebiyetê û bona xwarinên tem.
^ ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Xûşkek dua dike wekî Yehowa ruhê xwe bide Koma Rêberiyê û alî wan xûşk-bira bike, yên ku rastî teşqelên tebiyetê û peyketina tên.