Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Şabûn: Hunur ku Em ji Xwedê Distînin

Şabûn: Hunur ku Em ji Xwedê Distînin

HEMÛ meriv dixwazin bextewar bin. Lê îro em dijîn rojên axiriyêda, û problêmên me her kesî hene (2 Tîmt. 3:1). Neheqî, sihet-qewata xirab, bêxebatî, mirin, û dîsa gelek meniyên din ku merivara kul-derda tînin, dikarin usa hukum kin ser meriva, ku meriv şabûna xwe unda ke. Hela hê xizmetkarên Xwedê jî dikarin dilteng bin û hêdî-hêdî şabûna xwe unda kin. Hergê tu halekî usada nî, ça tu dikarî şabûna xwe paşda vegerînî?

Seva caba vê pirsê pêbihesin, pêşiyê em gerekê rind fem kin ku çi ye şabûna rast, û çawa hineka wedê çetinaya şabûna xwe xwey kirine. Paşê emê pêbihesin ku ça em dikarin şabûna xwe xwey kin, û hela hê jî zêde kin.

ÇI YE ŞABÛN?

Şabûna rast ew nîne çaxê meriv dikene yan jî şa ye. Besa xeberê: Merivê ku gelek îçke vexweriye, dikare gelek bikene û kêfxweş be. Lê çaxê ew tê ser hişê xwe, îda ne jî dikene, lê dîsa dikeve heyra problêm û derdên xwe. Ev kêfxweşiya wîye wedelû şabûna rast nîbû (Metlk. 14:13).

Lê şabûna rast dilda ye, û meriv vê şabûnê texmîn dike gava tiştekî baş distîne yan jî hîviya tiştekî baş e. Şabûna wî cûreyî hin wedê başda, hin jî tengasiyada dilda dimîne (1 Têsln. 1:6). Bi rastiyê usa ne, meriv dikare bona tiştekî dilteng be, lê dîsa jî dilê wîda şabûn hebe. Mesele, çaxê şandiya derheqa Îsa mizgînî bela dikirin, hatine kutanê, lê yeke çaxê ewana “ji civîna giregira çûn, şa dibûn ku bona navê Îsa hêjayî rezîlkirinê bûne” (Kar. Şand. 5:41). Eşkere ye, ku ewana şa dibûn ne bona vê yekê ku hatine kutanê, lê ewana şa dibûn çimkî Xwedêra amin man.

Em pê vî hunurî nehatine bûyînê, û ew xwexa jî nav meda pêşda nayê. Çira? Çimkî şabûna rast ew heye para berê ruhê Xwedêyî pîroz. Pê alîkariya ruhê Xwedê em dikarin bi temamî bibine “merivê nû”, ku nava wê yekêda ne usa jî şabûn (Efes. 4:24; Galt. 5:22). Çaxê em şabûnê nav xweda pêşda tînin, em hê hêsa tengasiya û çetinaya derbaz dikin.

MESELÊN KU EM DIXWAZIN ÇEV BIDINÊ

Yehowa dixwest wekî ser erdê her tişt baş be, ne ku xirab çawa em îro divînin. Rast e îro meriv xirabiyê dikin, lê yeke Yehowa şabûna xwe unda nake. Xebera Xwedê dibêje: “Qudret û kêfxweşî li cîhê ku ew lê rûdinê ne” (1 Dîr. 16:27). Xêncî vê yekê, kirên baş ku xizmetkarên Yehowa dikin, dilê wî şa dikin (Metlk. 27:11).

Em dikarin çev bidine Yehowa ku gelek berxwe nekevin û şabûnê unda nekin, hergê jî tiştekî usa biqewime ku em hîviyê nîbûn. Hê baş e em dîna xwe bidin wan tiştên baş kîjan ku îro bal me hene, û bi sebir hîviya wedê xweş bin ku pêşiya me ye. *

Kitêba Pîrozda hene gelek serhatiyên wan meriva, yên ku wedê tengasiya şabûna xwe xwey kirine. Mesele, bînin bîra xwe ku Birahîm rastî gelek çetinaya hat û hela hê emirê wî jî dikete bin qeziyê ji bo merivên din (Destp. 12:10-20; 14:8-16; 16:4, 5; 20:1-18; 21:8, 9). Lê yeke ewî şabûna dilê xweda unda nekir. Çira? Çimkî ew timê difikirî derheqa sozê Xwedê ku wê dinya tezeda bin serwêrtiya Mesîhda bijî (Destp. 22:15-18; Îbrn. 11:10). Îsa got: “Bavê we Birahîm heyra wê roja minda bû” (Yûhn. 8:56). Em dikarin çev bidine Birahîm û bifikirin derheqa vê şabûnê, ku emê axiriyêda bistînin (Rom. 8:21).

Mîna Birahîm, Pawlosê şandî û Sîlas jî dîna xwe didane sozên Xwedê. Rast e ewana jî rastî çetinaya dihatin, lê baweriya wan qewî bû û wana şabûna xwe unda nedikirin. Mesele, carekê çaxê ewana qayîm kutan û avîtine kelê, wana “nêzîkî nîvê şevê . . . dua dikirin û eşqî Xwedê distiran” (Kar. Şand. 16:23-25). Wana usa jî zanibûn ku ewana bona navê Mesîh têne zêrandinê, lema şabûna xwe unda nedikirin. Em jî dikarin çev bidine Pawlos û Sîlas, û bîr nekin ku emê çiqas berên baş bistînin hergê bi aminî Xwedêra xizmet kin (Fîlî. 1:12-14).

Îro jî hene gelek meselên xûşk-bira, yên ku wedê tengasiya şabûna xwe xwey kirine. Mesele, sala 2013-da Fîlîpînêda firtoneke mezin rabû û 1 000 zêdetir malên Şedên Yehowa hilşiyan. Birakî me bi navê Corc, mala kîjanî bi temamî hilşiyabû, dibêje: “Rast e ew qezî hate serê me, lê yeke xûşk-bira bextewar in. Minra çetin e gilî kim ku em çi şabûnê texmîn dikin”. Çaxê em dikevine tengasiyên mezin, emê şabûna xwe unda nekin, hergê em bişêkirînin û bifikirin ser wan tiştên baş ku Yehowa bona me dike. Lê gelo Yehowa dîsa ça alî me dike, wekî şabûna me hebe?

MENIYÊN ME BONA ŞABÛNÊ

Meniya mezin ku em şa bin heye heleqetiya me tevî Yehowa. Bidine hesabê xwe, em Kesê Herî Jorin nas dikin. Ew heye Bav, Xwedê, û Dostê me! (Zeb. 71:17, 18).

Em usa jî qîmet dikin jîyîna xwe û vê yekê ku dikarin jîyînêra şa bin (Waîz 3:12, 13). Yehowa em nêzîkî xwe kirin, û em dikarin qirara wî derheqa xwe fem kin (Kols. 1:9, 10). Em vê yekê zanin û lema nêta emirê me heye, lê vê dinyayêda meriv nizanin ewana çira dijîn û nêta emirê wan jî tune. Ev firqî Pawlos bi wan giliya da kifşê: “‘Ew tiştêd ku çeva nedîtine û guha nebihîstine, dilê mêrivra derbaz nebûne, Xwedê bona wan hazir kirine, yêd ku wî hiz dikin’. Lê belê Xwedê bi ruhê xwe ev yek li ber me vekir” (1 Korn. 2:9, 10). Rastî jî em çiqas şa dibin ku dikarin qirar û nêtên Yehowa fem kin.

Bifikirin usa jî ser vê yekê ku Yehowa dîsa çi dike bona cimeta xwe. Ew gunên me dibaxşîne me (1 Yûhn. 2:12). Xêncî vê yekê, bi rema Xwedê em hîviya jîyîna dinya tezeda nin, kîjan ku zûtirekê wê bê (Rom. 12:12). Hin jî hela hê îro jî Yehowa biratiya baş daye me, û em dikarin tevayî wî bihebînin (Zeb. 133:1). Usa jî Xebera Xwedê me dide bawerkirinê ku Yehowa wê cimeta xwe ji Şeytan û cinên wî xwey ke (Zeb. 91:11). Hergê em bifikirin ser wan hemû kerema ku Xwedê dide me, şabûna me wê hê zêde be (Fîlî. 4:4).

ÇAWA ŞABÛNA XWE HÊ ZÊDE KIN

Gelo Mesîhiyê ku îda şabûna wî heye, dikare şabûna xwe hê zêde ke? Îsa got: “Min ev yek wera gotin, wekî şabûna min nava weda bimîne û şabûna we temam be” (Yûhn. 15:11). Ev gilî didine kifşê wekî em timê dikarin şabûna xwe zêde kin. Besa xeberê dîna xwe bidine vê meselê: Çaxê agir dişixule, lazim e timê dara zêde kin, wekî agir gur be. Usa jî em gerekê ruhaniya xwe qewî kin, seva şabûna me zêde be. Bîr nekin, şabûn bi saya ruhê Xwedê pêşda tê. Lema jî hûnê hingê şabûna xwe hê zêde kin, çaxê timê alîkariya ruhê Yehowa bixwazin û kûr bifikirin ser Xebera wî, kîjan ku bi rêberiya ruhê wîyî pîroz hatiye nivîsarê (Zeb. 1:1, 2; Lûqa 11:13).

Hûn usa jî dikarin şabûna xwe zêde kin çaxê xîret bin şixulê Yehowada (Zeb. 35:27; 112:1). Çira? Çimkî em usa hatine efirandinê ku ji Xwedê bitirsin û qanûnên wî bînin sêrî, ew yek ji meriva tê dewakirinê (Waîz 12:13). Dêmek em usa hatine efirandinê ku qirara Xwedê bînin sêrî. Lema jî çaxê em Yehowara xizmet dikin, ji vê yekê em emirê xweda şabûneke lape mezin distînin. *

KARA ŞABÛNÊ

Çaxê em şabûna xwe zêde kin, emê gelek karê bistînin. Mesele, Yehowa wê ji me hê razî be, çimkî wedê çetinaya jî emê bi şabûnê timê jêra xizmet kin (Qan. Dcr. 16:15; 1 Têsln. 5:16-18). Usa jî çaxê şabûna me rast be, emê nekevine pey hebûkê, lê bona Padşatiya Xwedê qurbana bikin û padşatiyê daynin ciyê pêşiyê (Met. 13:44). Çaxê em bivînin ku ev yek çiqas karê tîne, şabûna me wê zêde be, emê dilrihet bin, û merivên dinra jî şabûnê bînin (Kar. Şand. 20:35; Fîlî. 1:3-5).

“Hergê tu niha bextewar î û emirê xwera şa dibî, tuyê axiriyêda sihet-qewat bî”. Ev gilî lêkolînkarekî ji Dewletên Yekbûyî got, kîjanî ku çend lêkolîn kiribû derheqa sihet-qewatê. Ev gilî li gora giliyên Kitêba Pîroz in kîderê nivîsiye: “Dilê şa mîna dermanê kêrhatî ye” (Metlk. 17:22). Belê ev yek usa ne, hergê şabûna we zêde be, sihet-qewata we jî wê baş be.

Rast e em îro wedê çetinda dijîn, yeke em dikarin şabûneke rast û dirêj bistînin, lê ferz e dua bikin seva Yehowa ruhê pîroz bide me, Xebera wî lêkolîn bikin û ser bifikirin. Emê usa jî şabûna xwe zêde kin, hergê bifikirin ser keremên ku bal me hene, çev bidine baweriya merivên din, û qirara Xwedê bînin sêrî. Hergê em usa bikin emê giliyên ji Zebûr 64:10 ser xwe texmîn kin, kîderê nivîsar e: “Rastê pê Xudan şa bin, bin sîya Wîda sitar bin”.

^ abz. 10 Derheqa sebirê emê gotara dinda şêwir kin, ya vê rêza gotarêda “berê ruhê pîroz”.

^ abz. 20 Bona hê zêde şîret ku çawa şabûna xwe zêde kin, binihêrin çargoşe bi navê “ Dîsa Çi Cûreyî Şabûna Xwe Zêde kin”.