Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Tu Yehowa usa Nas Dikî Çawa Nuh, Daniyêl û Îbo Nas Dikirin?

Tu Yehowa usa Nas Dikî Çawa Nuh, Daniyêl û Îbo Nas Dikirin?

“Merivê xirab heqîyê fem nakin, lê yê Xudan digerin, tam fem dikin” (METLK. 28:5).

KILAMÊN: 126, 150

1-3. a) Wan rojên axiriyêda çi wê alî me bike Xwedêra amin bimînin? b) Emê vê gotarêda derheqa çi şêwir kin?

ÎRO em dijîn xilaziya rojên axiriyêda û em divînin wekî merivên xirab hê zêde mîna “şînayê digihîjin” (Zeb. 92:7). Lema ecêbmayî nîne ku meriv qanûn û prînsîpên Xwedê pişt guhê xweva davêjin. Lê gelo ça vê derecêda em dikarin “hindava xirabiyêda mîna zara bin”, lê yeke “hişê xweda gihîştî bin”? (1 Korn. 14:20).

2 Caba vê pirsê rêza sereke ya vê gotarêda ye, kîderê tê gotinê: “Yê Xudan digerin, tam fem dikin” (Metlk. 28:5). Ew tê hesabê ku ewana dikarin her tiştî fem kin çi jî lazim e, seva Yehowa xweş bên. Metelok 2:7, 9-da jî tê gotinê, wekî Yehowa “bona rasta” bîlaniyê xwey dike. Û bi saya wê yekê kesên rast dikarin “rastiyê, qirarê, heqîyê” û “serda jî her şiverîyêd qenc” fem bikin.

3 Nuh, Daniyêl û Îbo, merivne bîlan bûn (Hezql. 14:14). Ewê yekê em dikarin bêjin derheqa cimeta Xwedêye îro jî. Lê xût derheqa xwe tu dikarî bêjî, wekî “tam” fem dikî her tiştî çi jî lazim e, seva dilê Yehowa şa kî? Bona vê yekê lazim e wî rind nas bikî. Vê gotarêda emê şêwir kin: 1) ça Nuh, Daniyêl û Îbo Xwedê nas kirin, 2) ew zanebûna wan derheqa Xwedê çida alî wan kir, û 3) ça em dikarin baweriya mîna ya wan qazanc kin.

DINYA XIRABDA NUH RIYA XWEDÊDA DIÇÛ

4. Çawa Nuh derheqa Yehowa pêhesiya, û zanebûna rast çida alî wî kir?

4 Nuh ji ku derheqa Yehowa pêhesiya? Destpêka terîxiya meriva, meriv derheqa Xwedê dikaribûn bi saya sê tiştên sereke pêbihesiyana: bi vê yekê ku dîna xwe didane ser efirînên Xwedê, bi gilîkirina merivên xwedêxof, û bi keremên Xwedê ku wana distand çaxê pê prînsîpên wî dijîtin (Îşa. 48:18). Çaxê Nuh ser efirîna dinihêrî, ewî dikaribû eşkere bidîta wekî Xwedê heye, û usa jî dikaribû hunurên Xwedê bidîta, mesele “qudreta wîye heta-hetayê û Xwedêtiya wî” (Rom. 1:20). Bi saya wan tişta, Nuh ne ku tenê bawer kir wekî Xwedê heye, lê ewî baweriya qewî hindava wîda pêşda anî.

5. Çawa Nuh pêhesiya derheqa qirara Xwedê hindava însanetê?

5 Bawerî “ji bihîstinê tê” (Rom. 10:17). Lê gelo Nuh derheqa Yehowa ji ku pêhesiya? Bêşik, dikarin bêjin wekî heçî zef ji merivên xweyî nêzîk. Besa xeberê, bavê wî Lamex merivekî bi baweriya qewî bû, yê ku dijît çaxê Adem hê sax bû. (Binihêre şiklê ewlin.) Dibeke ewî usa jî ji kalikê xwe Metûşela û ji kalikê kalikê xwe Yarêd pêhesiyabû, yê ku paşî bûyîna Nuh 366 sala jît * (Lûqa 3:36, 37). Diqewime Nuh ji wana û ji jinên wan pêhesiya derheqa destpêka jîyîna însanetê û derheqa qirara Xwedê ku merivên rast wê erdê tijî kin. Ewî diqewime ji wana bihîst derheqa miqabilîbûna Edenêda, û axiriya vê yekê ewî xwexa jî dikaribû bidîta (Destp. 1:28; 3:16-19, 24). Çi jî hebe, eşkere ye wekî Nuh çi ku pêhesiya dilê wî girt, û ewê yekê wî hêlan kir ku Xwedêra xizmet ke (Destp. 6:9).

6, 7. Çi baweriya Nuh qewî kir?

6 Hêvî baweriyê qewî dike. Bidine ber çevê xwe ku Nuh çawa xwe texmîn kir çaxê pêhesiya, wekî navê wî kîjan ku dibeke dihate hesabê “Rihetî yan jî Berdilî”, dida kifşê hêvî ser axiriya baş (Destp. 5:29). Bi rêberiya Xwedê Lamex got: “Evê [Nuh] me . . . ji cefêd meye giran li ser vî erdî rihet ke, kîjan ku Xudan nifir lê kiribû”. Baweriya Nuh hindava Xwedê hebû. Ewî mîna Habîl û Henox ku pêşiya wî dijîtin, bawer dikir wekî “zuret” wê bê, kîjan ku serê mer wê bihincirîne (Destp. 3:15).

7 Nuh bi temamî fem nedikir sozê Xwedê ku Destpêbûn 3:15-da nivîsar e. Lê ewî fem dikir ku ev pêxembertî derheqa axiriya baş e. Xêncî wê yekê, Henox jî pêxembertiya wî cûreyî pêşda got, ku Xwedê wê qira xiraba bîne (Cihûd. 14, 15). Ew elametiya Henox ku bi temamî Harmegedonêda bê sêrî, bêşik wê baweriya û hêviya Nuh qewî kira.

8. Çida zanebûna derheqa Xwedê Nuh xwey dikir?

8 Zanebûna rast derheqa Xwedê çida alî Nuh kir? Bi saya zanebûna rast, bawerî û bîlaniya Nuh hebû. Ewê yekê alî wî dikir ku nekeve qeziyê, îlahî aliyê ruhanîda zîyanê nestîne. Besa xeberê, Nuh “rîya Xwedêda diçû”, ew riya merivên xirabda ne diçû, dêmek tevî wan hevaltî nedikir. Hingê meriv ser wan cina yên ku xwe kiribûn meriv, ecêbmayî diman, çimkî ewana gelek qewat bûn, û diqewime hela hê jî meriva wana dihebandin. Lê Nuh yeke nehate xapandinê (Destp. 6:1-4, 9). Ewî zanibû ku Xwedê dixwest, wekî meriv zara bînin û erdê tije kin (Destp. 1:27, 28). Lema jî Nuh fem dikir ku ew heleqetiya sêksûal orta jin û cinên ku xwe kiribûn meriv, usa jî zar ku wanra dibûn, ne tebiyetî û ne rast bû. Ew yek eyan dibû çaxê ew zar mezin dibûn û ji hemûyên din qewattir bûn. Lema jî Yehowa pêşda gote Nuh, wekî ew dixwaze sêlavê bîne ser erdê. Nuh baweriya xwe giliyên Xwedê anî û gemî ava kir. Usa ew neferên xweva xilaz bûn (Îbrn. 11:7).

9, 10. Em ça dikarin çev bidine baweriya Nuh?

9 Em çawa dikarin baweriya mîna ya Nuh qazanc kin? Gelek ferz e Xebera Xwedê lêkolîn bikin, dilê xweda xwey kin çi ku hîn dibin, û li gora vê yekê guhastina bikin û safîkirinên rast bikin (1 Pet. 1:13-15). Paşê, bawerî û bîlaniya ji Xwedê wê me xwey ke ji telikên Şeytan û ji ruhê dinya wîye xirab (2 Korn. 2:11). Merivên vê dinyayêda zulmiyê û bênamûsiyê hiz dikin. Hin jî hiş-aqilê wan tenê ser xwestinên wanî bedenî ye (1 Yûhn. 2:15, 16). Ewana ruhanîda ketîne, û pişt guhê xweva davêjin wan îzbatkirina, kîjan ku eşkere didine kifşê wekî roja Xwedê ber şêmîkê ye. Dîna xwe bidinê ku çaxê Îsa wedê Nuh beramberî wedê me kir, ewî ne ku besa zulmiyê û bênamûsiyê kir, lê ewî got ku meriv wê ruhanîda razayî bin. (Bixûne Metta 24:36-39.)

10 Xwe bicêribînin û pirsên usa bidine xwe: “Gelo pê emirê min tê kifşê wekî ez bi rastiyê Yehowa nas dikim? Gelo baweriya min, min hêlan dike, wekî li gora prînsîpên Yehowa bijîm û usa jî merivên dinra derheqa prînsîpên wî bêjim?” Cabên we ser wan pirsa, wê nîşan kin hela hûn jî mîna Nuh riya Xwedêda diçin yan na.

DANIYÊL BABÎLONA PÛTPARISTDA BÎLANIYA JI XWEDÊ DA KIFŞÊ

11. a) Hizkirina Daniyêl hindava Xwedê, derheqa dê-bavê wî çi eyan dike? b) Hûn dixwazin çev bidine kîjan hunurên Daniyêl?

11 Daniyêl ji ku derheqa Yehowa pêhesiya? Ça tê kifşê dê-bavê wî jêra gilî dikirin derheqa Yehowa, û hîn dikirin, wekî Xwedê û Xebera wî hiz bike. Ev hizkirin temamiya emirê wî dilê wîda bû. Ewî hela hê emirê xweyî mezinda jî, Nivîsar kûr lêkolîn dikir (Dan. 9:1, 2). Daniyêl Yehowa rind nas dikir. Ewî zanibû ku Yehowa çawa bû hindava cimeta Îsraêl. Ewê yekê em divînin ji duayê wîyî bi dil, kîjan ku em Daniyêl 9:3-19-da dixûnin. Wê kêrhatî be ku em bixûnin derheqa duayê wî û ser bifikirin. Pirseke usa bidine xwe: “Gelo derheqa Daniyêl ev dua çi min hîn dike?”

12-14. a) Daniyêl çawa bîlanî nîşan kir? b) Daniyêl ça hate keremkirinê bona mêrxasî û aminiya xwe Xwedêra?

12 Zanebûna rast derheqa Xwedê çida alî Daniyêl kir? Bona Cihûyên amin, jîyîna Babîlona pûtparistda çetin bû. Dîna xwe bidin Yehowa çi gote wan Cihûya: “Edilayê bigerin bona wî şeherî, kîderê min hûn dîltî şandin” (Yêrem. 29:7, DT). Yeke ewî usa jî ji wana dewa dikir ku bi temamiya dilê xwe tenê wî bihebînin (Derk. 34:14). Gelo çi alî Daniyêl kir ku ewî herdu dewakirin rast fem kir û anî sêrî? Bîlaniya ji Xwedê alî wî kir ku fem ke, wekî ya pêşin ew gerekê gura Xwedêda be, ne ku serwêra. Gelek qirne şûnda, Îsa jî ev prînsîp hîn kir (Lûqa 20:25).

13 Dîna xwe bidin ku Daniyêl çi kir, çaxê welatda ferman dan ku nava 30 rojada, xêncî padşara, tu xudanara yan jî merivara dua nekin. (Bixûne Daniyêl 6:7-10.) Daniyêl dikaribû usa bifikiriya: “Îja çi bû, 30 roj e tişt nake!” Lê yeke ew tu car usa nefikirî û nehîşt, wekî ev ferman ji hebandina wî Xwedêra ferztir be. Rast e ewî dikaribû dizîkava dua kira seva wî negirin. Lê ewî zanibû ku gelek îda haş pê hebûn, wekî ew her roj dua dike. Rast e bi vê yekê ewî emirê xwe kire bin qeziyê, lê ew xwera safî kiribû, wekî berdewam ke ber yên din dua bike, seva ewana nefikirin ku hebandina wî ferz nîne.

14 Yehowa bi keremet Daniyêl ji mirinê xilaz kir, çimkî ewî bi mêrxasî ew safîkirin kir û Xwedêra amin ma. Evê qewimandinê alîkî dinva jî gelek kar anî. Nav temamiya Împêriya Meda-Farisêda gişk derheqa Yehowa pêhesiyan (Dan. 6:25-27).

15. Çawa em dikarin baweriya mîna ya Daniyêl qazanc kin?

15 Em çawa dikarin baweriya mîna ya Daniyêl qazanc kin? Seva baweriya me qewî be, lazim e em Xebera Xwedê ne ku sera-bera bixûnin, lê usa bixûnin wekî “fem” kin (Met. 13:23). Em dixwazin nihêrandina Yehowa pêbihesin, û kûr fem kin prînsîpên wî. Xêncî vê yekê, em çi jî dixûnin gerekê ser bifikirin. Dua jî gelek ferz e, îlahî çaxê em rastî cêribandina û tengasiya tên. Çaxê em bi baweriyê Yehowara dua dikin seva bîlanî û qewatê bide me, ew wê ese bi merdanî mera bide (Aqûb 1:5).

ÎBO PRÎNSÎPÊN XWEDÊ DIDA XEBATÊ HIN WEDÊ BAŞDA, HIN JÎ WEDÊ XIRABDA

16, 17. Îbo ça derheqa Xwedê zanebûna rast standibû?

16 Îbo ji ku derheqa Yehowa pêhesiya? Îbo Îsraêlî nîbû, lê Birahîm, Îshaq, û Aqûb merivên wîye dûr bûn. Yehowa wanra derheqa xwe û qirara xwe hindava însanetê eyan kir. Îbo zanibû hine wan rastiyên qîmet, lê eyan nîne ew ji ku pêhesiya (Îb. 23:12). Ewî got: “Min ji bo te, ji guhva bihîstibûn” (Îb. 42:5). Xêncî vê yekê, Yehowa xwexa jî got ku Îbo derheqa wî rast xeber da (Îb. 42:7, 8).

Baweriya me qewî dibe çaxê em efirînada hunurên Xwedê divînin (Binihêre abzasa 17)

17 Îbo usa jî efirînada didît gelek hunurên Xwedê (Îb. 12:7-9, 13). Wede şûnda, Elîhû û Yehowa bi saya efirîna, Îbo dane femkirinê wekî meriv himberî Xwedê çiqas biçûk e (Îb. 37:14; 38:1-4). Giliyên Yehowa dilê Îbo girtin, û ewî bi milûktî Xwedêra got: “Tu dikarî her tiştî bikî, ez pê dizanim û mirazekî te jî nayê sekinandin . . . xwelî û tozêda di tobekirinêda me!” (Îb. 42:2, 6).

18, 19. Çida Îbo nîşan kir, wekî ew bi rastiyê Yehowa nas dike?

18 Zanebûna rast derheqa Xwedê çida alî Îbo kir? Îbo prînsîpên Xwedê rind fem dikir. Ewî bi rastiyê Yehowa nas dikir, û lema tiştên rast dikir. Besa xeberê, dîna xwe bidin ku Îbo zanibû, wekî ew wê nikaribe bêje ku Xwedê hiz dike, hergê hindava meriva xirab be (Îb. 6:14). Ewî tu car xwe ser merivara nedigirt, û nedifikirî wekî ew ji yên mayîn baştir e. Lê ew bi dil û eşq bû tevî hemûşka, ça tev yê dewletî usa jî tevî kesîba. Ewî got: “Ma yê min di zikê dayîkêda afirandiye, wî jî ne xuluqandiye?” (Îb. 31:13-22). Belê, ji vê yekê em divînin ku çaxê Îbo gelek dewletî û navdar bû, ew nebû yekî qure, û tu car yên din nimiz nedikir. Rastî ew çiqas cude dibe ji wan meriva, yên ku îro dewletî ne û hukumê wan heye!

19 Îbo hela hê dilê xweda jî her cûrê pûtparistiyê înkar dikir. Ewî usa jî zanibû ku hergê pey hebûkê keve, wê “Xwedayê li jorê” înkar ke. (Bixûne Îbo 31:24-28.) Îbo zewac ça sozekî pîroz hesab dikir. Ewî hela hê jî tevî çevê xwe peyman girêdabû ku pê çevê xirab ser qîza nenihêre (Îb. 31:1). Bînin bîra xwe ku Îbo wî wedeyî dijît çaxê Xwedê îzin dida ku polîgamî, dêmek pirejinî hebe. Îbo hergê bixwesta dikaribû xwera jina duda bianiya. * Eşkere ye ku ewî zanibû, wekî zewaca pêşin kîjan ku Xwedê Edenêda saz kir, ji jinek û mêrekî bû. Û ça tê kifşê ewî xwera qirar kiribû, wekî li gora vê sazkirina Xwedê bijî (Destp. 2:18, 24). Weke 1 600 sal derbaz bûn, Îsa Mesîh dîsa ev prînsîp hîn kir, ku zewac û heleqetiya sêksûal gerekê tenê orta jin û mêrekîda be (Met. 5:28; 19:4, 5).

20. Çaxê em Yehowa û prînsîpên wî rind zanin, çawa ew yek alî me dike, ku bijartinên rast bikin hevaltiyêda û wedederbazkirinêda?

20 Em çawa dikarin baweriya mîna ya Îbo qazanc kin? Dîsa jî ya lape ferz ew e ku Yehowa rind nas kin, û evê zanebûnê emirê xweda bidine xebatê. Mesele, Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa nefret dike wana, yên ku “zulmê” hiz dikin, û ku em gerekê “tevî derewîna” hevaltiyê nekin. (Bixûne Zebûr 11:5; 26:4.) Niha bifikirin, ev rêz derheqa nihêrandina Yehowa çi wera eyan dikin? Ça ew yek hukum dike ser emirê we û bona we çi lape ferz e? Mesele, hûn ça întêrnêtê didine xebatê, tevî kê hevaltiyê dikin, û ça wedê xwe derbaz dikin? Caba we ser wan pirsa wê alî we bikin bivînin ku hûn ça Yehowa nas dikin. Seva ku vê dinya çetin û xirabda xwe temiz xwey kin, em gerekê hiş-aqilê xwe hîn kin seva bikaribin ne ku tenê qencî û xirabiyê ji hev derxin, lê usa jî bêfemî û serwaxtiyê (Îbrn. 5:14; Efes. 5:15).

21. Çi wê alî me bike “tam” fem bikin her tiştî, seva bizanibin ça dilê Bavê xweyî ezmana şa kin?

21 Nuh, Daniyêl, û Îbo bi temamiya dilê xwe Yehowa digeriyan, û ewî wanra xwe eyan kir. Yehowa usa jî alî wan kir ku “tam” fem kin her tiştî, seva dilê wî şa kin. Wî cûreyî ewana bûne mesela rastiyê, û emirê xweda bextewar bûn (Zeb. 1:1-3). Lema jî pirseke usa bidine xwe: “Gelo ez jî Yehowa usa nas dikim, çawa Nuh, Daniyêl, û Îbo nas dikirin?” Ça baş e ku îro em dikarin hê zêde derheqa Yehowa pêbihesin û hê rind wî nas kin! (Metlk. 4:18). Lema jî timê Xebera Xwedê bixûnin, ser bifikirin, û dua bikin seva Xwedê ruhê xweyî pîroz bide we. Usa hûnê hê nêzîkî Bavê xweyî ezmana bin! Usa jî hûnê serwaxt bin û nekevin bin hukumê vê dinya xirab (Metlk. 2:4-7).

^ abz. 5 Bavê kalikê Nuh, Henox jî “rîya Xwedêda diçû”. Lê “Xwedê ew hildabû”, weke 69 sal pêşiya bûyîna Nuh (Destp. 5:23, 24).

^ abz. 19 Vê yekê em derheqa Nuh jî dikarin bêjin. Rast e paşî raberîbûna Edenêda îzin hebû ku bal mêrekî çend jin hebe, lê yeke tenê jineke Nuh hebû (Destp. 4:19).