Derbazî serecemê

Nihêrandina Te Hindava Sportên Xof Gerekê Ça be?

Nihêrandina Te Hindava Sportên Xof Gerekê Ça be?

Li gor Kitêba Pîroz

Nihêrandina Te Hindava Sportên Xof Gerekê Ça be?

ROJÊN MEDA HÊ ZÊDE MERIV DEWSA KU DÛRVA BINIHÊRIN, XWEXA JÎ XWE JI TEYARÊ PÊ PARAŞÛTÊ DAVÊJIN, JI ÇIYA PÊ TOGA BERJÊR DIBIN, SER AVÊN GURGURERA PÊ QAYIKÊ BERJÊR DIBIN Û USA JÎ XWE TEVÎ SEMESIYA AVÊ DIXIN” (ROJNAME “THE WILLOW GLEN RESIDENT”).

EW GOTINA ji rojnamê eyan dike nihêrandina meriva hindava sportê. Hewasa gelek meriva sportên usara tê, mesele ku xwe pê paraşûtê bavêjin, çiyayê bûzra hilkişin, pê paraplanê bifirin, û ji bilindciya banzdin (BASE jumping). * Ev yek dide kifşê, wekî meriva xweş tê tiştên usa bikin, çi ku emirê wan dikine bin qeziyê. Meriv bi saya snoûbordê, ajotina bîsîklêtê ser çiara, skêytbordê, solên pê tekereka, xweavîtina ji bilindciya, dixwazin wê yekê bikin, çi ku ji sînorên wan der e. Jûrnala “Taym” (Time) dibêje, wekî “sportên xof” diha bela dibin, dêmek sportên usa ku emirê meriva dikine bin qeziyê. Ev yek dide kifşê, wekî xwestina bi mîlyona meriva heye, ku “derbaz bin ji wî sînorî, kîderê ku xofî, hostetî û tirs tevayî dibin û bal merivên ku wan sporta hiz dikin, hestên usa pêşda tînin, tê bêjî ewana tiştên nebûyî dikin”.

Belabûna wan sportên xof, ser meriva giran rûdinê. Ewana birîndar dibin, çaxê sportên bêxofda jî tiştên xof dikin. Sala 1997-da nexweşxanên Dewletên Yekbûyîda selefê sportsmênên ku birîndar bûne, bilind bûye, mesele hejmara yên skêytêr 33 selef, yên snoûbordêr 31 selef û yên ku hildikişine ser çiya 20 selefa bilind bûye. Lê sportên dinda derece diha xirab e, û hejmara merivên ku wedê “sportên xof” mirine, ewê yekê îzbat dike. Merivên ku sportên wî cûreyîva mijûl dibin, zef rind fem dikin ku emirê xwe dikine bin qeziyê. Kulfeteke ku bi cûrê xof xwe ser bûzê dişimitîne, usa dibêje: “Ez timê derheqa mirinê difikirim”. Snoûbordêrek jî nihêrandina merivên ku sporta xof hiz dikin, usa şirovedike: “Hergê tu ziyanê nastînî, dêmek tu şixulê xweda hemû qewatê nadî xebatê”.

Ser hîmê wan îzbatiya, Mesîhî gerekê ça ser sportên xof binihêrin? Kitêba Pîroz ça dikare alî me bike ku safî kin, hela hêja ye wan sportava mijûl bin yan na? Nihêrandina Xwedêye ser pîroziya jîyînê, wê alî me bike ku caba wan pirsa bidin.

Nihêrandina Xwedêye Derheqa Jîyînê

Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî “kaniya jiyanê” Yehowa ye (Zebûr 36:9). Ewî ne ku tenê em efirandine, lê usa jî hemû tişt daye me, wekî em ji jîyînê lezetê bistînin (Zebûr 139:14; Karên Şandiya 14:16, 17; 17:24-28). Lema jî logîkî ye, wekî Xwedê ji me dewa dike ku em miqatî vê pêşkêşa wî bin. Ew yek zelal tê kifşê ji qanûn û prînsîpên ku Ewî dabû Îsraêliya.

Qanûna Mûsa dewa dikir, wekî her meriv hemû tiştî çi destê wî tê bike, wekî jîyîna merivên der-dorê xwe biparêze. Hergê kesekî qanûnên bêxofiyê pişt guhê xweva bavîta, û rûyê wîda merivek bimira, xûna wî merivî dikete stûyê wî. Mesele, çaxê Îsraêlîkî mal ava dikir, gerekê dora banî sûr kira. Hergê usa nekira û kesek ji banî biketa û bimira, xûna wî dikete stûyê xweyê malê (Qanûna Ducarî 22:8). Hergê gakî nişkêva merivekî xista û bikuşta, xweyê wî gayî cabdar nîbû seva wê qewimandinê. Lê hergê ew ga pêşda jî meriva xistibû û xweyê wî derheqa wê yekê zanibû, lê pey gayê xwe nenihêrîbû, û ga kesek bikuşta, xweyê wî neheq dihate hesabê û gerekê bihata kuştinê (Derketin 21:28, 29). Bona Yehowa emir qîmet e, lema jî Qanûnêda xweykirin û parastina emir, ciyê ferz digirt.

Xizmetkarên Yehowayî amin fem dikirin, wekî ew prînsîp dikarin usa jî bona wan dereca bidine xebatê, gava meriv xwexa emirê xwe dike bin qeziyê. Kitêba Pîrozda nivîsar e, wekî carekê Dawid gelek tî bû û got: “Xwezîka yek ji bîra ku li Beytlehemê li ber dêrî ye, avê bide min!” Wî wedeyî Beytlehm bin destê Filistiyada bû. Gava sê eskerên Dawid ev xwestina wî bihîstin, dizîkava çûn nav zoma Filistiya, av ji bîra Beytlehmê hildan û Dawidra anîn. Gelo rêaksiya Dawid çi cûreyî bû? Ewî av venexwar, lê dewsê rête ser erdê. Ewî got: “Kirina vêya bila Xwedê ji minva dûr bike; gelo ez xûna van zilamên ku canê xwe avîtine xeterê vexwim? Ji ber ku wê bi bahê canê xwe anîn” (1 Dîrok 11:17-19). Hişê Dawidra derbaz nedibû ku emirê kesekî bike bin qeziyê, seva ku xwestina xwe razî ke.

Îsa jî xwe hema usa da kifşê, çaxê ça tê kifşê xeyalêda Mîrê-cina wî dicêriband û gotê ku ji bilindciya banê paristgehê xwe bavêje, seva ku binihêre hela melek wê wî xilaz kin yan na. Îsa caba wî da û got: “Xudan Xwedêyê xwe necêribîne” (Metta 4:5-7). Eyan e, wekî ça Dawid usa jî Îsa fem dikir, wekî ber çevê Xwedê nerast e, ku badîhewa emirê xwe yan jî yê kesekî, bikine bin qeziyê.

Ew mesele dikarin wan pirsa pêşda bînin: “Kengê cûrê sportê dibe xof? Sporta bêxof û wedederbazkirina baş meriv dikarin bi cûrê xof derbaz kin. Lê ça em dikarin têderxin ku çi îzin e bikin û çi na?”

Hêja ye Emirê Xwe Bikine bin Qeziyê?

Hergê derheqa her wedederbazkirinê bi helalî bifikirin, ev yek wê alî me bike, ku safîkirina rast bikin. Mesele, dikarî pirsê bidî xwe: “Merivên ku vê sportêva mijûl dibin, çiqas car dikevine qeziyê û birîndar dibin? Ez vê sportê rind hîn bûme, yan jî tiştên mine bona vê sportê hene, wekî min ji ziyanê xwey kin? Ezê çi ziyanê bistînim, hergê bilindayê rast hesab nekim, bikevim yan jî hacetên mine bêxofiyê nişkêva xirab bin? Gelo ezê ziyaneke biçûk bistînim, yan qayîm birîndar bim, û hela hê jî bimirim?”

Hergê Mesîhî ji bo kêfa xwe, emirê xwe dike bin qeziyê, ev yek dikare ser heleqetiya wîye qîmet tevî Yehowa hukum be. Ew usa jî dibeke civatêda cabdariyên xwe unda ke (1 Tîmotêyo 3:2, 8-10; 4:12; Tîto 2:6-8). Dêmek, wedê wedederbazkirina jî, Mesîhî gerekê bîr nekin, ku jîyîn ber çevê Efirandar pîroz e.

[Spartin]

^ Xebera înglîzî “BASE” ji herfên pêşine wan xebera saz bûye: “Building” (avayî), “Antenna” (antên), “Span” (pira), û “Earth” (erd). Ev sporteke usa ye, ku xwe pê paraşûtê ji avaya, pira û çiya davêjin. Ev sport usa xof tê hesabê, wekî Dewletên Yekbûyîda ji aliyê teşkîleta ku bona hemû parkên dewletê cabdar e (National Park Service) hatiye qedexekirinê.