Tu Dikarî Nihêrandina Nepozîtîv ji Xwe Dûrxî
Tu Dikarî Nihêrandina Nepozîtîv ji Xwe Dûrxî
HERGÊ tiştek cem te nayê standinê, tu çawa ser vê yekê dinihêrî? Gelek merivên cêribandî dibêjin, wekî caba te wê nîşan ke, ku nihêrandina te pozîtîv e yan nepozîtîv e. Cûre-cûre tengasiyên me herkesî hene. Hinek rastî çetinyaên mezin tên, lê hinek jî rastî yên biçûk tên. Çima hine meriv tengasiyên biçûkda teyax nakin, lê hine meriv hela hê tengasiyên mezinda jî teyax dikin?
Bide ber çevê xwe wekî tu xebatê xwera digerî. Tu diçî cem mezinê xebatê tevî wî xeber didî, lê ew dibêje ku wê te hilnede. Vê derecêda tu çi difikirî? Dibe ku tu difikirî, wekî ev gunê te ye û wekî halê te xirab e. Tu xwera dibêjî: “Xebatçiyê mîna min kêra lazim e? Ezê qe nikaribim xebatekê xwera bivînim”. Û hê xirab ew e, ku te tirê wekî ev derece jîyîna teye bedew û rengîn, reş û terî dike. Tu xwera dibêjî: “Ez kêrî tiştekî nayêm. Ez tu kesîra lazim nînim”. Eşkere tê kifşê, wekî her du derecada jî nihêrandina usa nepozîtîv e.
Çawa Dikarî Nihêrandina Nepozîtîv ji Xwe Dûr xî
Çi dikarî bikî, ku fikirên nepozîtîv ji serê xwe derxî? Gava pêşin û ferz ew e, wekî hîn bî fikirên nêgatîv têderxî. Gaveke din jî ew e, ku miqabilî wan fikira şer bikî. Ser xwe bixebite, wekî ser dereca xwe bi nihêrandineke din binihêrî. Mesele, gelo bi rastî mezinê xebatê nedixwest tu bal wî bixebitî, yan ewî merivekî bi feresetên din digeriya?
Hergê dîna xwe bidî ser hine dereca, tuyê bikaribî fikirên nepozîtîv têderxî. Hergê carekê tera xebat nedan, gelo ev tê hesabê ku tu kêrî tiştekî nayêyî? Bîne bîra xwe derecên xweye din, kîjanada tu diha pêşdaçûyî dibî, mesele nêtên teye ruhanîda, malbeta teda û heleqetiya tevî hevalada. Hîn be ji xwe dûrxî wan fikira, ku yan çi wê hemû tişt îda nebaş be. Bi rastî tu ji ku zanî, wekî tuyê nikaribî dîsa xebatê xwera bivînî? Xêncî vê yekê dîsa hine tişt hene, çi ku dikarin alîkariyê bidin te, wekî fikirên nepozîtîv ji xwe dûrxî.
Nihêrandina Pozîtîv û Serwaxtî
Salên paşwextiyêda, zandara hevekî karibûn têderxin ku çi ye hêvî. Li gora giliyê wan hêvî ew e, gava bende bawer dike ku ewê bikaribe bigihîje nêtên xwe.
Lê ji gotara din emê bivînin, wekî hêvî hê zêde tê hesabê û hine derecada ev kêrhatî ye. Hergê kûr bifikirî derheqa hêviya xwe û bawer kî ku tuyê bikaribî bigihîjî nêtên xwe, ev wê alî te bike nihêrandina pozîtîv û serwaxtiyê bal xwe pêşda bînî.Seva ku bawer bikî, wekî axiriyêda tuyê bikaribî bigihîjî nêtên xwe, tu gerekê hîn bî, wekî nêta daynî pêşiya xwe û bigihîjî wan. Hergê tu vê yekêda cêribandî nînî, wê baş be bifikirî derheqa wan nêta, kîjana datînî. Berê pêşin, qe nêtên te hene? Şixulên her rojî dikarin usa wede ji te bistînin, ku tu nikaribî dîna xwe bidî wê yekê, çi ku tu bi rastî ji jîyînê dixwazî, kîjan ku bona te diha ferz e. Kitêba Pîrozda îda zûdava prînsîpên kêrhatî hatine dayînê derheqa vê yekê ku çi paşî çi bikin: “Kîjan here qenc e, hûn wê bibijêrin” (Fîlîpî 1:10).
Çaxê em derheqa nêtên xwe difikirin, mera hêsa dibe têderxin, wekî jîyîna meda kîjan nêt lap ferz in; mesele yên usa ku malbet û ruhaniya meva girêdayî ne. Ferz e ku gelek nêta daneynin pêşiya xwe, lê wan nêta daynin, kîjan ku wê mera hêsa be bigihîjinê. Hergê mera gelek çetin dibe bigihîjine nêtên xwe, ev dikare me dilteng ke û qidûm bêxe. Lema jî wê baş be derbêra nêtên mezin daneynin pêşiya xwe, çimkî wê gelek wext lazim be ku bînin sêrî. Dewsê tu dikarî pêşiyê nêtên biçûk daynî pêşiya xwe.
Gilî-gotineke usa heye ku dibêje: “Hergê xwestina mêriv heye tiştekî bike, ewê eseyî mecalê bivînê evê yekê bike”. Paşî wê yekê ku em nêtên xweye sereke têderxin, mera lazim e xwestin, qewat û ruhê hazirbûnê ku evê yekê bikin. Seva ku ewê xwestina xwe qewî kin, em gerekê bifikirin ser vê yekê, ku ev nêt çiqas ferz in û wê çida kêrhatî bin. Hemikî çetinayî wê hebin, lê gerekê hîn bin, wekî wan çetinaya hesab kin ne mîna kevirê ku riya me digire, lê ça rêke usa kîjanêra em dikarin derbaz bin.
Lê em gerekê derheqa mêtodên kêrhatiye din jî bifikirin, ku çawa bigihîjine nêtên xwe. Rîk Snaydêr, yê ku kûr qîmeta hêviyê lêkolîn dikir, şîretê dide, wekî çend mêtoda bivînin, ku hêsa bigihîjine nêtên xwe. Hergê mêtodek alîkariyê nede, dikarin mêtoda duda, sisiya yan yên din bidine xebatê.
Snaydêr usa jî şîretê dide, ku hergê nayê standinê bigihîjine nêtekê, gerekê hîn bin dewsê nêteke din daynin pêşiya xwe. Hergê cem me qe nayê standin bigihîjine nêta û mera çetin e vê yekêra razî bin, ev wê tenê me dilteng ke. Lê hergê dewsa nêta ku nehate sêrî, em nêteke din datînin pêşiya xwe, kîjan ku dikarin hêsa bînin sêrî, hingê hîmê hêviya me çêdibe.
Kitêba Pîrozda meseleke baş heye, ku evê yekê îzbat dike. Nêta Dawid Padşa hebû, wekî paristgehê bona Xwedayê xwe Yehowa ava ke. Lê Xwedê gote Dawid, wekî ev qedir wê kurê wî Silêmanra bê dayînê. Çaxê Dawid ev yek pêhesiya, ew dilteng nebû, nejî ser ya xwe sekinî, lê dewsê nêtên xwe guhast. Ewî qewata xwe da vê yekê, wekî her tiştên ku bona avakirina paristgehê lazim bûna, hazir kir û tesmîlî kurê xwe Silêman kir (1 Padşatî 8:17-19; 1 Dîrok 29:3-7).
Carna dikare usa biqewime, wekî em ser xwe bixebitin ku nihêrandina nepozîtîv ji xwe dûr xin û derheqa tiştên baş bifikirin, lê dîsa jî dibeke hêviya me kêm be. Lê çima? Çimkî em rastî tiştên usa tên û divînin, çi ku meva girêdayî nîne û hêviya me sist dike. Lê çawa em dikarin nihêrandina pozîtîv xwey kin, çaxê divînin wekî însanet ça diçerçire ji bo kesîbiyê, şera, bêqanûniyê, nexweşiya û mirinê?
[Şikil ser rûpêla 7]
Hergê hûn xebatê digerin û we hilnadin, gelo ev tê hesabê ku hûnê îda tu car nikaribin xwera xebatê bivînin?
[Şikil ser rûpêla 8]
Dawid Padşa karibû nêtên din dayne pêşiya xwe