Kitêba Pîroz Çi Îzbat Dike?
“Eve serhatîya pêşda hatina erd û ezmên” (Destpêbûn 2:4). Bi wan giliya Kitêba Pîroz şirovedike, ku ça planêta me pêşda hat. Gelo ew giliyê Kitêba Pîroz li gora îzbatiyên zandariyê rast in? Werên em çend mesela şêwir kin.
Gelo gerdûn timê hebûye?
Destpêbûn 1:1-da tê gotinê: “Destpêbûnêda Xwedê erd û ezman efirandin”.
Pêşiya sala 1950 gelek zandarên navdar bawer dikirin ku gerdûn timê hebûye. Lê ser hîmê îzbatiyên wan paşwextiya, gelek zandar niha hatine ser vê nêtê, wekî destpêka gerdûnê heye.
Destpêkêda gerdûn çi cûreyî bû?
Destpêbûn 1:2, 9-da tê gotinê ku çaxê erd hatibû efirandinê, ew “bêcûre û vikî-vala bû” û bin avêda bû.
Zandar wan giliyara qayîl in. Bîoloj Patrîk Şîn dibêje, wekî çaxê erd hatibû efirandinê, “oksîjen ser erdê tunebûye wekî bîna xwe bikişînin . . . û lema tu tişt ser şîn nedibû”. Jûrnala stêrnasî usa dibêje: “Ji lêkolînên teze eyan bûye, wekî çaxê erd hatiye efirandinê, ev bin avêda bûye û qe ciyê ziha ser tune bûye”.
Wede şûnda atmosfêra ça hate guhastinê?
Destpêbûn 1:3-5 dide kifşê, ku çaxê cara pêşin ronayî kete atmosfêrayê, ew ronayî ser erdê nedihate kifşê, çimkî atmosfêra qalim bû. Ev ronaya tevê û hîvê paşê kete ser erdê, û îda zelal hate kifşê (Destpêbûn 1:14-18).
Kitêba Pîroz nabêje, wekî hemû cûre jîyîn nava şeş rojên 24 sihetî hatine efirandinê
Zandarên ku li ciyê lêkolînkirineke bi navê “Smithsonian Environmental Research Center” dixebitin, dibêjin wekî destpêkêda ronayî rind nedigihîşte erdê. Wêderê tê gotinê: “Ser temamiya erdêra mija bi mêtanê bû”. Wede şûnda ew mij hate hildanê û ezman zelal hate xanê.
Ji efrînên bînber çi pey çi hatiye efirandinê?
Destpêbûn 1:20-27-da tê gotinê, wekî pêşiyê mesî, teyrede û heywan hatine efirandinê, xilaziyêda jî meriv. Zandar bawer dikin, wekî pêşiyê efrînên nava avê hatine efirandinê lê paşê heywanên şîrmêj û meriv.
Kitêba Pîroz nabêje, wekî bînber wede şûnda cûrê xweda nikarin bêne guhastinê
Kitêba Pîroz Çi Îzbat Nake?
Hine meriv dibêjin wekî giliyê Kitêba Pîroz ji îzbatiyên zandara cude dibin. Lê ewana usa dibêjin, çimkî gelek car Kitêba Pîroz rast fem nakin.
Kitêba Pîroz nabêje, wekî gerdûn û erd 6 000 sal e ku hene. Li gora Nivîsarên Pîroz erd û gerdûn “destpêbûnêda” hatine efirandinê (Destpêbûn 1:1). Lê ew konkrêt nabêje, ku çiqas sal pêşda ew hatine efirandinê.
Kitêba Pîroz nabêje, wekî hemû cûre jîyîn nava şeş rojên 24 sihetî hatine efirandinê. Kitêba Pîroz xebera “roj” dide xebatê, seva ku dîna me bide ser wede. Mesele, nava şeş rojên efirandinê planêta me û jîyîna li ser wê hatine çêkirinê, derheqa kîjanî ku Destpêbûn serê 1-da nivîsar e, wekî “rojê gava ku Xudan Xwedê [Yehowa, * DT] erd û ezman çêkirin” (Destpêbûn 2:4).
Kitêba Pîroz nabêje, wekî bînber wede şûnda cûrê xweda nikarin bêne guhastinê. Kitêba Destpêbûnêda tê gotinê, wekî heywan “cûrên wanda” hatine efirandinê (Destpêbûn 1:24, 25). Kitêba Pîrozda xebera “cûre”, ne tenê aliyê zandariyêda hatiye xebitandinê, lê gelek nêtên wê hene. Ev yek dide kifşê, wekî wede şûnda bînber “cûrê” xweda dikarin bêne guhastinê.
Hûn çi difikirin?
Ça îda hate gotinê, Kitêba Pîroz hêsa û zelal şirovedike, wekî gerdûn ça pêşda hatiye, serê-sêrîda erd çi cûreyî bûye û emir ça pêşda hatiye. Hergê Kitêba Pîroz haqas tişt zelal dike, dêmek ew dikare wî Kesî eyan ke, kî ku hemû tişt efirandiye. Ensîklopêdiya Brîtanîka usa dibêje: “Jîyîn ji qewateke zor pêşda hatiye. Û zandar li gora lêkolînên xweye teze evê yekê îzbat dikin”. *