Îzbatiya Pêbihese
“Gerdûn xwe bi xwe hatiye efirandinê.” (Giliyê du zandara bi navê Stîvin Hoûkîng û Lêonard Mlodînov, sala 2010).
“Xwedê erd û ezman efirandin.” (Giliyê ji Kitêba Pîroz, Destpêbûn 1:1).
Gelo gerdûn û jîyîna ser wê, Xwedê efirandiye yan ew xwe bi xwe hate efirandin? Giliyê wan du zandara derheqa kîjanî ku jorê hatiye gotinê û giliyê pêşine ji Kitêba Pîroz, bi temamî ji hev cude dibin. Ev herdu zandar giliyê xweda gelek bawer in. Lê hene gelek meriv, ku vê yekêda dudilî ne. Kitêbên belabûyîda û bernamên têlêvîziyonêda nihêrandina meriya derheqa vê têmayê miqabilî hev in.
Diqewime dersdarên teyî mektebê bê dudilîbûn digotin, wekî gerdûn û jîyîna ser wê, xwexa pêşda hatine, û ku Xwedê tune. Lê wana tera îzbat dikir, wekî Efirandar tune? Xêncî wê yekê, serwêrên rêlîgiya hîn dikin, wekî Efirandar heye. Lê ewana evê yekê îzbat dikin? Yan ewana bê îzbatkirin te hêlan dikin, ku çevgirtî baweriya xwe giliyê wan bînî?
Diqewime ev pirs cem te jî pêşda tê û tu difikirî, wekî tu kes nikare îzbat ke ku Efirandar heye yan na. Û diqewime pirseke din jî cem te pêşda tê: “Gelo eseyî ye caba vê pirsê bistînin?”
Vê jûrnalêda hine îzbatkirin têne dayînê, kîjan ku gelek meriya hêlan dikin, wekî bawer bikin ku Efirandar heye. Wê usa jî bê şirovekirinê, ku çima ferz e pêbihesin, wekî jîyîn ça pêşda hatiye.