TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | GELO RASTÎ HALÊ DINYAYÊ XIRAB E?
Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
Derheqa halê dinyayêye xirab, di Kitêba Pîrozda hê gelek qirna pêşda hatibû pêxembertîkirinê. Û hê ferz ew e, ku Kitêba Pîroz usa jî pêxembertiyê dike derheqa axiriya baş bona însanetê. Ew çi ku Kitêba Pîroz dibêje em gerekê derbêra piş guhê xwe nevêjin, çimkî gelek tiştên ku Kitêba Pîrozda hatibû pêxembertîkirinê, hûr bi hûr hate sêrî.
Dîna xwe bide pêxembertiyên Kitêba Pîroz:
-
“Miletê rabe li ser milet, padşatî li ser padşatiyê, cî-ciya wê xelayî-celayê û erdhejê bibin” (Metta 24:7).
-
“Lê vê yekê zanibe ku rojêd axiriyêda zemanêd xirab wê bên. Merivê bibine xwehiz, perehiz, kubar, babax, kifir, ne gura dê-bavada, bêşêkir, heram, dilsar, bêrem, buxdanbêj, temsist, zulmkar, neyarêd qenciyê, nemam, culet, xwerazî, rihetîhiz, ne ku Xwedêhiz” (2 Tîmotêyo 3:1-4).
Ev pêxembertî eyan dikin halê dinyaye îroyîn, derheqa kîjanî ku hineka dibêjin wekî ew ji bin kontrolê derketiye. Û bi rastî jî eva dinya ji kontrolê derketiye. Çawa ku Kitêba Pîroz eyan dike, cem meriya tune bîlanî û qewat, seva ku problêma safî kin. Ev yek rind tê kifşê ji rêzên jêrê:
-
“Rê heye ku mêrivra rast xuya dike, lê xilazîya wê rîya mirinê ye” (Metelok 14:12).
-
“Dem dibe ku serweriya zilamekî, li ser yekî din, bi xesara wî ye” (Waîz 8:9).
-
“Rêya mirov ne di destê wîda ye, gavên xwe rastkirin, ne di destê mirovê ku dimeşeda ye” (Yêremya 10:23).
Hergê meriv berdewam kin bikin ew çi ku dixwazin, hemikî dinya me wê ji xezeba hemdinyayê nikaribe xilaz be. Lê ev yek wê neqewime! Çimkî Kitêba Pîroz dibêje:
-
“Te erd danî li ser bingeh, ku tu car ji cî neheje” (Zebûr 104:5).
-
“Nifşeyek diçe û nifşeyek tê; lê belê dinya abadîn disekine” (Waîz 1:4).
-
“Rastê li erdê war bin û her-heyê wê ser bijîn” (Zebûr 37:29).
-
“Bira genimê welêt bibe bîr-ber, deremetêd wî serê çiya bihejin” (Zebûr 72:16).
Galatî 6:7). Dinyayê em dikarin beramberî trêna bi lez bikin, yê ku bi temamî ji kontrolê derketiye û berbi kutakirinê diçe. Xwedê sînor kifş kirin, û meriv wê nikaribin ziyana pir mezin bidine xwe (Zebûr 83:18; Îbranî 4:13).
Ev giliyên ji Kitêba Pîroz caba zelal didin. Însanet wê nemire ji qirêjaya hevayê, kêmasiya xwarin û avê, û ne jî ji nexweşiyên hal yên hemdinyayê. Dinya wê kuta nebe di holokostêda. Çimkî Xwedê axiriya gerdûnê bin kontrola xwe girtiye. Xwedê azaya bijartinê daye meriya û ewana wê xwexa cabdar bin bona safîkirinên xwe (Lê Xwedê wê hê zêde bike. Ewê “zêdehiya aştiyê” bîne ser erdê (Zebûr 37:11). Ev hêviya baş, derheqa kîjanî ku di vê gotarêda tê şirowekirinê, wek şewqa zelal e bona axiriyê. Û bi mîlyona Şedên Yehowa derheqa vê yekê bi saya hînbûna Kitêba Pîroz pêhesiyan.
Şedên Yehowa, ev heye civaka hemdinyayê ji jin û mêra, yên ku ji her miletî ne. Ewana Xwedayê rast dihebînin, navê kîjanî ku Yehowa ye, çawa ku Kitêba Pîroz eyan dike. Ewana ji axiriyê natirsin, çimkî Kitêba Pîroz dibêje: “Xudanê ku ezmanan efirandiye, . . . wê li valahiyê neefirandiye, bona ku li ser wê bête rûniştin wê efirandiye, wusa dibêje: Xudan ez im wekî din nîne!” (Îşaya 45:18).
Di vê gotarêda hatibû şirowekirinê hine hînkirinên Kitêba Pîroz derheqa axiriya erdê û însanetê. Seva hê zêde elametî, binihêre dersa 5 ji broşûra “Mizgîniya Xwedê seva Meriya”, yên ku Şedên Yehowa neşir kirine û ev usa jî heye li ser malpera www.dan124.com
Tu usa jî dikarî binihêrî vîdêo “Çima Xwedê Erd Efirand?” yê ku dikarin bivînin li ser www.dan124.com. (Binihêre NEŞIRKIRIN > VÎDÊO)