Yehowa; Xwedayê ku Hêja ye Wî Nas Bikin
Yehowa; Xwedayê ku Hêja ye Wî Nas Bikin
Dibeke hûn emirê xweda tiştekî ferz unda dikin? Hergê hûn ça lazime Xwedê nas nakin, dêmek hema usa jî heye. Gelo çira? Çimkî çawa ku bi mîlyona meriv ser temamiya erdê têderxistine, zanebûna derheqa Xwedê kareke mezin wanara tîne. Ev kar derbêra tê kifşê û axiriyê jî kara vê yekê eyan e.
Yehowa Xwedê, dêmek avtorê Kitêba Pîroz dixwaze wekî em wî nas bikin. Zebûrbêj usa nivîsî: “Bira meriv bizanibin ku navê te Yehowa ye, û li ser temamiya erdê yê Hêrî Jorin tenê tu yî”. Xwedê zane ku hergê em wî nas bikin, ev yek wê karê mera bîne. Ew dibêje: “Ez Yehowa, Xwedayê te me, kîjan ku tiştên qenc te hîn dike û vê rêra te dibe, li ser kîjanî tu gerekê herî” (Zebûr 83:18; Îşaya 48:17 DT).
Mesele, karek ev e ku Xwedê me hîn dike çawa problêmên xweye herrojî safî kin, usa jî ew edilaya dil û hêviyê dide me. Xêncî vê yekê çaxê em hê nêzîk Yehowa nas dikin, em îda bi cûrekî mayîn ser van pirsên jîyînêva girêdayî dinihêrin, yên ku cem merivên ser temamiya dinyayê pêşda tên. Gelo ev çi pirs in?
Gelo Nêta Jîyîna Me Heye?
Rast e zandarî û têknolojî pêşda diçe, dîsa jî cem meriva pirsên usa yên ku jîyînêva girêdayî ne pêşda tên: “Ez çira dijîm? Çi axirî hîviya min e? Nêta jîyînê çi ye? Hergê meriv caba rast ser van pirsa nestîne, ewê nêta jîyîna xwe unda ke. Gelo gelek meriv xwe usa texmîn dikin? Gava xilaziya salên 1990-î Almanyayêda pirsên derheqa nêta jîyînê didane meriva, nîvî ji wana digotin ku gelek car ewana texmîn dikin ku nêta jîyîna wan tune. Diqewime welatê weda jî meriv vî halîda nin?
Çaxê meriv nêta jîyînê navîne, ev îda nizane çawa axiriya xwe saz ke. Heçî zef meriv seva ku gelek dilteng nebin, her tiştî dikin wekî xebata baş xwera bivînin û hebûnê top kin. Lê ev yek alî wan nake. Çaxê nêta jîyîna wan tune evana îda naxwazin bijîn. Tişteke usa hate serê qîzikeke cahil, derheqa kîjanê di “International Herald Tribune”-da hatibû nivîsarê. Ji biçûktayêda ew malbeteke dewletîda mezin dibû û tiştek lê kêm nîbû. Rast e ew dewletî bû, dîsa jî ewê tenêbûnê texmîn dikir û nêta jîyîna xwe unda kiribû. Ewê dermanê xewê xwar, û wê mirîtî dîtin. Diqewime hûn jî derheqa hine merivên usa zanin, yên ku nêta jîyînê nedîtin û rûyê vê yekêda xwe kuştin.
Hine meriv bawer dikin, wekî zandarî dikare derheqa jîyîna me her tiştî eyan ke. Lê dîna xwe bidinê çi derheqa vê yekê dihate gotinê li “Die Woche” nemeya her heftê ya Almanîda: “Zandarî çiqas jî rast be, ev nikare rêberiya ruhanî bide meriva, têoriya êvolûsiyayê ça lazim e ne hatiye îzbat kirinê, û hela hê fîzîka kvantî jî bi lêkolînên xweye mexsûs, nikare berdiliyê û hêviyê bide meriva”. Zandarî derheqa jîyînê îda gelek tişt lêkolîn kiriye û şirovedike ku çi cûreyî tebiyet jîyînê xwey dike. Lê dîsa jî zandarî nikare mera şiroveke, ku çira em dijîn û çi axirî hîviya meye. Zandarî bi saya lêkolîna gelek tişt derheqa jîyînê pêhesiya ye. Heta ku em îtbariya xwe zandariyê tînin, pirsên derheqa nêta jîyînê bê cab dimînin. Û çawa ku rojnamaya “Süddeutsche Zeitung”-da tê gotinê: “Li her ciya meriv hewcê rêberiyê ne”.
Gelo xêncî Efirandar dîsa kesek dikare rêberiya lapî baş bide me? Ewî serê sêrîda meriv ser erdê efirandin, lema jî ew zane ku em seva çi dijîn. Kitêba Pîrozda tê gotinê wekî Yehowa meriv efirandin, ku ewana erdê war bin û lê bibine xweyî. Meriva gerekê her aliyava hunurên Xwedê eyan kirana, mesele yên usa ça heqî, bîlanî û hizkirin. Çaxê em pêhesiyan wekî çira Yehowa em efirandine, me diha baş fem kir, ku seva çi em dijîn (Destpêbûn 1:26-28).
Em çi Dikarin Bikin?
Hergê berê we caba ser pirsên usa nedistand, mesele em çira dijîn? Çi axirî hîviya me ye? Nêta jîyînê çi ye? Kitêba Pîrozda şîret tê dayînê wekî diha nêzîk Efirandarê xwe Yehowa Xwedê nas bikin. Îsa got: “Ev e jiyîna heta-hetayê, wekî ew te nas kin, çawa Xwedêyê rastî bêşirîkî-bêheval û usa jî Îsa Mesîhê ku te şandiye”. Xêncî vê yekê Kitêba Pîroz me hêlan dike wekî hunurên usa cem xwe pêşda bînin yên ku Xwedê xweş tên, û îlahî hizkirinê. Em gerekê her tiştî bikin wekî bin Padşatiya Xwedêda bijîn, ya ku gelek nêzîk e. Hergê hûn gura vê rêberiyê bikin, hûnê nêta jîyînê û hêviya ser axiriya baş bistînin. Usa jî hûnê derheqa pirsên ferz yên jîyînêva girêdayî, îda gelek xemgîn nebin (Yûhenna 17:3; Waîz 12:13).
Gelo ev yek bi rastî ferz e? Derheqa vê yekê Xans dikare mera gilî ke. * Rast e berê ewî hinekî baweriya xwe Xwedê dianî, lê ev yek ser jîyîna wî hukum nedikir. Xans narkotîka dida xebatê, bi jîyîneke bênamûsî dijît, motosîklava mijûl dibû û qaçaxtiyê dikir. Ev usa dibêje: “Emirê min pûç û bê hêvî bû û min tu tiştîda şabûn nedidît”. Çaxê Xans bû 25 salî, ewî safî kir diha nêzîk Xwedê nas bike û destpêkir Kitêba Pîroz bixûne. Gava Xans, Yehowa nêzîk nas kir û fem kir ku seva vê yekê hêja ye bijî, ewî jîyîna xwe guhast, hate nixumandinê û bû Şedê Yehowa. Eva îda deh sal e ew ça pêşengê hertim xizmet dike. Xans usa giliyê xwe berdewam dike: “Tiştê herî qîmet û hêja jîyîna merivada ev e, ku Yehowara xizmet kin. Ev yek beramberî tu tiştî nabe. Çaxê min Yehowa nas kir, min nêta jîyînê dît”.
Hemikî meriv ne tenê derheqa pirsa nêta jîyînê xemgîn dibin. Emir çiqas diçe haqas xirab dibe, û cem meriva dîsa pirseke ferz pêşda tê.
Çira Kul-Derd Pêşda Tên?
Çaxê kul-derd pêşda tên, meriv vê yekê fem nakin û pirseke usa cem wan pêşda tê. Çira ev yek qewimî? Caba zelal ser vê pirsê vê nîşan ke, ku meriv wê bikaribe ji êşa dilê xwe aza be yan na. Hergê ew caba rast nestîne, ew dikare dilteng be û hela hê dikare bibe merivekî sert û bê dil. Were em dîna xwe bidinê çi hate serê Brûnî.
Jinikeke bi navê Brûnî usa dibêje: “Çend sal pêşda qîza min e delal mir. Min Xwedê bawer dikir lema jî ez çûme cem keşîş, wekî berdiliyê bistînim. Ewî minra got, wekî Xwedê qîza min Sûzana biriye ser ezmana, û ew niha bûye horî. Hindik bû ku rûyê mirina qîza xweda ez pir dilteng bibûm, serda jî paşî van giliyên wî ez gelek ser Xwedê hêrs ketim, ku çira ewî qîza min bire cem xwe”. Rûyê vê yekêda çend sala birîna dilê Brûnî qenc nedibû. Ew usa giliyên xwe berdewam dike: “Wî çaxî jinikek ku Şedê Yehowa bû, ji Kitêba Pîroz nîşanî min kir, wekî Xwedê vê yekêda neheq nîne. Yehowa Sûzanayê nebiriye ser ezmana û ew nebûye horî. Ew rûyê gunê Adem û Hêwayêda nexweş ket. Ez usa jî pêhesiyam, wekî Xwedê meriv efirandine ku ewana heta-hetayê li ser erdê cinetê bijîn, û ku zûtirekê ev sozê wî wê bê sêrî. Çaxê min Yehowa nêzîk nas kir û fem kir ku ew Xwedêkî çiqas dilovan e, min diha wî hiz kir û êşa dilê min sivik bû” (Zebûr 37:29; Karên Şandiya 24:15; Romayî 5:12).
Bi mîlyona meriv ser temamiya erdê, ji cûre-cûre problêma diçerçirin: ji problêmên jîyîna wanva girêdayî, ji şer, birçîbûnê û teşqelên tebiyetê. Brûnî dilrihetî stand çaxê ji Kitêba Pîroz pêhesiya wekî Yehowa seva qul-derdê me neheq nîne, ku ewî tu car nedixwast wekî meriv biçerçirin, û ku zûtirekê ewê hemû zulmiyê kuta ke. Îro zulmî gelek belabûye, ev dide kifşê wekî em “rojêd axiriyêda” dijîn, û ev usa jî îzbat dike wekî ev guhastinên baş yên ku em hîviyê ne, pir nêzîk in (2 Tîmotêyo 3:1-5; Metta 24:7, 8).
Çawa Xwedê nas bikin
Xans û Brûnî Xwedê bawer dikirin, lê ça lazim e wî nas nedikirin. Lê çaxê wana destpêkir ku zanebûna rast derheqa Yehowa bistînin, ev yek kareke mezin wanra anî. Wana cabên zelal ser pirsên ferz yên jîyînêva girêdayî standin. Bi saya vê yekê wana edilaya dil û hêviya jîyîna baş standin. Ev yek bi mîlyona xizmetkarê Yehowa, ser xwe texmîn kirine.
Hergê em dixwazin tevî Yehowa bibine nas, em gerekê destpêkin Kitêba Pîroz kûr lêkolîn bikin, li kîderêda nivîsiye ku kî ye Xwedê û ew çi ji me dewa dike. Hine meriv li qirna yekê hema usa jî dikirin. Lûqa terîxzan û hekîm, dibêje ku endemên koma Cihûya Beroyayêda (Yûnanistan) ji Pawlos û Sîlas “xebera Xwedê bi dil û can qebûl kirin û her roj nivîsarada kûr dibûn, ka ev tişt usa ne” (Karên Şandiya 17:10, 11).
Mesîhiyên qirna yekê jî tevayî top dibûn û civat derbaz dikirin (Karên Şandiya 2:41, 42, 46; 1 Korintî 1:1, 2; Galatî 1:1, 2; 2 Têsalonîkî 1:1). Rojên meda jî hema usa ye. Şedên Yehowa civata derbaz dikin. Nêta van civata ev e ku alî meriva bikin nêzîkî Yehowa bin û bi şabûnê wîra xizmet kin. Hevaltiya tevî Şedên Yehowa dîsa karekê tîne. Şedên Yehowa ser xwe dixebitin û her tiştî dikin ku çev bidine Xwedê û hunurên usa nav xweda pêşda bînin yên ku cem wî hene. Lema jî hevaltiya tevî Şedên Yehowa alî meriya dike ku diha baş Yehowa nas bikin (Îbranî 10:24, 25).
Diqewime hûn usa bifikirin: “Haqas qewat gerekê xerc kim, wekî tenê Kesekî nas kim? Hemikî gerekê qewatê xerc kin. Çira seva ku bigihîjine nêteke xwe, em qewatê xerc nakin? Bifikirin derheqa vê yekê ku sportsmênê pêşdaçûyî çiqas qewata xwe xerc dike, wekî bigihîje nêta xwe. Mesele Jan-Klod Kîlî sportsmênekî Fransî yê ku ser lîstikên olînpî mêdala zêr stand, şirovekir wekî çi dikare alî meriv bike wekî bikaribe serkeve. Ew usa dibêje: “Gerekê 10 sal pêşda destpêkî xwe hazir bikî, xwera plana daynî û her roj ser vê yekê bifikirî, ev tê hesabê wekî salê 365 roja gerekê hişê xwe û bedena xwe bidî cefê, ku bikaribî vê lecêda kar bikî, ya ku carna tenê 10 deqa dikişîne! De bide hesabê xwe kareke çiqas diha mezin em dikarin bistînin hergê Yehowa nas kin!
Heleqetiya ku Roj bi Roj Dişide
Gelo kê dixwaze tiştekî ferz emirê xweda unda ke? Hemikî tu kes. Lema jî hergê hûn difikirin wekî nêta jîyîna we tune, yan jî hûn dixwazin pêbihesin ku çira kul-derd diqewimin, wê baş be wekî hûn destpêkin Yehowa Xwedê nas kin, besa kîjanî ku Kitêba Pîroz dike. Çiqas zêde tu derheqa wî pêbihesî haqas tuyê bixwazî emirê xwe aliyê başva biguhêzî, û kara vê yekê wê her timê jî hebe.
Gelo em timê gerekê derheqa Yehowa pêbihesin? Kê ku bi deha sala Yehowara xizmet dikin, heta roja îro ecêbmayî dimînin ku çiqas tişt ewana derheqa wî pêhesiyane û berdewam dikin pêbihesin. Ev yek şabûnê mera tîne û diha nêzîkî Xwedê dike. Em dikarin tevî van xeberên Pawlosê şandî qayîl bin, yê ku got: “Çiqasî kûr in dewlemendtî, serwaxtî û zanebûna Xwedê! Qirarêd wî çiqasî ji hiş-aqila dûr in û kes serederiyê ji riyêd wî nake! Çawa nivîsar e: “Kê nêta Xudan pê hesiya? Yan kê bû şîretkarê wî? (Romayî 11:33, 34).
[Spartin]
^ abz. 12 Nav hatine guhastinê.
[Nivîsar ser rûpêla 5]
Cem meriva pirsên jîyînêva girêdayî pêşda tên: “Ez çira dijîm? Çi axirî hîviya min e? Nêta jîyînê çi ye?
[Nivîsar ser rûpêla 6]
“Çaxê min Yehowa nêzîk nas kir û fem kir ku ew Xwedêkî çiqas dilovan e, min diha wî hiz kir û êşa dilê min sivik bû”
[Nivîsar ser rûpêla 7]
“Tiştê herî qîmet û hêja jîyîna merivada ev e, ku Yehowara xizmet kin. Ev yek beramberî tu tiştî nabe. Çaxê min Yehowa nas kir, min nêta jîyînê dît”