Derbazî serecemê

Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze

Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze

Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze

ÇI HÊ zêde şabûn mêrekî ji Skotlendayêra anî, ne ku pêşdaçûyîna bîznêsêda? Çi alî mêrekî ji Brazîlyayê kir, ku jîyîna bênamûs bihêle û terka krêk kokayînê bide? Ça mêrek ji Slovênyayê karibû terka îçkê bide? Werên em bixûnin hela ew meriv derheqa xwe çi gilî dikin.

“Emirê Min Gelek Min Xweş Dihat”. CON RÎKÊTTS

SALA BÛYÎNÊ: 1958

WELAT: SKOTLENDA

BERÊ: BÎZNÊSMÊNEKÎ PÊŞDAÇÛYÎ BÛ

JÎYÎNA MINE BERÊ: Malbeta meda kêmasiya pera tune bû. Bavê min ofîsêrê ordiya Brîtanî bû, lema jî em gelek car derbazî cûre-cûre ciya dibûn. Xêncî Skotlendayê em usa jî Înglîstanê, Almanyayê, Kenyayê, Îrlendayê û Kîprûsê dijîtin. Çaxê ez heyşt salî bûm Skotlendayêda ez diçûme mekteba kîderê zar şev diman. Paşê min Ûnîvêrsîtêta Kêmbrîcê xilaz kir.

Çaxê ez 20 salî bûm, 8 sala ez ser bîznêsa niftê dixebitîm. Pêşiyê ez Amêrîkaya Başûrêda dixebitîm, paşê hine wext ez Afrîkayêda dixebitîm û paşê Roavaya Avstralyayêda. Û Avstralyayêda min kompaniyek saz kir kîjan paşê firot.

Bi saya vê yekê mecal minra hate dayînê, ku 40 salê xweda îda nexebitim û herime rêwîtiyê. Bi saya motosîklê min du cara temamiya Avstralyayê dît û usa jî min rêwîtiya temamiya dinyayê kir. Emirê min gelek min xweş dihat.

ÇAWA KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MIN GUHAST: Pêşiya wê yekê ku min bîznês bihîşta, min dixwest razîbûnê ji Xwedê bixwazim bona emirê xweyê baş, lê min nizanibû ça wê yekê bikim. Çaxê ez biçûk bûm, ez diçûme dêra Anglîkanî, lema jî min safî kir dîsa herime wêderê. Paşê min destpêkir herime cem Mormona, lê wede şûnda ez ji wêderê çûm, çimkî wana qe dîna xwe nedida Kitêba Pîroz.

Carekê Şedên Yehowa derê min xistin û gelek dilê min girt ew yek, wekî çi ku wana hîn dikir, ser hîmê Kitêba Pîroz bû. Wana minra xwend 1 Tîmotêyo 2:​3, 4 kîderê tê gotinê, ku qirara Xwedê wê yekêda ne, wekî “hemû meriv xilaz bin û rastiyê nas kin”. Gelek ser min hukum kir ew yek, ku Şedên Yehowa derheqa zanebûna rast ser hîmê Kitêba Pîroz gilî dikirin.

Hînbûna Kitêba Pîroz tevî Şedên Yehowa alî min kir zanebûna rast bistînim. Mesele, ez pêhesiyam wekî Xwedê û Îsa Sêyekane nînin (Yûhenna 14:28; 1 Korintî 11:3). Zanebûna vê rastiyê gelek dilê min girt. Ez gelek xemgîn bûm, ku min haqas wext nizanibû rastiya vê yekê.

Paşê min destpêkir herim ser civatên Şedên Yehowa. Ez ecêbmayî mam çaxê min dît, ku ewana çiqas hevalhiz bûn û wana xwe normên nav-namûsiyê digirt. Tê bêjî ewana merivne pîroz bûn. Hizkirina wane helal min da îzbatkirinê, ku min rêlîgiya rast dît (Yûhenna 13:35).

ÇI KAR MIN STAND: Paşî nixumandinê ez rastî keçikeke delal hatim, navê kîjanê Dîana bû. Ew ji zarotiya xwe nava rastiyêda mezin bibû û gelek hunurên wêye baş hebûn. Axiriyê em zewicîn. Hevaltî û piştgiriya Dîanayê, ji Yehowa kerem bû bona min.

Xwestineke mezin cem min û Dîanayê pêşda hat, wekî derbazî wê têrîtoriyayê bin, kîderê hewcetî hebû. Sala 2010 em derbazî Bêlîzê bûn, ya ku Amêrîkaya Navenda ne. Vira em alî van meriva dikin, yên ku Xwedê hiz dikin û dixwazin rastiya wî pêbihesin.

Ez çiqas derheqa Xwedê û Xebera wî, dêmek Kitêba Pîroz pêdihesiyam, haqas hê zêde min edilaya dil distand. Heçî zef wedê xwe min xizmetkirinêda derbaz dikir, lema jî mecaleke usa minra dihate dayînê, ku gelek meriyara derheqa Xwedê gilî kim. Bi rastî şabûneke mezin ew e, çaxê tu divînî ku Kitêba Pîroz emirê meriva diguhêze, çawa emirê min jî guhast. Niha ez bi rastî bextewar im, çimkî bi saya xizmetkirinê ez dikarim razîbûnê Xwedêra bidime kifşê, bona emirê xweyê baş.

“Ewana Gelek Heyf Bûn Hindava Min”. MAÛRÎSÎÛ ARAÛJÛ

SALA BÛYÎNÊ: 1967

WELAT: BRAZÎLYA

BERÊ: BI JÎYÎNEKE BÊNAMÛS DIJÎT

JÎYÎNA MINE BERÊ: Ez mezin bibûm şeherekî biçûk Avarêda, ya ku Sao Paûloda ne. Wêderê heçî zef xebatçî dimînin.

Çaxê diya min ser min duhalî bû, bavê min mir. Biçûktayêda çaxê diya min nemal bû, min kincên wê xwe dikir. Wede şûnda rabûn-rûniştandina min bû mîna ya jinika û meriva min hesab dikirin homosêksûalîst. Paşê min tevî geda û mêra bênamûsî dikir.

Ez 20 saliya xweda usa bênamûsiyêva hatibûm girêdanê, ku min hemû ciya, mesele klûbada û hela hê dêrada jî, jin û mêr digeriya, seva ku tevî wana bênamûsiyê bikim. Wedê karnavalê min kincê jina xwe dikir û dilîst. Ez bibûme yekî navdar.

Min tevî homosêksûalîsta, qava û tevî narkomana hevaltî dikir. Hinek ji wan minra krêk kokayîn didan û paşê ez pêva hatime girêdanê. Carna temamiya şevê me krêk kokayîn dikişand. Carna jî min başqe temamiya rojê dikişand. Ez gelek jar bibûm û hine meriv difikirîn, wekî cem min nexweşiya AIDS (SPÎD) heye.

ÇAWA KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MIN GUHAST: Wî wedeyî ez rastî Şedên Yehowa hatim. Ewana gelek heyf bûn hindava min. Wana minra Romayî 10:​13 xwend, kîderê tê gotinê: “Kî gazî navê Xudan ke, wê xilaz be”. Ew xeber ser min gelek hukum kirin û min fem kir, wekî çiqas ferz e navê Xwedê bidine xebatê. Gelek car paşî wê yekê, çaxê min temamiya şevê krêk kokayîn dikişand, min pencere vedikir, li ser ezmana dinihêrî û pê hêsira ji Yehowa lava dikir, wekî ew alî min bike.

Diya min gelek diçerçirî gava didît, ku ça narkotîk emirê min xirab dike. Ez bona diya xwe ber xwe diketim, lema jî min safî kir terka narkotîka bidim. Paşê wê yekê, ez qayîl bûm wekî Şedên Yehowa tevî min hînbûna Kitêba Pîroz destpêkin. Wana min da bawerkirinê ku bi saya hînbûna Kitêba Pîroz, ezê bikaribim terka narkotîka bidim. Û rastî jî usa qewimî!

Bi saya hînbûna Kitêba Pîroz min fem kir, ku ez gerekê cûrê emirê xwe biguhêzim. Ya lape çetin seva min ev bû, ku terka homosêksûaliyê bidim. Çimkî ew yek bibû pareke jîyîna min. Lê çaxê min terka hevalê xweye nebaş da û îda nediçûme klûba, ewê yekê alî min kir, wekî emirê xwe biguhêzim.

Rast e minra nehêsa bû wan guhastina bikim, lê zanebûna wê yekê ku Yehowa bona min xem dike û fem dike wekî ez rastî çi çetinaya têm, berdiliya mezin dida min (1 Yûhenna 3:​19, 20). Sala 2002 min bi temamî terka homosêksûaliyê da û wê salê ez hatime nixumandinê û bûme Şedê Yehowa.

ÇI KAR MIN STAND: Guhastinên ku min kir usa ser diya min hukum kirin, ku ewê jî destpêkir Kitêba Pîroz hîn be. Lê yazix însûltê lêxist. Lê dîsa jî ewê berdewam dikir hizkirinê hindava Yehowa û rastiya Kitêba Pîroz pêşda bîne.

Ewa îda heyşt sal e ez ça pêşengê hertim xizmet dikim û alî meriya dikim Kitêba Pîroz hîn bin. Rast bêjim carna min tevî xwestinên xweye nerast şer dikir. Lê min fem dikir, ku hergê ez nekevime ber bayê wan xwestinên xwe, ezê dilê Yehowa şa kim.

Çaxê ez nêzîkî Yehowa bûm û min destpêkir usa bijîm ça wî xweş tê, usa min qedir û qîmeta xwe qazanc kir. Niha ez gelek bextewar im.

“Min Bê Hemdê Xwe Îçke Vedixwar”. LÛKA ŞÛTS

SALA BÛYÎNÊ: 1975

WELAT: SLOVÊNYA

BERÊ: GELEK ÎÇKÊ VEDIXWAR

JÎYÎNA MINE BERÊ: Ez hatime bûyînê Lyûblyanêda, paytexta Slovênyayê. Biçûktaya min, heta çar saliya min baş bû. Paşê bavê min xwe kuşt. Paşî wî derdî diya min dixebitî, seva ku ez û birê minî mezin birçî nemînin.

Çaxê ez 15 salî bûm, ez çûm tevî pîrika xwe bijîm. Min xweş dihat tevî wê bijîm, çimkî heçî zef cînarên me, hevalên min bûn. Xêncî wê yekê, min wêderê hê xwe aza texmîn dikir ne ku malê. Çaxê ez 16 salî bûm, min destpêkir tevî wan meriva hevaltiyê bikim, kê îçke vedixwar. Hine wext şûnda min porê xwe dirêj kir, destpêkir necayîz kinca xwe kim û cixarê jî bikişînim.

Min cûre-cûre narkotîka dida xebatê, lê heçî zef min xweş dihat îçkê vexwim. Pêşiyê min carekêra çend kas şerav vedixwar, lê paşê botlek zêdetir. Min dikaribû ji meriva veşarta, ku bi rastî min çiqas vexwariye. Tenê pê wê yekê dikaribûn fem kirana ku min vexwariye, çaxê bîna îçkê min dihat. Lê dîsa jî tu kesî nikaribû bida ber çevê xwe, ku min çend lîtir şerav yan bîre tevî araqê vexwariye.

Carna min ji hevalê xwe du cara zêdetir îçke vedixwar û paşê wê yekê min alî wan hevalên xwe dikir, çimkî ewana ser niga nedisekinîn. Carekê min bihîst ça hevalekî min got, ku ez bê hemdê xwe îçkê vedixwim û wekî ez mîna boçka bê bin im. Ser zimanê Slovênyayê, ew gilî ser wî kesî dibêjin, kê ji gişka zeftir îçkê vedixwe. Evê yekê gelek dilê min êşand.

Min destpêkir derheqa halê emirê xwe bifikirim. Min xwe ber tu tiştî hesab nedikir. Tê bêjî emirê min pûç û vala bû.

ÇAWA KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MIN GUHAST: Wî çaxî min texmîn kir, ku ça xeysetê hevaldersxanekî min aliyê başda hate guhastinê. Ew guhastina wî gelek ser min hukum kir, lema jî min safî kir rastî wî bêm û pêbihesim hela meniya vê yekê çida bû. Wedê xeberdanê ewî minra got, ku tevî Şedên Yehowa hînbûna Kitêba Pîroz destpêkiriye. Ewî minra gilî kir her tişt çi ku wedê hînbûnê pêhesiya bû û seva min ew yek tiştekî teze bû, çimkî çaxê ez biçûk bûm, tu kesî derheqa rêlîgiyayê tevî min xeber nedabû. Min destpêkir herim ser civatên Şedên Yehowa û wana destpêkir tevî min hînbûna Kitêba Pîroz derbaz kin.

Çaxê ez Kitêba Pîroz hîn dibûm ez gelek tişt derheqa rastiyê pêdihesiyam. Mesele ez pêhesiyam, wekî em “rojên axiriyêda” dijîn (2 Tîmotêyo 3:​1-5). Ez usa jî pêhesiyam, ku zûtirekê Xwedê wê hemû merivên xirab ser erdê bide hildanê, lê merivên rast wê ser erdê cinetê heta-hetayê bijîn (Zebûr 37:29). Xwestina min pêşda hat ku emirê xwe biguhêzim, wekî hêviya min jî hebe ku heta-hetayê ser erdê bijîm.

Ez derheqa rastiya Kitêba Pîroz çi hîn dibûm, min ew yek hevalên xwera gilî dikir. Rast e gelek ji wan ser min dikeniyan û qerfê xwe min dikirin, lê ew yek hê rind bû, çimkî usa min fem kir ku ewana hevalên rast nîbûn. Usa jî min fem kir, ku heta ez terka hevalên xwe nedim, ezê nikaribim terka îçkê bidim. Temamiya heftiyê hevalên min tenê hîviya wê yekê bûn, ku şemî-leda îçkê vexwin.

Lema jî min terka wan da û destpêkir tevî Şedên Yehowa hevaltiyê bikim. Ewana piştgiriya mezin bûn bona min, çimkî wana bi rastî Xwedê hiz dikirin û li gora prînsîpên wî dijîtin. Û wede şûnda min karibû terka îçkê bidim.

ÇI KAR MIN STAND: Ez gelek ji Yehowa razî me ku niha minra îçke nelazim e, seva ku şabûnê bistînim. Ez ne jî zanim ku ezê çi halîda bûma, hergê jîyîna xweda wan guhastina nekira. Niha ez bi rastî bextewar im.

Ew îda ça 7 sal e ez Slovênyayêda, Beytela Şedên Yehowada xizmet dikim. Min nêta jîyînê wî çaxî dît, çaxê Yehowa nas kir û destpêkir wîra xizmet kim.