Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Bijîn Anegorî Duakirina Îsa—Para 2

Bijîn Anegorî Duakirina Îsa—Para 2

“Bavê we zane çi wera lazim e” (METTA 6:8).

1-3. Çira xûşkeke me bawer bû ku Yahowa zanibû çi wêra lazim bû?

 LANA, pêşenga hertim e. Ew dibêje ku ew tu car wê bîr neke, ku çi qewimî çaxê sala 2012-da ew li Almanyayê bû. Ewê texmîn kir, ku çawa Yahowa caba du duayêd wê da. Çaxê ew tirênêda bû, kîjan ku diçû aêroportê, ewê Yahowara dua kir, wekî alî wê bike ku kesekîra dannasîn ke. Çaxê ew gihîşte aêroportê ew pêhesiya, ku wedê firînê guhastine ser roja din. Lanayê dîsa Yahowara dua kir, wekî alî wê bike, çimkî ewê perê xwe gelek xerc kiribû, lê wêra lazim bû şev cîkî bimîne.

2 Çaxê Lanayê duakirin xilaz kir, derbêra ewê deng bihîst: “Roj baş Lana, tu li wir çi dixwazî?” Ew mêrekî cahil bû, kîjan ku tevî Lanayê mektebêda hîn bibû. Pîrik û diya wî jî tevî wî bûn, û wana ew verêdikirin, çimkî ew diçû li Afrîkaya Başûrê. Çaxê Lanayê halê xwe wanara gilî kir, dê û pîrika wî mêrikî ew teglîf kirin, wekî mala wanda bimîne. Malda wana gelek pirs didane wê derheqa bawerbûn û dannasînkirina wê.

3 Roja din şebeqê, paşî nanxwarinê, Lanayê hê gelek caba pirsêd wane Kitêba Pîrozva girêdayî da. Lanayê înformasiyona wan hilda, ku bikaribe dîsa wanra xeberde, wekî ewana hê zêde cabêd pirsêd xwe bistînin. Lana sax-silamet gihîşte mala xwe, û ew niha jî pêşeng e. Ewê gelek rind texmîn kir, ku Yahowa duayêd wê bihîst. Yahowa zanibû çi wêra lazim e, û alî wê kir (Zebûr 65:2).

Mera ne lazim e, bona hewcêd axiriyê xem bikin

4. Di vê têmayêda emê çi pêbihesin?

4 Çaxê nişkêva em rastî problêma tên, em hêsa dikarin dua bikin wekî Yahowa alî me bike. Û ew şa dibe çaxê duayêd me dibihê (Zebûr 34:15; Metelok 15:8). Lê duakirina Îsa me hîn dike, wekî hê zêde tiştêd ferz hene, derheqa çi jî em gerekê dua bikin. Di vê têmayêda, emê pêbihesin çar xwestinêd paşin duakirina Îsada, kîjan ku dikarin alî me bikin ku amin bin Yahowara. (Bixûne Metta 6:11-13.)

“NANÊ MEYÎ ROJÊ ROJ BI ROJ BIDE ME”

5, 6. Çira Îsa em hînkirin wekî em derheqa “nanê meyî” dua bikin, hela hê çaxê xwarina me têr-tije ye jî?

5 Îsa em hîn kirin ku em dua bikin bona “nanê meyî”, ne ku “nanê min”. Vîktor, berpirsiyarêd mihalê ji Afrîkayê dibêje: “Ez timê ji Yahowa razî me, wekî ez û jina min gelek xem nakin, ku kîderê roja din em xwarinê bixwin, û ne jî xem dikin bona perê kirê. Çimkî xûşk-birêd me bi dil û can derheqa me xem dikin. Lê ez dua dikim, seva yêd ku alî me dikin, bikaribin problêmêd xwe pereva girêdayî safî kin”.

6 Dibek xwarina me têr-tije ye, lê gelek xûşk-birêd me kesîb in. Usa jî hinek ketine qeziyê û tengasiyê. Lema jî em ne ku tenê gerekê bona wan dua bikin, lê usa jî çiqas dikarin alî wan bikin. Mesele em dikarin pere qurban kin bona şixulê cimeta Yahowaye hemdinyayê. Em zanin ku ew qurbankirina pera, alî xûşk-birêd me dike, kê hewce ne (1 Yûhenna 3:17).

7. Îsa ça em hînkirin wekî em “bona roja sibê xema nekin”?

7 Paşî wê yekê çaxê Îsa duakirin hîn kir, ewî hîn kir wekî em derheqa tiştêd matêrîalî gelek xem nekin. Ewî got ku, hergê Yahowa hela hê derheqa gîhayê çolê jî xem dike, “çiqas zêde wê li we ke, kêmbawerno? Îdî xem nekin û nebêjin, . . . ‘Çi li xwe kin?’” Paşê Îsa dîsa wekiland û got: “Bona roja sibê xema nekin” (Metta 6:30-34). Dêmek em divînin wekî mera nelazim e, bona hewcêd axiriyê dişirmîş bin û xem bikin. Dewsê, em gerekê derheqa hewcêd her rojî xem bikin. Mesele, em dikarin dua bikin wekî cî-sitara me hebe, xebata me hebe wekî malbeta xwe xwey kin, û derheqa bîlaniyê, seva ku safîkirinêd baş bikin bona sihet-qewata xwe. Lê dîsa hene tiştêd hê gelek ferz, derheqa çi jî em gerekê dua bikin.

8. Giliyêd Îsa derheqa nanê her rojî çi tînine bîra me? (Binihêrin şikilê ewlin.)

8 Giliyêd Îsa derheqa nanê her rojî, tînine bîra me, derheqa giliyêd wîye din çaxê got: “Însan tenê bi nên najî, lê bi her xebera ku ji devê Xwedê derdikeve” (Metta 4:4). Dêmek, em gerekê usa jî dua bikin, ku Yahowa timê me hîn ke, û alî me bike seve ku berdewan kin nêzîkî wî bin.

“DEYNÊD ME BIBAXŞÎNE”

9. Çira gunêd me mîna deyn in?

9 Îsa got: “Deynêd me bibaxşîne”. Lê carke din ewî usa got: “Gunêd me bibaxşîne” (Metta 6:12; Lûqa 11:4). Ewî usa got çimkî gunê me mîna deyn e. Di “Birca Qerewiliyêda” ya sala 1951-da, hatibû şirovekirinê, ku çaxê em gune dikin, ew mîna wê yekê ye, ku ça em dibine deyndarêd Yahowa. Em borcdar in hizkirina xwe hindava Yahowa bidine kifşê, bi wê yekê ku em gura wî bikin. Lê çaxê em gura Yahowa nakin, em borcê xwe naqedînin, û dibine deyndarê wî. “Birca Qerewiliyêda” hate gotinê ku hergê Yahowa bixwasta, ewî wê hêsa bikaribûya dostiya me tevî xwe bibiriya. Û usa jî nivîsar e: “Gune ew heye nehizkirin hindava Yahowa” (1 Yûhenna 5:3).

Timê ji Yahowa razî be bona pêşkêşa qîmet, dêmek kirînê

10. Yahowa ça dikare gunêd me bibaxşîne, û em ça gerekê xwe bidine kifşê?

10 Em çiqas ji Yahowa razî ne, wekî ewî kurê xwe kire qurban, seva baxşandina gunêd me! Baxşandina Yahowa mera her roj lazim e. Rast e Îsa weke 2 000 sal pêşda bû qurban, lê yeke qurbanbûyîna wî îro jî mera karê tîne. Lema jî em timê gerekê ji Yahowa razî bin bona vê pêşkêşa qîmet. Tu kes ji me, tu car wê nikaribûya kirîneke usa bida, kîjan ku lazim e seva em ji gune û mirinê aza bin. (Bixûne Zebûr 49:7-9; 1 Petrûs 1:18, 19.) Duakirina Îsada giliyêd “gunêd me bibaxşîne”, mera didine kifşê ku çawa em hewcê wê kirînê ne, usa jî xûşk-birêd me. Lema jî Yahowa dixwaze ku em derheqa xûşk-birêd xwe jî dişirmîş bin, û derheqa heleqetiya wan tevî Xwedê. Hin jî em gerekê derheqa wan xûşk û bira jî dişirmîş bin, yêd ku em dane xeydandinê, û derbêra bibaxşînine wan. Gelek car me tiştêd biçûkda didine xeydandinê, lê çaxê em dibaxşînine wan, em îzbat dikin ku em wana hiz dikin. Û usa jî îzbat dikin, ku em dişêkirînin baxşandina Yahowa (Kolosî 3:13).

11. Çira gelek ferz e bibaxşînine meriva?

11 Ji bo wê yekê ku em gunekar in, cara dikare mera çetin be bibaxşînin (Qanûna Kahîntiyê 19:18). Hergê di civatêda em xeberdidin ser wan yêd ku em dane xeydandinê, xûşk-bira wê destpêkin aliyê kesekî bigirin, û axiriyêda ev yek wê hukum be ser tifaqiya civatê. Hergê em berdewan kin usa bikin, em didine kifşê ku em pêşkêşa Xwedê, dêmek qurbanê û baxşandina wî qîmet nakin (Metta 18:35). Çaxê em nebaxşînine kesekî, Yahowa jî wê nikaribe bibaxşîne me. (Bixûne Metta 6:14, 15.) Usa jî hergê em dixwazin ku Yahowa bibaxşîne me, em gerekê hemû tiştêd usa nakin çi ku ber çevê wî reş in (1 Yûhenna 3:4, 6).

Hergê tu dixwazî wekî Yahowa bibaxşîne te, tu jî gerekê bibaxşînî meriva (Binihêre abzasa 11)

“ME NEBE CÊRIBANDINÊ”

12, 13. a) Çi qewimî paşî çaxê Îsa hate nixumandinê? b) Çira em gerekê yêd din neheq nekin, hergê em gune bikin? c) Ew ku Îsa heta mirinê amin ma, pê wê yekê ewî çi îzbat kir?

12 Ji duakirina Îsa ew gilî “Me nebe cêribandinê”, tîne bîra me ku çi qewimî hinek wede şûnda, çaxê Îsa hate nixumandinê. Kitêba Pîroz dibêje ku ruh Îsa bire beriyê, seva “ji Mîrêcin bê cêribandinê” (Metta 4:1; 6:13). Lê gelo çira Yahowa hîşt ku ew yek biqewime? Yahowa Îsa şande li ser erdê seva ku pirsek bê safîkirinê, û ew pirs pêşda hat, çaxê Adem û Hêwayê serwêrtiya Yahowa qebûl nekirin. Neqebûlkirina wana pirsêd usa pêşda anîn, kîjanara wext lazim bû wekî cab bê dayînê. Mesele: Gelo Yahowa meriv nerast efirand? Merivê qedandî dikaribû amin bima Yahowara, çaxê “ji yê xirab” bihata cêribandinê? Gelo wê hê baş nîbûya, hergê meriva xwexa ser xwe serwêrtî bikirana? (Destpêbûn 3:4, 5) Axiriyêda, çaxê ser wan pirsa cab hebin, hemûşk li ezmana û ser erdê, wê bizanibin ku serwêrtiya Yahowa ya lape baş e.

Yahowa bawer e, ku em dikarin wîra amin bimînin, û hin jî ew dixwaze alî me bike

13 Yahowa pîroz e, lema jî ew tu car meriva nacêribîne ku tiştêd xirab bikin. Ew “yê ku dicêribîne” Şeytan e (Metta 4:3). Û ew me bi gelek cûra dicêribîne. Lê em xwexa dikarin bijbêrin, dêmek safî kin, bikevine telika wî yan na. (Bixûne Aqûb 1:13-15.) Çaxê Şeytan Îsa dicêriband, Îsa derbêra ji Xebera Xwedê caba wî dida. Îsa amin bû Xwedêra. Lê yeke Şeytan destê xwe peya nekir. Ew “demekê ji wî dûr ket”, dêmek hîviya mecaleke din bû, ku Îsa bicêribîne (Lûqa 4:13). Lê Şeytan çi jî dikir, Îsa timê gura Yahowada bû. Xêncî wê yekê, Îsa îzbat kir ku merivê qedandî dikare amin be Xwedêra, hela hê cêribandinêd mezinda jî. Lê xêncî Îsa, Şeytan dixwaze peyçûyêd wî bicêribîne, dêmek te jî, wekî gura Yahowa nekî.

Yehowa bewer e ku em dikarin wîrʹa amin bimîin, û ew dixwaze alî me bike

14. Çi mera lazim e wekî nekevine cêribandina?

14 Cabêd ser pirsêd derheqa serwêrtiya Yahowa, gerekê hê dîsa bêne dayînê. Niha Yahowa hê dihêle, ku Şeytan me bicêribîne. Lê Yahowa xwexa tu car wê “me nebe cêribandinê”. Çimkî, ew bi rastiyê jî bawer e, ku em dikarin wîra amin bimînin, û hin jî ew dixwaze alî me bike. Ew zorê nake ser me, wekî em tiştêd rast bikin. Ew qedirê jibartina me digire. Dêmek, ew mera îzinê dide ku em xwexa safî kin, wîra amin bimînin yan na. Heger em dixwazin nekevine cêribandina, mera du tişt lazim in: xwe li Yahowa bigirin û timê dua bikin wekî ew alî me bike. Lê Yahowa caba duayêd me dide?

Xwe li Yahowa bigire û bi xîret dannasîn ke (Binihêre abzasa 15)

15, 16. a) Kîjan cûre telikêd Şeytan hene? b) Hergê em bikevine cêribandinê, kê ye neheq?

15 Yahowa ruhê xweyî pîroz dide me, wekî alî me bike ku em nekevine telikêd Şeytan. Ew bi Kitêba Pîroz û civata, pêşda elamî me dike, derheqa telikêd Şeytan. Mesele, ew pêşda dibêje, ku em gerekê gelek wede, pere, û qewata xwe xerc nekin, ser tiştêd ku mera bi rastiyê ne lazim in. Êspên û Yana dijîn di welatê Ewropayê dewlemendda. Wana gelek sal çawa pêşeng qulix dikirin, li ciyê ku hewcetî hebû. Lê çaxê wanra zar hate bûyînê, wana pêşengtiya xwe dane sekinandinê, û niha du zarêd wan hene. Êspên dibêje: “Em timê Yahowara dua dikin, wekî nekevine cêribandinê, çimkî em niha haqas wede xerc nakin, çawa ku berê me ser şixulê dannasînkirinê xerc dikir. Lema em ji Yahowa hîvî dikin, ku alî me bike, seva em ruhaniya xwe xwey kin û dannasînkirinêda xîret bin”.

16 Telikeke din, ji kîjanî em gerekê birevin ew heye pornografîa. Hergê em bikevine vê telikê, em nikarin Şeytan neheq kin. Çimkî Şeytan û dinya wî, zorê nakine ser me, wekî em ewan tişta bikin çi ku xirab e. Hinek ketine telika pornografîayê, çimkî wana derbêra fikirêd nerast ji serê xwe dernexistin. Lê gelek xûşk-birêd me, xwe ji vê telikê xwey kirine, û em jî dikarin xwe xwey kin (1 Korintî 10:12, 13).

“ME JI YÊ XIRAB XILAZ KE”

17. a) Em ça dikarin Yahowara nîşan kin, ku em dixwazin ew me “ji yê xirab xilaz ke”? b) Axiriyêda emê ji çi xilaz bin?

17 Em ça dikarin Yahowara nîşan kin, ku em dixwazin ew me “ji yê xirab xilaz ke”? Em gerekê “ne para dinyayê” bin, û usa jî gerekê “dinyayê hiz nekin, ne jî wan tiştêd ku dinyayêda ne” (Yûhenna 15:19; 1 Yûhenna 2:15-17). Wê çiqas baş be, çaxê Yahowa Şeytan û evê dinya zulm kuta ke! Lê heta ew wede bê, em gerekê bîra xweda xwey kin, ku Şeytan “ji hêrsê xwe dixwe, ku zane wê hindikî bimîne”. Ew hemû tiştî dike çi ku dikare, seva ku em qulixkirina xwe Yahowara bidine sekinandinê. Lema jî, em gerekê timê Yahowara dua bikin, seva ew me ji Şeytan xwey ke (Eyantî 12:12, 17).

18. Hergê em dixwazin ji kutasiya vê dinyayê xilaz bin, em çi gerekê bikin?

18 Tu dixwazî bijîyî wê dinyayêda, kîderê ku Şeytan wê tune be? De wekî usa ne, berdewan ke dua bike wekî Padşatiya Xwedê bê, navê Xwedê Pîroz be û wekî qirara wî be ser erdê. Timê îtbariya xwe Yahowa bîne, wekî ew wê bona te xem bike û alî te bike seva ku wîra amin bimînî. Belê, hemû tiştî bike çi ku dikarî, seva ku anegorî duakirina Îsa bijîyî.