Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Em Dikarin Namûsa Xwe Temiz Xwey kin

Em Dikarin Namûsa Xwe Temiz Xwey kin

“Destêd xwe bişon, . . . dilê xwe paqij kin” (AQÛB 4:8).

1. Gelek meriv, derheqa namûsê çi difikirin?

 EM DIJÎN dinyake usada, ku bi bênamûsiyê tije ye. Mesele, gelek meriv difikirin ku homosêksûelantî yan jî heleqetiya sêksûal tevî wî merivî ku tevî te zewacêda nîne, ew tiştekî bi normal e. Sînem, kitêb, kilam, û rêklam bi bênamûsiyê tije ne (Zebûr 12:8). Lê Yahowa dikare alî me bike seva em usa bijîn, ku dilê wî xweş bên. Di wê dinyayêda kîderê ku bênamûsî bela bûye, em yeke dikarin namûsa xwe temiz xwey kin. (Bixûne 1 Têsalonîkî 4:3-5.)

2, 3. a) Çira em gerekê ji dilhavijiyêd nerast birevin? b) Di wê gotarêda emê derheqa çi şêwir kin?

2 Seva ku dilê Yahowa xweş bên, em gerekê xwe dûr xwey kin ji wan hemû tişta, çi ku ew nefret dike. Çimkî em gunekar in, lema jî em dikarin bikevine telika bênamûsiyê, çawa mesiyê ku dikeve telika mesîgirtinê. Hergê fikirêd necayîz têne hişê me, em gerekê pêra-pêra ji serê xwe derxin. Yan na, xwestinêd bênamûsî dikarin usa kûr bin, ku axiriyê em gune bikin. Kitêba Pîroz jî, ewê yekê rind eyan dike: “Dilhavijî kelê xwe distîne, gune jê difirike”. (Bixûne Aqûb 1:14, 15.)

3 Dilhevijiyêd nerast dikarin dilê meda pêşda bên û mezin bin. Lema jî em gerekê miqatî xwe bin, hela dilhavijiyêd me çida nin. Çaxê em dilhavijiyê, dêmek xwestinêd nerast ji xwe dûr dixin, bi wê yekê em xwe ji bênamûsiyê û berêd xirab xwe xwey dikin (Galatî 5:16). Di vê gotarêda, emê şêwir kin derheqa sê tişta, yêd ku wê alî me bikin xwestinêd nerast bitemirînin. Ew tişt ev in: dostiya me tevî Yahowa, şîreta ji Xebera wî, û alîkarî ji Mesîhiyêd cêribandî.

“XWE LI XWEDÊ BIGIRIN”

4. Çima ferz e, wekî em xwe li Yahowa bigirin?

4 Di Kitêba Pîrozda nivîsar e, wekî ewêd ku dixwazin “xwe li Xwedê bigirin” gerekê: “Destêd xwe bişon” û “dilê xwe paqij kin” (Aqûb 4:8). Çaxê em Yahowa hesab dikin ça Dostê xweyî baş, hingê em ne ku tenê bi kirêd xwe dixwazin dilê wî xweş bên, lê bi fikirêd xwe jî. Çaxê fikirêd me temiz in, dilê me jî temiz e (Zebûr 24:3, 4; 51:6; Fîlîpî 4:8). Yahowa zane ku em neqedandîne û dikarin derheqa tiştêd necayîz bifikirin. Lê em naxwazin dilê Yahowa bêşînin, lema jî em dixebitin ku fikirêd nerast ji serê xwe derxin (Destpêbûn 6:5, 6). Em hemû tiştî dikin, ku fikirêd xwe temiz xwey kin.

5, 6. Çawa duakirin dikare alî me bike, ku xwestinêd necayîz nav xweda bitemirînin?

5 Hergê em timê Yahowara dua dikin seva alîkariyê, ew wê alî me bike ku fikirêd bênamûsî ji serê xwe derxin. Yahowa ruhê pîroz dide me, wekî qewata me hebe ku em bikaribin temizayê xwey kin. Duakirinêda em dikarin Yahowara bêjin, ku em dixwazin bi fikirêd xwe dilê wî xweş bên (Zebûr 19:14). Em bi milûktî ji Yahowa hîvî dikin, ku me binihêre û bivîne, hela dilê meda xwestinêd nerast hene, ji bo kîjana em dikarin gune bikin (Zebûr 139:23, 24). Timê ji Yahowa hîvî ke, ku alî te bike ji bênamûsiyê birevî, hela hê hingê jî gava ev yek çetin e (Metta 6:13).

6 Pêşiya ku em derheqa Yahowa pêhesiyan, diqewime me tiştêd usa dikir, çi ku wî xweş nedihatin. Û dibeke heta niha em tevî wan xwestinêd xweye nerast şer dikin. Lê Yahowa dikare alî me bike ku em bêne guhastinê û vê yekê bikin çi ku wî xweş tê. Mesele çaxê Dawid Padşa tevî Bat-Şebayê bênamûsî kir, paşê ewî tobe kir û lavaya Yahowa dikir, ku “dilekî paqij” bide wî û alî wî bike ku ew guhdar be (Zebûr 51:10, 12). Lema jî, hergê berêda heta niha em tevî xwestinêd xweyî necayîz şer dikin, Yahowa dikare alî me bike, ku em gura wî bikin û vê yekê bikin, çi ku rast e. Û usa jî ew dikare alî me bike, ku em bikaribin fikirêd xwe kontrol bikin (Zebûr 119:133).

Hergê xwestina nerast dilê meda pêşda tê, em gerekê pêra-pêra evê yekê ji xwe dûr xin (Binihêre abzasa 6)

“XEBERÊ BIQEDÎNIN”

7. Çawa Xebera Xwedê dikare alî me bike, ku fikirêd bênamûsî ji serê xwe derxin?

7 Yahowa dikare caba duayêd me bide û alî me bike bi Xebera xwe, dêmek Kitêba Pîroz. Di Kitêba Pîrozda em bîlaniya Xwedê dibînin, ya ku temiz e (Aqûb 3:17). Çaxê em her roj Kitêba Pîroz dixûnin, hingê em hişê xwe bi fikirêd temiz tije dikin (Zebûr 19:7, 11; 119:9, 11). Xêncî wê yekê di Kitêba Pîrozda gelek mesele û şîret hene, yêd ku alî me dikin wekî fikir û xwestinêd bênamûsî înkar kin.

8, 9. a) Çima xortekî cahil tevî kulfeteke bênamûs, bênamûsî kir? b) Serhatiya ku Metelok serê 7-da nivîsar e, çi derecada dikare alî me bike?

8 Di kitêba Metelok 5:8-da, Xebera Xwedê me şîret dike, ku xwe ji bênamûsiyê dûr bigirin. Di Metelok serê 7-da, em serhatiya xortekî cahil dixûnin, yê ku êvarê ber mala kulfeta bênamûsra derbaz dibe. Kulfet qeraxê kûçêda sekiniye û ça kulfeteke bênamûs xwekirî ye. Ew nêzîkî vî xortî dibe, wî digire, paç dike û tiştêd usa dibêje, ji bo çi jî xwestinêd nerast cem wî pêşda tên. Xort wan xwestina natemirîne, û li axiriyê jî tevî wê bênamûsiyê dike. Rast e ew dişirmîş nebibû gune bike, lê yeke kir. Paşê ewî axirîke xirab qazanç kir. Hergê ewî fem kira ku ev yek çiqas xof e, ewî wê xwe ji kulfeta bênamûs dûr bigirta! (Metelok 7:6-27)

9 Çaxê em mîna wî xortê cahil, fem nakin wekî ew tişt çiqas xof in, ji bo wê yekê em dikarin safîkirinêd nerast bikin. Mesele, êvara hine bernamêd têlêvîziyonê tiştêd bênamûsî nîşan dikin. Ew yek dikare xof be û mera çetin be ku evê bernamê nenihêrin. Usa jî seva me dikare xof be ev yek, çaxê em Întêrnêtêda lînkekê ditikînin û nizanin ew çi lînk e. Yan jî çaxê hine malperêd din didine xebatê, kîderê ku dikarin rêklamêd bênamûsî hebin, û lînkêd pornografî. Di wan derecada ew tiştêd ku em divînin, dikarin xwestinêd bênamûsî nav meda pêşda bînin, û me hêlan kin ku gura Yahowa nekin.

10. Çira flîrt xof e? (Binihêre şikilê ewlin.)

10 Di Kitêba Pîrozda usa jî tê gotinê ku mêr û jin hindava hevda gerekê çawa bin. (Bixûne 1 Tîmotêyo 5:2.) Mesîhî bi hestêd romantîk tenê li wan dinihêrin yêd ku tevî wan zewacêda nin, yan jî tevî kê dixwazin bizewicin. Ewana flîrtê nakin. Hinek difikirin, ku hergê meriv hestêd romantîk dide kifşê bi jêstêd xwe, bi bedena xwe, û çevêd xwe, ev tiştekî bi normal e, çimkî ewana bi rastiyê nakevine heleqetiya sêksûal. Lê usa nîne. Çaxê du meriv hevra flîrtê dikin, hingê fikirêd bênamûsî pêşda tên, ji bo çi jî ewana dikarin bênamûsiyê bikin.

11. Ûsiv çida seva me meseleke baş e?

11 Ûsiv, seva me meseleke baş e. Jina Potîfar dixwest ku Ûsiv tevî wê bênamûsiyê bike. Lê Ûsiv, jina Potîfarra razî nebû. Ewê dîsa û dîsa Ûsiv dicêriband. Her roj ewê digote wî, ku serê xwe wêra dayne (Destpêbûn 39:7, 8, 10). Zandarekî Kitêba Pîroz şirovedike, wekî jina Potîfar guman bû, ku hergê ewana tenê bimînin, Ûsivê bixweze tevî wê bikeve heleqetiya sêksûal. Ûsiv tu car nedikete bin bayê flîrta wê, û ne jî tevî wê flîrt dikir. Bi wê yekê ewî nehîşt ku xwestinêd nerast dilê wîda pêşda bên. Û çaxê jina Potîfar destê xwe avîte kinca Ûsiv, û dixwest bi zorê tevî wî bênamûsiyê bike, ewî pêra-pêra “kinca xwe destê wêva berda û revî derkete derva” (Destpêbûn 39:12, PKM).

12. Em ji ku zanin wekî tiştêd ku em divînin, dikarin li ser dilê me hukum kin?

12 Îsa pêşda gotibû wekî tiştêd ku em divînin dikarin ser dilê me hukum kin, û xwestined nerast bal me pêşda bînin. Ewî got: “Kî bi temê xirab jinekê binihêre, ewî dilê xweda îdî tevî wê zinêkarî kir” (Metta 5:28). Hema ev yek hate serê Dawid Padşa. Ew ser banê mala xwe bû, û dît ku kulfetek serê xwe dişo. Dawid berdewan kir lê nihêrî û derheqa wê fikirî (2 Samûyêl 11:2). Rast e ew jina merivekî din bû, lê Dawid destpêkir bi çevê xirab ser wê binihêre û tevî wê bênamûsî kir.

13. Çima em gerekê tevî çevê xwe “peymanê” girêdin, û ça em dikarin evê yekê bikin?

13 Hergê em dixwazin fikirêd bênamûsî ji xwe dûr xin, em gerekê çev bidine mesela Îbo. Ewî got: “Min bi çevêd xwe . . . peymanekê çêkir” (Îbo 31:1, 7, 9). Mîna Îbo em dikarin seva xwe safî kin, wekî tu cara ser tu kesî bi çevêd xirab nenihêrin. Û hergê em kompoterêda tiştêd bênamûsî divînin, mesele şikilada, rêklamada, jûrnalada, yan jî cîkî dinda, hingê em gerekê pêra-pêra çevêd xwe ser wan tişta hildin.

14. Em çi gerekê bikin, seva ku namûsa xwe temiz xwey kin?

14 Hergê hemû tiştêd, ku jorê hatine şêwirkirinê hildî hesab, dibeke tuyê bifikirî ku lazim e hê zêde bikî, ne ku tenê xwestinêd bênamûsî nava xweda bitemirînî. Hergê tera lazim e hine tişt nav xweda biguhêzî, pêra-pêra evê yekê bike! Û çaxê tu guh didî giliyê Yahowa, tera hêsa dibe xwe ji bênamûsiyê dûr bigirî û namûsa xwe temiz xwey kî. (Bixûne Aqûb 1:21-25.)

GAZÎ RÛSPIYA BIKE

15. Hergê em divînin ku mera çetin dibe xwestinêd nerast nav xweda bitemirînin, hingê çima ferz e ku alîkariyê bixwazin?

15 Hergê tu divînî ku tera çetin dibe xwestinêd nerast nav xweda bitemirînî, wê baş be ku tevî kesekî ji civatê xeberdî, yê ku îda gelek sal e Yahowara qulix dike. Dêmek xeberde wî merivîra, yê ku dikare şîreta baş ji Xebera Xwedê bide te. Dibeke seva te wê hêsa nîbe derheqa problêmêd xweye şexsî tevî yêd dinêna xeberdî, lê gelek ferz e ku alîkariyê bixwazî (Metelok 18:1; Îbranî 3:12, 13). Mesîhiyêd cêribandî dikarin alî te bikin, ku bivînî çi guhastin tera lazim in. Paşê îda evan guhastina bike, ku bikaribî dostiya xwe tevî Yahowa xwey kî.

16, 17. a) Rûspî ça dikarin alî wan meriva bikin, kîjanara çetin dibe ku xwestinêd bênamûsî nav xweda bitemirînin? Mesele gilî ke. b) Çima ewêd ku pornografîayê dinihêrin, gerekê bê eglekirin alîkariyê bixwazin?

16 Rûspiyêd civatê, gelek cêribandî ne û dikarin alî me bikin. (Bixûne Aqûb 5:13-15.) Nava gelek salada, xortekî cahil di Brazîlyayêda ser xwe dixebitî ku xwestinêd nerast nav xweda bitemirîne. Wîra çetin bû evê yekê bike. Ew dibêje: “Min zanibû wekî fikirêd min, Yahowa xweş nayên, lê min gelek şerm dikir wekî derheqa hestêd xwe kesekîra gilî kim”. Rûspîkî têderxist ku wî xortîra alîkarî lazim e û ew hêlan kir, wekî ew bihêle ku rûspî bikaribin alî wî bikin. Xortê cahil dibêje: “Ez ecêbmayî mam ji bo wê yekê, ku çawa rûspiya hindava minda xwe kifş dikirin. Ewana hindava minda rem bûn û ji min fem dikirin. Ez ne jî hîviyê bûm ku wê usa be. Rûspiya rind guh didane min, çaxê min problêma xwe wanara gilî dikir. Wana Kitêba Pîroz dida xebatê, seva ku minra nîşan kin wekî Yahowa çiqas min hiz dike. Wana usa jî seva min dua dikirin. Ji bo vê yekê minra îda hêsa bû, wekî evê şîreta ku wana ji Kitêba Pîroz dane min, qebûl kim”. Niha îda çaxê ewî heleqetiya xwe tevî Yahowa qewî kir, ew giliyê usa dibêje: “Niha ez fem dikim, wekî çiqas ferz e alîkariyê bigerî, dewsa ku tenê bara xweye giran bigerînî”.

17 Hergê tera bûye xeyset pornografîayê binihêrî, tu gerekê bê eglekirin alîkariyê bixwazî. Çiqas hê zêde tu xwe egle kî, haqas hê zû diqewime tu bikevî telika bênamûsiyê. Bi vê yekê tu dikarî ziyanê bidî yêd dinêna, û hin jî merivêd dor-ber we destpêkin derheqa Yahowa xirab xeber din. Gelek xûşk-bira, ji rûspiya alîkarî xwestin, û şîreta wan jî qebûl kirin, seva ku dilê Yahowa şa kin û civatêda bimînin (Zebûr 141:5; Îbranî 12:5, 6; Aqûb 1:15).

NAMÛSA XWE TEMIZ XWEY KIN!

18. We seva xwe çi safî kiriye ku bikin?

18 Dinya Şeytanda bênamûsî hê zêde û zêde dibe. Lê qulixkarêd Yahowa hemû tiştî dikin, wekî fikirêd xwe temiz xwey kin. Yahowa wan Mesîhiyara gelek firnaq dibe. Lema jî werên em xwe li Yahowa bigirin û biqedînin ewan şîreta ku em ji Xebera wî û li ser civata, distînin. Hergê em usa bikin, emê bextewar bin û îsafa me jî wê temiz be (Zebûr 119:5, 6). Û li axiriyêda jî, emê bikaribin heta-hetayê bijîn dinya Xwedêye nû û temizda, kîderê ku Şeytan îda wê serwêrtiyê neke.