Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | GELO MERIVÊD ÎROYÎNRA KITÊBA PÎROZ LAZIM E?

Sînorê Zandariyê Heye

Sînorê Zandariyê Heye

Wan paşwextiya, gelek edebiyet derketine, ku bela dikin nihêrandina “atêîzma teze”. Ji bo wan edebyeta gelek dew û şêwirkirin pêşda tên. Neyrobîolog Dêvîd Îglman derheqa wê yekê got: “Ewêd ku ewan edebiyeta dixûnin, paşê usa difikirin ku tê bêjî zandar hemû tiştî zanin”. Ewî usa jî zêde kir, bi rastiyê zandar timê tiştêd teze pêdihesin.

Rastî jî, nava gelek qirnada zandarêd aqil, tiştêd teze pêdihesiyan derheqa dinyayê. Lê hineka wedê lêkolînkirinêd xwe şaşiyêd mezin berdan. Îsaak Niyûton zandarekî girîng bû. Ewî şirovekir ku çawa qewata giravîtasiyayê hevva girêdide, planêta, steyrka, û galaktîka di gerdûnêda. Ewî analîza matêmatîkî saz kir, kîjan ku tê xebitandinê seva çêkirina kompoterê, rêwîtiya kosmosêda û bona tiştêd din. Lê ew jî şaş bû, çimkî ew mijûl dibû bi alxîmiyayêva, dêmek psêvdozandariyêva, dêmek bawer dikir ku bi saya steyrnasiyê, sêrbaziyê û usa jî bi cûre-cûre mêtala dikare zêr çêke.

Steyrnasê Yûnanî Ptolomêy, 1 500 sala zêdetir pêşiya Niyûton, bêy tu haceta, dêmek tenê bi çevê xwe ezman lêkolîn dikir. Ewî şirovekir çawa şev li ezmana planêta diçintên, û alîkarî da bona sazkirina xerîtê. Lê ew yeke bawer dikir, ku erd sêntra gerdûnê ye. Astrofîzîk Karl Sagan derheqa Ptolomêy nivîsî: “Meriv 1 500 sala mîna Ptolomêy difikirîn, ku erd sêntra gerdûnê ye. Û ew yek îzbat dike, ku hela hê merivêd gelek întêlêktûal jî, dikarin şaşiyêd mezin berdin”.

Zandarêd îroyîn jî dikarin şaşiya berdin. Lê gelo rastî ewana wê bikaribin derheqa gerdûnê bi temamî pêbihesin? Eyan e, ku bi rastiyê jî zandarî îro gelek pêşda çûye û karê mera tîne, lê yeke em gerekê bîra xweda xwey kin ku sînorê zandariyê jî heye. Fîzîk Pol Dêvîs got, ku tu car naqewime ku kesek bikaribe bi temamî pêbihese dinya çi cûreyî ye, û her derecekî û her pirsîda bikaribe caba logîkî bide. Ew fikir rastiyê îzbat dike: Meriv nikarin heta xilaziyê dinyayê fem kin. Lema jî, em gerekê fesal bin çaxê dibêjin ku zandarî dikare hemû tiştî şiroveke.

Eyan e ku zandarî nikare rêberiya usa bide, çawa ku Kitêba Pîroz dide

Kitêba Pîroz derheqa tebiyetê dibêje: “Ewa tenê qeraxêd rêyêd wî [Xwedê] ne, û tenê piste-pist tê bihîstin derheqa wan” (Îbo 26:14, DT). Eyan e ku gelek û gelek tişt hene, kîjan ku ji femkirina meriva der e. Rastî jî, giliyêd Pawlos kîjan ku 2 000 sal pêşda nivîsiye, îro jî rast in: “Çiqasî kûr in dewlemendtî, serwaxtî û zanebûna Xwedê! Qirarêd wî çiqasî ji hiş-aqila dûr in û kes serederiyê ji riyêd wî nake!” (Romayî 11:33).