Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Di wan Rojên Axiriyêda ji Hevaltiya Xirab Dûr be

Di wan Rojên Axiriyêda ji Hevaltiya Xirab Dûr be

“Hevaltiya xirab merivê xweyîpergal xirab dike” (1 KORINTÎ 15:33).

KILAMÊN: 25, 20

1. Em kîjan wedeyîda dijîn?

 EM ÎRO dijîn di “zemanêd” xirabda. Çaxê sala 1914 “rojêd axiriyê” destpêbûn, halê dinyayê hê zêde xirab bû (2 Tîmotêyo 3:1-5). Û em zanin ku dinê wê hê xirab be, çimkî Kitêba Pîroz dibêje ku “merivêd xirabe xweyîfêl wê xirabiyêda pêşda herin” (2 Tîmotêyo 3:13).

2. Îro gelek meriv çi cûreyî wedê xwe derbaz dikin? (Binihêre şikilê ewlin.)

2 Gelek meriv seva wedê xwe derbaz kin, tiştên usa dinihêrin yan jî dikin, ku zorbetî yan bênamûsî têda heye, yan jî sêrbaziyêva û cadûbaziyêva girêdayî ne. Mesele, Întêrnêt, bernamên têlêvîsiyonê, kitêb, û jûrnal gelek car zorbetiyê û bênamûsiyê hesab dikin ça tiştekî normal. Û meriv xwexa jî tiştên usa dikin, kîjan ku berê hesab dikirin gelek ecêb. Lê niha îda usa normal hesab dikin, ku hine welatada ew yek bi qanûnî ye. Lê ew nayê hesabê ku Yahowa tiştên usa qebûl dike. (Bixûne Romayî 1:28-32.)

3. Îro gelek meriv ça dinihêrin ser wan meriva, yên ku bi prînsîpên Xwedê dijîn?

3 Di qirna yekêda jî, meriv tiştên usava mijûl dibûn, kîjanada ku zorbetî û bênamûsî hebû. Lê peyçûyên Îsa tiştên usa nedikirin, çimkî ewana bi prînsîpên Xwedê dijîtin. Ew yek bona merivê dor ber “ecêbmayî” bû. Meriva qerfê xwe Mesîhiya dikirin û pey wan diketin (1 Petrûs 4:4). Îro jî usa ne. Gelek meriv bi cûrekî mayîn dinihêrin ser wan yên ku bi prînsîpên Xwedê dijîn. Û Kitêba Pîroz jî mera pêşda dibêje, ku yên pey mesela Îsa diçin wê bêne “zêrandinê” (2 Tîmotêyo 3:12).

“HEVALTIYA XIRAB MERIVÊ XWEYÎPERGAL XIRAB DIKE”

4. Çira em gerekê vê dinê hiz nekin?

4 Hergê em dixwazin qirara Xwedê biqedînin, em gerekê evê “dinyayê hiz nekin, ne jî wan tiştêd ku dinyayêda ne”. (Bixûne 1 Yûhenna 2:15, 16.) Şeytan “Mîrê” vê dinyayê ye, û ser vê dinyayê kontrol dike. Ew seva ku meriva bixalifîne, dide xebatê rêlîgiya, serwêrtiya, teşkîletên komêrsî, û mêdîa dêmek têlêvîsiyon, radîo, rojname û dîsa tiştên din, bi saya çi jî înformasiya tê belakirinê (2 Korintî 4:4; 1 Yûhenna 5:19). Em naxwazin ku bikevine ber bayê vê dinyayê, û lema em gerekê ji hevaltiya xirab dûr bin. Çimkî Kitêba Pîroz eyan mera dibêje: “Nexapin! ‘Hevaltiya xirab merivê xweyîpergal xirab dike’” (1 Korintî 15:33).

5, 6. Tevî kê em gerekê hevaltiyê nekin, û çira?

5 Seva ku heleqetiya baş tevî Yahowa xwey kin, em hevalên usa xwera najbêrin, yên ku tiştên nerast û xirab dikin. Dikeve nava wan, yên ku dibêjin ku ewana Yahowara qulix dikin, lê gura wî nakin. Hergê yên usa gunên giran dikin û gunê xwe nadine rûyê xwe, em hevaltiya xwe tevî wan diqetînin (Romayî 16:17, 18).

6 Çaxê meriv hevaltiyê dike, ew dixwaze hevalên xwe razî ke û usa bike ku wî qebûl kin. Û lema hergê em hevaltiyê dikin tevî wan, yên ku gura Xwedê nakin, em dikarin bikevine telikê û tiştên usa bikin çi ku ewana dikin. Mesele, hergê em nêzîk hevaltiyê dikin tevî merivên bênamûs, em jî dikarin bibine mîna wan. Ew yek tevî hine xûşk-birên me qewimiye. Û ewên ku gunê xwe neanîn rûyê xwe, ji civatê hatine derxistinê (1 Korintî 5:11-13). Heta ku ewana gunê xwe naynine rûyê xwe û poşman nebin, halê wan dikare usa be, çawa ku Pawlos got. (Bixûne 2 Petrûs 2:20-22.)

7. Em tevî kê gerekê hevaltiyê bikin?

7 Rast e em dixwazin hindava hemû meriva baş bin, lê yeke em gerekê nêzîk hevaltiyê nekin tevî wan, kîjan ku bi prînsîpên Xwedê najîn. Usa jî wê nerast be hergê Şedê Yahowa bona hevnaskirinê rastî wî merivî bê, kîjan ku qulixkarê Xwedêyî nenixumandî û neamin e. Mera hê ferz e ku Xwedê me qebûl ke, ne ku merivên ku Xwedê hiz nakin. Em gerekê hevaltiyê bikin tenê tevî wan, yên ku qirara Xwedê diqedînin. Îsa got: “Her kesê ku xwestina Xwedê bîne sêrî, ew e birê min, xûşka min û diya min” (Marqos 3:35).

Diha baş e em qebûlkirina Yehowa bistînin, ne ku ji wan meriva bêne qebûlkirinê, yên ku Wî hiz nakin

8. Hevaltiya xirab ça hukum bû ser Îsraêliya berê?

8 Hevaltiya xirab berên xirab tîne. Binihêrin mesela Îsraêliya. Pêşiya ku ewana biketana di Erdê Sozdayî, Yahowa pêşda temî da wan, derheqa wan meriva yên ku îda li wê derê dijîtin. Yahowa wanra giliyên usa got: “Tu xwedêyêd wan nehebîne û xulamtiya wan neke, çev nede kirê wan lê wan kav-kûn ke û heykelêd wan hûrdexweşî ke. Hûn xulamtiya Xudan Xwedayê xwe bikin” (Derketin 23:24, 25, PKM). Lê heçî zef ji Îsraêliya guh nedane temiya Yahowa û wîra amin neman (Zebûr 106:35-39). Û axiriya wê yekê çi bû? Axiriyêda Yahowa cimeta Îsraêl înkar kir, û dewsê civata Mesîhtî jibart çawa cimeta xwe (Metta 23:38; Karên Şandiya 2:1-4).

FESAL BE KU TU ÇI DIXÛNÎ Û ÇI DINIHÊRÎ

9. Çira mêdîa vê dinyayê dikare xof be?

9 Heçî zef ji mêdîa vê dinyayê, mesele bernamên têlêvîziyonê, malper, û kitêb, dikarin ziyanê bidine heleqetiya me tevî Yahowa. Tiştên wî cûreyî nehatine çêkirinê seva ku alî Mesîhiya bikin, ku baweriya xwe Yahowa û sozên wî bînin. Lê dewsê, ew tişt meriva hêlan dikin ku îtbariya xwe vê dinya Şeytane zulm bînin. Lema em gerekê fesal bin vê yekêda, ku em çi dinihêrin, dixûnin, yan jî dibihên, çimkî tiştên usa dikarin bibine menî ku “dilhavijiyêd dinyayê” bal me pêşda bên (Tîto 2:12).

10. Çi wê biqewime tevî mêdîa vê dinyayê?

10 Zûtirekê dinya Şeytan û mêdîa wê, bêne kutakirinê. Kitêba Pîroz dibêje: “Dinyayê jî derbaz be, havijiya wê jî, lê ewê ku emirê Xwedê diqedîne wê heta-hetayê bimîne” (1 Yûhenna 2:17). Zebûrbêj jî disitra: “Wê xirab bên birîn û avêtin”. Û ewî dîsa zêde kir: “Wê nefsbiçûk miraz bistînin welat, ji zêdehiya aşitiyê [edilayê] bibînin lezet”. Lê ew yek wê çiqas wede bikişîne? “Yên rast welat miraz distînin, her û her li wê derê rûdinin [bijîn]” (Zebûr 37:9, 11, 29, ÎM).

11. Xwedê çawa alî me dike ku em wîra amin bimînin?

11 Teşkîleta Yahowa ne mîna dinya Şeytan e, çimkî ew alî me dike ku em bi jîyîneke usa bijîn, kîjan ku berbi jîyîna heta-hetayê dibe. Îsa di duakirinêda Yahowara giliyên usa got: “Ev e jiyîna heta-hetayê, wekî ew te nas kin, çawa Xwedêyê rastî bêşirîkî-bêheval û usa jî Îsa Mesîhê ku te şandiye” (Yûhenna 17:3). Bi saya teşkîleta xwe, Yahowa hemû tiştî dide me, seva ku em wî nas kin. Mesele, jûrnal, broşûr, kitêb, vîdêo, û Malper, ew hemû tişt alîkariyê didine me seva ku em berdewam kin Xwedêra qulix kin. Teşkîleta Xwedê usa jî timê civata derbaz dike, û ew civat nav temamiya dinyayê 110 000 zêdetir heye. Ew çi ku em pêdihesin ji Kitêba Pîroz ser wan civata, û civatên mezin, baweriya me hindava Yahowa û sozên wî qewî dike (Îbranî 10:24, 25).

BIZEWICIN TENÊ TEVÎ “BAWERMENDÊ XUDAN”

12. Şirovekin vê temiya ji Kitêba Pîroz, ku bizewicin tenê tevî “bawermendê Xudan”.

12 Mesîhiyên azepra, yên ku dixwazin bizewicin yan jî mêr kin, lazim e fesal xwera hevala bijbêrin. Kitêba Pîroz pêşda mera dibêje: “Tevî nebawera nekevine binê nîrekî. Çi karê heqiyê tevî neheqiyê heye? Yan çi heleqetiya ronayê tevî teriyê?” (2 Korintî 6:14). Kitêba Pîroz qulixkarên Xwedêra eyan dibêje, ku ewana gerekê bizewicin tenê tevî “bawermendê Xudan”, dêmek bizewicin tevî wî yan wê yê ku xwe tesmîlî Xwedê kiriye û nixumandî ye, û usa jî yê ku dijî bi prînsîpên Yahowa (1 Korintî 7:39). Çaxê tu bizewicî tevî wê yan jî mêr kî tevî wî kê ku Yahowa hiz dike, ew wê tera ew heval be, kîjan ku alî te bike Xwedêra amin bimînî.

Hergê tu merivekî usara dizewicî, yê ku Yehowa hiz dike, ewê alî te bike Xwedêra amin bimînî

13. Xwedê derheqa zewacê çi temî da Îsraêliya?

13 Yahowa zane ku mera çi hê baş e, û temiya wî ku bizewicin tenê tevî “bawermendê Xudan”, tiştekî teze nîne. Mesele, werên em bînin bîra xwe, ku Yahowa çi gote Îsraêliya derheqa wan meriva, yên ku wîra qulix nedikirin. Yahowa bi Mûsa, temî da wan: “Pismamtîyê wanra neke, qîzêd xwe nedine kurêd wan û ne jî qîzêd wan kurêd xwera bixwazin, çimkî ewê kurêd te ji min bixalfînin û wê pûtêd başqera qulix kin, hingê hêrsa Xudan, wê li ser we rabe, ewê te zûtirekê unda ke” (Qanûna Ducarî 7:3, 4, PKM).

14, 15. Çi qewimî tevî Silêman, çaxê ewî guh neda temiya Yahowa?

14 Zûtirekê, paşî wê yekê çaxê Silêman bû padşayê Îsraêlê, ewî dua kir bona bîlaniyê, û Yahowa caba duayê wî da. Lema nav û dengê Silêman bela bû çawa serwêrekî cimeta pêşdaçûyî. Û ecêbmayî nîne, ku çira jin-padşaya Şebayê giliyên usa wîra got: “Hîkmeta [bîlaniya] te û kêfxweşiya te ji nûçeya ku gihîştiye guhê min bilindtir in” (1 Padşatî 10:7). Lê ji mesela Silêman em usa jî hîn dibin, ku çi dikare biqewime tevî wî merivî, yê ku temiya Xwedê înkar dike û dizewice tevî wî merivî, kê Yahowara qulix nake (Waîz 4:13).

15 Rast e Yahowa Silêman kerem dikir, lê yeke Silêman guh neda vê temiyê ku Xwedê zelal wîra got. Silêman jinên xerîb hiz kir, yên ku Yahowara qulix nedikirin, û axiriyêda 700 jin û 300 cariyên wî hebûn. Lê axiriya wê yekê çi bû? Çaxê Silêman kal bû, jinên wî dilê wî kişandin berbi Xudanên qelp, û Silêman “tiştên ku di çevê Xudanda xirab e kir” (1 Padşatî 11:1-6). Hevaltiya xirab ser wî hukum bû û ew Yahowara amin ne ma. Hergê ew yek tevî Silêman qewimî, tevî me her kesî jî dikare biqewime. Û lema, em gerekê qe nefikirin jî, ku bizewicin tevî wan kê Yahowa hiz nake!

16. Kitêba Pîroz çi şîretê dide wan, kê zewicî ye tevî kesekî nebawer?

16 Lê çi em dikarin bêjin derheqa wan meriva, kîjan ku pêşiya bibûna qulixkarên Yahowa, zewicî yan mêrkirî bûn tevî nebawera? Kitêba Pîroz dibêje: “Kulfetno, gura mêrê xweda bin, wekî ji wan hinek jî, heger guhdariya xeberê nakin, bi pergaliya jinêd xwe, bê gotin jî bêne ser baweriyê” (1 Petrûs 3:1). Hilbet, ew şîret bona wan mêra ye jî, jinên kîjana ku qulixkarê Yahowa nînin. Dêmek Kitêba Pîroz şîretê dide ku Mesîhî mêr yan jina baş be, û zewacêda prînsîpên Kitêba Pîroz bide xebatê. Paşê, çaxê jin yan mêrê wê ku Mesîhî nîne, bivîne ku ew aliyê başda hatiye guhastinê, ew jî dibeke wê bixwaze Yahowara qulix ke. Gelek cotên zewacêda ew yek dîtine.

HEVALTIYÊ BIKE TEVÎ WAN KÊ YAHOWA HIZ DIKE

17, 18. Çi alî Nuh kir ku ew ji sêlavê xilaz bû, û çi alî Mesîhiyên qirna yekêda kir ku ji kutakirina Orşelîmê xilaz bûn?

17 Hevalên xirab dikarin te hêlan kin, ku gura Yahowa nekî. Lê hevalên baş dikarin alî te bikin ku amin bî Yahowara. Nuh meseleke baş mera hîştiye. Ew wî wedeyî dijît, çaxê “xirabîya meriva li ser erdê zêde” bû û “nêt û fikirêd dilê wan jî her roj xirab” dibûn (Destpêbûn 6:5, PKM). Meriv haqas xirab bûn, ku Xwedê safî kir dinê kuta ke. Lê Nuh ne mîna wan bû. Kitêba Pîroz wî nav dike çawa “merivekî rast”, kîjan ku “riya Xwedêda diçû” (Destpêbûn 6:7-9, PKM).

18 Nuh tevî wan meriva hevaltî nedikir, yên ku Yahowa hiz nedikirin. Nuh û malbeta wî, nava şixulê avakirina gemiyêda bûn, û hin jî Nuh “rastî dannasîn dikir” (2 Petrûs 2:5). Nuh, jina wî, û kurên wî jinên xweva, tevî hev hevaltîke baş dikirin. Wana timê ew şixul dikirin, çi ku Xwedê xweş dihat, û axiriyê jî ewana ji sêlavê xilaz bûn. Em gişk rikinyata wî ne, û em gerekê razî bin ku Nuh û malbeta wî gura Xwedê kirine û ji hevalên xirab dûr bûne. Mesîhiyên qirna yekêda jî usa bûn. Wana hevaltî nedikir tevî wan, yên ku Yahowa hiz nedikirin. Wana gura Yahowa kir, lema jî çaxê sala 70 D.M. Orşelîm hate hilşandinê, ewana xilaz bûn (Lûqa 21:20-22).

Hevaltiya tevî wan yên ku Yahowa hiz dikin, dikare alî me bike ku em bidine ber çevê xwe, dinya tezeda jîyîn wê ça be (Binihêre abzasa 19)

19. Çi wê alî me bike ku Yahowara amin bimînin?

19 Em jî mîna Nuh û malbeta wî, û Mesîhiyên qirna yekêda, hevaltiyê nakin tevî wan meriva, yên ku Yahowa hiz nakin. Bi mîlyona xûşk û birên me hene, tevî kîjana ku em dikarin hevaltiyê bikin. Ewana wê alî me bikin, ku wedê wan rojên çetin, em “baweriyêda hîmgirtî bin” (1 Korintî 16:13; Metelok 13:20). De tenê bifikirin, ku wê çi keremet be çaxê em ji kutakirina vê dinya zulm xilaz bin, û bijîn di dinya tezeda! Rastî jî çiqas ferz e ku em îda îroda dûr bin ji hevaltiya xirab!