Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Hîn be Qencî û Xirabiyê ji Hev Derxî

Hîn be Qencî û Xirabiyê ji Hev Derxî

Sportsmên gerekê timê sportêva mijûl be, seva ku masûlkên wî timê qewî bimînin. Mîna vê yekê em jî gerekê îsaf û hiş-aqilê xwe hîn bikin, wekî qencî û xirabiyê ji hev derxin (Îbr. 5:14). Rast e carna diha hêsa ye çev bidine merivên din û mîna wan safîkirina bikin, lê em gerekê hîn bin xwexa hiş-aqilê xwe bidine xebatê wekî safîkirina bikin. Ev yek çira lazim e? Çimkî her kes wê bona safîkirinên xwe cabê bide (Rm. 14:12).

Em gerekê tu car nefikirin, ku emê timê safîkirinên rast bikin, çimkî em îda gelek sal nixumandî ne. Seva ku bi bîlanî safîkirina bikin, em gerekê îtbariya xwe Yehowa, Xebera wî û teşkîleta wî bînin (Yêş. 1:7, 8; Mtl. 3:5, 6; Mt. 24:45).

BINIHÊRIN VÎDÊO “ÎSAFA XWE TEMIZ XWEY KIN” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Êmma gerekê çi safî kira?

  • Çira em gerekê fesal bin, wekî wan pirsada ku îsafêva girêdayî ne, nihêrandina xwe ser merivava nekin?

  • Jin-mêrekî çi şîreteke bîlan dane Êmmayê?

  • Êmma bona dereca xwe ji kîderê înformasiya kêrhatî dît?