Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Edebyeta “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!” Xizmetiyêda Bidine Xebatê

Edebyeta “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!” Xizmetiyêda Bidine Xebatê

Em gelek şa ne ku broşûr û kitêba teze hatine derxistinê bona derbazkirina hînbûnên Kitêba Pîroz! Em Yehowara dua dikin, wekî kerem ke vê qewata ku em didine xebatê, seva ku hê zêde şagirta hazir kin (Mt. 28:18-20; 1 Kr. 3:6-9). Em vê haceta teze ça didine xebatê?

Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!”, ew heye kûrsa hînkirina Kitêba Pîroz bi mêtoda teze. Jêrê rêberî têne dayînê ku ça bona hînbûnê hazir bin û çawa derbaz kin. *

  • Dersê bixûne û pirsa şêwir ke

  • Bixûne rêzên ku kifşkirî ne “bixûne” û alî xwendekar bike şirovekirina wan rêza fem bike

  • Vîdêoya vêxe û bi saya pirsên ku hatine dayînê, van vîdêoya şêwir ke

  • Wê baş be, wekî carekêra dersekê derbaz kî

Xizmetiyêda pêşiyê broşûrê merivra bihêle, wekî têderxî hela bi rastî hewasa wî heye hê zêde pêbihese yan na (Binihêre çargoşe “ Çawa Broşûra ‘Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!’ Wedê Serlêdana Pêşin Pêşkêş kin”). Hergê te tevî meriv hînbûna pê broşûrê xilaz kir û ew dixwaze hînbûnê berdewam bike, wî çaxî derbazî ser kitêbê be û ji dersa 04 destpêke. Lê hergê tu niha tevî xwendekarê xwe hînbûnê pê kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?” yan “Nava Hizkirina Xwedêda Bimîne” derbaz dikî, îda derbaz be ser kitêba teze “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!” û xwexa safî ke ji kîjan dersê berdewam kî.

BINIHÊRIN VÎDÊO “JI HÎNBÛNA XWEYE KITÊBA PÎROZ ŞABÛNÊ BISTÎNE” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Xwendekar ji kitêba teze wê çi hîn be?

  • Çima lazim e, wekî tu vê vîdêoyê nîşanî xwendekarê teze bikî?

  • Tu dikarî xwendekarê xwe berbi kîjan nêta hêlan kî? Binihêre nexş “ Nêta Her Pareke vê Kitêbê

^ abz. 4 SPARTIN: Rast e şêwirkirina para “Hê Zêde Pêbihese” eseyî nîne, lê dîsa jî gava tu bona hînbûnê hazir dibî, vê parê jî lêkolîn bike. Wî çaxî tuyê bizanibî çi dikare dîna xwendekarê te bikişîne û bona wî kêrhatî be. Kitêbêda bi cûrê elektronîk lînk ser vîdêo û înformasiyên zêde hene.

 NÊTA HER PAREKE VÊ KITÊBÊ

 

DERS

TÊMA SEREKE

NÊTÊN BONA XWENDEKAR

1

01-12

Dîna xwendekar bide, ku çawa Kitêba Pîroz dikare alî wî bike û ça ew dikare Avtorê vê kitêbê nas bike

Xwendekar hêlan ke, wekî Kitêba Pîroz bixûne, bona her dersê xwe hazir ke û bê ser civata

2

13-33

Pêbihese Xwedê çi bona me kiriye û ew çi cûre hebandin qebûl dike

Xwendekar hêlan ke, wekî mizgînê merivara gilî ke û bibe mizgînvanê nenixumandî

3

34-47

Pêbihese Xwedê ji xizmetkarên xwe çi dewa dike

Xwendekar hêlan ke, wekî emirê xwe tesmîlî Yehowa ke û bê nixumandinê

4

48-60

Pêbihese ça nava hizkirina Xwedêda bimînî

Xwendekar hîn ke, wekî çawa qenciyê û xirabiyê ji hev derxe û ruhanîda pêşda here