YÊREMYA 12-16
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ |Îsraêl, Yehowa Bîr kir
Yêremyara şixuleke çetin hatibû dayînê yê ku nîşan dikir, wekî Yehowa ceza ke cimeta Cihûdayê û Orşelîmê yê ku babax û serhişk bûn
Yêremya kemera kitanê kirî
13:1, 2
-
Kemera piştva girêdayî bi sîmbolîk dihate hesabê heleqetiya nêzîk ku cem Yehowa tevî cimetê dikaribû hebûya
Yêremya kemer hilda û bir berbi Çemê Feratê
13:3-5
-
Ewî kemer di zinarêda veşart, û paşê vegeriya Orşelîmê
Yêremya vegeriya berbi Çemê Feratê seva ku kemer paşda hilde
13:6, 7
-
Kemer riziya bû
Tenê paşê vê yekê ça Yêremya evî şixulî pêk anî, Yehowa nêta vê yekê şirovekir
13:8-11
-
Yêremya bi dil gura Yehowa kir vê yekêda çi ku bi nihêrandina meriya ne jî usa ferz dihatê kifşê. Ev yek da kifşê ku Yehowa çiqas qewatê dide xebatê seva ku bigihîje dilê meriya