“Hişyar Bimînin”
Îsa şagirtên xweyî rûnkirîra gilî kiribû metelok derheqa dehe qîza. Fikirên vê metelokê bona hemû Mesîhiya ne (w15 15/3 12-16). “Awa hişyar bimînin, çimkî hûn ne roja hatina Kurê Însan zanin, ne jî sihetê” (Mt. 25:13). Tu dikarî ev meteloka Îsa şirovekî?
-
Zeva (rêza 1): Îsa ye
-
Qîzên serwaxte hazirkirî (rêza 2): Mesîhiyên bi ruh kifşkirî, yên ku xwe hazir kirine, seva ku bi aminî xwe li kişfkirina xwe bigirin û yên ku wek ronkayî şewq didin (Flp. 2:15)
-
Dengek hat: “Va ye zeva tê!” (rêza 6): Eyankirina hatina Îsa
-
Qîzên bêfem (rêza 8): Mesîhiyên bi ruh kifşkirî, derketin wekî rastî Zeva bên, lê ewana hişyar neman û aminiya xwe jî xwey nekirin
-
Qîzên serwaxt rûn para venekirin (rêza 9): Paşî morkirina paşin, wê îda dereng be, seva yên bi ruh kifşkirî, alî wan bikin, yên ku neamin mane
-
“Zeva hat” (rêza 10): Îsa tê ku li nêzîkiya tengasiya mezin, dîwanê bike
-
Qîzên serwaxt tevî zeva dikevne dewatê, û derî jî tê dadanê (rêza 10): Îsa top dike li ezmana yên bi ruh kifşkirî, kîjan ku aminiya xwe xwey kiribûn. Lê yên neamin xelata xweye ezmanî unda dikin