Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

17-23 Adarê

METELOK 5

17-23 Adarê

Kilama 122 û Dua | Pêşxeber (deqek)

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ

1. Xwe ji Bênamûsiyê Dûr Bigirin

(10 deqe)

Bênamûsiya sêksûalî dikare hewas bê kifşê (Mtl. 5:3; w00 15/7 29 ¶1)

Merivê ku bênamûsiyê dike, paşê dilteng û poşman dibe (Mtl. 5:4, 5; w00 15/7 29 ¶2)

Xwe ji bênamûsiyê dûr bigirin (Mtl. 5:8; w00 15/7 29 ¶5)

Xûşkek înkar dike hejmara têla xwe bide xortekî

2. Xizna Kitêba Pîroz

(10 deqe)

  • Mtl. 5:9—Ça ji bo bênamûsiya sêksûalî meriv “rûmeta xwe” dide kesên din? (w00 15/7 29 ¶7)

  • Ji xwendina Kitêba Pîroze vê heftiyê, kîjan fikirên qîmet te xweş hat?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Mk. 8:1-13 (th dersa 5)

XWE BONA XIZMETIYÊ HAZIR KIN

4. Xeberdanê Destpêkin

(3 deqe) XIZMETÎ LI WAN CIYA KÎDERÊ GELEK MERIV IN. Merivê ku Mesîhî nîne, teglîfî ser Êvara Bîranînê ke, û ser jw.org binihêre ku nêzîkî mala wî Bîranîn wê kîderê derbaz be (lmd dersa 6, abzasa 4).

5. Xeberdanê Berdewam kin

(4 deqe) MAL BI MAL. Wedê xeberdana paşin, meriv teglîfa bona Êvara Bîranînê qebûl kir û hewasa wî pêşda hat (lmd dersa 9, abzasa 5).

6. Şagirta Hazir kin

(5 deqe) lff dersa 16, temamkirin, wekilandin û nêt. Çaxê xwendekar dipirse ku Îsa zewicî bû yan na, jêra nîşan ke ku çi cûreyî ew dikare lêkolînê bike û caba vê pirsê bistîne (lmd dersa 11, abzasa 4).

MÎNA ÎSA BIJÎN

Kilama 121

7. Bifikire Tu Çi Dikarî Bikî, wekî Namûsiyê Xwey kî, Gava bi Nêta Zewacê Rastî Kesekî Têyî

(15 deqe) Şêwirkirin.

Bi nêta zewacê rastî hev bên, tê hesabê gava jinek û mêrek tevayî wede derbaz dikin yan jî şixulekîva mijûl dibin, seva ku diha baş hevdu nas kin. Ewana hevdu nas dikin gava başqe yan jî tevî hevala top dibin. Dibeke derheqa heleqetiya wan hine meriv zanin, dibeke jî na. Ewana dikarin rû bi rû hevdu nas bikin, yan jî bi saya têlê û întêrnêtê. Em hevdunaskirinê ça tiştekî gelek ferz hesab dikin, ev ne ku wedederbazkirin e, lê gaveke gelek ferz e, ya ku berbi zewacê dibe. Kîjan in hine gav, yên ku dikarin wedê hevdunaskirinê alî meriva bikin, wekî xwe ji bênamûsiyê xwey kin, firqî tune ewana cahil in yan emirda mezin in? (Mtl. 22:3)

Vêxe VÎDÊO Hazirbûna bona Zewacê—Para 1: Gelo Ez bona Hevnaskirinê Hazir im?—Parek. Paşê pirsa bide guhdara:

  • Çira diha baş e ku meriv rastî kesekî neyê, hergê ew bona zewacê hela hê hazir nîne? (Mtl. 13:12; Lq. 14:28-30)

  • Çi te xweş hat ji vê yekê, ku dê-bav ça alî qîza xwe kirin?

Bixûne Metelok 28:26. Paşê pirsa bide guhdara:

  • Çaxê du meriv rastî hev tên, çi dikare alî wan bike, wekî xwe ji van dereca dûr bigirin, kîjan ku dikarin wana berbi bênamûsiya sêksûalî bivin?

  • Çira bi bîlanî ye wekî kesên ku rastî hev tên, pêşda safî kin wekî çi cûreyî nazikayê hindava hevda bidine kifşê, mesele destê hev bigirin yan na û hevdu paç kin yan na?

Bixûne Efesî 5:3, 4. Paşê pirsê bide guhdara:

  • Kesên ku rastî hev tên gerekê çi bîr nekin, gava pê têlê yan jî bi onlayn tevî hev xeber didin?

8. Hînbûna Kitêba Pîroz Civatêda

Xeberên Xilaziyê (3 deqe) | Kilama 3 û Dua