Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Hizkirina Me Tê Kifşê, Çaxê Piştgiriya Safîkirina Yehowa Dikin

Hizkirina Me Tê Kifşê, Çaxê Piştgiriya Safîkirina Yehowa Dikin

Çaxê bende ji civatê tê derxistinê, bi vê yekê civat tê xweykirinê û yê gunekar jî dikare xwe rast ke (1 Kr. 5:6, 11). Çaxê em vê derecêda piştgiriya safîkirina Yehowa dikin, em hizkirinê didine kifşê. Lê çi cûreyî hizkirin tê kifşê? Ne çaxê merivê meyî hizkirî ji civatê tê derxistinê, dilê me û dilê birên ji komîtêya dîwankirinê ser wî dişewite!

Ya lape ferz ew e, ku bi wê yekê em hizkirina xwe hindava navê Yehowa û normên wîyî pîroz didine kifşê (1 Pt. 1:14-16). Em usa jî hizkirina xwe hindava yê ji civatê derxistî didine kifşê. Rast e ev safîkirin dikare dilê meriya bêşîne, lê bi rastî ev “berê edilayiyê ji jiyîna rast” tîne (Îbr. 12:5, 6, 11). Hergê em berdewam kin tevî yê ji civatê derxistî yan yê ku xwexa civat hîştiye, xeber din, usa emê şixulê Yehowa pê hişê xwe bikin (Yêr. 30:11). Em hîviyê ne, wekî ew meriv wê vegerin cem Bavê meyî dilovan. Lê heta hingê em berdewam dikin piştgiriya safîkirina Yehowa bikin û her tiştî dikin ku heleqetiya xwe tevî Yehowa qewî xweyî kin (Îş. 1:16-18; 55:7).

BINIHÊRIN VÎDÊO DRAMAYÊ “BI TEMAMIYA DILÊ XWE AMINIYÊ XWEYÎ DIKIN”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Çaxê zar ji Yehowa dûr dikeve, ev yek çi êşê dê-bavara tîne?

  • Civat çawa dikare piştgiriya neferên malêye amin bike?

  • Kîjan serhatiya Kitêba Pîroz nîşan dike, wekî çiqas ferz e ku aminiya me Yehowara ji aminiya hindava neferên malê qewîtir be?

  • Em çi cûreyî aminiya xweye hindava Yehowa ser aminiya hindava malbetêra digirin?