MÎNA ÎSA BIJÎN
Em bona Hizkirina We ji Yehowa Razî ne
Civata Têsalonîkî hindava xûşk-birada hela hê nava tengasiyada jî hizkirinê dida kifşê (2 Ts. 1:3, 4). Rojên meda jî Şedên Yehowa hizkirina vî cûreyî hindava biratiya xweye hemdinyayê didinê kifşê. Ser jw.org hene rêza gotara “Qurbankirinên We Ça Têne Xerckirinê”, yên ku nîşan dikin wekî qurbankirinên we, van rojên çetinda çawa alî xûşk-birên me dikin. Em wera firnaq dibin ku hûn bi qurbankirinên xweye rezedilî, hizkirin û merdaniyê hindava xûşk-birada didine kifşê.
BINIHÊRIN VÎDÊO “EM TIMÊ BONA WE RAZÎBÛNÊ DIDINE XWEDÊ” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
• Qurbankirinên me bona çi têne xebitandinê?
• Mecala lapî baş kîjan e, wekî piştgiriya xûşk-bira bikin, yên ku hewcê alîkariyê ne? (Usa jî binihêre gotara ser jw.org “Zêdeya We Dikare Kêmasiya Wan Tijî ke”)