Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Xûşk Ça Dikarin Xizmetiyêda Kar Bikin?

Xûşk Ça Dikarin Xizmetiyêda Kar Bikin?

Xûşk gelek tişt bona şixulê Padşatiyê dikin (Zb. 68:11). Ewana gelek hînbûnên Kitêba Pîroz derbaz dikin. Heçî zef ji pêşengên hertim, xûşk in. Bi hezara xûşkên xîret xizmet dikin ça Beytelvan, mîsyonêr, usa jî şixulê avakirin û welgerandinêda alîkariyê didin. Xûşkên cêribandî malbeta xwe û civata xwe qewî dikin (Mtl. 14:1). Rast e xûşk nikarin bêne kifşkirinê ça rûspî yan berdestiyên civatê, ewana dîsa jî dikarin nêtên ruhanî daynin pêşiya xwe. Hergê tu xûşk î, ça tu dikarî xizmetiyêda hê zêde kar bikî?

  • Hunurên ku Xwedê xweş tên, nav xweda pêşda bîne (1 Tîm. 3:11; 1 Pt. 3:3-6)

  • Civatêda alî wan xûşka bike, yên ku teze hatine nava rastiyê (Tît. 2:3-5)

  • Hê zêde xizmet ke û xizmetiya xwe bi hostetî bîne sêrî

  • Zimanê din hîn be

  • Derbazî ciyê usa be, kîderê ku hewcetiya xizmetkara heye

  • Blanka bona xizmetkirina Beytelêda û bona avakirina avayên teşkîletê tije ke

  • Blanka “Mekteba Bona Mizgînvanên Padşatiyê” tije ke

BINIHÊRIN VÎDÊO “KULFETÊN KU GELEK QEWAT BONA XUDAN XERC DIKIN” Û PAŞÊ CABA VÊ PIRSÊ BIDIN:

  • Çawa mesela her xûşkeke ji vê vîdêoyê hêlanê da te?