MÎNA ÎSA BIJÎN
Bona Min Çi Diha Ferz e?
Aqûb tevî melek ketibû gulaşê seva tiştekî ferz, dêmek keremên Yehowa (Dsp. 32:24-31; Hs. 12:3, 4). Lê derheqa me em çi dikarin bêjin? Gelo em hazir in hemû qewata xwe bidine xebatê, seva gura Yehowa bikin û keremên wî qazanckin? Mesele, emê çi bikin hergê ber bijartinê bisekinin ku herine civatê yan çend siheta zêde, bixebitin? Çaxê em wedê xwe û qewata xwe bona Yehowa xerc dikin, Ew keremên xwe ser meda dibarîne (Mlx. 3:10). Ew rêberiyê me dike, me diparêze û bona hewcên me xem dike (Mt. 6:33; Îbr. 13:5).
BINIHÊRE VÎDÊO DRAMA “NÊTÊN XWEYE RUHANÎ TIMÊ BÎRA XWEDA XWEY KIN”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDE:
-
Çi cûreyî xûşk hate cêribandinê bi tiştê ku ewê hiz dikir?
-
Çi cûreyî mezinê xebata me, dikare bibe cêribandina me?
-
Çima Tîmotêyo dîsa gerekê nêtên ruhanî daniya pêşiya xwe, hela hê çaxê ew ruhanîda cêribandî bû jî? (1 Tîm. 4:16)
-
Çawa em dikarin bidine kifşê, ku bona me çi diha ferz e?