Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

“Îdî . . . Xema Nekin”

“Îdî . . . Xema Nekin”

Yehowa alîkarî dida kesîba di Îsraêla berêda. Gelo bi çi cûreyî Yehowa alîkariyê dide xizmetkarên xweye destteng roja îroyîn?

  • Ew alîkariyê dide wan, wekî hindava perada nihêrandina rast xweyî kin (Lq. 12:15; 1 Tîm. 6:6-8).

  • Ew alî wan dike qedirê xwe unda nekin (Îb. 34:19).

  • Ew wana hîn dike xebathiz bin û xeyset-hunurên xirab înkar kin (Mtl. 14:23; 20:1; 2 Kr. 7:1).

  • Ewî wana kire nav biratiya meye hizkirî ya Mesîhîtî (Yn. 13:35; 1 Yn. 3:17, 18).

  • Ewî hêvî da wan (Zb. 9:18; Îş. 65:21-23).

Firqî tune dereca me çiqas giran e, dîsa jî em gerekê xema nekin (Îş. 30:15). Yehowa wê bona hewcên meye matêrîalî xem bike, heta ku em berê pêşin Padşatiya wî digerin (Mt. 6:31-33).

BINIHÊRIN VÎDÊO “HIZKIRIN TU CAR KUTA NABE WÎ ÇAXÎ JÎ . . . HERGÊ RASTÎ TUNEBÛNÊ TÊN; KONGO” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Birên ku nêzîkî ciyê derbazkirina civata mezin dijîtin, çawa mêvanhizî dane kifşê hindava wan, kê gerekê ji ciyê dûr bihatana?

  • Ev vîdêo çi me hîn dike derheqa hizkirina Yehowa hindava kesîba?

  • Firqî tune çiqas destê meda heye, dîsa jî ça em dikarin derecên xweda çev bidine Yehowa?