Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 8

Malbeta Xwe ji Tiştên Xirab Xwey kin

Malbeta Xwe ji Tiştên Xirab Xwey kin

1-3. a) Ji çi zar dikarin ziyanê bistînin? b) Ji aliyê dê-bava çi wê nerast be bikin?

 BARANA qewî dibare, lê hûn gerekê kurê xwe bişînin mektebê. Hûnê çi bikin? Hûnê îzinê nedin kurê xwe ku ji mal derê? Yan dibeke hûnê haqas kinc lêkin, wekî ew nikaribe rê here? Na, hûn usa nakin. Hûnê tiştekî bidinê seva şil nebe.

2 Hema bi wî cûreyî dê-bav gerekê zarên xwe ji tiştên xirab xwey kin, kîjan ku ji her aliyava dikare rastî zara bê. Mesele, tiştên xirab û ziyankar dikarin bên ji cûre-cûre wedederbazkirina, deng û besên teze, hevala û carna ji mekteba jî. Hine dê-bav gelek hindik dikin, wekî zarên xwe ji tiştên ziyankar xwey kin, lê hinek jî qe tiştekî nakin. Lê hine dê-bav ditirsin wekî tiştek neyê serê zarê wan û lema qe îzinê nadine wan tiştekî bikin. Ji bo wê yekê zar gelek dilteng dibin. Gelo çawa hê rast e bikin?

3 Wê nerast be hergê dê-bav qe tiştekî îzin nedine zarê, çimkî ew yek jî dikare ziyanê bîne zarara (Waîz 7:16, 17). Lê çawa dê-bavê Mesîhî dikarin zarên xwe ji her cûre ziyanê xwey kin? De werên em şêwir kin derheqa sê tişta: hînbûn, xeberdan û wedederbazkirin.

RAST ZARÊN XWE HÎN KIN

4. Nihêrandina dê-bava ser hînbûnê, gerekê çi cûreyî be?

4 Dê-bavên Mesîhî qîmet dikin hînbûna mektebêda. Ewana fem dikin wekî mektebêda zar hîn dibin bixûnin, binivîsin, heleqetiya baş xwey kin tevî meriya û problêma safî kin. Mektebêda zar usa jî pêdihesin çi ye hînbûn û çawa tiştên teze hîn bin.

Ew hînkirina ku ewana mektebêda distînin alî wan

dike, wekî axiriyêda bikaribin ebûra xwe bikin. Usa hînbûn dikare alî zara bike, wekî ewana xebatçiyên baş bin (Metelok 22:29).

5, 6. Ça zar dikarin mektebêda nihêrandina nerast derheqa sêksê pêbihesin?

5 Mektebêda zar usa jî hevaltiyê dikin tevî wan zara, fikir û nihêrandina kîjana xirab û nerast e. Mesele, werên binihêrin hela nihêrandina wan ser heleqetiya sêksûal û normên namûsiyê çi cûreyî ye. Mekteba Nîjeryayêda qîzikeke bênamûs, şîret dida hevalên xweyî mektebê, derheqa tiştên sêksê. Rast e ewê tiştên bêkêr digot, derheqa çi jî xwexa pêhesiya bû ji jûrnalên pornografiyê, lê hevalê wê yeke bi hewas guh didane xeberên wê. Hine qîza çev dane wê. Axiriyêda yek ji wan keçika pê ma û wextê zar berkirinê mir.

6 Sed heyf, lê carna mektebêda nihêrandina nerast derheqa heleqetiya sêksê, ne ku zar hîn dikin, lê dersdar. Gelek dê-bav berxwe dikevin çaxê pêdihesin, wekî mektebêda zara hîn dikin derheqa tiştên sêksûal, ne ku derheqa normên namûsiyê. Dêkî, qîza kîjan ku 12 salî ye, dibêje: “Em cîkî usa dijîn, kîderê eyd-qeyda qîmet dikin û nihêrandina wan ser rêlîgiya gelek belabûyî ye, lê yeke mektebêda zarara prêzêrvatîva bela dikin”. Ew dê û bav berxwe ketin, kengê pêhesiyan wekî hevalên qîza wan gotine wê, wekî ew bikeve heleqetiya sêksûal tevî wan. Çawa dê-bav dikarin zarên xwe ji wan tiştên xirab xwey kin?

7. Zar derheqa tiştên sêksûal hê baş e ji kê pêbihesin?

7 Diqewime wê hê baş be, hergê derheqa heleqetiya sêksûal qe tevî zara xeber nedin? Na. Wê rast be hergê dê-bav xwexa, zarên xwe şîret kin derheqa tiştên usa (Metelok 5:1). Hine welatada, dê-bav derheqa wê têmê tevî zarên xwe şerm dikin xeber din. Bavekî ji Sîêrra-Lêonêye dibêje: “Kûltûra Afrîkayêda ew yek qebûlkirî nîne”. Carna dê-bav dişirmîş dibin, wekî hergê ewana tevî zarên xwe xeber din derheqa wan tişta, ew yek dikare zara bikişîne berbi kirên nerast! Lê nihêrandina Xwedê çi cûreyî ye?

NIHÊRANDINA XWEDÊ ÇI CÛREYÎ YE

8, 9. Kitêba Pîrozda çi şîret tê dayînê, derheqa heleqetiya sêksûal?

8 Kitêba Pîroz dide kifşê, wekî xeberdana derheqa sêksê wextê layîq û bi cûrê layîq, ne şerm e. Îsraêlêda cimeta Xwedêra usa jî zarara temî hatibû dayînê, wekî tevayî top bin û guh bidine xwendina qanûna Mûsa (Qanûna Ducarî 31:10-12; Yêşû 8:35). Wê qanûnêda eyan dihate şirovekirinê pirsên derheqa heleqetiya sêksûal. Mesele, yên usa ça kirashatin, toximê mêr rêtin, bênamûsî, qavî kirin, mêr tevî mêra, zewaca tevî neferên malbeta xwe (xûntevxistin) û tevî heywana xwe heram kirin (Qanûna Kahîntiyê 15:16, 19; 18:6, 22, 23; Qanûna Ducarî 22:22). Paşî xwendina wê qanûnê, dê-bav gerekê gelek tişt zarên xwera şirovekirana derheqa wan tişta.

9 Kitêba Metelokda serên 5, 6, 7-da şîretên baş hene, wekî dê-bav çawa bi hizkirinê dikarin zarên xwe şîret kin derheqa heleqetiya sêksûal. Ji wan rêza eyan tê kifşê wekî carna, çawa heleqetiya sêksûal dikare ziyanê bîne û çawa dikare bibe cêribandin (Metelok 5:3; 6:24, 25; 7:14-21). Ew rêz usa jî didin kifşê, wekî ew kirên nerast ziyanê û axiriya nebaş dikarin bînin. Wan rêzada usa jî şîret tê dayînê bona cahila, mesele ça ewana dikarin xwe ji wan kirên xirab xwey kin (Metelok 5:1-14, 21-23; 6:27-35; 7:22-27). Kitêba Metelok eyan dide kifşê, wekî hewcên xweyî sêksûal gerekê zewacêda razî kin (Metelok 5:15-20). Bi rastiyê jî şîretên gelek baş in bona şîretkirina zara!

10. Çira em dikarin bêjin wekî şêwirkirina derheqa heleqetiya sêksûal, zara berbi kirên nerast nabin?

10 Gelo ew hînkirin zara hêlan dike berbi kirên nerast? Na, çimkî Kitêba Pîroza tê gotinê: “Lê yêd rast bi zanistîyê xilaz dibin” (Metelok 11:9). Gelo hûn naxwazin alî zarên xwe bikin ku ev dinya xirab ser wan hukum nebe? Bavek gilî dike: “ Derheqa têma sêksê, me vekirî xeber dida tevî zarên xwe. Lema jî kengê wana dibihîst zarên din derheqa wê yekê çi digotin, hewasa wan pêşda nedihat. Ew têma bona wan veşartî nîbû.”

11. Çawa dê-dav dikarin şîretên rast bidin zarên xwe, derheqa parên bedenê?

11 Çawa serên derbazbûyîda îda hatiye gotinê, zara gerekê şîret kin derheqa tiştên sêksûal. Çaxê zarara dibêjin derheqa parên bedenê, şerm nekin bêjin ça ewana têne navkirinê. Usa jî wê lazim be zarara hine şîretên rast bidin derheqa wan tişta. Lazim e wekî dê usa jî bav gelek tişt zarên xwera şirovekin, derheqa parên bedenê. Mesele, wana şîret kin wekî îzina tu kesî tune destê xwe bidin parên bedena wan yan jî binihêrin, usa jî îzin tune tiştên netebiyetî bêjin derheqa wan parên bedenê. Çaxê zar îda mezin e, gerekê wanara bêjin derheqa wê yekê ça mêr û jinra zar dibe. Heta ku zar mezin be, lazim e pêşda wanara bêjin derheqa wan guhastina, kîjan wê bedena wanda pêşda bê. Çawa hatibû gotinê serê 5-da, şîretkirina usa wê alî zara bike nekevine cêribandina (Metelok 2:10-14).

DÎNA XWE BIDIN ZARÊN XWE

12. Kîjan nihêrandina nerast mektebêda dikare rastî zara bê?

12 Dê-bav usa jî gerekê hazir bin pêşberî wan hînkirinên nerast herin, yên ku mektebêda zara hîn dikin. Mesele, hînkirinên usa ça fîlosofiyên wê dinê, êvolûsyê, natsîonalîzm (miletparêzî) yan fikirên derheqa wê yekê ku rastî tune ye. (1 Korintî 3:19. Beramber kin Destpêbûn 1:27; Qanûna Kahîntiyê 26:1; Yûhenna 4:24; 17:17.) Gelek dersdarên mektêbê bi dilê xweyî sax hêlanê didine zara, ku ewana xwe hînbûnê bigirin û wê yekêda pêşda herin. Rast e ew safîkirina şexsî ye, lê dersdar difikirin, wekî ew mecaleke baş e bona zara seva ku emirê xwe baş kin a (Zebûr 146:3-6).

13. Zar ku diçine mektebê ça dikarin nihêrandina rast xwey kin?

13 Seva ku alî zarên xwe bikin, wekî nihêrandina nerast nekeve hişê wan, dê-bav gerekê bizanibin, mektebêda çi hîn dikin zarên wan. Dêmek, dê-bavno dîna xwe bidine zarên xwe! Bêtalaş nîbin hindava wê yekê, çi zarên we hîn dikin. Ji zara pirs kin, mektebêda derheqa çi ewana hîn dibin, kîjan ders wan xweş tê, lê kîjan wanara çetin e. Her car dîna xwe bidine dersên wan, nivîsarên wan û binihêrin çi nîşana distînin. Tevî dersdar bibine nas. Bira ewana bivînin, wekî hûn şixul û qewata wan qîmet dikin û her aliyava dixwazin alîkariyê bidine wan.

HEVALÊN ZARÊN WE

14. Çira zar gerekê xwera hevalên baş bijbêrin?

14 Gelek dê-bav, ji zarên xwe bi wî cûreyî pirs dikin, “Tu ji kê ewê yekê hîn bûyî?” Dê-bav ewê pirsê didin, çimkî ecêbmayî dimînin, ji xeberdan û kirên zarên xwe. Zar caba xwe usa didin, hevalên min û zarên cînara usa xeber didin. Firqî tune em emirda mezin in yan cahil in, ser me jî dikare hukum be xeberdan û kirên hevalên me. Pawlosê şandî got: “Nexapin! Hevaltiya xirab merivê xweyîpergal xirab dike” (1 Korintî 15:33; Metelok 13:20). Lê gelek car cahilên mektebê, dikevine bin bayê hevalên xwe. Hine cahil xweda bawer nînin û usa dikin ku ber çevê hevalên xwe baş bêne kifşê. Lema jî gelek ferz e ewana hevalên baş xwera bijbêrin!

15. Ça dê-bav dikarin alî zara bikin, wekî ewana hevalên baş xwera bijbêrin?

15 Dê-bav zanin, wekî zar ne her car safîkirinên rast dikin, lema jî wanara lazim e rêberiya rast bidin. Nelazim e dewsa wan hevala wanara bijbêrin. Lê alî wan bikin, wekî ewana xwexa bikaribin têderxin, kîjan hunura gerekê nav hevalên xweda bivînin û qîmet kin. Hunura sereke ew heye hizkirin hindava Yehowa û ew hizkirin hêlan dike, vê yekê bikin, çi ku ber çevê wî rast e (Marqos 12:28-30). Zara hîn kin wekî hizkirin û qedir bidine kifşê hindava wan kê heyf, razî û xîret e. Wedê qulixkirina tevî malbetê alî zara bikin, wekî ewana wan hunura bivînin nava xizmetkarên Xwedê ye berê. Lê paşê wan hunura bivînin nava wan merivada, yên ku ewana civatêda divînin. Dê-bav gerekê wê yekêda mesele bin bona zarên xwe. Wedê jibartina hevala, ewana xwexa jî gerekê bidine xebatê wan şîreta.

16. Çawa dê-bav dikarin haş wê yekê hebin, hela zarên wan tevî kê hevaltiyê dikin?

16 Gelo hûn zanin, zarên we tevî kê hevaltiyê dikin? Lê gelo wê rast nîbe îzinê bidine zara, hevala teglîfî mal bikin, seva ku hûn hê rind wana nas kin? Hûn dikarin ji wan pirs kin, zarên din çi difikirin derheqa hevalên wan. Gelo ewana baş in yan na? Hergê nebaş in, dêmek alî zarên xwe bikin fem kin çira hevaltiya usa bêkêr e (Zebûr 26:4, 5, 9-12). Hergê hûn texmîn dikin, wekî kincxwekirina zara we, dişirmîşbûn û xeberdana wî nebaş e, dêmek hûn gerekê tevî wî xeber din derheqa wê yekê, hela hevalên wî çi cûreyî ne. Diqewime zara we wede derbaz dike tevî wî hevalî, yê ku xirab ser wî hukum dibe. (Beramber kin Destpêbûn 34:1, 2.)

17, 18. Çida dê-bav dikarin alî zarên xwe bikin?

17 Bes nîne zara hîn kin, wekî ewana xwe dûr bigirin ji hevalên xirab. Lê alî wan bikin hevalên baş xwera bijbêrin. Bavek gilî dike: “Em hergav bona zarê dewsê tiştekî din dikin. Mesele, çaxê kurê me got wekî mektebêda wî dixwazin hildine koma fûtbolê, min jina xweva tevî kurê xwe rûniştin û dişirmîş bûn, wekî ew yek dikare nebaş be, ji bo hevalên teze. Lê paşê me gote kurê xwe, wekî ew dikare çend zarên ji civatê teglîf ke, seva ku fûtbolê bilîzin. Ew pirs pir hêsa hate safîkirinê”.

18 Dê-bavên bîlan alî zarên xwe dikin, wekî ewana hevalên baş xwera bijbêrin û rast wede tevî wan derbaz kin. Bona gelek dê-bava pirsa derheqa wedederbazkirinê gelek çetin e.

HÊSABÛN Û WEDEDERBAZKIRIN

19. Kîjan meselên ji Kitêba Pîroz didin kifşê, wekî wedederbazkirin tiştekî nerast e?

19 Gelo Kitêba Pîroz wedederbazkirinê sûcdar dike? Na! Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî “wexta kenînê heye . . . û wexta lîstinê heye” b (Waîz 3:4). Cimeta Xwedê, wedê Îsraêla berê, kilam, reqas, lîstik û metelok hiz dikirin. Îsa Mesîh jî hatibû teglîfkirinê ser dewatê, usa jî Mettayê Lêvî ew teglîfî mala xwe kir û sifireke mezin ber wî rast kir (Lûqa 5:29; Yûhenna 2:1, 2). Îsa tu car hesab nedikir wekî şabûn û wedederbazkirin tiştekî nerast e. Bira tu kes ji neferê mala we jî hesab neke, wekî ken, şabûn û wedederbazkirin nerast e!

Çaxê pêşda safî dikin çi cûre wede derbaz kin, ew yek dikare alî zara bike, wekî çawa ruhanîda usa jî her aliyên dinva pêşda herin

20. Derheqa çi gerekê dê-bav bîr nekin, çaxê xem dikin bona wedederbazkirina zara?

20 Yehowa “Xwedayê pîroz” e, dêmek bi şabûnê tije ye (1 Tîmotêyo 1:11). Ew tê hesabê wekî xizmetkirina me wîra, gerekê şabûnê mera bîne, ne ku ji me bistîne. (Beramber kin Qanûna Ducarî 16:15.) Zar hertim bi şabûnê tije ne, ewana qe nawestin lîstikêra û şabûnêra. Bona zara wedederbazkirina rast gelek ferz e, çimkî wî çaxî zar dikare gelek tişt bona xwe hîn be û ji gelek tişta zanebûnê bistîne. Malxê malê gerekê xem bike bona hewcên malbeta xwe û usa jî bona wedederbazkirina wan. Lê wê yekêda ew gerekê serwaxt be û sînorê wedederbazikirinê bizanibe.

21. Çida xirab in wedederbazkirinên roja îroyîn?

21 Çawa ku pêşda Kitêba Pîrozda hatiye gotinê, wan “rojêd axiriyêda” meriv bûne “rihetîhiz, ne ku Xwedêhiz” (2 Tîmotêyo 3:1-5). Roja îroyîn emirê gelek merivada wedederbazkirin ciyê ewlin digire. Seva wedederbazkirinê, meriv dikarin şixulên xweyî ferz bidine alîkî. Ew wedederbazkirin dîna meriva didin ser tiştên bênamûsiyê, zulmiyê, xebitandina narkotîkê û tiştên din e xirab (Metelok 3:31). Lê dê-bav çi dikarin bikin, wekî zarên xwe xweyî kin ji wan cûrên wedederbazkirinê?

22. Çawa dê-bav dikarin alî zarên xwe bikin, wekî ewana safîkirinên bîlan bikin?

22 Dê-bav gerekê sînorê wedederbazkirinê daynin. Lê diha baş e ewana zarên xwe hîn kin, wekî xirabî û qenciyê hev derxin û usa bikin çawa ku layîq e. Seva wê yekê wede lazim e. Werên meselekê şêwir kin. Bavekî, du kurê kîjanî heye, texmîn kir wekî kurê wîyî mezin gelek car, programên ji radîoya teze dibihê. Carekê çaxê bav avtê dajot, ewî programa wê radîoyê vêxist û guh da. Carna, ewî avta xwe disekinand, seva ku binivîse hine xeberên wê kilamê ya ku dibihîst. Paşê ewî tevî kurên xwe şêwir kir, derheqa wê yekê çi bihîstibû. Ewî pirs didane kurên xwe, yên ku bi xeberên usa destpêdibûn, “Çawa hûn dişirmîş dibin?” Ewî îzin dida wan, wekî caba xwe bidin û guhê xwe dida caba wan seva ku nihêrandina wan pêbihese. Çaxê ew pirs hate şêwirkirinê ser hîmê Kitêba Pîroz, ewana qayîl bûn îda guh nedine programên wê radîoyê.

23. Çawa dê-bav dikarin zarên xwe ji wedederbazkirinên nerast xweyî kin?

23 Dê-bavên Mesîhî gerekê dîna xwe bidine wê yekê, çi kilam, program, fîlm, komîks û vîdêo lîstik, zarên wan xweş tên. Ew dê-bav wê dîna xwe bidine rûyên jûrnala, xeberên kilama. Usa jî wê bixûnin fikirên ji rojnemê, kîjan zarên wan dixûnin û dîna xwe bidin wan fîlma, kîjan ewana dinihêrin. Gelek dê-bav, ecêbmayî dimînin ji wedederbazkirinên wê dinyayê. Ew dê-bav yên ku dixwazin zarên xwe xweyî kin ji wê hukumtiya xirab, tevî zara şêwir dikin derheqa wê yekê, çira ew wedederbazkirin dikare nebaş be. Lê bona wê yekê ewana didin xebatê Kitêba Pîroz û edebyetên ser hîmê wê, mesele fikirên ji “Birca Qerewiliyê” û “Hişyar bin!” c Çaxê dê-bav hêdî-hêdî zara dibine berbi fikirên rast, wî çaxî ew kareke mezin tîne (Metta 5:37; Fîlîpî 4:5).

24, 25. Çi cûre wedederbazkirinên kêrhatî hene nav hine malbetada?

24 Seva ku çetinayî bê safîkirinê, bes nîne tenê îzin nedin zara wedederbazkirinên nerastva mijûl bin. Zar dikarin xwe riya xirab bigirin, hergê wanara nîşan nekin firqiya orta tiştên xirab û baş. Gelek malbetên Mesîhiya bi şabûnê tînin bîra xwe ew wede, çaxê tevayî derbaz dikirin. Mesele çaxê tevayî top dibûn diçûne pîknîkê, hine ciya digeriyan, çolê û mêşeda çadirada radizan, lîstik dilîstin, tiştên sportêva mijûl dibûn, diçûne mêvan mala merivên xweyî nêzîk û hevala. Lê hine malbetên din texmîn kirin, wekî ewana wî çaxî hêsa dibin, çaxê tevî neferên mala xwe kitêba dixûnin. Malbetên din, hiz dikin derheqa tiştên hewas gilî kin. Lê hene yên usa jî kîjan hiz dikin pê hacetên mûsîkê miqama lêxin, bineqşînin yan jî çêkirina destê Xwedê lêkolîn kin. Ew zar yên ku hêsabûna wî cûreyîda mijûl dibin, têne xweykirinê ji wedederbazkirinên xirab. Ewana usa jî fem dikin, wekî gelek wedederbazkirinên hewas hene, kîderê tu xwexa jî dikarî tiştekî bikî, ne ku tenê rûnêyî û binihêrî. Çimkî çaxê tu xwexa tiştekîva mijûl dibî, ew yek şabûnê tîne, ne ku kengê tu tiştekî nakî û dîna te ser yên din e.

25 Wî çaxî jî dikarin hêsa bin û wede derbaz kin, çaxê tevî xûşk-birên civatê top dibin. Lê çaxê wedê topkirinê rêberiya rast tê dayînê, mêvanên teglîfkirî ne zef in û hêsabûn gelek wede nakişîne, ew yek dikare kareke mezin be bona zara. Wedederbazkirina wî cûreyî dikare hizkirina xûşk-birên civatêda qewî ke. (Beramber kin Lûqa 14:13, 14; Cihûda 12.)

MALBETA WE DIKARE XWE JI WÊ DINYA XIRAB XWEY KE

26. Seva ku malbet ji hukumtiya xirab bê xweykirinê kîjan hunur lap ferz e?

26 Gerekê gelek qewatê bidine xebatê, wekî malbeta xwe ji hukumtiya wê dinya xirab xwey kin. Lê tişteke ferz heye çi ku dikare wê yekêda alî me bike. Ew hizkirin e! Ew hunur dikare heleqetiya neferên malê nêzîk û baş ke, usa jî xwey ke ji hukumtiya xirab. Lê ew hizkirin, hê zêde gerekê bidine kifşê hindava Yehowa. Çaxê her kes malbetêda ewê hizkirinê dide kifşê, ew yek alî zara dike zulmiya wê dinê nefret kin. Û tu car hişê wanra derbaz nabe, fikirê derheqa wê yekê, ku dilê Yehowa bêşînin. Lê ew dê-bav yên ku bi dil û can Yehowa hiz dikin, wê çev bidine hizkirin, bîlanî û xwegirtina wî (Efesî 5:1; Aqûb 3:17). Hergê dê-bav mesela baş in, zar wê tu car hesab nekin, wekî xizmetkirina Yehowa gelek tişt qedexe dike, yan şabûnê ji meriva distîne û meriv dixwaze ji wê rê bireve. Lê dewsê, ewana wê fem bikin, wekî xizmetkirina me Xwedêra, dibe me berbi wê rê, ya ku ji hemû rêyên din baştir in.

27. Çawa malbet dikarin dinyayê bikine bin destê xwe?

27 Yehowa şa dibe çaxê divîne, wekî neferên malê, wîra xizmet dikin û bi dil dixebitin, wekî “bêleke û bêqusûr” bimînin wê dinya xirab da (2 Petrûs 3:14; Metelok 27:11). Malbetên wî cûreyî çev didine Îsa Mesîh, kîjan ku cêribandinên Mîrê-cinda serket. Îsa xilaziya emirê xwe ser erdê, dikaribû bigota: “Min dinya kire bindestê xwe” (Yûhenna 16:33). Malbeta we jî dikare evê dinyayê bike bin destê xwe û dinya teze war be!

a Pirs derheqa hînbûnê hê zêde tê şirovekirinê broşûra bi navê “Jehovah’s Witnesses and Education” (“Şedên Yehowa û Xwendina Bilind”), kîjan ku Şedên Yehowa neşir kirin, rûpêla 4-7.

b Xebera Îbranî ku hatiye welgerandinê çawa “kenîn” usa jî dikare bê hesabê “lîstik”, “wedederbazkirin”, “cejin”, yan jî “bikenin û şa bin”.

c Ew jûrnal bi Civaka Birca Qerewiliyê tê neşirkirinê.