SERÊ 7
Zara ku Miqabilî Dê-Bavê Xwe Diçe
1, 2. a) Îsa çi mesele anî, seva ku neaminiya serwêrên dînê Cihûya, bide kifşê? b) Em çi dikarin hîn bin derheqa zara, ji wê meselê kîjan ku Îsa got?
ÎSA çend roj pêşiya mirina xwe pirseke usa da serwêrên dînê Cihûya, ku ewana hêlan bûn bifikirin. Ewî got: “Hûn çawa texmîn dikin? Du kurê merivekî hebûn. Ewî kurê xweyî mezinra got: ‘Lawo! Îro here nav rez, şixul bike’. Ewî lê vegerand û got: ‘Ez naçim’, lê paşê poşman bû û çû. Hingê bav çû cem yê din ewî jî aha got: ‘Belê, ezê herim bavo’, lê neçû. Niha ji van her du kura kîjanî gura bavê xwe kir?” Serwêrên dînê Cihûya caba xwe dan û gotin: “Yê mezin” (Metta 21:28-31).
2 Bi wê meselê Îsa da kifşê, wekî serwêrên dînê Cihûya amin nîbûn. Ewana mîna kurê duda bûn, soz dabûn wekî wê qirara Xwedê bînin sêrî, lê neanîn sêrî. Gelek dê-bav wê qayîl bin, wekî ew yek malbetêda jî diqewime. Bi wê meselê Îsa gelek rind her tişt eyan kir, çimkî carna gelek çetin e têderxin çi ye fikirê zarada, yanê têderxin çi ew niha dixwaze bike. Çaxê zar mezin nîne ew dikare tiştên nerast bike û çetinayê pêşda bîne, lê çaxê ew mezin dibe, ew dibe merivekî cabdar û qedir. Zar têne guhastinê û dikarin bibine merivne baş, ewê yekê gerekê bîr nekin.
KÎJAN ZAR MIQABILÎ DÊ-BAVA DIÇIN?
3. Çira dê û bav gerekê lez nekevin zara xwe hesab kin yekî miqabil û neguhdar?
3 Dibek jî we bihîstiye, derheqa zara usa ku gura dê-bavada nîne. Yan jî diqewime hûn xwexa nas dikin malbeteke usa, ku zara wan gelek nes û nestirî ye. Lê ew nayê hesabê ku zara usa miqabilî dê-bavê xwe ye. Carna dikare usa biqewime ku nava malekêda zarek gura dê-bava dike, lê yê din miqabilî dê-bava ye. Rastî jî çetin e fem kin çira ew usa diqewime. Dê û bav gerekê çi bikin, çaxê ewana têderdixin ku zara wan çiqas diçe nes dibe û miqabilî şîretên dê-bavê xwe dertê? Seva caba wê pirsê bidin, were em pêşiyê pêbihesin kîjan zar tê hesabê neguhdar û miqabil.
4-6. a) Kê tê hesabê miqabil? b) Hergê zar carna gura dê-bavê xwe nake, ew yek çi nayê hesabê?
4 Xebera miqabil tê gotinê derheqa wî merivî, kîjan himberî kesekî dertê, ser ya xwe disekine û naxwaze gura tu kesî bike. Ew yek rast e, ku “axmaxtî dilê zarava girêdayî ye” (Metelok 22:15). Lema jî carna usa diqewime ku zar himberî rêberiya dê-bava dertên. Gelek car ew yek diqewime çaxê zar mezin dibe û tê guhastinê. Çimkî çaxê emirê kesekîda tiştek tê guhastin, ew yek strêsê pêşda tîne. Lê heta zar mezin dibin, em dikarin bêjin, wekî emirê wanda timê guhastin dibin. Kur yan qîza we salên zarotiyê pey xwe dihêlin û berbi gihîştinê diçin. Lema jî çetinayî orta dê-bava û zarada pêşda tên. Lê gelek car dê-bav naxwazin bawer kin, wekî zara wan îda mezin bûye. Lê zar difikirin, wekî ewana îda merivne mezin in.
5 Zara ku miqabilî dê-bavê xwe ye, pişta xwe dide wan tişta çi ku dê-bav qîmet dikin. Lê hergê zar çend cara gura dê yan bav nekir ew yek nay hesabê, wekî ew miqabilî dê-bavê xwe radibe. Lê çi em dikarin bêjin derheqa ruhaniya zara, diqewime hewasa wan hindava rastiya Kitêba Pîroz hindik e, yan qe tune. Hergê usa ne, dîsa jî ew yek nayê hesabê ku ewana miqabilî dê-bava ne. Lez nekevin zara xwe nav kin neguhdar û miqabil.
6 Gelo hemû zar gura dê-bavê xwe nakin û gotinên wan pişt guhê xweva davêjin? Na. Çawa emir dide kifşê ne hemû zar miqabilî dê-bavê xwe radibin. Lê çi em dikarin bêjin derheqa wê zarê, kîjan ku rastî jî yekî nes e û miqabilî dê-bavê xwe radibe? Çi dikare bibe meniya wê yekê?
MENÎ KU ÇIRA ZAR MIQABILÎ DÊ-BAVÊ XWE DIÇE
7. Çawa dinya Şeytan, dikare xirab hukum ke ser zara?
7 Meniya sereke çira zar miqabilî dê-bavê xwe diçe, ew dinya Şeytan e ku xirab hukum dike ser meriva. “Temamiya dinyayê bin hukumê Yê Xirabda ye” (1 Yûhenna 5:19). Ew dinya bin hukumê Şeytanda ne, yê ku xwestinên bênamûsiyê pêşda tîne û Mesîhî gerekê himberî wê yekê şer ke (Yûhenna 17:15). Roja îroyîn tiştên xirab gelek belabûyî û xof in, çimkî niha gelek zû ser meriva hukum dibin ne ku berê (2 Tîmotêyo 3:1-5, 13). Dê-bav gerekê pêşda zarên xwe hîn kin û ji wê yekê wana xwey kin. Hergê dê-bav usa nekin, “ruhê ku niha jî nava wan merivada ya xwe dike, yêd ku ne gura Xwedêda ne” dikare xirab hukum be ser zara (Efesî 2:2). Usa jî hevalên mektebê yên nebaş dikarin xirab hukum kin ser zara. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Hevalê serwaxta serwaxt dertê, hevalê axmaxa xirab dertê” (Metelok 13:20). Ew meriv, yê ku hevaltiyê dike tevî wî, kîjan ku tiştên nebaş dike, diqewime xwexa jî bikeve ber bayê wî merivî û tiştên nebaş bike. Zarara her tim alîkarî lazim e, wekî ewana fem kin, ku gerekê guh bidine şîretên Xwedê. Hergê ewana guh bidine şîretên Xwedê, ewana wê bextewar bin (Îşaya 48:17, 18).
8. Kîjan in ew menî, ji bo çi jî zar miqabilî dê-bavê xwe diçin?
8 Meniya din çira zar dikare miqabilî dê-bavê xwe here, ew heye derecên nava malbetêda. Mesele, hergê dê yan bav hiz dikin gelek îçkê vexwin, narkotîkê bidine xebatê, bi wê yekê nihêrandina zara ser emir aliyê xirabda tê guhastinê. Lê gava malbetêda her tişt baş be jî, wî çaxî jî zar dikare miqabilî dê-bavê xwe here, çimkî dê-bav, wede tevî wî derbaz nakin. Lê meniya wê yekê ku zar himberî dê-bavê xwe ye, hertim dinya Şeytan nîne. Hine zar wî çaxî jî şîretkirina dê-bava pişt guhê xweva davêjin, çaxê dê-bav bi şîretên prînsîpên Xwedê dijîn û dixwazin her aliyava zarên xwe xweyî kin ji wê dinya xirab. Lê gelo çira usa diqewime? Meniya wê yekê ew e ku meriv gunekar in. Pawlos got: “Çawa bi merivekî [Adem] gune kete dinê û ji gune jî mirin hat, usa jî mirin ser hemû meriva bela bû, çimkî hemûya jî gune kir” (Romayî 5:12). Adem tenê bona xwe dişirmîş dibû, ewî gura Xwedê nekir û miqabilî wî çû, lema jî gune derbazî ser temamiya zureta wî bû. Îro jî hine zar dibine mîna Adem yê ku gura Xwedê nekir.
ELÎYÊ NERM Û REHOBOWAMÊ SERT
9. Dîsa çi dikare bibe menî, wekî zar miqabilî dê-bavê xwe be?
9 Dîsa menîk heye, çira zar miqabilî dê-bavê xwe dertên. Menî ew e, wekî dê-bav rast zara şîret nakin (Kolosî 3:21). Hine dê-bavên xîret, zarên xwe ceza dikin û gelek sînora wanara datînin. Lê hinekên din xwe ber zara ker dikin, zef rû didine wan û prînsîpên kêrhatî nagihînin dilê wan. Gelek çetin e bikin usa çawa rast e. Çimkî hewcetiya her zarekî başqe ye. Diqewime zarek hewce ye ku gelek dîna xwe bidine wî, lê yê din na. Lê du meselên ji Kitêba Pîroz wê alî me bikin, wekî bivînin, çira nebaş e gelek nerm bin yan gelek sert bin.
10. Çira Elî dihate hesabê serekkahînê baş, lê ne bavê baş?
10 Zarên serekkahîn Elî hebûn. Elî 40 sala Xwedêra qulix dikir û Qanûna wî gelek rind zanibû. Dêmek Elî cabdariya xwe bi aminî dianî sêrî. Usa jî diqewime, ewî zarên xwe Hofnî û Fînehas derheqa Qanûna Xwedê hîn dikir. Lê yeke, Elî gelek nerm bû hindava herdu kurê xweda. Rast e, Hofnî û Fînehas şixulê serekkahîn dianîne sêrî, lê ewana “merivêd bêtewşe” bûn, çimkî tenê seva zikê xwe û hewcên xweyî bênamûsî dişirmîş dibûn. Wana ser erdê pîroz ew şixulê xweyî robetî dikirin, lê mêrxasiya Elî tune bû, wekî wana bide sekinandinê û ji serekkahîtiyê derxe. Elî tenê bi nermî li wan hildihat. Bi wê yekê Elî dida kifşê, wekî kurên xwe Xwedê zêdetir digirt. Û axiriyêda, kurê Elî himberî hebandina rast rabûn û seva wê yekê temamiya malbeta Elî ziyanê ket (1 Samûyêl 2:12-17, 22-25, 29; 3:13, 14; 4:11-22).
11. Dê-bav ji mesela Elîye nebaş çi dersê dikarin xwera hîn bin?
11 Kurê Elî îda mezin bûn, çaxê ew yek diqewimî. Ew mesele dide kifşê, wekî çiqas nebaş e çaxê şîretkirina zara pişt guhê xweva davêjin. (Beramber kin Metelok 29:21.) Hine dê-bav hizkirinê û rûdayînê hev dernaxin, temiyên bîlan nadin û ji zara dewa nakin, wekî wan temiya bînin sêrî. Ew dê-bav, şîretên Xwedê pişt guhê xweva davêjin û zara ceza nakin, çi ku nîşana hizkirinê ye. Hergê dê-bav gelek nerm in tevî zarên xwe, bi wê yekê qedirê dê-bava û merivên din ber çevê zara dikeve. (Beramber kin Waîz 8:11.)
12. Rehobowam wedê serwêrtiya xwe çi şaşî berda?
12 Mesela din derheqa Rehobowam e yê ku sert bû. Rehobowam padşê paşin bû yê padşatiya Îsraêlêye yekbûyî, Rehobowam padşekî xirab bû. Wîra welatek hatibû dayînê, bineliyên kîjanî didane kifşê wekî neqayîl in ku bavê wî Silêman wana gelek diçerçirand. Lê gelo Rehobowam dilremtî da kifşê hindava wan? Na. Çaxê milet ji Rehobowam xwest, wekî ew xebata wan sivik bike, ewî guh neda şîretên rûspiya û temî da, wekî xebata wan hê giran kin. Babaxiya Rehobowam bû sebeb, ku deh berekên bakurê miqabil rabûn û padşatî bû du para (1 Padşatî 12:1-21; 2 Dîrok 10:19).
13. Çida dê-bav, gerekê mîna Rehobowam nîbin?
13 Ji mesela Rehobowam ya ku ji Kitêba Pîroz e, dê-bav dikarin xwera dersê hildin. De-bav gerekê dua bikin û alîkariyê ji Yehowa bixwazin û binihêrin hela mêtodên şîretkirina wan, ser hîmê Kitêba Pîroz e yan na (Zebûr 105:4). Waîz 7:7-da tê gotinê, wekî hela hê merivê bîlan jî, dikare tiştên bêaqlayî bike çaxê rastî çetinaya tê. Şîretkirina rast wê alî zara bike pêşda herin û xwe ji xirabiyê xweyî kin. Lê hergê, dê-bav gelek sert in û îzinê nadine zara tu tiştî bikin, wî çaxî zar tirsonek mezin dibin û xweda usa jî qewata xweda bawer nînin. Lê hergê, dê-bav ne gelek sert û nejî gelek nerm bin, lê zanibin çiqas azabûnê bidine zarên xwe, wî çaxî zar miqabilî dê-bavê xwe dernayên.
XEMKIRINA HINDAVA ZARA MIQABILBÛNÊ DIDE SEKINANDINÊ
14, 15. Ça dê-bav gerekê binihêrin ser wê yekê, ku zara wan mezin dibe?
14 Rast e dê-bav şa dibin çaxê dibînin, ça zara wan mezin dibe, lê ewana dikarin berxwe kevin, wekî zar îda hewcê wan nîne û ser xwe bawer e. Ecêbmayî nemînin çaxê zar ser ya xwe disekine, yanê naxwaze tevî we tiştekîda qayîl be. Bîr nekin, wekî her kes ji dê-bava dixwazin ku zarên wan bibine Mesîhiyê gihîştî, xwegirtî û cabdar. (Beramber kin 1 Korintî 13:11; Efesî 4:13, 14.)
15 Hergê zar azabûnê dixwaze dê-bav gerekê ser wê yekê gelek sert nenihêrin. Çimkî zarara ew yek lazim e, seva ku ewana merivne cabdar mezin bin. Lê hene zarên usa ku hê gelek biçûk in, lê xeberdan û fikirên xweda mezin têne xanê. Mesele, Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî Yoşiya Padşa çaxê hê “ciwan bû [weke 15 salî], dest bi lêgerîna Xwedayê bapîrê xwe Dawid kir”. Yoşiya bi rastiyê jî zareke cabdar bû (2 Dîrok 34:1-3).
16. Zar çi gerekê fem bikin çaxê cabdariya hildidin ser xwe?
16 Tevî azabûnê usa jî cabdarî tên. Çend cara îzinê bidine zarên xwe, wekî ser xwe texmîn kin heqê safîkirin û kirên xwe. Ev prînsîp “meriv çi diçîne, wê jî diçine” ne tenê bona mezina ye, lê bona zara ye jî (Galatî 6:7). Nelazim e her gav û her tim rû bidine zara. Lê ça bikin hergê zar dixwaze vê yekê bike çi nerast e? Hergê hûn xêrxwazê zarên xwe ne, hûnê îzinê nedine wan, bikin ew çi ku nerast e. Hûn dikarin şirovekin çira îzinê nadin, lê dîsa jî ser giliyên xwe bimînin, bira gotina we “na-na” be “belê-belê” be. (Beramber kin Metta 5:37.) Lê gotina xweye “na” bi nermî û bawerî bêjin, çimkî “caba nerm hêrsê datîne” (Metelok 15:1).
17. Cahil dixwazin ku dê-bav çida piştgiriya wan bikin?
17 Hergê dê-bav xwe wan şîreta bigirin yên ku didine zarên xwe, ew yek bona zara kar e, wî çaxî jî çaxê ewana qayîl nînin tevî wan sînora, yên ku dê-bav datînin. Kengê dê-bav mêtodên şîretkirina xwe her tim diguhêzin, ji bo wê yekê zar dikarin eciz bin. Mesele çaxê hêrs in tiştekî dibêjin, lê çaxê şa ne, lap tiştekî din dibêjin. Lê hergê dê-bav alî zara bikin wekî şerm nekin, netirsin û xweda bawer bin, hingê zar wê serxwe bin. Usa jî cahila xweş tê çaxê dê-bav baweriya xwe wan tînin. (Beramber kin Îşaya 35:3, 4; Lûqa 16:10; 19:17.)
18. Çi înformasîa derheqa cahila dikare dê-bava şa ke?
18 Hergê malbeta weda edilayî û hizkirin heye, ew yek dikare alî zara bike (Efesî 4:31, 32; Aqûb 3:17, 18). Hine malbetada dê-bav gelek îçkê vedixwin, xwe hindava zara xirab didine kifşê, lê zar çev nadine wan û axiriyêda dibine merivne baş. Lê îlahî çaxê malbetêda hizkirin heye û zar bawer in ku dê-bav piştovanê wan in, ewana dikarin bibine merivên usa, ku hûnê wanara firnaq bin. Ew yek wî çaxî jî dikare biqewime çaxê hûn wanra sînorên lazim daynin û ser hîmê Kitêba Pîroz, şîreta bidine wan. (Beramber kin Metelok 27:11.)
ÇAXÊ ZAR RASTÎ ÇETINAYA TÊ
19. Rast e dê-bav gerekê zarên xwe hînî riya rast kin, lê ji zara çi tê xwestinê?
19 Bi rastiyê her tişt wê yekêva girêdayî ye, ça dê-bav cabdariyên xwe tînin sêrî. Metelok 22:6-da tê gotinê: “Zarotîyêda rîya rast hîn bike, gava ew kal be, îdî ewê ji wê nekeve”. Lê diqewime dê-bav gelek baş in û rast zarên xwe mezin dikin, lê zar dikevine nava çetinaya û kul-derd pêşda tînin. Gelo bi rastiyê tiştên usa diqewimin? Belê. Xeberên ji metelok dikarin beramber kin tevî rêzên din, kîjan didine kifşê, ku zar gerekê guh bide “şîreta” dê-bava (Metelok 1:8). Seva ku malbetêda edilayî hebe, çawa dê-bav usa jî zar gerekê xwe wan şîreta bigirin, yê ku ser hîmê Kitêba Pîroz in. Hergê her du aliyava qewatê xerc nekin seva ku edilayêda bin, çetinayî dikarin pêşda bên.
20. Çaxê zar şaşiya berde, dê-bav gerekê ça xwe bide kifşê hindava wan?
20 Dê-bav çawa gerekê xwe bidine kifşê, çaxê zar şaşiya berdide û dikeve nava çetinaya? Wê derecêda zar hîviya alîkariya dê-bavê xweye. Dê-bavra wê hingê hêsa be rast ser wê derecê binihêrin, hergê ewana hildin hesab, wekî zara wan hê biçûk e. Pawlos şîret da Mesîhiya: “Heger yek neheqîkêda bê girtinê, hûn ku ruhanî ne, wî bînine ser riya rastiyê, lê bi ruhê milûktiyê” (Galatî 6:1). Bi wî cûreyî dê-bav dikarin xwe bidine kifşê hindava zara xweye mezin, kîjanî ku şaşî kiriye. Ewana gerekê zara xwera eyan şirovekin, wekî çira ev kirê wî nerast bû û ça cara duda ewê şaşiyê bernede. Usa jî dê-bav gerekê zara xwe bidine bawerkirinê ku wî hesab nakin xirab, lê kirên wî hesab dikin xirab. (Beramber kin Cihûda 22, 23.)
21. Dê-bavê Mesîhî çi gerekê bikin, çaxê pêdihesin wekî zara van gunê giran kiriye?
21 Gelo wê çawa be, kengê zar gunê giran dike? Îlahî wî çaxî, alîkarî û şîretkirina kêrhatî wanara lazim e. Çaxê civatêda kesek gunê giran dike, wî hêlan dikin, wekî gunê xwe bide riyê xwe û tevî rûspiya xeber de (Aqûb 5:14-16). Paşî wê yekê ça ew meriv gunê xwe dide rûyê xwe, rûspî alî wî dikin ruhanîda qewî be. Lê hergê zar şaşiya berdide, dê-bav gerekê rast wî şîret kin û hergê lazim be, dikarin tevî rûspiya jî xeber din. Lê hergê zar gunê giran dike, dê-bav gerekê ewê yekê ji rûspiya veneşêrin.
22. Dê-bav çida dixwazin çev bidine Yehowa, seva ku heleqetiya wan tevî zarên wan baş be, çaxê zar şaşiya berdidin?
22 Zar derdekî giran pêşda tîne, çaxê xwe dike nava çetinayên giran. Dereca usada dê-bav hêrs dikevin û dixwazin zara xwera bikine şer, lê wî çaxî zar dikare diha hêrs û xirab be. Bîr nekin, ku derecê usada dibeke emir û axiriya zara we girêdayî be wê yekêva, ku hûnê ça xwe bidine kifşê hindava wan. Bînine bîra xwe wê derecê çaxê cimeta Xwedê ji riya rastiyê derketibû, Yehowa hazir bû bibaxşîne wan, hergê wana gunê xwe bida rûyê xwe. Guh bidin xeberên Bavê hizkirî: “Niha werin û em li doza xwe binihêrin; heger, sûcên we mîna qirmiz bin jî wê mîna berfê sipî bibin, mîna kêzika qirmizê gewez jî bin, wê bibe mîna hirî” (Îşaya 1:18). Çiqas meseleke baş e bona dê-bava!
23. Dê-bav çi gerekê bikin û çi gerekê nekin, hergê zareke wan gunê giran kiriye?
23 Alî zara xwe bike, kîjan ku ji riya rastiyê derketiye, wekî wegere. Alîkariyê ji dê-bavê xweyî cêribandî û ji rûspiyên civatê bixwazin (Metelok 11:14). Dê-bav gerekê pêşda dişirmîş bin çi û ça bêjin, wekî zar bikaribin careke din jî berbi wan bên. Ewana gerekê xeberên usa nebêjine zarên xwe, ji bo kîjana dilê zara dikare bêşe (Kolosî 3:8). Baweriya xwe unda nekin (1 Korintî 13:4, 7). Dê-bav gerekê xirabiyê nefret kin, lê ew yek nayê hesabê, ku ewana gerekê hindava zarên xwe sert û dilsar bin. Lê ferz ew e, wekî bibine meselên baş bona zarên xwe û baweriya xwe qewî xwey kin.
ÇA XWE BIDINE KIFŞÊ HINDAVA WÊ ZARÊ YÊ KU MIQABILÎ DÊ-BAVÊ XWE DERTÊ
24. Malbetên Mesîhîda, çi dereca nebaş dikare biqewime û ça dê-bav gerekê wê derecêda xwe bidine kifşê?
24 Carna usa dikare biqewime, wekî zar xwera safî kiriye gura dê-bavê xwe neke û guh nede rastiyê. Wî çaxî wê baş be, wekî dê-bav dîna xwe bidin ser zarên din, seva ku ewana edilayê xweyî kin. Fesal bin, wekî usa derneyê, ku hûn bi temamî dîna xwe didin ser wê zarê, kîjan miqabilî we diçe û derheqa zarên din bîr kin. Dewsa ku wê problêmê ji neferê malê veşêrin, wê hê baş be tevî wan derheqa wê yekê şêwir kin. (Beramber kin Metelok 20:18.)
25. a) Çi mêtod dê-bav dikarin bidine xebatê, çaxê zara wan miqablî wan diçe? b) Hergê zar miqabilî dê-bavê xwe diçin, dê-bav gerekê çi bîr nekin?
25 Yûhennayê şandî derheqa wan meriva, kîjanî ku civatêda miqabil derdiketin û rast nedibûn, digot: “Hûn wî qebûl nekine malêd xwe û silavê nedine wî” (2 Yûhenna 10). Dê-bav dikarin ewê mêtodê bidine xebatê hindava wê zarê, kîjan miqabilî wan diçe û gura wan nake. Bona dê-bava, xebitandina wê mêtodê dikare gelek çetin be û dilê wan bêşîne, lê carna lazim e usa bikin, wekî yên mayîn malbetêda ji ruhê miqabil bêne xweykirinê. Seva ku malbeta we bê xweykirinê, dîna we gerekê ser be. Lema jî berdewam kin xwe şîretkirina rast bigirin û tevî zarên xweye din xeber din. Ji wan pêbihesin derheqa şixulê wane mektebêda û civatêda. Wana bidine serwaxtkirinê, wekî kirê zara miqabil dilê we xweş nayê, ne ku xwexa zar. Dê-bav gerekê kirên zarê nefret kin, ne ku wî. Çaxê du kurên Aqûb ji bêremtiya xwe qezî anîne ser malbeta xwe, Aqûb nifir kirên wan kir, ne ku wan (Destpêbûn 34:1-31; 49:5-7).
26. Dê-bav çi dikarin bikine bîra xwe, çaxê yek ji zara wan gura wan nake?
26 Diqewime hûn xwe sûcdar dikin, ji bo derecên ku malbeta weda qewimîn. Lê hergê we qewat daye xebatê, bi dua û rêberiya Yehowa her tişt kiriye û şîretên wî aniye sêrî çiqas karibûne, wî çaxî xwe sûcdar nekin. Bîr nekin, wekî dê-bavên bêqisûr tune ne, lê hûn bi temamiya qewata xwe her tiştî dikin, wekî bibine dê-bavê baş. (Beramber kin Karên Şandiya 20:26.) Gelek çetin e çaxê zar ser ya xwe disekine û gura dê-bavê xwe nake. Hergê ew yek malbeta weda diqewime, bawer bin wekî Xwedê we fem dike û tu car qulixkarê xweyî amin nahêle (Zebûr 27:10). Dêmek sist nebin û usa bikin, wekî zarên din malda xwe xweykirî texmîn kin, aliyê ruhanîda.
27. Çira dê-bav dikarin baweriya xwe unda nekin, çaxê dikin bîra xwe meteloka Îsa derheqa kurê neguhdar?
27 Tu car baweriya xwe unda nekin. Ew emekê ku we daye xebatê wedê şîretkirina zara, dikare boş-betal nîbe, çimkî axiriyêda zar dikare wegere ser riya rastiyê (Waîz 11:6). Hine dê-bavên Mesîhî rastî wê derecê hatine û ewana mîna wî bavî ne, derheqa kîjanî Îsa meteloka xweda gilî dikir. Kurê wî bavî ji mal çû xwe riya nerast girt, lê wede şûnda paşda wegeriya mal (Lûqa 15:11-32). Ew derece dikare nava malbeta weda jî biqewime.