DERSA 53
Wedederbazkirina usa Bijbêre, ku Yehowa Xweş bê
Yehowa “Xwedêyê xwezilî” ye (1 Tîmotêyo 1:11). Ew dixwaze wekî em bextewar bin û ji emirê xwe lezetê bivînin. Lema jî Wî xweş tê, çaxê em wede divînin, ku ji xebatê hevekî hêsa bin. Ji vê dersê emê bivînin, ku çawa em dikarin wî wedê hêsabûnê usa bidine xebatê ku him em şabûnê bistînin, him jî Yehowa xweş bê.
1. Em derheqa çi gerekê bifikirin, gava wedederbazkirinê dijbêrin?
Tu çi hiz dikî bikî çaxê hêsa dibî? Hineka xweş tê, ku malda hêsa bin, mesele kitêbekê bixûnin, miqamê bibihên, sînemê binihêrin, yan jî întêrnêtêda tiştekî lêkolîn kin. Hineka jî xweş tê tevî hevala wede derbaz kin, mesele herin ber berê, lîstikekê bilîzin û dîsa tiştên dinva mijûl bin. Çi jî hebe, em gerekê bawer bin, ku bijartina meye wedederbazkirinê “Xudan xweş tê” (Efesî 5:10). Gelek ferz e evê yekê fem bikin, çimkî nava gelek wedederbazkirinên modêrnda tiştên usa hene, çi ku Yehowa nefret dike, mesele zulmî, bênamûsî û sêrbazî (Bixûne Zebûr 11:5.) Çi wê alî me bike, wekî bi bîlanî xwera wedederbazkirinê bijbêrin?
Hergê em hevalên usa xwera dijbêrin, yên ku Yehowa hiz dikin, ewana wê him ser me, him jî ser bijartina meye wedederbazkirinê, baş hukum bin. Çawa ku em ji dersa derbazbûyî pêhesiyan, “kî ku tevî bîlana rê diçe, wê bibe bîlan”. Lê hergê em timê tevî wan meriya wede derbaz dikin, yên ku normên Xwedê hiz nakin, emê “zirarê” kevin (Metelok 13:20).
2. Çima gelek ferz e ku em kontrol kin hela çiqas wede ser hêsabûnê xerc dikin?
Hergê jî em wedederbazkirinên kêrhatî dijbêrin, gerekê fesal bin, wekî gelek wedê xwe ser vê yekê xerc nekin. Çimkî ji bo vê yekê, bona şixulên ferz wede wê hindik bimîne. Kitêba Pîroz me hêlan dike, wekî em “dest bidine ber wext” (Bixûne Efesî 5:15, 16.)
KÛR LÊKOLÎN KE
Pêbihese, ku ça dikarî safîkirinên baş bikî bona wedederbazkirina.
3. Xwe ji wedederbazkirinên bêkêr dûr bigire
Em çima gerekê fesal bin, çaxê wedederbazkirina dijbêrin? Vêxe VÎDÊO, û paşê van pirsa şêwir ke.
-
Çawa lîstikên Romêye berê, beramberî hine wedederbazkirinên îroyîn dibin?
-
Çawa ku ji vîdêoyê hate kifşê, Dênî çi pêhesiya derheqa wedederbazkirina?
Bixûne Romayî 12:9, û paşê evê pirsê şêwir ke:
-
Ev rêz ça gerekê hukum be ser bijartina teye wedederbazkirinê?
Yehowa kîjan hine tişta nefret dike? Bixûne Metelok 6:16, 17 û Galatî 5:19-21. Paşî xwendina her rêzekê, evê pirsê şêwir ke:
-
Çi hine tişt, derheqa kîjana ku wan rêzada tê gotinê, wedederbazkirinên îroyînda belabûyî ne?
Çawa bi bîlanî wedederbazkirina bijbêrin?
Pirsa bide xwe:
-
Ez ça hêsa dibim? Gelo tiştên ku Yehowa nefret dike, dikevine nava vê hêsabûnê?
-
Ez çi çax hêsa dibim? Gelo ev hêsabûn, wede bona şixulê diha ferz ji min nastîne?
-
Ez tevî kê hêsa dibim? Gelo ev hêsabûn wê min hêlan neke, ku hergav tevî wan meriya bim, yên ku Yehowa hiz nakin?
Çiqas dikarin em gerekê xwe ji tiştên xof dûr bigirin, û tu car usa hêsa nebin, ku heleqetiya me tevî Xwedê xirab be
4. Wedê xwe bi bîlanî bide xebatê
Vêxe VÎDÊO, û paşê evê pirsê şêwir ke:
-
Rast e birakî tiştên xirab nedinihêrî, lê bona wî çi bû problêm?
Bixûne Fîlîpî 1:10, û paşê evê pirsê şêwir ke:
-
Ev rêz ça dikare alî me bike, ku safî kin, wekî em çiqas wede ser hêsabûnê xerc dikin?
5. Wedederbazkirinên kêrhatî bijbêre
Rast e hine wedederbazkirin Yehowa xweş nayên, lê dîsa jî gelek tiştên usa hene, kîjan ku him hewas in, him jî kêrhatî ne. Bixûne Waîz 8:15 û Fîlîpî 4:8, û paşê evê pirsê şêwir ke:
-
Kîjan wedederbazkirinên kêrhatî te xweş tên?
HINE MERIV DIBÊJIN: “Tiştekî xirab vê yekêda tune, ku ez wan wedederbazkirina bijbêrim, kîderêda ku zulmî, bênamûsî yan sêrbazî heye, çimkî ez xwexa wan tişta nakim.”
-
Tuyê çi bêjî?
TEMAMKIRIN
Yehowa dixwaze, wekî em wedederbazkirinên kêrhatî bijbêrin û lezetê lê bivînin.
Wekilandin
-
Mesîhî gerekê xwe ji kîjan wedederbazkirina dûr bigirin?
-
Em çima gerekê wê yekêda fesal bin, ku çiqas wede ser hêsabûnê xerc dikin?
-
Tu çima dixwazî wedederbazkirina usa bijbêrî, ku Yehowa xweş bê?
HÊ ZÊDE PÊBIHESE
Kî cabdar e bona wê yekê, ku emê kîjan wedederbazkirinê bijbêrin?
“Gelo Şedên Yehowa Hine Sînem, Kitêb yan Kilama Qedexe Dikin?” (Gotara ji malperê)
Pêbihese ku ça tu dikarî bi bîlanî wedederbazkirina usa bijbêrî, kîjan ku tera wê hewas be?
“Gelo Wedederbazkirina Te Kêrhatî ye?” (“Birca Qerewiliyê”, 15 Cotmehê, 2011)
Ji vê serhatiyê: “Ez Hîn Bûm Firqî Nekime Nava Meriva”, pêbihese, ku çima merivekî nihêrandina xwe, derheqa bijartina wedederbazkirinê guhast?
“Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze” (“Birca Qerewiliyê”, 1 Sibatê, 2010)
Binihêre ku çawa dayîkek safîkirina bîlanî dike bona hêsabûna xwe, kîjan ku sêrbaziyêva girêdayî ye.
“Ji Wedederbazkirinên usa Xwe Dûr Bigire, Kîjan ku Sêrbaziyêva Girêdayî ne” (2:02)