SERÊ 6
Ça Bijbêrin Wedederbazkirina Kêrhatî?
“Her tiştî bona şikirdayîna Xwedê bikin” (1 KORINTÎ 10:31).
1, 2. Em kîjan bijartinê gerekê qebûl kin bona wedederbazkirinê?
Bide hesabê xwe ku temê te dikişîne sêvekê, tu dixwazî bixwî, lê divînî ku cîkî vê xirab bûye. Tê çi bikî? Mesele tu dikarî dîna xwe nedî wî ciyê xirab û evê sêvê pêda bixwî, yan jî tuyê evê sêvê hildî û bavêjî, lê dibêk jî tuyê tenê ev ciyê xirabbûyî jêkî û bavêjî, lê yê din bixwî. Teyê ji wan hersêk variyanta kîjan bijbarta?
2 Em dikarin wedederbazkirinê beramberî vê sêvê bikin. Femdarî ye wekî car-cara dixwazî wede derbaz kî, lê fem dikî ku wedederbazkirinên îroyîn nîvê zef xirab in û aliyê namûsiyêda jî xirabbûyî ne. Lê çi gerekê bikî? Hinek meriv her cûrê wedederbazkirinên vê dinyayê qebûl dikin. Hinek direvin ji hemû cûre wedederbazkirina, wekî bawer bin ku nakevine bin hukumê tu tiştên xirab. Hinek jî, xwe ji wedederbazkirinên xirab dûr digirin, lê car-cara wedederbazkirinên kêrhatî jî derbaz dikin. Lê em wedederbazkirinên ça gerekê bijbêrin, wekî nava hizkirina Xwedêda bimînin?
3. Emê niha derheqa çi xeber din?
3 Ji me heçî zef dibek bijartina sisiya qebûl kin. Çimkî em zanin ku em hewcê hêsabûnê ne, û dixwazin ku wedederbazkirina me baş be. Lema jî em gerekê
bifikirin li ser wê yekê hela kîjan wedederbazkirin kêrhatî ne û kîjan bêkêr in. Ya ewil were em bibînin ça bijartina meye wedederbazkirinê dikare li ser xizmeta me Yehowara hukum ke.“HER TIŞTÎ BONA ŞIKIRDAYÎNA XWEDÊ BIKIN”
4. Tesmîlbûna me ça gerekê hukum ke li ser bijartina meye wedederbazkirinê?
4 Hine wede pêşda birakî me kîjan ku di sala 1946-da hatiye nixumandinê got: “Min nêt daniye pêşiya xwe, wekî wedê her gotara bona nixumandinê, usa bibihêm yan çi ez têm nixumandinê”. Gelo çima? Ew şirovedike: Gelek ferz e ku roja tesmîlbûnê bînin bîra xwe, seva Yehowara amin bimînin. Dibek tu jî tevî giliyê wî qayîl î. Hergê tu bînî bîra xwe, ku te soz daye Yehowa wekî temamiya jîyîna xwe wîra xizmet kî, ev yek wê alî te bike cêribandinada teyax kî. (Bixûne Waîz 5:4.) Bêşik, ew yek çi ku tu difikirî derheqa tesmîlbûnê, wê hukum ke ne ku tenê li ser nihêrandina te di xizmetêda, lê usa jî li ser hemû pirsên jîyîna te. Nava vê yekê usa jî dikeve wedederbazkirin. Ev fikir Pawlosê şandî wî çaxî kifş kir, çaxê qirna yekêda Mesîhiyara dinivîsî: “Hûn bixwin, vexwin, yan çi şixulî ku hûn bikin, her tiştî bona şikirdayîna Xwedê bikin” (1 Korintî 10:31).
5. Qanûna Kahîntiyê 22:18-20 ça alî me dike, ku em fem kin ev fikira veşartî ya ku di Romayî 12:1-da nivîsar e?
Romayî 12:1, DT). Xebera qalib tê hesabê hiş, dil û qewata meriya. Ev her tişt em didine xebatê seva Xwedêra xizmet kin (Marqos 12:30). Pawlos xizmeta bi dil û can beramberî qurbanê kir. Li gora qanûna Mûsa, Xwedê înkar dikir qurbana bi qusûr (Qanûna Kahîntiyê 22:18-20). Xwedê wê qurbana ruhanî ya Mesîhiya jî înkar ke, hergê ev bi qisûr be. Lê gelo ev yek ça dikare biqewime?
5 Her tişt çi ku em di jîyîna xweda dikin girêdayî ye tevî xizmeta me Yehowara. Pawlos di nema xweda Romayara giliyê bi fikirên kûr dida xebatê, seva ku rastî hişê Mesîhiyada rind rûnê. Ewî ewana hêlan dikir: “Qalibê xwe tesmîlî Xwedê kin çawa qurbaneke sax, pîroz li Xwedê qebûl, yê ku heye qulixkirina meye pîroze fikirandî” (6, 7. Mesîhî ça dikare qalibê xwe biherimîne û çi dikare biqewime?
6 Pawlos Mesîhiyên Romayara usa nivîsî: “Ne jî endemên bedena xwe . . . pêşkêşî guneh bikin”. Ewî serda jî zêde kir: “Kirinên bedenê bi Ruh bikujin” (Romayî 6:12-14; 8:13, ÎM). Hine wede şûnda ewî di nema xweda hine meselên “kirinên bedenê” anîn. Derheqa gunekara, ewî nivîsî: “Devê wana tijî nifir û telî ye, Nigê wane xûnrêtinêra dilezîne”, “tirsa Xwedê li ber çeva qet tune” (Romayî 3:13-18). Mesîhî dikare bedena xwe biherimîne, hergê bi endemên bedena xwe, yan bi parên bedena xwe tiştên gunekirinêye usa bike. Mesele, çaxê Mesîhî zane ku gerekê pornografiyê, sînemên bi zulmiyê tije nenihêre, lê yeke ew dinihêre, bi wê yekê ew awa gotî çevê xwe dide gune. Paşî vê yekê ew di xizmetêda çi jî bike, Xwedê qurbana wî hesab nake pîroz û qebûl nake (Qanûna Ducarî 15:21; 1 Petrûs 1:14-16; 2 Petrûs 3:11). Bi rastî wedederbazkirina necayîz wê ziyaneke mezin wîra bîne!
7 Femdarî ye wekî bijartina wedederbazkirinê, axiriyê li ser jîyîna me wê hukum be. Lema jî, em dixwazin wedederbazkirina usa xwera bijbêrin kîjan wê ne ku lekê bide ser qurbana me, lê xizmeta me Xwedêra hê baş ke. Niha werên em xeber din derheqa wê yekê hela kîjan wedederbazkirin wê mera karê bîne, lê kîjan na.
“YA XERAB NEFRET BIKIN”
8, 9. (a) Kîjan in du cûrê wedederbazkirinê? (b) Kîjan cûrê wedederbazkirinê em înkar dikin, û çima?
8 Wedederbazkirin dikarin li ser du cûra parevekin: ya pêşin ew wedederbazkirina usa ne, ji kîjanî ku Mesîhî gerekê birevin: lê wedederbazkirina duda ya usa ne kîjan ku Mesîhî dikare yan qebûl ke yan jî qebûl neke. Lê niha were em hê zêde xeber din derheqa cûrê pêşin, dêmek wedederbazkirina usa ji kîjanî ku Mesîhî gerekê birevin.
9 Çawa me di serê pêşinda gotibû, di hine wedederbazkirinada hene kirên usa, yên ku Kitêba Pîroz sert qedexe dike. Mesele, malper, kîno, kilam di kîjanada hene zulmî yan jî tiştên cinava girêdayî, yan jî pornografî yê ku meriya hêlan dike berbi tiştên bênamûsî û nepak. Bi rastî wedederbazkirinên usa miqabilî qanûn û prînsîpên Kitêba Pîroz in, lê ev dinya usa dide kifşê yan çi ev hemû tişt baş e, lema jî Mesîhî gerekê ji tiştên usa birevin (Karên Şandiya 15:28, 29; 1 Korintî 6:9, 10; Eyantî 21:8). Çaxê em wedederbazkirinên bêkêr înkar dikin, bi vê yekê em Yehowara îzbat dikin wekî em “ya xerab nefret dikin, ÎM” û ji xirabiyê jî xwe dûr digirin. Çaxê tu usa dikî bi vê yekê tu nîşan dikî wekî baweriya te “bêdurûtî” ye (Romayî 12:9; Zebûr 34:14; 1 Tîmotêyo 1:5).
10. Kîjan nihêrandin derheqa wedederbazkirinê ziyandar e, û çima?
Yêremya 17:9.) Hergê wedederbazkirina usa kîjan ku Xwedê înkar dike me xweş tê, gelo bi vê yekê em dikarin bêjin ku “ya xirab nefret” dikin? Hergê em bihêlin ku bênamûsî li ser me hukum ke, bi vê yekê emê hindava bênamûsiyê bêtalaş bin (Zebûr 119:70; 1 Tîmotêyo 4:1, 2). Ev bêtalaşbûna me dikare hukum ke ça li ser kirên me, usa jî li ser wê yekê hela em ça dinihêrin ser gunekirina merivên din.
10 Hinek difikirin ku bênamûsiyê binihêrin, ev yek ziyanê nayne. Ewana dibêjin: “Dibek ez dinihêrim kîno û bernamên têlêvîziyonêye usa, lê ev yek nayê hesabê ku ez jî tiştên usa bikim”. Nihêrandina usa xof e û ziyandar e. (Bixûne11. Ça îzbat dibe ku giliyên ji Galatî 6:7, rast in?
11 Tiştên usa îda qewimî ne. Hine Mesîhî bênamûsiyêva usa aliyane, ku nikarin lê biqetin, çimkî wedederbazikirin li ser wan usa hukum bûn ku ev yek wanra bû xeyset. Bi mesela xwe ewana îzbat bûn, ku “meriv çi diçîne, wê jî diçine” (Galatî 6:7). Lê em dikarin xwe ji ziyandariya usa xwey kin. Hergê tu bi dil û can di hişê xweda, tiştên temiz biçînî, tuyê bi şabûn tiştên kêrhatî jî biçinî. (Binihêre çargoşe “ Ez Kîjan Wedederbazkirinê Gerekê Bijbêrim?”).
BIRA SAFÎKIRINÊN ME LI SER HÎMÊ PRÎNSÎPÊN KITÊBA PÎROZ BIN
12. Galatî 6:5 tevî bijartina wedederbazkirinê ça girêdayî ye, û çi dikare alîkariyê bide me ku safîkirina rast bikin?
12 Lê niha em xeber din derheqa wedederbazkirina cûrê duda, derheqa kîjanî ku di Kitêba Pîrozda tu tiştên konkrêt nehatine nivîsarê, ku Xwedê ev yek qebûl dike, yan na. Çaxê Mesîhî dixwaze safî ke, ku kîjan wedederbazkirina bijbêre, lê kîjanî înkar ke, ew gerekê xwexa safî ke çi bona wî kêrhatî ye. (Bixûne Galatî .) Lê bi rastî vê pirsêda em lap bê alîkarî nemane. Bi saya prînsîpên û rastiyên Kitêba Pîroz em hîn dibin li ser tişta usa binihêrin, çawa ku Yehowa dinihêre. Hergê em van prînsîpa kûr lêkolîn kin, emê bizanibin “çi ye qirara Xudan” ne ku tenê pirsa bijartina wedederbazkirinêda, lê di her pirsada ( 6:5Efesî 5:17).
13. Wê çi alî me bike birevin ji wedederbazkirinên usa, yên ku dikarin dilê Yehowa bêşînin?
13 Femdarî ye wekî fikirên hemû mesîhiya û nihêrandina Fîlîpî 1:9). Xêncî vê yekê, Mesîhî fem dikin ku di pirsên wedederbazkirinêda, nihêrandina wana wê mîna hev nîbe. Lema jî Mesîhî gerekê hîviyê nîbe ku safîkirina gişka yek be. Lê çiqas hê zêde em îzinê bidin ku prînsîpên Xwedê li ser hişê me û dilê me hukum bin, haqas hê zêde emê bixwazin birevin ji wedederbazkirinên usa, yên ku dikarin dilê Yehowa bêşînin (Zebûr 119:11, 129; 1 Petrûs 2:16).
wan aliyê namûsiyêda yek nîne (14. (a) Em çi gerekê hildin hesab çaxê wedederbazkirinê dijbêrin? (b) Em ça dikarin şixulê Padşatiyê di jîyîna xweda daynin ciyê pêşin?
14 Çaxê em wedederbazkirinê dijbêrin em gerekê hildin hesab dîsa tiştekî gelek ferz, dêmek wede. Cûrê wedederbazkirina te dide kifşê, ku tu çi qebûl dikî, çiqas wede xerc dikî û ev yek dide kifşê ku çi seva te hê ferz e. Bi rastî seva Mesîhiya şixulên ruhanî ji hemû tiştî ferztir e. (Bixûne Metta 6:33.) Lê tu ça dikarî bawer bî, ku şixulê Padşatiyê di jîyîna teda ciyê pêşin e? Pawlosê şandî got: “Binihêrin ku hûn nigê xwe fesal bavêjin, nebine mîna bêfema, lê mîna serwaxta. Dest bidine ber wext, çimkî zemanî xirab e” (Efesî 5:15, 16). Bi rastî jî hergê tu wedê xwe bona wedederbazkirinê kêm kî, bi vê yekê tuyê bikaribî wedê xwe li ser tiştên “here qenc” xerc kî, dêmek li ser tiştên usa, yên ku wê alî te bikin ruhanîda pêşda herî (Fîlîpî 1:10).
15. Çima bîlanî ye ku wedê bijartina wedederbazkirinê fesal bin?
15 Bîlanî ye ku wedê bijartina wedederbazkirinê fesal bin. Gelo ev yek çi tê hesabê? Werên bikine bîra xwe mesela sêvê. Seva ku em ciyê xirabbûyî nexwin, em ne ku tenê ciyê xirabbûyî jêdikin lê hinekî zêde jî derdixin. Wê bi bîlanî be çaxê wedê bijartina wedederbazkirinê em hema usa bikin. Mesîhiyê bîlan direve ji wedederbazkirinên usa, kîjan ku bi prînsîpên Metelok 4:25-27). Hergê em xwe qewî Xebera Xwedêva bigirin, ev wê alî me bike hema usa jî bikin.
Kitêba Pîroz qedexekirî ne. Ew usa jî xwe dûr digire ji wedederbazkirinên usa, yên ku bin şikêda nin û dikarin me ruhanîda sist kin (“ÇI KU BI HELALIYÊ YE”
16. (a) Ji çi wê bê kifşê ku nihêrandina me mîna nihêrandina Yehowa ye? (b) Çi gerekê mera bibe xeyset?
16 Mesîhiyên rast çaxê wedederbazkirinê dijbêrin, berê pêşin nihêrandina Yehowa hildidin hesab. Di Kitêba Pîrozda nivîsar e derheqa nihêrandin û normên Yehowa. Silêman padşa nivîsî derheqa wê yekê ku Yehowa çi nefret dike, mesele “zimanê derewîn û destên ku xwîna bêsûcan dirijîne; Dilê fenek, lingên ber bi xerabiyê ve diçin” (Metelok 6:16-19). Lê nihêrandina Yehowa ça gerekê li ser te hukum ke? Zebûrbêj me hêlan dike: “Kesên ku ji Yahowa hez dikin, ji xerabiyê nefret bikin” (Zebûr 97:10, DO). Ji bijartina wedederbazkirina te wê bê kifşê, wekî çi ku Yehowa nefret dike tu jî nefret dikî (Galatî 5:19-21). Çaxê tu tenê yî, hingê ji şixulên te bi rastî tê kifşê, ekî tu merivekî çi cûre yî (Zebûr 11:4; 16:8). Lema jî, hergê tu dixwazî bi dil û can di hemû derecên jîyîna xweda nihêrandina Yehowa hildî hesab, tuyê timê li gora prînsîpên Kitêba Pîroz şixulê xwe safî kî. Û hêdî-hêdî ev yek wê tera bibe xeyset (2 Korintî 3:18).
17. Pêşiya ku wedederbazkirinê dijbêrin em kîjan pirsa gerekê bidine xwe?
17 Em çi dîsa dikarin bikin, wekî bawer bin ku çaxê wedederbazkirina dijbêrin, her tiştî li gora nihêrandina Yehowa dikin? Bifikire li ser pirseke usa: “Gelo ev bijartina min wê ça hukum ke li ser min û li ser heleqetiya min tevî Xwedê?” Mesele, pêşiya ku safî kî binihêrî kîno, yan na, pirsê bide xwe: “Ça nêta vê kînoyê dikare li ser îsafa min hukum ke?” Niha emê binihêrin ku kîjan prînsîp dikarin di vê derecêda alî me bikin.
18, 19. (a) Fîlîpî 4:8 ça alî me dike ku wedederbazkirinên kêrhatî bijbêrin? (b) Bêje wan prînsîpa yên ku dikarin alî me bikin, ku wedederbazkirinê bijbêrin? (Binihêre spartinê).
18 Di Fîlîpî 4:8-da nivîsar e eva prînsîpa ferz: “Çi ku bi rastiyê ye, çi ku bi maqûltiyê ye, çi ku bi heqiyê ye, çi ku bi helaliyê ye, çi ku bi xweşiyê ye, çi ku bi firasetiyê ye û her tiştêd ku esilî û layîqî qencgotinê ne, ser van tişta bifikirin”. Rast e Pawlos vira xeber nade derheqa wedederbazkirinê, lê xeber dide derheqa fikirên dil, yên ku gerekê hema li ser wan tişta bin, çi ku dilê Yehowa xweş tê (Zebûr 19:14). Lê em ça dikarin giliyê Pawlos hildin hesab çaxê wedederbazkirina dijbêrin?
19 Pirsê bide xwe: “Gelo ew kînoyên ku ez dinihêrim, kilamên ku dibihêm, vîdêolîstik û wedederbazkirinên mayîn, hişê min wê bi tiştên usa “çi ku bi helaliyê ye, tije bike, yan na?” Mesele, kîjan nêt û şikil di hişê teda dimîne paşî wê yekê çaxê te kînoyê nihêrî? Hergê ew baş in, temiz in û hewas in wî çaxî tu dikarî bêjî ku wedederbazkirina te kêrhatî bû. Lê hergê paşî nihêrandina kînoyê tu difikirî derheqa tiştên ne temiz, wekî usa ne, wedederbazkirina te bêkêr û ziyandar bû (Metta 12:33; Marqos 7:20-23). Gelo çima? Çimkî fikirandin derheqa tiştên ne temiz rihetiyê nade te, birîndar dike îsafa teye bi Kitêba Pîroz hînkirî û usa jî heleqetiya te tevî Yehowa Xwedê xirab dike (Efesî 5:5; 1 Tîmotêyo 1:5, 19). Hergê usa ne, em gerekê pêra-pêra ji wedederbazkirinên vî cûreyî birevin (Romayî 12:2) *. Çev bide zebûrbêj yê ku Yehowara dua dikir “Ji bo ku li tiştên bêqîmet nenerim, çavên min bizivirîne” (Zebûr 119:37, DO).
BONA MERIVÊN MAYÎN BIFIKIRE
20, 21. 1 Korintî 10:23, 24 ça girêdayî ye tevî bijartina wedederbazkirinê?
20 Pawlos prînsîpeke ferz ji Kitêba Pîroz got, kîjan ku lazim e hildin hesab çaxê tiştekî safî dikin. Ewî nivîsî: “Her tişt edet e, belê, lê her tişt ne kar e. Her tişt edet e, lê her tişt ava nake. Nebe ku yek kara xwe bigere, lê ya hevalê xwe” (1 Korintî 10:23, 24). Ev prînsîp çawa tevî bijartina wedederbazkirinê girêdayî ye? Pirsê bide xwe: “Bijartina wedederbazkirina min wê ça hukum ke li ser merivên din?”
21 Dibek îsafa te îzinê dide te bijbêrî wedederbazkirina usa, ya ku bi nihêrandina te “edet e”, yan jî baş e. Lê hergê tu texmîn dikî, ku xûşk-bira îsafa kîjana ku nazik e difikirin ku ev bijartina te ne baş e, wî çaxî dibek tu safî kî evê wedederbazkirinê înkar kî. Gelo çima? Çimkî tu naxwazî “guneh” li himberî xûşk-birên xwe bikî, û usa jî ça Pawlos got naxwazî “li himber Mesîh guneh” bikî, çimkî hergê em usa nekin wê xûşk-birên mera çetin be Xwedêra amin bimînin. Tu fem dikî ferzbûna şîreta Pawlos ku got wekî nig nevêjine li ber 1 Korintî 8:12; 10:32). Îro Mesîhiyên rast hildidine hesab şîretên Pawlose kêrhatî, û xwe ji wedederbazkirinên usa dûr digirin yên ku “edet” in lê ne “kar” in (Romayî 14:1; 15:1).
xûşk-bira (22. Çima pirsa wedederbazkirinêda Mesîhî gerekê neke ser yên mayîn wekî bi nihêrandina wî bikin?
22 Seva ku bona yên mayîn bifikirin, gerekê dîsa tiştekî ferz hildî hesab. Mesîhî îsafa kîjanî ku nazik e gerekê neke ser yên mayîn, ku wedederbazkirinê bi nihêrandina wî bijbêrin. Yan na, ew wê bibe mîna ajovanekî ku li ser rê ye û dixwaze wekî her ajovanek, avtoyê bi wê lezbûnê bajo ça ku ev dajo. Dewakirina usa ne aqilayî ye. Ji bo hizkirina hindava xûşk-bira, Mesîhiyê ku îsafa wî nazik e, gerekê qedirê nihêrandina wan Mesîhiya bigire, nihêrandina kîjana ku ji ya wî cude dibe, lê miqabilî prînsîpên Kitêba Pîroz nîne. Bi vê yekê “berbihêriya” wî “hemû merivava eyan be” (Fîlîpî 4:5; Waîz 7:16).
23. Em ça dikarin bizanibin, ku em wedederbazkirinên kêrhatî dijbêrin?
23 Ji vî serî em çi pêhesiyan, dêmek em çawa dikarin bizanibin ku me wedederbazkirina kêrhatî bijartiye? Em gerekê înkar kin hemû cûrê wedederbazkirinên usa di kîjanada eyan têne kifşê kirên zulmî û bênamûsî, yên ku Yehowa Xwedê nefret dike. Çaxê derheqa wedederbazkirinekê, di Kitêba Pîrozda tu tişt konkrêt nehatiye gotinê, wî çaxî bona bijartinê, bi prînsîpên Kitêba Pîroz rêberî be. Bireve ji wedederbazkirinên usa, yên ku dikarin îsafa te qrêj kin, û hazir be ji wedederbazkirinên usa jî birevî, ji bo kîjana dilê merivên din dikare birîndar be, îlahî dilê xûşk-birên te. Hergê tu usa bikî, tuyê Xwedê hurmet kî û tevî malbeta xwe nava hizkirina Xwedêda bimînî.
^ abz. 19 Hê zêde derheqa wan prînsîpa yên ku wedederbazkirinêva girêdayî ne, binihêre di Metelok 3:31; 13:20; Efesî 5:3, 4; û Kolosî 3:5, 8, 20-da.