Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 9

“Ji Qaviyê Birevin”

“Ji Qaviyê Birevin”

“Awa xwestinên dilê xweye vê dinê bikujin: Bênamûsiyê [qaviyê, DT], heramiyê, temê xirab, dilhavijiya xirab û timayê, ku pûtparistî ye” (KOLOSÎ 3:5).

1, 2. Bilam seva ziyanê bide cimeta Yehowa, çi kir?

MESÎGIR rind zane kîjan mesî çi hiz dike. Çaxê ew diçe mesiya bigire ew pêşiyê difikire ku çi bide xebatê wekî hema wî mesiyî bigire kîjanî ku dixwaze. Usa mesîgir mesî dide şaşkirin, û wî dike telikê.

2 Sala 1473 B.D.M. merîk bi navê Bilam kûr difikirî ku çi bide xebatê wekî cimeta Xwedê bide şaşkirinê, kîjan ku li ser erdê Mowabê ber sînorê erdê sozdayî cî-war bibûn. Bilam digot ku ew pêxemberê Yehowa ye, lê bi rastî ew merivekî tima bû. Wîra heq soz dabûn seva ku ew nifira Îsraêlê bike. Lê Xwedê nehîşt wekî ew nifira cimeta wî bike, dewsê ewî Îsraêl kerem kir. Lê Bilam dixwest ku çi jî hebe ew heqê ku wîra soz dabûn bistîne. Ew difikirî ku hergê ew bikaribe Îsraêliya bike nav guna, hingê Xwedê xwexa wê nifira cimeta xwe bike. Bi vê nêtê Bilam jinên Mowabî da xebatê, wekî mêrên Îsraêlî bide şaşkirinê (Jimar 22:1-7; 31:15, 16; Eyantî 2:14).

3. Nêta Bilam ça hate sêrî?

3 Gelo ew gihîşte nêta xwe? Alîkîva erê. Bi deha hezar mêrên Îsraêlî ketine telika Bilam, wana “destpêkir tevî qîzên Mowab bêesilî kir”. Xêncî wê yekê wana hela hê serê xwe jî ber xudanên Mowabiya datanîn. Ji wan xudana, yek Bael xwedayê zuretdayînê yan jî sêksê bû. Axiriyêda hema ber sînorê Erdê Sozdayî, 24 000 Îsraêlî qir bûn. Çiqas qeziyake mezin ewê yekê anî! (Jimar 25:1-9).

4. Çima Îsraêlî ketine telika qaviyê?

4 Çima ew qeziya hate serê Îsraêliya? Çimkî geleka hîşt ku dilê wan xirab be. Ew dûr ketin ji Yehowa Xwedê, kîjanî ku ewana ji Misirê derxistin, beriyêda bona wana xem kir û sax silamet gîhande Erdê Sozdayî (Îbranî 3:12). Pawlos derheqa wê qewimandinê nivîsî: “Em qaviyê nekin, çawa ji wan hineka qavî kir û rojekêda bîst sê hezar merî ketin qir bûn” (1 Korintî 10:8) *.

5, 6. Îsraêliya li ser erdê Mowabê ku gune kirin, ew yek çi me hîn dike?

5 Cimeta Xwedêye îroyîn jî ber sînorê Erdê Sozdayî-cinetê ye, lema jî dikare ji vê serhatiyê gelek dersên ferz xwera hilde (1 Korintî 10:11). Mesele roja îroyîn dinya aliyê sêksêda ji Mowaba berê xirabtir e. Bênamûsî û qavî bûye telik, û bi hezara Mesîhî, mîna Îsraêliya, dikevine vê telikê (2 Korintî 2:11). Roja îroyîn civatên mesîhiyada hene yên usa, ku xirab hukum dibin ser yên mayîn. Ewana mîna Zîmrî ne, ew Îsraêliyê bêşerm, ku ber çevê gişka tevî jineke Midyanî kete konê xwe (Jimar 25:6, 14; Cihûda 4).

6 Tu texmîn dikî, wekî em niha wedekî usada dijîn, ku mîna wî wedeyî ye çaxê Îsraêlî dijîtin ser erdê Mowabê? Tu divînî ew xelata ku tu dirêj hîviyê yî, dêmek dinya teze zef nêzîk e? Hergê erê, hemû tiştî bike, wekî hizkirina Xwedêda bimînî, û guh bide vê temiyê: “Ji qaviyê birevin” (1 Korintî 6:18).

Deştên Mowabê

QAVÎ ÇI YE?

7, 8. “Qavî” çi ye û çi kul derda tîne?

7 Di Kitêba Pîrozda xebera qavî (Yûnanî pornêîa) tê gotinê derheqa heleqetiya sêksûal ya nezewacêda. Firotana bedenê, seksa oralî û analî, lîstin tevî organên cinsî yê merivên ku tev zewacêda nîne, konetî û herambûyîna tevî heywana, û usa jî heleqetiya sêksûal orta yên nezewacêda, ew hemû tişt dikeve nava qaviyê *.

8 Di Kitêba Pîrozda zelal tê gotinê, wekî kî ku qaviyê dike nikare di civata Mesîhtîda bimîne û jîyîna heta-hetayê bistîne (1 Korintî 6:9; Eyantî 22:15). Merivên usa niha jî ziyanê xwera tînin, mesele ewana unda dikin aminiyê û qedirê xwe hindava xwe, şer dev dikeve mala wan, îsafa wan wana diçerçirîne, bê xwestin giran dertên, û nexweş dikevin hela hê dimirin jî. (Bixûne Galatî 6:7, 8.) Çiqas bêaqilayî ye ku xwe li wê rê bigirin kîjan ku kul-derda tîne! Yazix ku gelek meriv çaxê gava pêşiyê ya nerast davêjin, mesele pornografiyêva mijûl dibin, nedifikirîn bona wê yekê ku axirî wê ça be.

PORNOGRAFÎ GAVA PEŞIN E

9. Gelo rast e wekî gelek dibêjin ku pornografî ziyanê nayne? Şiroveke.

9 Di gelek welatada dikarin pornografiyê binihêrin di rojnamada, jûrnalada, têlêvîzorêda, usa jî di kilamada dikarin bibihên, lê întêrnêtêda lap tije ye *. Gelek merî dibêjin ku pornografî ziyanê nayne. Lê gelo rast usa ne? Bi rastî na! Kî ku pornografiyê dinihêre xeysetê xirab bal wan pêşda tê ewana mijûl dibin bi destpêrîkirinê (mastûrbasyê) û kirên robetî dikin, usa jî xwestina wane sêksûal gur dibe û kirên mirdar dikin. Merivên usa problêmên mezin malbeta xwera çêdikin û hela hê ji mêr yan jina xwe jî diqetin (Romayî 1:24-27; Efesî 4:19) *. Lêkolînkarek dibêje, ku xwestina merivaye sêksûal mîna nexweşiya kanserê ye (rak): “Ev xwestin zêde dibe û bela dibe. Çetin e ku zêdebûna wê bidin sekinandinê. Qenckirina wê nexweşiyê zehmet e”.

Wê aqilayî be ku întêrnêtê daynine ciyê ku tê xuyanê

10. Em ça dikarin bidin xebatê prînsîpa ji Aqûb1:14, 15? (Binihêre usa jî çargoşa ” Min Ça Qevat Stand Seva Temizayê Xwey Kim”).

10 Di Aqûb 1:14, 15-da tê gotinê “Lê her kes dibe maşoqê dilhavijiyêd xwe, dixape û tê cêribandinê. Hingê dilhavijî kelê xwe distîne, gune jê difirike û gune jî ku mezin dibe, mirin jê dibe”. Lê hergê bal te xwestina xirab pêşda tê, derbêra ji xwe dûr xe! Mesele hergê tu nişkêva tiştekî êrotîk bivînî, derbêra çevê xwe ser hilde û aliyê din binihêre, komputerê vêsîne yan jî têlêkanalê biguhêze. Hemû tiştî bike wekî tesmîlî xwestina xirab nebî, yan na tuyê pê nikaribî! (Bixûne Metta 5:29,  30.)

11. Ça em dikarin bidine kifşê ku em îtbariya xwe didine ser Yehowa, çaxê miqabilî xwestinên xweye nerast diçin?

11 Kî ku ji me rindtir, û bi temamî me nas dike, me hêlan dike: “Awa xwestinêd dilê xweye vê dinê bikujin: Bênamûsiyê [qaviyê, DT], heramiyê, temê xirab, dilhavijiya xirab û timayê, ku pûtparistî ye”(Kolosî 3:5). Ev yek dibek nehêsa ye. Lê bîr neke ku bavê me heye li ezmana, ew bi hizkirinê û bi sebirê tije ye, û em dikarin komekê ji wî bixwazin (Zebûr 68:19). Dêmek çaxê nêtên xirab dikevine hişê te, derbêra Xwedêra bêje. Dua bike bona “zoraya qewatê”, û bixebite ku bona tiştên din bifikirî (2 Korintî 4:7; 1 Korintî 9:27; binihêre çargoşê “ Ez Ça Dikarim Biterikînim ew Tiştên Xirab yên ku Minra Bûne Xeyset?”).

12. Çi ye “dil” û çima gerekê em dilê xwe xwey kin?

12 Silêman padşayê bîlan nivîsî: “Berî her tiştî jî dilê xwe biparêze, ji ber ku jiyan ji wê çavkanî dibe” (Metelok 4:23). “Dil” tê hesabê heyîtiya meye hundur çi ku Xwedê divîne û wîva tê kifşê ku em çi cûre merî ne. Emê bistînin jîyîna heta-hetayê yan na, wê yekêva girêdayî ye, hela dilê me ça tê kifşê ber çevê Xwedê, ne ku em ber çevê yên mayîn ça têne kifşê. Were evê yekê timê bîra xweda xwey kin. Wê pirsêda Îbo meseleke baş mera hîştiye. Ewî tevî çevên xwe peyman girêdabû, wekî bi çevê xirab jina nenihêre (Îbo 31:1). Usa jî zebûrbêj bi vî cûreyî difikirî û dua kir: “Çavên min ji tiştên vala ve bizivirîne” (Zebûr 119:37).

BIJARTINA DÎNAHÊYE BÊAQILAYÎ

13. Kî bû Dînah û çima hevalbijartina wê bêaqilayî bû?

13 Ji serê 3 em pêhesiyan, wekî hevalên me dikarin ser me qenc yan xirab hukum bin. (Metelok 13:20; bixûne 1 Korintî 15:33.) Were em binihêrin mesela Dînahê. Rast e Dînah rast hatibû hînkirinê, çimkî ew qîza Aqûbê amin bû, lê ewê bêaqlayî kir, hevaltî tevî qîzên Kenaniya kir. Nava Kenaniya, ça nava Mowabiyada, bênamûsî û qavî belabûyî bû (Qanûna Kahîntiyê 18:6-25). Şekem ku “mala bavê xweda, yê herî xweyîqedir bû,” mîna hemû mêrên Kenanî bû, û ewî tiştekî xirab nedidît wê yekêda ku tevî Dînahê bikeve heleqetiya sêksûal (Destpêbûn 34:18, 19, PKM).

14. Hevaljibartina Dînahêye bêaqlayî çi ziyan anî?

14 Çaxê Dînah tevî Şekem bû nas, dibeke qe hişê wêra derbaz nedibû ku tevî Şekem bikeve heleqetiya sêksûal. Lê çaxê bal Şekem xwestina sêksûal pêşda hat, ewî hema usa kir çawa ku her mêrekî Kenanî wê bikira. Dibeke Dînah miqabil bû, lê îda dereng bû, Şekem “dest avîte wê û bi destê zorê ew rûreş kir”. Rast e Şekem paşê Dînah “hiz kir”, lê bi vê yekê, ew tiştên ku ewî serê Dînahê kir nehate guhastinê. (Bixûne Destpêbûn 34:1-4.) Dînah bi hevalbijartina xweye bêaqlayî, ne tenê xwexa ziyanê ket, lê usa jî malbeta bavê wê, ewana bûne robet û ber çevê cimeta Kenanê qedirê wan ket (Destpêbûn 34:7, 25-31; Galatî 6:7, 8).

15, 16. Em ça dikarin bîlaniya rast bistînin? (Binihêre çargoşe “ Bifikire Derheqa van Rêzên Kitêba Pîroz”).

15 Dibeke Dînahê xwera ders hilda ji vê qewimandinê, lê giran ser wê rûnişt. Yên ku Xwedê hiz dikin û gura wî dikin eseyî nîne bikevine dereceke xirab û usa ji jîyîna xwe dersê hildin. Ewana guh didine xebera Xwedê û tevî bîlana hevaltiyê dikin (Metelok 13:20a). Usa ewana digihîjine “her rêya ku qenc e” û direvin ji piroblêm û çetinaya (Metelok 2:6-9; Zebûr 1:1-3).

16 Her merivê ku dixwaze bîlaniya Xwedê bistîne, dikare bistîne, hergê timê bi duakirinê xebera Xwedê û hemû neşirkirinên ji xulamê amin, hîn be (Metta 24:45; Aqûb 1:5). Û usa jî ferz e bi milûktiyê temiyên ji Kitêba Pîroz biqedînin (2 Padşatî 22:18, 19). Mesîhî dibeke fem dike ku dilê wî mixenet û xirab e (Yêremya 17:9). Lê çaxê lazim be, ew wê bi milûktî qebûl ke şîreta û komekê ku wîra bidin?

17. Di malbetêda çi derece dikare biqewime, û ça bav dikare tevî qîza xwe xeber de?

17 Bide ber çevê xwe qewimandineke aha. Bav îzinê nade qîza xwe ku ew bêkes, tenê rastî Mesîhiyê cihal bê. Ew yek qîzê xweş nayê û ew dibêje: “Çi ye, bavo, tu aminiya xwe min naynî? Ne em tiştekî xirab nakin!” Dibeke ew Xwedê hiz dike û nêtên wê tiştên baş in. Lê em dikarin bêjin ku ew bi bîlaniya Xwedê dijî? Ew ji qaviyê direve? Gelo ew îtbariya xwe Xwedê tîne yan ser dilê xwe îtbar e? (Metelok 28:26). Wê baş be ku bav tevî qîza xwe derheqa wan prînsîpa xeber de, kîjan ku wê alî wê bikin (Binihêre Metelok 22:3; Metta 6:13; 26:41).

ÛSIV JI QAVIYÊ REVIYA

18, 19. Ûsiv rastî çi cêribandina hat û ewî çi kir?

18 Birê Dînahê Ûsivê cahil meseleke baş e. Ewî Yehowa hiz dikir û ji qaviyê direviya (Destpêbûn 30:20-24). Ûsiv biçûktiya xweda dît ku çi qewimî ji bo kirên Dînahêye beaqilayî. Axiriyêda ev bîranîn, û xwestina wîye ku hizkirina Xwedêda bimîne, alî wî kirin. Çaxê ew Misirêda dîl bû, jina xweyê wî “her ro” wîra digot: “Serê xwe minra dayne, PKM”. Ûsiv ça xulam, nikaribû ji mal biçûya. Di vê derecêda wîra lazim bû bîlanî û mêrxasî. Ewî timê înkar dikir xwestina jina axayê xwe Potîfar, û ew axiriyêda ji wê revî. (Bixûne Destpêbûn 39:7-12.)

19 Hela bifikire, hergê Ûsiv timê derheqa wê jinê û sêksê bifikiriya, wê bikaribûya bêqusûrtiya xwe xwey kira? Bi rastî, na. Ûsiv nedihîşt ku fikirên gunekar serê wîda rûnên, ewî pir qîmet dikir heleqetiya xwe tevî Yehowa. Ew yek dihate kifşê ji wan xeberên wî ku gote jina Potîfar: “Axayê min... tiştek jî ewî ji min na-na nekiriye pêştirî te, çimkî tu jina wî yî, ezê çawa vê xirabiya mezin bikim û li ber Xwedê gune bikim?” (Destpêbûn 39:8, 9, PKM).

20. Yehowa ça alî Ûsiv kir?

20 Bide hesabê xwe, Yehowa çiqas şa dibû, çaxê didît ku Ûsivê cahil yê ku ji mala xwe dûr bû, her roj bêqusûrtiya xwe xwey dikir! (Metelok 27:11). Paşê bi rêberiya Yehowa, usa qewimî ku Ûsiv ji kelê derxistin, û ew bû meriyê duda paşî Firewin, û usa jî bû serwêr bona topkirin û belakirina xurek (Destpêbûn 41:39-49). Çiqas rast e giliyê ji Zebûr 97:10: “Ya hûn, yên ku ji Xudan hez dikin, ji xerabiyê . . . bikerihin! Ew canê qûlên xwe yî dilsoz diparêze, wan ji destê xeraban ve xelaz dike”.

21. Birak ji wêletê Afrîkayê ça bi mêrxasî bêqusûrtiya xwe xwey kir?

21 Usa jî roja îroyîn gelek xizmetkarên Xwedê, didine kifşê ku nefret dikin xirabiyê, û qenciyê hiz dikin (Amos 5:15). Ji welatê Afrîkayê birak gilî dike, ku carekê dersxanêda hevaleke wî hîvî ji wî dike, wekî ew dersa matêmatîkayê alî wê bike. Û keçik wîra soz dide ku bona wê yekê ewê tevî wî bikeve heleqetiya sêksûal. “Min derbêra înkar kir xwestina wê”, ew dibêje. “Min ku bêqusûrtiya xwe xwey kir, bi wê yekê min qîmetê xwe unda nekir û min hê zêde qedirê xwe girt, û ev yek minra hê biha ye ne ku zêr û zîv”. Rast e gune “wextekî kin” hewasê tîne, lê axiriya wê kul derd e (Îbranî 11:25). Xêncî wê yekê, ew hewasa wedelû ye û ne tu tişt e himberî wê şabûnê, kîjan ku distînî ji wê yekê ku gura Yehowa dikî (Metelok 10:22).

JI XWEDAYÊ REM KOMEKÊ BISTÎNE

22, 23. (a) Çima Mesîhî yê ku gunê giran kiriye bê bawer namîne? (b) Yê gune kiriye, ji kê dikare komekê bistîne?

22 Ji bo nekamilbûnê, mera lazim e ku em timê şer bikin miqabilî xwestinên bedenê, wekî ber çevê Xwedê rast bin (Romayî 7:21-25). Xwedê bona wê yekê zane “ew bibîr tîne ku em ax in” (Zebûr 103:14, ÎM). Cara diqewime ku mesîhî gunê giran dike. Lê gelo ew bêbawer dimîne? Hemikî na! Rast e ew jî, mîna Dawid Padşa, nikare ji wan kul derda bireve çi ku ji gune tê. Lê ew bê bawer namîne, çimkî Xwedê timê hazir e bibaxşîne wî, hergê ew “gunêd xwe bide rûyê xwe”. (Zebûr 86:5; Aqûb 5:16; bixûne Metelok 28:13.)

23 Xêncî wê yekê Xwedê ji hizkirinê “pêşkêş bi cûrê meriva, DT” da civata Mesîhiya, dêmek rûspiyê ruhanîda gihîştî, kîjan ku dikarin û hazir in komekê bidin (Efesî 4:8, 12; Aqûb 5:14, 15). Nêta wana ew e ku alî wan bikin, yê ku gune kirine, seva ku heleqetiya xwe tevî Yehowa dîsa baş kin. “Yê ku guh dide” şîretên wan, xwera bîlaniyê “qezenc dike” û îda guna nake (Metelok 15:32).

SERWAXTIYÊ QAZANC KE

24, 25. (a) Ji çi hate kifşê ku serwaxtiya wî cahilî derheqa kîjanî ku di Metelok 7:6-23-da tê gilîkirinê, tune bû? (b) Ça em dikarin “serwaxtiyê qazanc kin”?

24 Di kitêba Pîrozda tê gilîkirinê derheqa wan meriya, serwaxtiya kîjana ku tune, û usa jî derheqa wan meriya yên ku serwaxtiyê qazinc dikin (Metelok 7:7). Serwaxtiya kê ku tune, şehrezayî û bîlaniya wî jî dibek tunebe, çimkî ew ruhanîda ne gihîştî ye û xizmetkirinêda necêribandî ye. Merivên usa dikare gunekî giran bike, mîna wî cahilî derheqa kîjanî ku di kitêba Metelok 7:6-23-da tê gilîkirinê. Lê kî ku “serwaxtiyê qazinc dike”, ew bi alîkariya lêkolîna Kitêba Pîroz, pêdihese derheqa heyîtiya xweye hundur. Rast e ew jî nekamil e, lê ew çiqas dikare usa dike, wekî nihêrandina wî, xwestina wî û nêt-fikirên wî Xwedê xweş bê. Bi wê yekê ew “xwe hez dike” dêmek xwe ji xirabiyê xwey dike û karê distîne (Metelok 19:8).

25 Pirsê bide xwe: “Ez bi rastî bawer dikim ku normên Xwedê rast in? Ez dudilî nabim, ku hergê wan norma biqêdînin ew yek bextewariyê tîne?” (Zebûr 19:7-10; Îşaya 48:17, 18). Hergê tu hevekî dudilî dibî, bixebite ku ewê dudilîbûnê bal xwe bidî hildanê. Bifikire derheqa wan bêbextiya, yên ku wê pêşda bên hergê em qanûnên Xwedê neqedînin. Hergê hûn anegorî rastiyê bijîn û ser wan tişta bifikirin çi ku bi rastiyê ye, çi ku bi heqiyê ye û çi ku layîqî qencgotinê ne, hûnê: “Tahm [tem] bikin û bibînin, Xudan çiqas qenc e” (Zebûr 34:8; Fîlîpî 4:8, 9). Beşik vê bal te hizkirin hindava Xwedê hê zêde be. Û çi ku Xwedê hiz dike, tuyê jî hiz bikî, lê çi ku Xwedê nefret dike, tuyê nefret bikî. Ûsiv merîkî mîna me neqedandî bû. Lê ewî karibû ji qawiyê bireve, çimkî dixwest ku Yehowa xweş bê. Gelek sal ewî dihîşt ku Xwedê wî rast ke yan jî aqil bide wî. Tu jî hema usa bike (Îşaya 64:8).

26. Çi pirsên ferz wê bêne şirovekirinê di serên mayînda?

26 Efirandar organên cinsî çêkiriye ne seva qavîkirinê, lê seva ku merî ji hev zêde bin û lezetê zewaca xwe bibînin (Metelok 5:18). Lê ça Xwedê dinihêre li ser zevaçê? Derheqa wê yekê emê pêbihesin ji du seriyê peyra.

^ abz. 4 Di kitêba Jimarda hesabê merivên qirbûyî 24 000 e. Ça tê kifşê ew 1 000 “serwêrên ku” aliyê hakimada hatibûn kuştinê, ew jî ketine nava hesabê merivên qirbûyî (Jimar 25:4, 5).

^ abz. 7 Elametiyên zêde derheqa netemizayê û kirên xirab, binihêre “Birca Qerewiliyê” sala 2006 15 hezîran “Pirsên Xwendevana” Şedên Yehowa neşir kirine.

^ abz. 9 “Pornografî” tê hesabê tiştên neşirkirî, yan jî dengkişandî, nêta kîjana ew e ku bal meriva xwestina sêksûal gur kin. Sifetê êrotîk û nîşankirina heleqetiya sêksûale zef mirdar orta dudu yan jî çend meriva, dikeve nava pornografiyê.

^ abz. 9 Derheqa destpêrîkirinê binihêre Elametiya Zêde bi navê “Çawa Terk din Mastûrbasiyê”.