Dil
Kitêba Pîroz ça dide kifşê, ku dilê sîmbolîk tê hesabê meriv dilda yekî çawa ne, çi ku bi fikir, nêt, hunur û hestên wî tê kifşê?
Zb. 49:3; Mtl. 16:9; Lq. 5:22; Kr.Şn. 2:26
Usa jî binihêrin Qn.Dc. 15:7; Zb. 19:8
-
Mesela Kitêba Pîroz:
-
Lq. 9:46-48—Îsa şagirtên xwe şîret kir, çaxê dilê wanda dît, ku ewana dixwazin ji hevdu çêtir bin
-
Çira ferz e miqatî dilê xwe bin?
1 Dr. 28:9; Mtl. 4:23; Yêr. 17:9
-
Meselên Kitêba Pîroz:
-
Dsp. 6:5-7—Nêt û fikirên dilê hemû meriva xirab bûn û wana zulmî dikir, lema jî Xwedê Tofan anî ser temamiya erdê
-
1 Pd. 11:1-10—Silêman Padşa dilê xwe nebû xweyî û ji bo vê yekê ewî jinên xerîb stand û wana dilê wî ji Yehowa dûr xist
-
Mk. 7:18-23—Îsa şirovekir, wekî hemû xwestinên nerast ji dil tên û me berbi kirên nerast dibin, yên ku ber çevê Xwedê reş in
-
Em ça dikarin dilê xwe xwey kin?
Zb. 19:14; Mtl. 3:3-6; Lq. 21:34; Flp. 4:8
Usa jî binihêrin Ez. 7:8-10; Zb. 119:11
-
Mesela Kitêba Pîroz:
-
Ef. 6:14-18; 1 Ts. 5:8—Çaxê Pawlos derheqa çekên ruhanî digot, ewî şirovekir ku heqî, bawerî û hezkirin dikarin dilê meyî sîmbolîk xwey kin, çawa ku mertal dilê esker xwey dike
-
Em ça dikarin têderxin, hela dilê meyî sîmbolîkda xirabî heye yan na?
Mtl. 21:2-4; Îbr. 3:12
Usa jî binihêrin Mtl. 6:12-14
-
Meselên Kitêba Pîroz:
-
2 Dr. 25:1, 2, 17-27—Wextekî Amatsya Padşa tiştên usa dikir, çi ku ber çevê Xwedê rast bû, lê paşê ew qure bû û îda gura Yehowa nedikir, ji bo çi jî gelek derd kişand
-
Mt. 7:17-20—Mesela ku Îsa anî, dide kifşê, wekî çawa ku dara xirab berê xirab dide, usa jî kirên xirab didine kifşê, ku dilê meriv xirab e
-
Çira em gerekê dilê xwe bibine xweyî û ça em dikarin vê yekê bikin?
Mtl. 10:8; 15:28; Lq. 6:45
Usa jî binihêrin Zb. 119:97, 104; Rm. 12:9-16; 1 Tîm. 1:5
-
Meselên Kitêba Pîroz:
-
2 Pd. 20:1-6—Çaxê Hizqiya Padşa ber mirinê bû, ewî ji Yehowa lava dikir, wekî rema xwe jêra bide kifşê, çimkî ewî bi aminî û bi temamiya dilê xwe Wîra xizmet dikir
-
Mt. 21:28-32—Îsa bi meselê şirovekir, wekî ne ku giliyên meriv, lê kirên wî didine kifşê, ku dilda ew yekî çawa ne
-
Zanebûna vê yekê ku Yehowa dila divîne, çira dilê me rihet dike?
1 Dr. 28:9; Yêr. 17:10
Usa jî binihêrin 1 Sm. 2:3
-
Meselên Kitêba Pîroz:
-
1 Sm. 16:1-13—Samûyêl pêxember fem kir, wekî Yehowa dîna xwe dide ne ku reng-rûyê meriva, lê dilê wan
-
2 Dr. 6:28-31—Ji duayê Silêman wedê tesmîlkirina paristgeha Yehowa tê kifşê, wekî Xwedê bi temamî zane ku çi dilê meda ne, û lema jî Ew dikare bi cûrê lapî baş alî me bike
-