DERSA 14
Çira Xwedê Îro Cimet Xwera Jibartiye?
1. Çira Xwedê îsraêliyêd berê jibart, ku bibine cimeta wî?
Xwedê zuretên Birahîm pêxember bereket kir. Ewana ji hev zêde bûn, bûne cimeteke mezin, û Xwedê qanûnên xwe da wan. Xwedê ev cimet nav kir “Îsraêl” û xwera jibart, wekî ewana qulixkirina rast û xebera wî xwey kin (Zebûr 147:19, 20). Lema jî meriyên ji hemû mileta bi saya cimeta Îsraêl gerekê bihatana keremkirinê. Bixûne Destpêbûn 22:18.
Xwedê cimeta Îsraêl jibart, wekî ewana bibine şedên wî. Terîxiya cimeta Îsraêl nîşan dike, ku çaxê cimetê gura qanûnên Xwedê dikir, ewana gelek bextewar bûn (Qanûna Ducarî 4:6). Hema usa, bi saya cimeta Îsraêl, miletên din jî gerekê hîn bûna derheqa Xwedayê rast. Bixûne Îşaya 43:10, 12.
2. Xwedê çira dixwaze, wekî qulixkarêd wîyî îroyîn tevayî bin?
Pey gelek wedera cimeta Îsraêl qebûlkirina Xwedê unda kir, û Yahowa Xwedê dewsa wan, civata Mesîhiya jibart (Metta 21: 43; 23:37, 38). Niha dewsa cimeta Îsraêl, mesîhiyên rast şedetiyê didin derheqa Yahowa Xwedê, û qulix dikin ça şedên Yahowa. Bixûne Karêd Şandiya 15:14, 17.
Îsa Mesîh şagirt tup kirin, wekî ewana dannasîn bikin hemû miletara û wana bikine şagirt (Metta 10:7, 11; 24:14; 28:19, 20). Ev şixul tu car usa nehatiye kirinê ça rojên îroyîn, dêmek di rojên xilaziya dinya xirabda. Rojên îroyîn Yahowa Xwedê bi mîlyona merî ji cûre-cûre mileta top kiriye, di nava terîxiyêda ev cara pêşin e ku haqas merî top bûne, seva ku wîra rast qulix kin (Eyantî 7:9, 10). Mesîhiyên rast hatin topkirinê, wekî hevdu dilgerm kin û alî hev bikin. Usa jî, wekî di temamiya dinyayêda li ser hemû civata, bi bernemekê Kitêba Pîroz hîn bin. Bixûne Îbranî 10:24, 25.
3. Ça rojêd îroyîn teşkîleta, dêmek organîzasîona Şedêd Yahowa pêşda hat?
Di sala 1870-da komeke biçûk, yên ku Kitêba Pîroz lêkolîn dikirin, destpêkirin eyan kin hine hînkirinên ji Kitêba Pîroz, yên ku veşartî bûn. Wana zanibû ku Îsa Mesîh lema saz kir civata mesîhiya, wekî ewana dannasîn bikin. Lema jî wana saz kirin dannasînkirina derheqa padşatiyê li nav temamiya dinyayê. Di sala 1931-da wana navê usa dane ser xwe “Şedên Yahowa”. Bixûne Karêd Şandiya 1:8; 2:1, 4; 5:42.
4. Ça şixulê dannasînkirina Şedêd Yahowa tê rêberîkirinê?
Di qurna yekêda, hebû koma mêrên maqûl û cêribandî, yên ku li ser civatên di cûre-cûre welatada berpirsiyarî dikirin. Evan mêra qebûl dikirin, ku Îsa Mesîh ye serkarê civatê (Karên Şandiya 16:4, 5). Roja îroyîn jî, Şedên Yahowa têne rêberîkirinê bi saya koma birên maqûl û cêribandî, eva koma bira têne navkirinê ça Koma rêberiyê. Ewana li ser hemû fîlîalên Şedên Yahowa berpirsiyariyê dikin. Fîlîal jî berpirsiyar e ku edebyetên seva hînbûna Kitêba pîroz, li ser 600 zimana bê welgerandinê, neşirkirinê û belakirinê. Koma rêberîkirinê usa jî rêberiyê dide û dilgerm dike xûşk-brên ji 100 000 civata zêdetir li ser temamiya dinyayê. Di hemû civatada mêrên layîq qulix dikin ça rûspî, dêmek berpirsiyar. Ev mêr bi dil û can xem dikin derheqa qulixkarên Xwedêye rast. Bixûne 1 Petrûs 5:2, 3.
Şedên Yahowa hatine sazkirinê, seva ku bela kin mizgîniya xêrê, û meriya bikine şagirt. Mîna şandiyên di qurna yekêda, em jî mal bi mal şedetiyê didin (Karên Şandiya 20:20). Em usa jî teglîf dikin meriyên helal, yên ku rastiyê hez dikin, tevî me Kitêba Pîroz hîn bin. Lê Şedên Yahowa ne ku tenê teşkîlet e. Em çawa zarên bavekî ne, yê ku me gele hez dike. Em çawa xûşk û bira derheqa hev xem dikin (2 Têsalonîkî 1:3). Rast e Şedên Yahowa hatine sazkirinê, wekî qirara Xwedê biqedînin û alîkariyê bidine meriya, lê wana serda jî saz kiriye malbeteke ji hemûşka bextewar li nav temamiya dinyayê. Bixûne Zebûr 33:12; Karêd Şandiya 20:35.